23 oktober 2012

Di warê azadiya çapemeniyê da Tirkiye li cîhanê welatê herî xerab e

Komîteya Navnetewî a Parastina Rojnamevan(CPJ), di rapora xwe ya îsal da bi dûr û dirêjî li ser Tirkiyê û êrîşên dewletê yên ser rojnamevanan û çapemeniyê rawestiyaye.
CPJ, di rapora xwe da Tirkiyê di warê azadiyên fikrî û rojnamegeriyê da li cîhanê wek welatê herî xerab û herî tahlûke bi nav kiriye.
CPJ, di rapora xwe da balê dikşîne ser êrîş, girtin û binçavkirinên li Tirkiyê dibin û dû ra dibêje:
“Li cîhanê di dîroka nêzîk da li dijî çapemeniyê êrîşên herî mezin ji bal hikûmeta Erdogan ve tê meşandin.. Rojnamevan bi tawana terorê tên girtin û zîndankirin. Berpirsiyarên dewletê ji bo sansûrkirinê rêyên cuda cuda bi kar tînin. Erdogan eşkere êrîşî hebûna rojnamegeriyê dike, çapemeniya rexne dike, nivîskaran ji kar dide avêtin yan jî êrîşî kesayetiya wan dike."
CPJ, di rapora xwe da dibêje, ji 1-ê tebaxa 2012-an vir va 76 rojnamevan hatine girtin û hîn jî di zîndanê da ne.
CPJ, Çînê, Îranê û Erîtreyê li dijî çapemeniyê wek welatên herî xereb û êrîşkar nîşan dide û dibêje, "Tirkiyê ev welat jî derbas kirine."
Ev rapora CPJ-ê jî nîşan dide ku hukûmeta AKP-ê li Tirkiyê demokrasî çuqasî bi pêş xistiye(!)
Rojnamevanên girtî hema hema hemû ya kurd in ya jî bi îthama ”alîkariya terorê” hatine girtin. Ku CPJ. Di rapora xwe da bal kişandiye ser vê yekê jî.
Hukûmata AKP-ê dixwaze, zulma ku ji alî dewletê ve li kurdan tê kirin kes qalê neke, kes nenivîsîne, cîhan pê nehese. Loma jî hemû rojnamevan û nivîkarên ku qala zulm, teror û bêqanûniyên dewletê û hukûmeta AKP-ê dikin, digrin û davêjin zindanan.
Lê hin kurdên bûne zilamên AKP-ê, hîn jî propagandeya demokrasiya Erdogan dikin û vê dewleta ceberût li Rojhilata Navîn wek welatê herî demokratîk nîşan didin. Li gel hewqas zulm, hîn jî şeqşeqçîtiya Erdogan dikin. Diyar e, pere û menfaetên şexsî û kursî meriv him kor û him jî bextreş dike…

3 kommentarer:

  1. Xalo, ma tu li ku ye? xwede bike tu ne nexweshi?

    SvaraRadera
  2. Xwarziyê delal, weleh bê te kes xwediyê min tuneye, tu tenê tunebûna min meraq dikî.
    Ez ne nexwes im, ez hefta borî, roja pêncsemiyê(25/10-12)cûm Amedê, diya min nexwes bû, ez ecele cûm. û pêr bi sev hatim. Do min pê ra negîhand tistekî binivîsînim. Îselah îsev ezê dilê dostan xwes û dilê dijminan jî res bikim.
    Gelek sipas ji bo lêpirsîna te

    SvaraRadera
  3. Hi, its fastidious article concerning media print, we all understand media is a great source of information.


    Take a look at my homepage: cellulite treatment cream

    SvaraRadera

PARVE BIKE