03 oktober 2012

Erdogan ne berxê dermale ye

Li hemberî axaftin û nivîsên hin siyasetmedar û nivîskarên kurd carnan ez matmayî dimînim û ji xwe dipirsim, dibêjim yaho wek siyasetmedar, ronakbîr û welatparêzekî kurd meriv çawa dikane bibe hevalê Erdogan, pesnê wî bide ya jî piştgiriyê bide siyaseta wî ya derbarê kurdan da?
Dema ez navê Erdogan didim, ne ku dibêjim serokên partiyên din ji Erdogan çêtir in. Na, helbet ne çêtir in, di ser da gelkî jê xerabtir in jî. Ev yek pir zelal e.
Loma jî tiştê ez ji bo Erdogan dibêjim, ez eynî tiştî ji bo hemû serok û partiyên tirk yên din jî dibêjim..
Erdogan ji bo ku di nîjadperestiya tirk da serokê MHP-ê Devlet Bahçelî li dû xwe bihêle, her ku diçe wek faşîstekî tirk, bêtir zimanekî nîjadperest û tirkçî bi kar tîne û di warê fikrî, siyasî û îdeolojîk da jî roj bi roj xwe nêzî xeta nîjadperestên tirk dike û bi devê wan êrîşî kurdan û tevgera kurd ya netewî dike.
Erdogan dixwaze fetha Kurdistanê ya nîvçemayî di sedsala 21-ê da temam bike û bibe Ataturkê tirkan yê duyem.
Lê li gel vê rastiyê jî, hin kurd ne vî Erdoganê nîjadperest ku li ser serê kurdan dixwaze bibe Ataturkê duyem, Erdoganekî demokrat, antî-kemalîst, ne nîjadperest û dilsozê çareserkirna mesela kurd pêşkêsî me kurdan dikin.
Di eslê xwe da ev vir e, xeyaleke ne rast û manîpulasyona realîteyê ye.
Erdogan ne li dijî kemalîzmê ye, ne merivekî demokrat e, bi rastî demokrasiyê naxwaze, naxwaze Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê û naxwaze ji van ”mafên heyî ” zêdetir misqalekî din jî bide kurdan.
Li gorî Erdogan, wî hemû mafên kurdan daye, loma jî li Tirkiyê êdî mesela kurd tuneye, tenê mesela ”terorê” heye.
Lê hin kurd bi hin demagojiyên vala dixwazin vê rastiyê manîpule bikin û Erdogan wek siyasetmedarekî ku dibê kurd piştgiriya wî bikin nîşan didin.
Gava însan di warê îdeolojîk û siyasî da ji miletê xwe qut bibe, di warê hest/his da jî dûr dikeve û di netîceyê da faşîst û nîjadperestên dijmin jî li ber çavên wan dibin demokrat, dibin şervanên demokrasiyê û kesên ku dixwazin bi kurdan ra mesela kurd çereser bikin û mafên kurdan bidin…
Ji ber ku ew ji refên xwe veqetiyane, wan pûsuleya xwe wenda kiriye û loma jî gurên devbixwîn jî li ber çavên wan dibin berxikên dermale...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE