20 oktober 2012

Gelo parlamenterên AKP-ê yên kurd jî daxwaza perwerdeya bi kurdî wek "xapiyana bi şeytên" dibînin?

Serokê Komisyona Qanûna Esasî ya Meclîsa Tirkiyê û parlamenterê AKP-ê Burhan Kuzu, do di kanala telewîzyonekê da li dijî perwerdeya kurdî derket û got:
”Heger BDP sibe rabe û wek her car dîsa gurra şeytên bike(yanî bi ya şeytên bike) û perwerdeya bi kurdî bixwaze emê çi bikin?”
Li ser van gotinên Kuzu, mode
ratorê bernameyê got:
“Ma daxwaza perwerdeya zimanê dayikê qey bi ya şeytên kirin e? ”
Burhan Kuzu, hinekî xwe givaşt, li ser kursiyê xwe bir û anî, kir hiqviq, lê dû ra got:
“Ji hêla welêt ve ez wiha dibînim. Xwestina perwerdeya bi kurdî gurra şeytên kirin e. Ji ber ku perwerdeya zimanê dayikê ewê welêt perçe bike.”
Ev gotinên Kuzu jî nîşan dide ku di serê hukûmeta AKP-ê da plan û nêteke ku bi kurdan ra li hev bikin tuneye.
Hukûmeta ku perwerdeya bi kurdî wek ”bi ya şeytên kirinê bibîne”, maneya xwe ew e ku naxwaze şer rawestîne û mafê kurdan yên netewî bide.
Esas hukûmet ne nuha, ji roja roj da ye li hemberî kurdan siyaseteke fen û fûtan, xapandinê û serîlêgerandinê dimeşîne.
Hukûmet baş dizane ku dema vî mafê herî xwezayî û herî hindik, yanî mafê perwerdeya bi kurdî nede kurdan tu ”aştî maştî” û rawestandina şer ne mimkûn e.
Heta nuha îmkan û wexta hukûmetê ya dirêjkirin û xapandinê hebû, çimkî mesele wek nuha nehatibû li dawiyê nehesilî bû, lê nuha êdî dawiya derewan hat, êdî nikanin hin bahane û hincetên nuh bibînin û meselê taloqî pêşerojê bikin.
Ya dibê hebûna kurdan qebûl bikin û mafên wan yên netewî bidin û ya jî wek Kuzu got, dibê bibêjin daxwazeke perwerdeya bi kurdî ”bi ya şeytên kirine û ewê Tirkiyê perçe bike”...
Ev dîtina Kuzu ji bo min pir ne xerîb e, ez dizanim ku Erdogn, Gul, Kuzu, Çîçek, Arinç û hemû birêvebirên AKP-ê wiha difikirin, ew dixwazin kurdan bi demêre bihelînin, bikin tirk. Her kurdê piçekî xwedî aqil û ûjdan vê rastiyê dibîne.
Ya girîng, li hemberî van gotinên Kuzu, parlamenterên AKP-ê yên kurd ku gelek caran dengên xwe bilind dikin û dibêjin ”em ji kesî nekêmtir kurd in”, yanî yên wek Mehmet Şîmşek, Mehdî Eker, Galîp Ensarîoglu, Cuma Îçten, Muamer Guler, Abdurehîm Akdag, Mehmet Emîn Dîndar, Gulşen Orhan û yên wek wan, gelo çi dibêjin?
Gelo wek Burhan Kuzu, ew jî dibêjin daxwaza ”perwerdeya kurdî karê şeytên e, bi ya şeytên kirin e” ya na?
Heger wiha nafikirin, wê demê dibê li hemberî van gotinên Kuzu tiştekî bibêjin. Dema dengê xwe nekin û tiştekî nebêjin, wê demê ew jî wek Kuzu difikirin.
Dibê BDP û hemû kurd vê pirsê ji parlamenterên AKP-ê yên kurd bikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE