02 oktober 2012

Gul û Erdogan herdu jî xerabên di ser hev ra ne

Ji ber ku serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, do di axaftina xwe ya meclîsê da di hin waran da çend gotinên ne wek dîtinên Erdogan gotin, hin kesan wisa bawer kirin ku di nabêna Gul û Erdogan da dubendî heye, xwedêgiravî Gul û Erdogan bi kêmanî di çenda xalan da wek hev nafikirin.
Do bi şev di hin kanalên telewîzyonan da jî eynî şiriove hatin kirin. Di wan şiroveyan da jî hat îdîakirin ku bi axaftin
a Gul ya ya dawî, diyar bû ku Gul û Erdogan di warê rewşa parlamenterên girtî, riyên çareserkirina mesela kurd û têkiliyên bi BDP-ê ra, azadiya çapemenî û xwe îfadekirinê, têkiliya bi Yekîtiya Ewrûopayê ra, şefafiya dewletê û hin xalên din da wek hev nafikirin.
Bi dîtina min bingehê van îdîayan tuneye; di van xalên tên rêzkirin yekê da jî Gul ne li dijî Erdogan e, di van waran hemûyan da jî ew wek hev difikirin.
Sebebê vê axaftina Gul ya di vebûna meclîsê da ne siyasî û îdeolojîk e; ne demokrasî û mesela kurd e, ne rewşa parlamneterên girtî û têkiliyên bi BDP-ê ra ye.
Sebebê vê axaftina Gul, kursî ye, meqam e.
Gul, ji bo ku meqamê xwe bi daxwaza xwe teslîmê Erdogan neke li hincetan digere.
Salek berê belkî nêta Gul ew bû ku careke din nebe namzet û kursiya xwe teslîmî Erdogan bike. Belkî di vî warî da soz jî dabe Erdogan.
Lê nuha, piştî hin ankêtên dawî, ku hemû jî di lehê Gul û di eleyhê Erdogan da ne, Gul biryara xwe guhert. Nuha Gul dixwaze careke din bibe serokkomar.
Îcar ji bo ku dev biguherîne dibê xwe ji Erdogan demokrattir nîşan bide, dibê tiştên ji Erdogan baştir û pêşdatir bibêje.
A bi baweriya min, sebebê vê demagojiya nermbûn û demokratbûna Gul ya esasî ev e, Gul dixwwaze kursiya xwe teslîmî Erdogan neke û ji bo vê jî dibê xwe hîn şîrîntir û demokrattir nîşan bide.
Lê bingeha vê şêla Gul ya praktîk, îdeolojîk û dîrokî tuneye, tenê demagojiye.
Di wwarê îdeolojîk î siyasî da Erdogan çi jahr û zuqûm be, Gul ji wî xerabtir e ne baştir e. Herdu jî xerabên di ser hev ra ne…
Gul, di warê îdeolojîk da ji Erdogan pirtir ”îslamî” ye û panturkîst e, ji Erdogan bêtir li dijî demokrasiyê, dana mafê kurdan û BDP-ê ye. Tenê ji bo saxlemkirina kursiya xwe û ji ber navê meqamê xwe roleke hinekî cihê dilîze, hemû ev e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE