04 oktober 2012

Tirkiye haziriya îşxala Kurdistana rojava* dike


Îro(do) danê êvarê guleyeke topê xwedêgiravî ji aliyê Sûriyê da hat li qeza Axceqleyê li malekê ket û 5 kes mirin.
Li ser vê, dewlet, hukûmet û medya tirk li bin guhê hev ketin. Hukûmetê qerepereyeke pir mezin derxist û dû ra jî gotin ku wan jî tavilê bi topan bersîv dane û li gelek hedefên ku bi radaran hatibûn tespît kirin xistine.
Lê nuha derket ortê ku wa ye balafirên şer jî hin herêm û der bombebaran kirine û hîn jî dikin.
Heta nuha hîn negotine ku ev hedef çi ne û li kîjan hedefan xistine?
Lê bi îhtîmaleke pir mezin ewê li gund û hedefên kurdan xistibin.
Ji ber ku artêşa Sûriyê li wê herêmê tuneye û balafirên tirk li Artêşa Sûrî ya Azad jî naxe. Hebe tunebe hedefa wan kurd in û ewê li kurdan xitibin.
Û ez bawer dikim ku ev mesela ”guleya topê” jî provakasyon e û tiliya tirkan bi xwe di vê da heye. Ji bo ku kanibin êrîşî kurdan bikin hincetan çêdikin.
Heger bi rastî tirk têkevin axa Sûriyê û Kurdistanê dibê kurd xwe bidin ser hev û bêdeng nemînin.
Hukûmeta AKP-ê li şer û li bela xwe digere, ”gule mule” hemû mahneyên vala ne…

XXX
Camêrekî teqrîben wiha gotiye: Li vê cîhanê du riyên serkeftinê hene. Ya tu yê ji aqilê xwe, ya jî ji kêmaqiliya kesên din feydeyê bibînî û bi ser kevî.
Kurdan heta nuha ji aqilê xwe tu feydeyek zêde nedîtine, lê hêdî hêdî ji kêmaqiliya dijminên xwe feydeyê dibînin.
Nuha yê Tirkiyê îdare dike jî nîjadperestekî harê kêmaqil e. Belkî di rojên pêş da feydeyeke vê kêmaqiliya wî bigihîje kurdên bakur jî.
Ji ber ku mêrik carê kiriye serê xwe, dibêje gerek hemû kurd tim bindest bimînin, heta ku dihelin û diqedin.
A ji ber vê îdeolojiya nîjadperest, ji bo ku êrîşê bibin ser kurdên rojava, qal û qîlên bi derewan peyda dikin û bi sivikiyeke çeteyan bi meclîsê tezkereya îşxala welatê xelkê didin qebûlkirin.
Bi gotineke din, meriv dikane bibêje ku hukûmeta AKP-ê bi vê "Tezkereya Sûriyê" haziriya îşxala Kurdistana rojava dike
Erdogan agir kiriye dawa xwe, ewê miheqeq li bela xwe rast were...

XXX
Nivîskara îslamcî Huda Kaya. di hevpeyvîna xwe ya bi Îlter Balçîçekê ra kiriye gotiye: “Mezlûmên 28 sibatê bûn zalimên îro”.
Mezlûmên 28-ê sibatê Erbekan, Erdogan û Abdullah Gul bûn, leşkeran li hemberî wan darbeya “postmodern” kirin û ew ji ser hukum da xistin.
Qesta Huda Kaya xanimê Erdogan û Gul e.
Bi rastî jî Erdogan û Gul ji zaliman jî xerabtir bûn, bûn zalimên zaliman…


*Kurdistana rojava: Beşê Kurdistana di bin îşxala Sûriyê da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE