03 november 2012

Camêriya du xortên licî



Bi çend gotinan ez dixwazim qala rêwîtiya xwe ya Diyarbekrê û bûyereke ez li wir jiyam bikim.
Berê jî min bi kinî  qal kiribû. Çend roj berê diya min ji nişka ve nexweş ket û ji dilê xwe emeliyat bû. Loma jî di 25-ê meha borî da(25/10-12)ez bi lez çûm Diyarbekrê. Pênc rojan li wir mam û di 30-ê mehê da vegeriyam.
Hersê rojên eydiyê jî wer şilî û şepelî bû, baranek pir barî.  Meriv nikanîbû bi rehetî bigeriya. Lê baranê payizxêr bi xwe ra anî û loma jî kêfa gel dihat.
Lê li alî din tirs û hewa grewên birçîbûna mirinê ya di girtîgehan da jî li Diyarbekrê atmosfera siyasî pir xemgîn kiribû. Xemgîniya grewên girtîgehan wek konekî reş girtibû ser Diyarbekrê, meriv ev yek li her derê his dikir...
Roja pêşî ya eydiyê ez û xweşik û birayên xwe em çûn ser gorên miriyan; ser gorra bavê xwe, ya Yilmaz(Selîm Bakaç), ya Wedat Aydin û Mahmût Baksî.
Ev cara pêşî bû ez diçûm ser gorra Mahmût Baksî, bi vê çûna xwe ez kêfxweş bûm.
Li ser gorran min çend risim jî kişandin, lê yek jî derneketiye. Ez nizanim çawa bû.
Li Diyarbekrê ez bûm şahidê bûyerek pir mûcîzewî, ez dixwazim li vir him qala wê û him jî sipasiya wan herdu xortên kurd yên licî bikim.
Ez bawer dikim roja dudu ya jî sisiyê eydiyê bû, ez û birayên xwe Fûad, Metîn, Barzan û Faîk danê êvarî em çûn ”Sanat Sokagi” yanî Kuçeya Huner. Li wir em rastî qahwexaneyekê hatin, li ser kaxetekê nivîsîbûn  ”Kurt Kahwesî” heye. Yanî qahweya kurdî heye. Kêfa min ji vê reqlam û tekstê ra hat û em dageriyan wir. Ji ber ku ji sala 2010-an û virda ye li Diyarbekrê ez çûme kîjan qahwê, dema wan gotiye ”turk kahvesî”, min gotiye, çima ”turk kahvesî”, bibêjin qahwa kurdî” û min tim qahwa kurdî xwestiye.
Axir em li wir rûniştin, me qahwa kurdî vexwar û em rabûn çûn ku li derekê nanekî bixwin. Ez bawer dikim em çûn aşxaneya Muharem Hoste.
Bi rê da telefonek ji Fûad ra hat, tiştek ji hev ra ra gotin û Fûad navê aşxaneya em diçûnê ji kesê telefon dikir ra got.  Fûad, hinekî matmayî ma, sipas kir û got ez li filan derê li bende we me.
Tu nabêjî Fûad cuzdanê xwe bi rêve xistiye, ji dêlî ku têxe bêrîka pantor  ya dawî, bera erdê daye.
Şev bû û baranek pir jî dibarî. Du xortên licî, navê yekî Gezgîn Kaya û yê din jî Firat Taîk bû, cuzdan dîtine.
Di nava cuzdan da nav û telefona Rengîn Elçî jî hebû. Rabûne telefonî Stenbolê, Rengîn Elçî kirine, telefona Fûad jê girtine û dû ra jî telefonî Fûad kirin, gotin va ye me cuzdanê te dîtiye, tu li ku yî emê bînin wir. Û Fûad jî ciyê me ji wan ra got.
Ez zêde dirêj nekim, piştî 20 deqîqeyan herdu xort hatin aşxaneyê û cuzdanê Fûad teslîm kirin. Me kir ne kir pariyek nan jî nexwarin.
Li hemberî sipasiyên min yên zêde, camêran gotin, me wezîfeya xwe kiriye, ne hewceye hûn zêde mezin  bikin.
Min soz da wan ku dema vegeriyam, ezê bi nivîsekê sipasiya wan bikim.
Li Swêd heta nuha min jî çend caran cuzdan, çente û tiştên xwe yên din wenda kiriye, lê carekê jî li min venegeriya ye…
Nuha hûn meraq dikin, dibêjin gelo di cuzdan da çuqas pere hebû?
Di cuzdanê Fûad 600 lîrayê Tirk, 120 Euro û 50 Dolarê Emerîkî hebû. Û herdu xortên licî tenezul nekirin hewqas pere bera bêrîka xwe bidin…
Belê, di nava kurdan da, li Diyarbekrê û ji Licê mêr û camêrên wiha jî derdikevin.
Ez li vir careka din jî sipasî van herdu xoratan dikim û dibêjim we ya herî rast kir, her bijî ji we ra!

1 kommentar:

PARVE BIKE