15 december 2012

Erdogan li Sûriyê jî çend milyon tirkmen çêkir



Heta nuha li Sûriyê tirk û tirkmen tunebûn, lê çi hîkmet e, Erdogan û hukûmeta wî wa ye li Sûriyê jî qala bi milyonan tirkmen dike.
Hukûmeta AKP-ê wa ye tirkmenên Sûriyê jî komî ser hev kirine û ji wan ra li Stenbolê kongreyek jî li hev ragirtine.
Wek tê zanîn vê hukûmetê li Îraqê jî eynî tişt kir, ji bo kelemekê derxin hemberî kurdan, bi zor hin partî û grûbên tirkmen çêkirin û bera pêxîla kurdan dan. Li vir jî dikin eynî tiştî bikin.
Serokwezîr Erdogan, îro li Stenbolê li Qesra Dolmabahçeyê Heyeta Kongreya Tirkmenan qebûl kiriye. Wisa xuyaye ku ewê aqil bide wan û hin taktîkan fêrî wan bike.
Ji bo şerê li hemberî kurdan ji hukûmeta AKP-ê ra li Sûriyê maşeyeke ”Madein tirk” lazim e, di rojên pêşda dema hewce be ewê vê maşeyê li hemberî kurdan bikar bînin.
Çavê kurdên AKP-yî ronî be, serokê wan ji bo kurdan tiştên pir baş difikire(!)


XXX
Bîstek berê ji bo temiyekê mecbûrî ez çûm bajêr. Ji şans û siûda min ra li Stockholmê qiyamet rabûye, tozanek wisa heye çav çavan nabîne, li kuçe û kolanan ji berfê meriv nikane gava xwe bavêje. Bi kûzan dike erdê…
Ez ji berfê pir hez dikim, di vegerê da min li hewşê li xanimê kir gazî û hawar, min got were rismekî min bigre, lê nehatat, got dua bike tu gihîştiye malê, tu yê risim çi bikî û ji xwe destê min bi rûne, ez xwarinê çêdikim, ez nikanim derkevim der. Û bawer bikin gotina min li erdê xist û derneket û rismê ev xweza û dîmenê xweş negirt. Çi ye çi ye, ji lawê xwe ra nanê goşt çê dike.
Yanî mêraniya me jî nav e, di praktîkê da weleh sifir e û heta ez dikanim bibêjim ku di bin sifirê da ye jî. Ez li xelkê neşkênim lê ya min di bin sifirê da ye…
Li gel ku ez dizanim halê piraniya mêrên kurdên Swêd ji min jî xerabtir in ez wiha dibêjim…


XXX
Serokwezîr Erdogan, di civîna bi parlamenterên AKP-ê yên kurd ra ji wan ra gotiye, ”ji nuha û pêva êdî tabîra mesele kurd bikar neynin. Navê meselê mesela terorê ye.”
Weleh Erdogan mêr e, mêrik pir vekirî gotiye, li Tirkiyê mesela kurd murd tuneye, mesela terorê heye.
Erdogan ne ditirse û ne jî pênc qurişê xwe di hemû parlamenterên AKP-ê yên kurd dide. Bira mafdayin li wir bimîne, wa ye mêrik gotiye li Tirkiyê probblemeke bi navê kurd tunye, tiştê ku wek mesela kurd tê binavkirin teror e û dibê ji nuha û pêve hemû parlamenterên AKP-ê jî vî navî meselê lêkin…
Camêr ya dilê xwe gotiye, qet durrûtî nekiriye. Kurdê ku ji nuha û pêva jî di nava AKP-ê da bimîne êdî ew jî Erdogan e, di nabêna wan da tu ferq tuneye…


XXX
Hukûmetê biryara xwe da: Salê tê ewê zazakî bikin zimanekî cihê, yanî ji nuha û pêva ewê siyaseta perçekirna kurdan bimeşînin.
Wezîrê perwerdehiyê Omer Dînçer, gotiye ”pisporan ez xapandim.”
Li gorî Dînçer, pisporan jê ra gotine zazakî lehçeyeke zimanê kurdî ye, lê ew nuha pê hesiyaye ku ne wiha ye, zazakî zimanekî cihê ye.
Ê dema zazakî(dimilkî)zimanekî cihê be, wê demê zaza jî ne kurd in, miletekî cihê ye.
Dînçer, li Zanîngeha Çewlikê di konferansê da peyivîye û gotiye, ”Salê tê di kitêban da zazakî ewê ne wek lehçeyeke kurdî, wek zimanekî serbixwe were qebûlkirin.”
Dema tê hesabê wan zazayan kurd dibînin û wek kurd davêjin zindanan, îşkence û îdam dikin.
Seyid Riza, Şêx Seîdê kal, ji bo ku kurd bûn û doza azadiya kurdan û Kurdistanê dikirin îdam kirin.
Necmedîn Buyukkaya zaza bû lê ji bo ku kurd bû û doza Kurdistanê dikir di îşkenceyê da kuştin.
Lê nuha, ji bo fêsadiyê û ji bo perçekirina kurdan îcar dibêjin efendim ”zazakî ne lehçeyeke kurdî ye” û dû ra jî ewê bibêjin ”zaza ne kurd” in…
Lê ev plan jî ewê pere neke, hin kurd xwe înkar bikin û bibin maşeya destê dewletê jî vala ye, kurd naxapin. Kurd ewê vê fîtneya hukûmeta AKP-ê jî pûç bikin...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE