11 december 2012

Erdogan rayên kurdan ji çav derxistiye



Ev zêdeyî hefteyekê ye ku her roj li hin bajarên Kurdistanê û Tirkiyê operasyonên ku di bin navê "KCK"ê de tên meşandin bi rengekî bênabên dom dikin.
Piştî Diyarbekirê, Êlihê, Mêrdînê, Sêrtê û Stenbolê, îro jî dora Edenê, Ruhayê û Dêrsimê bû. Li Edenê, Ruhayê û Dêrsimê îro dîsa bi berbanga sibê ra girtin ser gellek mal û avahitên BDP-ê û gelek berpirsiyar û endamên BDP-yî girtin binçavan.
Di van operasyonên hefta dawî da heta nuha bi sedan kes hatin girtin û zindankirin.
Li hemberî kurdan teroreke pir mezin ya dûrî aqilan tê meşandin, her roj 40, 50, 100 kesî digrin û davêjin hefsê.
Wisa xuyaye ku hukûmetê biryara girtina BDP-ê daye, lê naxwaze weke berê bi biryara dadgehê bigre; ji dêlî wê ve, dixwazin bi riya tewqîfatên kîtlewî yên bi vî rengî çend hezar kesên din jî bavêjin zîndanê û bi vê riyê BDP-ê bê qadir bihêlin, û di praktîkê da bigrin. Yanî partiyê bînin rewşeke wiha ku nikanibe bixebite, nikanibe çalakiyekê lidar xe.
Yanî biryar ji jor da hatiye dayin, dibê BDP were girtin, lê ne bi riya dadgehê, ji ber ku ewê pir deng derxe û bibe sebebê nerazîbûnan. Loma jî ev rê maqûltir e, baştir e ku bi bahaneya endametiya KCK-ê hemû birêvebir û kadirên aktîv bavêjin zindanê…
Loma jî ”KCK”, filan û bêvan hemû qal û qîl in, yanî bahene ye, mesele hukûmetê biryara van girtinan daye.
Hukûmet naxwaze kurd siyaseta legal bikin û rayên xwe bidin xwe. Her ku kurd ji AKP-ê dûr dikevin û xwe nêzî BDP-ê dikin, hukûmet jî terora xwe ya li hemberî BDP-ê zêde dike.
Li Tirkiyê berê jî ji bo kurdan qanûn û edalet tunebû, lê nuha êdî te ji bin da nemeya, her tişt ketiye bin destê Erdogan, ew çi emrî bide emniyetê û dadgehan, ew mecbûrin bicî bînin.
Erdogan biryara xwe daye, ji bo ku BDP-ê ji pertav da bixîne, bîne nuxteya girtinê dikane milyonek kurd jî bavêje zindanan.
Çimkî ew êdî ne li dû rayên kurda ye, kurd rayekê jî nedin AKP-ê ne xema Erdogan e. Ewê bi darê zorê kurdan û welatê wan îdare bike. Ji ber ku wiha difikire loma vê zulmê li kurdan dikin û guh nadin reaksiyonên kurdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE