06 december 2012

Gelek sipas Swêd !



Parlamentoya Swêdê do(5/12-12) bi dengên hemû partiyên di parlamentoyê da kimyabaran û enfalkirina kurdan wek jênosîdê qebûl kir.
Ji bo ku Meclîsa Swêd ji bo gelê kurd ev biryara rast û dîrokî girt, em hemû kurd sipasdarê gelê Swêd, meclîs û partiyên wan in. Gelek sipas Swêd!
Her wisa ez di serî da sipasî Federesyona Komeleyên Kurdistanê, hemû kurd û swêdiyên ku ji bo girtina vê biryara dîrokî bi salan xebitîn dikim û ji hemûyan ra dibêjim mala we ava be…
Serokwêzîrê Kurdistana Federe Nêcîrvan Barzanî jî bi beyanekê sipasiyên xwe pêşkêşî Swêd kir.

XXX
Nabêna mal û karê min teqrîben 30 deqîqe ye. Vê êvarê saet çar kêm çarîk ez ji kar derketim û heft kêm çarîk gihîştim mal. Yanî rêwîtiya min tam 3 saetan ajot.
Îro personal, îmkan û teknîka Swêd têrê nekir, berfê Stockholm teslîm girt. Otobozên başûrê Stockholmê ji binda rawestiyan. Trên û tramvay û wasiteyên wek wan jî ji saetê, du saetan carê dihatin. Texsî jî nedixebitîn, li her derê erebe di berfê da çik bûbûn. Axirê bi halekî pir xerab min xwe gîhand mal. Xanimê li ber derî rismê min girt lê ne xweş girtiye.
Bi hêviya ku welatê min jî berfeke wiha pir bibîne…

XXX
Rojnamevan Ahmet Hakan bîstek berê di programa xwe da got, ”Çiqas rast e, ne rast e ez nizanim, lê dibêjin ku Erdogan gotiye, em ne muhtacî rayên Rojhilat(Kurdistanê)in, em bizanibin emê ji Rojhilat rayekê jî negrin, emê dîsa jî micadela xwe ya li hemberî terorê bidomîni.”
Yanî Erdogan dibêje, dixwaze bira kurd rayekê jî nedin me, ji bo me rayên ne girîng e...
Ez bawer dikim ku Erdogan wiha difikire û wiha jî gotiye. Min jî çend roj berê eynî tişt got...
Erdogan dixwaze Kurdistanê ne bi rayan, bi çekan di bin destê xwe da bihêle. Ew dizane ku ji îro û pê ve êdî kurd ewê rayên xwe nedin wî. Loma jî qet guh nade rayên kurdan û gazinên merivên xwe yên kurd.
Erdogan êdî baş dibîne ku li Kurdistanê piştgiriya wî ya gel namîne, loma jî ji kurdan ra vekirî dibêje ku ez ne muhtacî rayên(dengên) we me, çekên min û zora min heye, ezê Kurdistanê bi zor û bi çekan di bin destê xwe da bihêlim…

XXX
Ji do bi şev da yeli Stockholmê berf e, tozan û bager e, çav çavan nabîne. Vêsibehê ez di riya nîvsaet cî da di saet û nîvekê da gihîştim ciyê kar. Nuha nizanim ezê çawa xwe bigihînim mal.
Ji ber ku Jula(Noela)swêdiyan nêz dibe kar û barê haziriya Noelê, xemilandinê û danîna şemdankan(mûmdank)jî pir e. Îro min nig di bin xwe ve nekiriye, ez nuh hatim ber kompîtorê, ez ji halde ketime. Û nuha jî ketime xema çûna malê…
Ez hêvî dikim ku berfeke wiha li Amedê, Ruhayê û helbet li Wêranşarê jî barî be…
Berf xweş e, ronahî ji tarîtiyê xweştir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE