01 december 2012

Malikî dibêje ewê ji Seddam jî xerabtir bikin !


Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî, bi zimanekî vekirî gef li kurdan xwariye û gotiye, ”şerê vê carê ewê ne wek şerên berê be, ewê şerê neteweya ereb û neteweya kurd be.”
Yanî şerê qirkirina kurdan be, ewê tiştên ji yên Seddam xerabtir bînin serê kurdan. Yanî heger bikanibin ewê  kurdan wek milet ji kok da qir bikin.
Ev gotinên Malikî, gefên qetilkirina kurda ye û dibê berpirsiyrên kurdan pir cidî bigrin û ji hemû partî û siyasetmedarên ereb jî bipirsin, gelo ew jî piştgiriya van gotnên Malikî dikin ya na?
Lê ya herî girîng dibê em bizanibin ku bi rastî jî heger ji destê Malikî were, ewê bixwaze wek Seddam kurdan qir bike. Loma jî dibê kurd tim di haziriya xwe da bin û xafil neyên girtin.

XXX
Kitêbxaneya Kurdî îro 15 saliya avabûna xwe bi şahiyeke xweş pîroz kir. Ez jî mîvanê şahiyê bûm. Şahî li Stockholmê li avahiya kitêbxaneyê bû. Gelek nas û dostên kitêbxaneyê yên kurd û swêdî beşdarî şevê bûbûn.
Di şevê da Kurdistan TV-ê li ser avabûna kitêbxanê û xebatên avakarên wê Nedîm Dagdevîran hevpeyvîneke kin bi min ra kir.
Gelek sipas û hezar carî mala kurdperwerê hêja Nedîm Dagdevîren ava be ku ev dezgeha netewî li Swêd ji kurdan ra li pey xwe hîşt.

XXX
Li dû kesê ku bi zanîna xwe dizane herin, kesê bi zanîna xwe nizane şiyar bikin. Kesê bi nezaniya xwe dizane fêr bikin, ji kesê bi nezaniya xwe nizane birevin.
Confucius)

XXX
Bavên serkeftinan pir in, lê têkçûn hema hema hemû jî sêwî ne.
Julius Ceasar

XXX
Dara bi fêkî, her kes tê werdike kevirekî . Ma ne wisa ye?
-Serê ava şîrîn tim qelebalix e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE