29 februari 2012

Guhertin û tîcareta siyasî

Herkes fikirê xwe diguherîne. Kesê tu carî fikir û dîtinên xwe neguherîne tuneye. Tenê dîn û mirî fikrên xwe neguherînin, nikanin biguherînin.

Yanî di jiyanê da fikirguhertin, dîtin û bawerî guhertin normal e û dibe.
Carnan ev guhertin dikane bi ”pêşda” û carnan jî bi ”paşda” be. Yanî carnan yekî rast û dîndar dikane dev ji bîr û baweriyên xwe berde û here ser fikra çep ya jî fikreke din.

Û eksê wê jî mimkûn e, yanî yekî çep û heta komunîst jî dikane di nava demê da fikrê xwe biguhre û bibe merivekî dîndar.

Lê dibê ev guhertin, guhertineke baweriyê û ji dil be, ne teqleyên ji ber hin menfaetên şexsî be.
Guhertina li gorî menfaetê ne guhertina fikrî û îdeolojîk e, ne guhertineke tabiîye, firotina fikrê û baweriyê ye, tîcaret e.

Loma jî dibê meriv guhertinên xwezayî yên bêmenfaet, bi kîjan alî da dibe bira bibe, normal bibîne û jê gazin loma neke.

Ji ber ku însan dikane berê xwediyê dîtinekê, baweriyekê be, lê dû ra dev ji vê fikir û baweriya xwe berde.
Lê guhertina li gorî menfaetê, ya ku bi xwe ra meqam û pera bîne tiştekî din e, guhertineke bi vî rengî ne guhertineke fikrî ye, tîcareta siyasetê ye.


XXX
Hunermend Ciwan Haco do beşdarî programeka NTV-ya tirkî bû. Haco, di programê da behsa albûma xwe ya nû Vegerê û dueta bi Hulya Avşarê ra kir û li ser mesela kurd li Sûriyê û Tirkiyê jî bersiva hin pirsên siyasî da.

Hin malperên kurd îro manşet avêtine, ”Ciwan Haco di NTV-ê da bi kurdî peyivî.”!
Ma Ciwan Haco ewê bi çi zimanî bipeyiviya ku?

Ciwan Haco ne kurdê Tirkiyê ye û bi tirkî nizane, bi alm...anî û swêdî dizane. Di rewşeke wiha da ya herî rast ew e ku bi zimanê xwe bipeyive.

Tirk di telewîzyonên kurdan da her roj bi tirkî dipeyivin qet nabe xeber, lê gava kurdek di kanaleke tirkî da bi kurdî dipeyive ev yek ji bo medya kurdî dibe xebereke .

Ev şaş e, dibê meriv di kanaleke tirkî da axaftina kurdî mezin neke. Ji xwe dibê wiha be, dibê kurd ne bi tirkî, bi zimanê xwe bipeyivin û di viya da hinekî israr bikin. Ji bo ku ev tabû were şikandin.


XXX
Cengiz Çandar di nivîsa xwe ya îro da dibêje, kurdekî ji başûrê Kurdistanê jê ra gotiye:
”Ma Îraqê perçe bibe?

 Û dû ra jî bêyî ku li bende bersîva Çandar bimîne, wî bi xwe bersîva xwe daye , gotiye, ”girêdayî pêşketinên Sûriyê ye. Heger rejîma Sûriyê hilweşe Îraqê jî perçe bibe.”

Texmîneke rast e. Heger li Sûriyê rejîma Esed hilweşe ne Îraq tenê, bi dîtina min li Tirkiye jî rejîma AKP-ê ya ”yek m...ilet, yek ziman, yek al” ewê têk biçe, bi gotineke din Tirkiye ewê ”perçe” bibe û kurd û gelên din jî ewê bigihîjin azadiya xwe.

Ji ber ku rejîma AKP-ê vê tahlûkeyê dibîne, loma jî dixwaze di warê leşkerî da zû midaxeleyî Sûriyê bike. Ji bo ku rê li ber serkeftineke kurdan bigre.

Herêm weke dema Şerê Cîhanê yê Yekem dikele, hemû gel, sinif û tebeqeyên bindest serî hildane û doza mafê xwe dikin.

Xerîteya Rojhilata navîn şaş û ne dirist hatiye çêkirin, ev xerîte di vê sedsalê da li gorî rastiya miletan û dîrokê ewê ji nuh ve were çêkirin. Hukûmeta AKP-ê dixwaze rê li ber vê pêşketin û guhertinê bigre.

Zikir û fikrên wan yek e

Li Stenbolê di mitînga protestokirina qetlîama Hocaliyê da faşîst û nîjadperestên tirk bandrolên bi nivîsên, ”Hûn hemû ermenî ne, hûn hemû pînc in. Bozqurt li vir in, Hrant Dînk li ku ye?” gelekên weke van bilind kirine.

Hocalî qesebeyeke Qerebaxê ye û azerî lê dijîn. Di 26-ê sibata 1992-an da, di dema şerê azerî û ermeniyan da, hêzên ermenî li Hocaliyê li gor îdîa azeriyan 600 siwîl kuştin.

Tirkan di 26-ê mehê da xwedêgdiravî ev qetlîam protesto kirin.
Ya girîng, weîzrê AKP-ê yê karûbarê hundur Îdrîs Naîm Şahîn jî beşdarî vê mîtînga nîjadperest bû axaftineke ji serî heta dawî ya nîjadperest û mişt heqaret kir.

Li hemberî rexneyan Erdogan, weke hertim dîsa Şahîn parast û got meseleyeke biçûk û ”munferît” e.
Êdî baş eşkere bû ku Îdrîs Naîm Şahîn, faşîstekî dev bi kef û girêz e û ew ji alî Erdogan ve ji bo vî karî bi taybetî hatiye hilbijartin.

Loma jî çiqas rexne tê kirin jî lê Erdogan tim Şahîn diparêze û ji wezîfeyê nagre.
Loma jî meriv dikane bibêje ku Şahîn, dîtin, hest û îdeolojiya Erdogan praktîze dike.
Gelek kesên şelaf û pûlperest Erdogan baş û Şahîn jî xerab nîşan didin.

Lê ev durûtiyeke mezin e, yê Şahîn aniye wir Erdogan e û Şahîn li ser daxwaza Erdogan li ser kursiya xwe rûdine. Ne piştgiriya Erdogan be, Şahîn nikane rojekê jî li ser wê kursiyê bimîne.

Heger Şahîn ne berdilkê Erdogan bûya nuha ji zûda ew ji wezîfeyê girtibû. Ji ber ku potên heta nuha Şahîn şikandine bi jimar nayên. Lê Erdogan dîsa jî dev jê bernade, çimkî fikir û zikrên wan yek e.


XXX
Havîn nêz dibe û min dîsa bîriya gerê kiriye; bîriya dîtina welêt û ya dost û havalan.
Bi gerê bîna min fire dibe, tûrikê min tije fikir û raman dibe. Weke êmîşî zivistanê gava dilê min bixwaze devê kîsikê xwe hêdîka vedikim û ji xwe ra lê diçêrim…


XXX
Weleh îro roj bi serê me û Stockholma xopan ket, em bi tîn û tîrêjên wê xenê bûn.
Befir heliya û çivîkan li ser daran dan lotikan...
Min ji ciyê kar zû bazda mal, ji bo ku bîstekê xwe bidim berberojk, lê heta gihîştim mal roj ji zûda ji hewşê derketibû...
Ji mecbûrî min çû xwe da ber kompîtorê...

28 februari 2012

Kemal Burkay di raunda pêşî da 8 kes nakawt kir

Di nava Hak-Parê da raunda pêşî Kemal Burkayê 75 salî bi ferqeke mezin qezenc kir, 8 endamên Meclîsa Partiyê bi hev ra naqawt kir û tê payin ku ewê hîn çend kesên din jî naqawt bike.

Li gorî ku malpera ANF-ê dinivîse Burkay, Saît Aydogmuş, Mehmet Vûral û Vahît Abay jî di nav da 8 endamên Meclîsa Hak-Parê mecbûrî îstîfayê kir. Ev 8 kes Kesên îstîfa kirine di rojên pêş da ewê biryara xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera bikin.

Endamekî Meclîsa Partiyê sebebên veqetandina xwe ji malpera Aknewsê ra wiha aniye zimên:

“HAK-PAR ji xwe di bin wesayeta gurûpa PSK-ê de bû. Bi salan e em têdikoşin ji bin wesayetê derneket. Piştî Kemal Burkay ji derveyî welat hat, partî niha rasterast kete bin wesayeta Kemal Burkay. Digel ku ne endam bû jî partî di bin wesayeta wî de bû. Lê niha bû endam û îhtîmaleke mezin dê bibe serokê giştî.”

Burkay gelek caran Ocalan bi dîktatoriyê îtham dike û dibêje BDP di bin wesayeta wî da ye.
Ev rast e, lê ez dikanim bibîjim ku di vî warî da Burkay ji Ocalan pir ne demokrattir e. Heger demokrattir bûya ewê hewqas sal ji dervayî welêt nikanîbûya Hak-Parê bi vî rengî di bin emrê xwe da bihêle û piştî vegerê jî dîsa teslîmbigre.

Burkay merivekî pir bi gir û kîndar e, ewê heta mirina xwe bela xwe ji PKK-ê veneke.
Burkay dema vegeriya, got ew kal bûye û ewê siyaseta aktîf neke. Lê bi qasî xuya ye ewê li ser vê gotina xwe nemîne û ewê bike.

Û ji bo vê yekê jî jê ra hin wasite, pişt û heval lazim in.
Burkay ewê Hak-Parê ji bo şerê xwe ya şexsî li hemberî PKK-ê û BDP-ê weke çekekê bikar bîne. Ji xwe loma jî bû endamê Hak-Parê û pir ne dûr e ku bibe serok jî.
Lê heger nebe serok jî ewê ji pişt perdê îdare bike. Ji xwe heta nuha jî pir hindik wisa kiriye.

XXX
Kurd li cîhanê miletê herî bi xurûr, herî canfîda, herî fedakar, herî dilêr û herî liberxwedêr e.
Kurd ev dused sal in li hemberî sê hûtên herêmê û bi dehan cinawir û keftarên cîhanê şer dikin û teslîm nabin.

Dawiya dawî gelê kurd ewê bi tena serê xwe zora hemû van hût, keftar û çeqelan bibe û bigihîje azadiya xwe.

Gelek tirsonek û pûlperest bawer nekin û refên xwe biguherin jî lê gelê kurd di vê sedsalê da ewê bigihîje azadiya xwe, tu hêz nikane rê li ber vê yekê bigre.







XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, berî nuha bi 2 sal û nîvan ”mizgîniyek” dabû gelê Diyarbekrê û gotibû ku ”Ezê ji we ra girtîgehek nû ava bikim.”
Erdogan waye vê soza xwe tîne cî, girtîgeheke ”modern” û pir mezin di rojên pêş da ji bo gelê kurd li Diyarbekrê tê avakirin.
Li Amedê girtîgehên Tîpa E û Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa D berê hene. Lê li gorî Erdogan ev herdu girtîgeh têra kurdan nake, dibê ...ji wan ra yên hîn mezin werin çêkirin.
Li Xerbê ji tirkan ra muze, park, kitêbxane, otêl, xan û hemaman ava dikin û ji kurdan ra jî zindanan. Ji ber ku Erdogan rehetî û dilşadiyê layiqî kurdan nabîne, ciyê kurdan dibê ya zindan ya jî goristan be. Loma jî mêrik ji kurdan ra zindanên nuh û mezin ava dike.
Girtîgeha nuh ewê li ser milyonek û 413 mîtro çargoşe were avakirin û kapesîteya wê jî ewê li dora 2 hezar û 80 kesî be….







XXX



-Ji bo ku em pir guhdarî bikin û hindik bipeyivin du guhên me û zimanekî me heye. //Diogenes)

27 februari 2012

Feyde û zirara nivîsandinê

F. Bacon gotiye, "Xwendin meriv dadigre, bi însanan ra axaftin meriv hazir dike, lê nivîsandin meriv kamil dike."
Weleh min ji vê duayê ra negot amîn. Heger bi rastî jî nivîsandinê însan kamil bikira wê demê dibê hin siyasetmedar û nivîskarên me ku ev 40- 50 sal in dinivîsin dibê nuha hemû kamil bûna. Lê ez bi xwe tu kamiliyê li ba wan nabînim.
Lê dibe ku nivîsandin her kesî kamil nake, hin kesan "kamil" û hin kesan jî "cahil" dike...



XXX
Bi perê xelkê comerdî, bi aqilê xelkê biaqilî û bi zanîna xelkê jî zanatî nabe...
Zû dereng pûrê meriv derdikeve û meriv perîşan dibe.
Ya baş ew e ku meriv di rûnê xwe da biqijile û bi aqilê xwe were serî...



XXX
Her îcad û serkeftina mezin ya dinyayê dîtiye berê xeyal bû.
Çinara herî mezin berê bizrek bû, teyrê herî mezin berê di hêkekê da veşartî bû."
Kurdino, netirsin Kurdistana serbixwe îro xeyal be, lê sibe ewê bi rast bigire. Hemû îdîalên mezin berê weke xeyal dest pê kirine. Tenê bawerî û ezmê xwe wenda nekin, tenê bêhêvî nebin û zû newestin û ji bo çend quriş pere refê xwe neguherînin...
Ji bo îdîalên mezin fedekariyên mezin lazim in...


XXX
Kesê ku di xortaniya xwe da dara zanînê neçîne, dema kal bibe nikane siyeke ku ji xwe ra bîstekê lê rehet bike bibîne.
Ê ji xwe ku tembelî û tiralî tunebûya nuha ne dinya di vî halî da bû û ne jî kurd hîn wiha bindest bûn.
Zanîn nifteya deriyê azadiyê ye, bêyî bidestxistina wê nifteyê azadî ne mimkûn e...



XXX
Camêrekî fransî bi navê Exupery gotiye, ” însan ancax gava bi dilê xwe binêre dikane rastiyê bibîne. Çav nikanin heyvanê rastiyê bibînin. ”
Gotin rast e, lê weleh êdî dinya ne dinya berê ye, xelk ne bi dil û ne jî bi çêv(çav), tenê li gorî menfaetê dinêre û li gorî menfaetê dibîne. Kî çend quriş pere têke destê wan, di cî da dev diguherin û dev ji hemû bîr û baweriyên xwe yên salan berdidin û dibin heval û zilamên kesên xwedî pere.
Yanî êdî îdeolojî jî, siyaset jî û bawerî jî bûye pere, xwediyê pera him rast e û him bi heq e…

26 februari 2012

Gelî cixarekêşan hela werin guh bidin vê helbestê

Hemşeriyê min Silêman Kaya, dîsa helbesteke pir baş û di ser da jî pir bi feyde nivîsîye û bi riya lawê Mesût ji min ra şandiye. Ez li jêr wê diweşînim. Ez bawer dikim bi xwendina vê helbesta ji serî heta dawî mişt şîret weke min hûnê jî dilşa bibin.

Ji zûda bû min bîriya helbestên wî kiribû. Bi vê helbesta wî ”Tutûnkêş”ê ez pir kêfxweş bûm. Gelek sipas ji bo vê helbesta giranbuha.



TUTÛNKÊŞEw kêşana tutûnê
Tiştek nakave şûnê
Tutûn tutûna Semsûr
Ew bi kêrê dikin hûr
Tutûn zer e, dûxan reş
Tiştek nîne wek wê xweş
Pir jê hezdikin ciwan
Ew bilind dikin dûxan
Ew nikane bi ciwana
Piştî dem û dewrana
Temen dighêje çel û çar
Xwe li meriv dike diyar
Ew dikeve nav xwînê
Çêdike war û şûnê
Pişik û xwîn û damar
Ji dest wê dikin hawar
Wek şêxê mirîd li dû
Nayê berdan zû bi zû
Ew tutûna Semsûr e
Derba wê zêde kûre
Ey ciwanên temen çûk
Yê zewicîn anîn bûk
Wê cixara pîs û tal
Bi xwere nekin heval
Ger têkeve nav xûnê
Weke pûştiya qûnê
Êdi ji we nabe dûr
Tev mirin û gora dûr
Roma reş û cixare
Yek dûpişk e yek mar e
Tev bajarî û gundîya
Dûrkevin ji herdûya
Hem şêrete hem xêre
Wenda neke veşêre
Ez mirim hûn bixwînin
Min di bîra xwe bînin
Tev zirara mal û can
Ev destan ya Silêman

Suleyman Kaya/Wêranşar/2012

XXX
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê bi hev ra îro li Kitêbxaneya Kurdî paneleke li ser ferhengên kurdî (zazakî, kurmancî, soranî) çêkirin.

Panel ji aliyê Malmisanij, Reşo Zîlan û Golbar Emîn ve hate dayin Paneleke bi feyde û gelkî baş bû.
Ji ber ku gelek kes hatibûn panelê ciyê rûniştinê nema, loma jî gelek kesî panel ji piya(li pê)guhdarî kir.

Hersê axatvanên panelê qala hin gelş û astengiyên zimanê kurdî û serpêhatiyên xwe yên xebatê kirin.
Civîneke pir bi sûd û berhemdar bû.

Piştî panelê em çend hevalên DDKD-yî yên kevn çûn li komeleya me ya berê rûniştin û me bîstekê sohbet û qala rojên berê kir.

25 februari 2012

Li Kurdistanê zarokxane hêlîna asîmîlasyonê ne

Du roj berê serokê belediya Diyarbekrê Osman Baydemîr, sîstema perwerdeya Tirkiyê rexne kir û got, li gel ku ew bi zarokên xwe ra tenê bi kurdî dipeyive jî lê piş tî ku zarokan dest bi zarokxaneyê kirine zarok bi kurdî napeyivin û bi tirkî bersîvê didin wî.

 Berê ez dixwazim beş ekî ji vê axaftina Baydemîr bigrim jêr. Baydemîr wiha gotiye:

”Ez 40 salî me û ji roja ku ew çêbûne û heta nuha ez yek kelîme jî bi tirkî bi Mîr Zanyar û Diyanayê re nepeyivîme; ez bi wan ra hertim bi kurdî dipeyivim. Lê belê herdu zarokên min piştî ku dest bi çûna zarokxaneyê kirin kelîmeyekê tenê jî bi kurdî bi min re napryivin. Ez bi kurdî ji wan dipirsim ew bi tirkî bersiva min didin. Ew bi tirkî dipirsin, ez bi kurdî bersiva wan didim. Ez pir vekirî û zelal dibêjim: Ev zilm e. Sibe ewê dest bi dibistanê bikin û bibêjin ”Ez tirk im, rastgo me, xebatkar im”. Min 20 salên xwe daye vê dozê û ez nikanim zimanê xwe bidim zarokên xwe, ev zilm e. Divêt polîs û dozgir vê bizanin û halê me fêm bikin. Em ne tirk in, em kurd in, em dixwazin bi zimanê xwe û bi nasnameya xwe wekî parçeyeka ji vî welatî bijîn.”

Tiştên Baydemîr gotine hemû rast in, ne halê wî tenê, halê hemû kurdên bajarî, bi taybetî jî yên ku zarokên xwe dişînin zarokxane û dersxaneyên taybetî rewş a wan ev e…

Li Kurdistanê zarokxane fenomeneke nuh e û diyar e di destê hêzên pir xerab da ne.
Berê li Kurdistanê her zarokê diçû dibistanê bi vî rengî ji zimanê xwe qut nedibû.

Baydemîr jî bi salan çûye dibistanên tirkî û bûye abûqat, lê trajediya hatiye serê zaroên wî nehatiye serê wî.

Nefreta ji zimanê kurdî û kurdayetiyê ne bi dibistanan, bi zarokxaneyan destpêkiriye.
Par gava ez çûm welêt min dît ku eynî tişt hatiye serê lawê birayê min ê biçûk jî.

Birayê min xanima wî û diya min bi zarokên ra bi kurdî dipeyivin. Lê weke Baydemîr jî gotiye, piş tî ku lawik çend mehan diçe zarokxaneyê, dev ji kurdî berdide, dibêje kurdî pîs e û bi dê û bavê xwe ra bi kurdî napeyive, tim bi tirkî bersîva wan dide. Û dema dê û bavê wî pir israr dikin, diqehere û dibêje ez ne kurd im, ez tirk im û nizanim çi û çi…

Li ser vê tavilê wî ji zarokxaneyê derdixin. Dema min dît psîkolojiya lîwîk qet ne baş bû.
Yanî problem zarokxane, personal û pwerdeya wê ye. Di zarokxaneyê da zarokan bi pereyên dê û bavên wan dikin neyarê zimanê diya wan û kurdbûnê.

Li Kurdistanê kî dikane û diwêre li zarokên kurdan wiha bikin pir înteresant e. Ji ber ku zarokxane ne ya dewletê ye, tiş tekî prïvat e, dibê kesên li wir kar dikin nikanibin weke mamürên dewletê ïdeolojiya resmî têxin serên zarokan.

Ez nizanim li Diyarbekrê kî zarokxaneyan vedikin û kesên li wir kar dikin kî ne û çi babet kes in?
Ev gelkî girîng e, zarokxane yên kê ne û kî li wir dixebitin û tahsîl ü terbiyeya wan çi ye?

Lê bi qasî ku ez dibînim li Diyarbekrê zarokxane bûne hêlîna asîmîlasyonê û dûrketina ji kurdî û kurdayetiyê.

Dibê belediye li ser vê meselê raweste û di vî warî da tedbîran bigre.
Ya din dibê belediye û kurdên din jî zarokxaneyên xurî kurdî vekin û dibê kurd jî zarokên xwe bişînin wan zarokxaneyan.

Ji ber ku di jiyana zarokdan da temenê di nabêna 3-û 6 salî da pir girîng e. Di van salan da zarok him di warê bedenî û him jî di warê zeka, ş exsiyet û fêrbûnê da zû bi pêş dikeve û zû fêr dibe, gelek norman digre, baş î û xerabiyê ji hev digerîne.

Rexnekirina dewletê û gazin tenê têr nake, dibê em bi xwe jî hin gavan bavêjin. Carê dibê meriv fê bibe çima piş tî destpêkirina zarokxaneyê zarok ji kurdî wiha dqut dibin?

Mesela li sêd hemû zarokên xerîba û helbet yên kurdan jî diherin zarokxaneyan, lê zarok weke yên Diyarbekrê dev ji zimanê xwe bernadin.

Ya din, di vê meselê da gava herî girîng vekirina zarokxaneyên kurdî ye, dibê kurd zarokxaneyên kurdî vekin û kurd jî zarokên xwe biş în wan.

23 februari 2012

Tirk îşê xwe baş dizanin

Wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê Îsmet Yilmaz gotiye, Tirkiye ewê ji Amerîkayê 100 balafirên şer yên   F-35 bikire û ji bo wan 16 milyar dolar pere bide Emerîka.

Û hîn jî em kurd dibêjin ku Emerîka çima alîkariya kurdên bakur nake û zixtê nade ser Tirkiyê.
Piştî ”bertîleke” hewqas mezin helbet Emerîka ewê kurdan fedayî van milyar dolaran bike.
Tirkiye bi ”bertîlên” wiha rê li ber perçebûna xwe û rizgarbûna kurdan digre.

Û ji xwe ji roja Komra Tirkiyê ava bûye û virda ye tirk tim wiha dikin, bi bertîl û rişwetên wiha Tirkiyê ji belavbûnê xelas dikin.

Ew jî dizanin heger Emerîkayê û Xerbê carnan wiha ”bertîl” nekin di nava çend salan da Tirkiye ewê bibe weke Sovyet û Yugoslavyayê û kurdê bigihîjin azadiya xwe. Bi ”rişwetên” wiha dewleta xwe li ser niga dihêlin.


XXX
Malpera Gawker a Amerîkayî, diyar kir ku Facebook ji bo Tirkiyê cuda û ji bo welatên din yên cîhanê jî krîterên cuda bikar tîne.

Yanî Facebook li hemberî Tirkiyê muameleyeke pir taybet û pir cuda dike…
Facebook, parvekirinên derbarê Ataturk, şewitandina ala Tirk û nexşeya Kurdistanê û da j...i berpirsên Tirk ra dişîne.

Lê li hemberî vê jî şewitandin ala kurd û hemû dijberiyên li hemberî PKK û Ocalan serbest in.
Bi qasî ku xuyaye hukûmeta AKP-ê di her warî da(di bin erd û asîman da hema çi tê bîra we) li hemberî kurdan dezgeh û beşên taybet çêkirine û bi riya van dezgeh û beşên taybet 24 saet hemû kurdan taqîb dikin.

Dewletek çawa dikane bi şev û roj hewqasî bide pey miletekî, meriv fêm nake, aqilê meriv disekine.
Û sosireta giran, Facebookê jî çawa ev daxwaza Tirkiyê qebûl kiriye, meriv wiya jî nikane fêm bike.

Lê ev taqîba nîjadperest ya întensîv ya kurdan jî nîşan dide ku Tirkiye çiqasî neyarê miletê kurd e, heta di cîhana xeyalî(sanal)da jî rehetiyê nade kurdan, di vir da jî wer li pey kurdan e.

Lê li alî din jî çawa dikanin vî hukmî bikin, Facebookê wiha têxin bin emrê xwe, ew jî jêhatîbûna wan nîşan dide.



XXX
Parlementerê BDP-ê yê Amedê yê girtî Hatîp Dîcle, di hilbijartina par da nameyeke sipasiyê ji hilbijêrên xwe ra şand.

Dibê Dîcle ev şaşîtî nekira. Ji ber ku ev, ”sûcekî” mezin e. Bi îdîeya ku di nameyê da “propangandaya rêxistinê” kiriye ji Dîcle ra 5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Baş e ku muebet ya jî îdam nexwestin e. Bi qasî ku meriv fêm dike, Erdogan bi taybetî xwe daye benda Dîcle û rika xwe lê girêdaye, kîn û nefreteke wî ya taybet li hemberî Dîcle heye. Loma jî dixwezin wî di zindanê da birizîne.

Hûnê bibînin ne ev tenê, ewê hîn gelek ”sûcên” din jî ji Dîcle ra bibînin. Ji ber ku Erdogan wiha dixwaze.

22 februari 2012

Zimanê me sîgorta hebûna me ye

Rola zimên di xurtkirin û pêkanîna yekîtiya netewî da pir girîng e. Bi riya zimên miletek hebûna xwe didomîne.

Bi yekîtiya zimên ferdên miletekî xwe nêzî hev his dikin û dibin xwediyê zargotin, çand, edebiyat, dîrok û hestên hevpar.

Bi zimên em difikirin, fikir û ramanên xwe tîninin zimên û berhemên dîrokî û edebî û netewî diafirînin.

Zimanê me çi qasî pêşketî û dewlemend be, fikir û ramênên me jî hewqasî dewlemend dibe.
Ziman mîrateke netewî ye, loma jî her milet hewil dide ku vî mîrata netewî biparêze û bi pêş da bibe û dewlemendtir bike.

Bi riya zimên em dîroka pêşiyên xwe, serpêhatiyên bav û kalên xwe fêr dibin û berhemên wan yên edebî û çandî dewir digirin û dewrî cîlên pêşerojê dikin.

Zimanekî feqîr, tevlihev û pêşneketî tu carî nikane bibe çavkaniya çand û hunereke dewlemend û fikrên mezin.

Ji xwe dema meriv li cîhanê dinêre, meriv vê rastiyê bi hêsanî dibîne. Miletên ku zimanên wan bi pêşketiye miletên herî berhemdar, xwediyê çand û hunerên pir dewlemend in jî.

Ziman aqilê însan e, gava ziman bi pêş nekeve, aqil jî bi pêş nakeve, însan ”kêmaqil” dimîne, zanîn û ilim ji meriv sadir nabe.

Ji bo ku civatek di warê fikrî da bi pêş keve, dibê zimanê wê civatê jî pêşketî û dewlemend be, zimanê paşdemayî dibe sebebê civata paşdamayî.

Loma jî hêzên kolonyalîst di serî da zimanên gelên bindest qedexe dikin, rê li ber pêşketin û geşbûna zimanê wan digirin.

Heger dewleta tirk ya nîjadperest ev 90 sal in zimanê kurdî qedexe nekira nuha nikanîbû hewqasî rehet ev zulm li kurdan bikira.

Paşdemayina zimanê kurdî li ba kurdan bûye sebebê lawazî û paşdemayina şiûra netewî, qelsiya daxwazên azadî û serxwebûnê.

Miletê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve û pêşda nebe, piştî demekê ji kok û kultura xwe qut dibe û dikeve bin bandora ziman û kultureke din û dû ra jî dihele û wenda dibe.

Heger heta îro em neheliyan e û nebûne tirk, xêra zimanê me mjye. Çimkî tiştê ku me kurdan ji dijminên me cuda dike ne dîn e û ne jî reng e, tenê ziman e.

Ji bo wê yekêye ku ji roja avabûna Komara Tirkiyê û virda ye tirk dixwazin kurdan asîmîle bikin. Ji bo ku zimanê me li ber çavê me reş bikin Arinç dibêje, "kurdî ne zimanê medeniyetê ye." Dixwazin bi hîle û xurdan perwerdeya zimanê kurdî qebûl nekin û di nava demê da me asîmîle bikin.
Lê dibê kurd tu carî bazariya zimanê xwe nekin, zimanê garantiya hebûna me ye.

Dema kurd jî weke miletên din asîmîle bibin yanî zimanê xwe wenda bikin ewê bibin tirk û tirkî jî ewê bibe zimanê wan yê dayikê. Wê demê kurdê jî weke hemû miletên din bihelin û bibin tirk.

Loma jî heger em naxwazin bibin tirk, dibê em li zimanê xwe xwedî derkevin û bi rengekî xurt dewrî cîlên pêşerojê bikin.

Di dîrokê da kîjan miletî zimanê xwe jibîrkiribe, ew milet ji ruyê erdê wenda bûye.
Lê miletê ku zimanê xwe ji bîr nekiribe herçiqas hatibe qetilkirin, zor û zulm dîtibe û marûzî surgûnan bûbe jî dawiya dawiyê rojek hatiye gihîştiye azadiya xwe.

Loma jî ”ziman, sîgorteya her miletî ye.” Miletê bêyî vê sîgortayê mahkûmê wendabûnê ye.
Em kurdên bakur îro di demeke dîrokî ya pir krîtîk da dijîn, weke milet berdewamiya hebûna me ketiye xeterê. Li hemberî vê tahlûkeyê çeka me ya herî mezin zimanê me ye. Roja ku em vê çekê ji dest xwe berdin emê biqedin.

Ji ber vê yekê jî dibê em kurd ji zimanê xwe pir hez bikin, biparêzin, pê bipeyivin, binivîsînin û bixwînin.

Zimanê me pêşeroja me û sîgorta hebûna me ye. Roja ku em zimanê xwe wenda bikin weke milet emê jî ji ruyê vê cîhanê wenda bibin.

21 februari 2012

Li Tirkiyê CINAWIR jî dibin mamoste !

Li Erzeromê mudûrê dibistana Dûmlupinarê Mustafa Aydin, di ”Konferfansa Huzûrê” da xwest ku dewlet xwîna zarokên sûcdar bigre û xertîteya genê derxe. Heger zarokê di pêşerojê da nebe nîjadperestekî tirk, bibe mixalifekî dewletê, dibê dewlet nehêle mezin bibe û berî ku bi ser nigan keve bikuje.

 Mustafa Aydin wiha gotiye:
”Tip pir bi pêş ketiye, ruyê însên diguherîne. Li emniyetê bira xwîna sûcdaran bigrin û xertîteya gena wan derxin. Piştî ku zarok hat dinyayê dibê analîz were kirin. Heger ji vî welatî, ji vî miletî û dewletê ra ewê bi zirar be, berî ku bi ser nigan keve dibê were tunekirin.”

Aydin her çiqas navê kurdan nedaye jî lê ji axaftina wî fêm dibe ku qesta wî zarokên kurdan e. Li gora pêşniyara wî, dibê dewlet hemû zarokên kurdan yên bi ”zirar” tespît bike û bi darê zorê ji dê û bavên wan bigre û bikuje.
A li Tirkiyê cenawarekî wiha bûye mamoste û li Kurdistanê dersê dide zarokên me…


XXX
Wezîrê karê daristanê û avê Veysel Eroglu gotiye li Tirkiyê ”Partiya faşîst ya pêşî CHP-ye.”
Ev tespîteke rast e. Lê ne CHP tenê, di esasê xwe da yên piştî wê jî yanî hemû partiyên tirk pir hindik faşîst in. Faşîzim îdeolojiyeke siyasî ya nîjadperest û totalîter e. Nîjadperestî, înkara miletê kurd, despotîzim û anîtî demokartîkbûn îdeolojiya hemû partiyên tirk e.


XXX
Serokwezîr Erdogan gotiye, ”Emê kesên hilbijartî ji kesên tayinkirî ra nekin qûl…”
Diyar e Erdogan 6 parlamenter, 17 serokbelediye û bi sedan hilbijartiyên din yên BDP-ê ku nuha di zindanan da ne weke kesên hilbijartî qebûl nake.

Li hin bajaran ne yek û dudu, hemû belediye xistine hefsê. Lê wisa xuyaye ku Erdogan ne tenê siyasetmedarên kurd, rayên kurdan jî ji rayan nahesibîne.

20 februari 2012

Tifaq

Heft lawên yekî cotkarî hebûn, tu carî li hev nedikirin, tim bi hev ra di şer û pevçûnan da bûn.
Bavê wan tim ji wan ra digot, ”ji hev hez bikin, bi hev ra şer nekin”, lê kesî guh nedida şîretên bavê xwe.

Bavê wan rojekê rabû bang wan kir, got, herin ji min ra 10 tîran bînin. Zarokên wî çûn jê ra 10 tîr anîn.

Bavê wan rabû 10 tîr kir qevd û baş girê da û dû ra jî yeko yeko da destên zarokên xwe û ji wan ra got:
-Kerem bikin bişkînin.

Zarokan yek yeko xwe di ber hev guherandin lê kirin nekirin, nikanîbûn tîr bişkandina.
Li ser vê, bavê wan qevdê tîran ji dest wan girt û vekir û dû ra jî tîr yeko yeko da wan û got, hela îcar xwe biceribînin.
Her heft bira jî tîr bi hêsanî şikandin.

Bavê wan got:
Hûn dibînin, tîr yek bi yek rehet dişkên, lê gava hatin ba hev û bûn qevd neşikiyan. Hûn jî heger xwe nedin ser hev û tifaqa xwe xurt nekin, hûnê jî wiha rehet bişkiyên. Lê heger hûn bi hev ra bin û tifaqa we hebe, wê demê kesê nikanibe bi we, hûnê zû bi zû têk neçin.

Yekîtî, hevkarî, tifaq meriv hertim xurt dike û dibe serkeftinê. Loma jî heger hûn dixwazin xelk bi hêsanî zora we nebe, dibê hûn bi hev ra di nava tifaqê da bin.


XXX
Ji hesinê xerab şûrekî baş çênabe û bi kevirê şaş û xiloxwarî jî dîwarekî saxlem avanabe…


XXX
Ji bo ku însan kamil bibe dibê miheqeq bi êşê were stran. Ji ber ku ew him kevir e, him jî heykeltiraş e. //Napeleon

Xwestin kurdan ji kok da qir bikin lê kurd qir nebûn

Zeynel Abîdîn Ozmen(1890- 1966)burokratekî tirk ê nîjadperest e. Ozmen, di sala1936-an da di raporeke xwe ya li ser kurdan da wiha dinivîsîne:

”Dibê meriv di partiya pêşî da kurdên çiyayî yên ku zimanê min nepeyivin hel bike. Heger ev bimîne pêşerojê ewê neteweperestiya kurd rabe geş bibe, rabe pêdarê. Li gorî min, hedîseya Şêx Seîd, bûyereke ku hestên kurdayetiyê xwedî û mezin kiriye. Serîhildanên Haco, Sason û yên din, Serîhildana Agiriyê jî ji eynî dozê ra xizmet kirin. Sebebê Serîhildana Zîlanê dîsa mesela kurd e. Çeteyên weke Elî û Seyidxan jî ji bo vê dozê xebitîne. Li herêma Sasonê xebatên Eliyê Ûnis û lawê wî Evdirehman jî hedîseyeke ji ber hestên kurdayetiyê hate meydanê.”
Zeynel Abîdîn Ozmen, demekê mufetişî û li Betlîs û Mûşê walîtî kiriye. Yanî li Kurdistanê maye, kurd ji nêzve nas kirine û li ser serîhildanên kurdan yên mezin û biçûk lêkolîn kiriye. Loma jî hîn di salên 1930-î d atexmîn kiriye heta ku kurd hebin ewê tu carî dev ji xebat û têkoşîna azadiya xwe bernedin.

Û ji ber vê yekê jî xwestiye dewlet weke ermeniyan koka kurdan ji binda biqelîne.
Û dewletê jî li hemberî kurdan bi dizî xebetake bi vî rengî tim meşandiye. Lê dem dem ji ber hin şertên der û hundur ev xebata dewletê carnan sist bûye. Lê belê tu carî ji rojeva dewletê derneketiye.
Paşdehîştina Kurdistanê û asîmîlekirina kurdan du unsûrên vê siyaseta dewletê ya wendakirina kurdan e.

Dewleta tirk herçiqas mesela kurd û armanca serîhildanên kurdan di resmiyetê da înkar bike jî, lê di hemû rapor û belgeyên dewletê yên dizî da hemû serîhildanên kurdan weke serîhildanên netewî dîtine û wisa jî bi nav kirine. Û li gora wê jî tedbîrên xwe girtine…

Lê ev cara pêşîye ku dewleta tirk rûbirûyê serîhildaneke kurdan ya hewqas mezin dibe. Ev 30 sal in ku dixwaze vê serîhildana kurdan bişkînin, lê nikanin.

Di hemû serêhildanên kurdan da hin kes û eşîr bûne hevalên dewletê û di şikestina serîhildanan da rola wan ji ya dewletê mezintir bûye.

Hukûmeta AKP-ê îro jî di nava kurdan da li eynî hevkaran digre. Çimkî dewlet dizane ku qeweta wan tenê têr nake, dibê ji hundur piştgiriya hin hevkaran bigrin. Bêguman hinek dane piştaxwe, lê ew têr nakin. Loma jî hukûmeta AKP-ê hin yaktîkên nuh bi kar tîne...

Lê ewê biser nekevin, çimkî yên serîhildane êdî ne şêxek, mîrek, eşîrek, du eşîr in, li seranserê Kurdistanê miletê kurd serî hildaye. Tu hêz nikane vî miletî rawestîne...

19 februari 2012

Şert temam in lê kurd hîn ne hazir in

Di dîrokê da miletê ku tifaq, hevkarî û yekîtiya xwe pêk anîbe zû dereng biser dikve. Hêz ji yekîtiyê çêdibe.

Civata ku hevkarî û tifaqa wê tunebe têda teşxele, tevlihevî, bêserîtî, şer û pevçûn peyda dibe. Tevlihevî û bêtifaqî jî tesîreke pir nebaş li însanan dike, di nava civatê da bêhêvîtiyê xurt dike.

Îro li hemberî neyaran çeka kurdan ya herî mezin hevkarî û yekîtiya wan e. Heta ku kurd di nava xwe da yekîtiya xwe ya netewî ava nekin şertên der û hundur çiqasî misaît bin jî nikanin biserkevin. Şertê serkeftinê yê yekem pêkanîna yekîtiya netewî ye.


XXX
”Pakêta kurd”, ”pêşîvekirina demokratîk” û hemû pakêt û ”açilimên” hukûmeta AKP-ê, wisa xuyaye ku manawrayên siyasî û projeya dewleta tirk ya xwe ji nuhve organîzekirinê ye.

Bi van projeyan(açiliman), dewletê xwest li hemberî tevgera kurd ya netewî li gorî şertên nuh xwe baştir techîz û amade bike û hin unsûr, wasite û aletên nuh têxe dewrê, hin hevkarên dewletê yên bêkêr biqewitîne, biguherîne û hin hevkarên nuh, yên hîn zînde têxe dewsa wan.


XXX
Îbrahîm Guçlu yê ku xwe ji her kesî kurdtir dibîne û xwedêgiravî li dijî dewleta tirk e, îro bi gilînameyekê li Diyarbekrê çû ba dozgerê dewleta tirk û giliyê PKK-ê bi dozgerê dewletê kir. Yanî dadgeha dewleta ku welatê me îşxal kiriye bi saya giliyê Guçlu, bû merciya edaletê û heqgerîna kurdan.

Gundiyên me jî wiha dikin, berê li hev dixin, hevûdu dikujin û dû ra jî diçin li qereqolê li hev gilî dikin. Û başçawîşê qereqol jî him têr li wan dixe û him jî rişweta xwe dixwe.

Lê weke tê zanîn ne PKK-ê tenê kurd kuştine, hin kes û hêzin din jî ji PKK-ê gelek însan kuştine.
Madem Guçlu, weke abûqatekî gilîkirin ji xwe kiriye kar, wê demê dibê giliyê wan kes û hêzên jî li ba dewleta tirk bike. Ji bo ku dewleta tirk ne PKK-ê tenê, wan jî ceza bike…
Rewşeke pir trajîk e, meriv nizane bigrî, nizane bikene…



XXX
Di heyvanê hin kesan da pîsî û xerabî heye, loma jî tu carî başî, rindî, çêyî, camêrî, merdî û dilfirehî ji wan nayê, di her gavê da xerabiyê, nerindiyê û fêsadiyê dikin.

Dibê meriv hevza xwe ji kesên wiha bike. Dijminatiya wan jî û dostiya wan jî tahlûke ye. Ya baş dibê tenê bimînin û weke aqrebê jahriya xwe berra bedana xwe bidin.


XXX
Dibê îro em ji her demê bêtir bi ezm û bi hêvî bin. Ji ber ku dema "Hêvî tunebe, tiştê tê hêvîkirin nayê bidestxistin."



XXX
Franklin gotiye, ”Di bîst saliyê da daxwaz, di sîh saliyê da zeka, di çel saliyê da aqil girîng e”
Min fêm nekir xwedêjêrazî çima negotiye di 50, 60 û 70 saliyê da ji însanan ra çi girîng e?
Belkî jî di van salan da însan dixirife loma tiştek negotiye. Çi bibêjim, gava meriv li hin rîsipyên kurdan yên 60-70 salî dinêre ev tê bîra meriv.



XXX
Ji bo ku tu bibî efendiyê zanînê, dibê tu bibî koleyê xebatê. //Balzac
-Kesên armanca wan tunebe ji xebatê jî tu kêfê nagrin.

18 februari 2012

Serkeftin ne bi şans e

Ji bo serkeftinê carnan hinek dibêjin, ”efendim şansê wî hebû, jê ra lê hat, loma bi ser ket.”
Bêguman carnan hin tesaduf jî dikanin biqewimin, lê bi gelemperî serkeftin ne bi xêra tesadufan, bi ezm, sebat û xebatê çê dibe.

Kurd dibêjin, meriv çi biçîne, merivê wiya biçine.
Di saha siyasî da jî ev yek wiha ye, kîjan siyasetmedar û serok layiqî çi be îro ew bi dest xistiye û ew e. Yên ezîz jî, yên rezîl jî heq kirine, loma jî îro hinek ezîz û hinek jî rezîl bûne.
Lê helbet ”rezîlî” û ”ezîzî” li eniya kesî nanivîse, yê zane zane, yê nizane baqê nîskan e…


XXX
Pêşnûmeya qanûna MIT-ê di meclîsê sa bi hat qebûlkirin. Bi vê qanûnê ji bo lêpirsîna berpirsiyarên MÎT-ê dibê destûr ji serokwezîr bê girtin. Pêşnûme di meclîsê de bi 329 dengên erê û 266 dengên na hate qebûlkirin û bû qanûn.

Hûn bala xwe didinê, dema were hesabê wan û bixwazin çawa di nava du sê rojan da qanûnan derdixin.

Lê dema dibe mesela kurd, çerx dikin, dibêjin zahmet e, em nikanin bikin ji meclîsê derbas bikin.
Ji bo ku sûc û bêqanûniyên xwe veşêrin û kes nikanibe hesab ji wan bipirse qanûnan çêdikin.



XXX

Bi kesê cahil ra nebe heval!
Ilim nizane, îrfanê nizane, gotinê nizane.
Tu yê pê biqeherî
Bi kesê dinyanedîtî ra nebe heval!
Rabûnê nizane, rûniştinê nizane, qaîdeyê nizane.
Tu yê pê biqeherî
Bi kesê pozbilind ra nebe heval!
Hal nizane, usûlê nizane, qedir nizane.
Tu yê pê biqeherî
Bi kesê zimandirêj ra nebe heval!
Pir dipeyive, vala dipeyive, xerab dipeyive.
Tu yê pê biqeherî
Bi kesê namerd re nebe heval!
Merdiyê nizane, camêriyê nizane, dostiyê nizane.
Tu yê pê biqeherî

Li ser teoriyên komployê

Hin kurd vê liberxwedana PKK-ê ya bêemsal bi dewletê ve girêdidin ji ber ku baweriya wan bi kurdan, bi gel tuneye, loma dibêjin dewletê PKK çêkiriye, dewlet li pişt vê serîhildana miletê kurdan e...
Ew nikanin bawer bikin ku miletê kurd li hemberî vê dewletê dikane serî hilde û hewqas sal li ber xwe bide.

Li gorî wan, weke Fethulah Gulen jî di axaftineke xwe da got, ”dewlet çawa nikane bi PKK-ê ?” Dewlet dikane lê naxwaze bişkîne, dixwaze PKK hebe û xurt bibe…

Heger heta nuha PKK maye û hewqas mezin bûye, ev ne bi liberxwedana kurdan bûye, Tirkiye jî di nav da miheqeq hin hêzên pir mezin li pişt vê serîhildana kurdan hene loma.

Gava bawerî bi îrade, ezm û hêza gel neyê, hêvî dimîne ”teoriyên komployê”, dewleta tirk PKK çêkir…

Û dewleta tirk jî dibêje, hin dewletên din PKK ji bo ku Tirkiyê perçe bikin çêkirin.
Yanî li gorî herduyan jî kurd ne tiştek in, kurd bi serê xwe nikanin û newêrin li hemberî Tirkiyê serî hildin û heger biwêribin jî nikanin hewqas sal bi vê îhtîşamê, bi vê qehremaniyê li ber xwe bidin.

Merivên dewletê bêguman vê propagandeyê bi armanca şerê psîkolojîk dikin, dixwazin kurdan û hêza wan biçûk, ne tu tişt û dewletê û hêza wê jî pir mezin nîşan bidin. Ne mimkûn e ku kurd bi serê xwe kanibin li hemberî dewleta tirk vî hukmî bikin.

Meriv vî şerê dewletê yê psîkolojîk fêm dike. Dewlet dixwaze bawerî û manewiyata kurdan xera bike, meriv tu carî nikane bi dewletê…

 Lê mixabin gelek kurd jî bêyî ku haya wan jê hebe di bin vê propagandeya dewletê da dimînin û ew jî eynî propagandeyê dikin, dibêjin ne mimkûn e ku kurd kanibin hewqas sal li hemberî dewleta tirk li ber xwe bidin.

Heger heta nuha PKK neşikiyaye û li ser nigan maye, ev yek ne ji ber ezm û fedekariya kurdan, ji ber ku dewletê xwestiye loma. Yanî di vî îşî da miheqeq tiliya dewletê heye.

Ji ber ku li gorî wan, tu hêzeke beşerî nikane li hemberî dewleta tirk vê berxwedanê nîşan bide û hewqas sal bidomîne.

Gava baweriya însên bi gel neyê, dimîne teoriyên komployê, mecbûr in bi van teoriyan xwe bixapînin…

16 februari 2012

Aynê kurdan ji Yûnanîstanê ra nema !

Ezê îşev hinekî ji xeybê bipeyivim. Ez merivekî ne dîndar im, heger ez merivekî dîndar bûma minê bigota Xwedê aynê me kurdan ji Yûnanîstanê ra nehîşt.

Ez nabêjim, lê xanima min hercara ku di telewîzyonê da li xeberên li ser topavêtina Yûnanîstanê temaşe dike, dibêje, ”Oxxx, Xwedê aynê kurdan ji wan ra nehîşt”!

Lê axirê kê nehîştibe baş kiriye, Yûnanîstanê ev têkçûna aborî û siyasî heq kiriye. Ji ber ku di warê moral û exlaqî da têk çûye.

Weke tê zanîn Yûnanîstanê bi Abdulah Ocalan ra bi rengekî pir bêxlaq necamêrî û bêbextiyeke pir mezin kir, ew bi xayinî teslîmî Tirkiyê kir. Ne ji ber ku li hemberî Ocalan e, li hemberî kê, ev îxanet bikirana minê li hemberî wan eynî nefret his bikira.

Kî li hemberî kê bêbextiyeke bi wî rengî bike rûreşî û bêşerefiyeke mezin e.
Dewleteke cidî, xwedî qanûn, xwedî exlaqekî siyasî û esaleteke dewletiyê tu carî însanekî(kî dibe bira bibe)xwe avêtiye dexlê wê bi xayinî û bêbextiyeke wiha nedîtî teslîmî neyarê wî kesî nake.
Lê Yûnanîstanê kir.

Ev bêbextiya li hemberî kurdan ewê weke lekeyeke reş heta û heta li eniya dewlet û hukûmeta Yûnanîstanê ya wê demê bimîne.

Tiştê Yûnanîstanê li hemberî Ocalan kir di dîroka dîplomasiya cîhanê da weke bêexlaqî û bêbextiya herî mezin ewê tim were nitirandin.

Yûnaniyan bi teslîmkirina Ocalan wisa bawer kirin ku Tirkiye ewê mesela Qibrisê li gorî daxwaza wan çareser bike.

Lê tirkan him îşê xwe bi wan û bi Emerîka qedandin û him jî pihîneke baş li wan dan.
Ji ber ku Yûnanîstan dewleteke bêbext û xayin e, loma jî aynê kurdan jê ra nema, 13 salan piştî bêbextiya xwe ya bêemsal, weke dewlet top avêtin û rezîl bûn.

Yûnaniyan heta nuha jî bi derewan ji kîsê xelkê kêf dikirin. Lê piştî ku Yekîtiya Ewrûpa bi virên wan hesiyan êdî weke dewlet nikanin li ser nigan bimînin. Ez hêvî dikim ku hîn jî xerabtir bibe.

Kurd miletekî mezlûm, paqij, xwedî exalaq û xwedî bext e. Kurdan di dîrokê da bi kesî ra bêbextî û xayinî nekirine.

Ji ber vê mêranî û paqijiya kurdan aynê wan ji kesî ra namîne. Kesên zulmê li kurdan dikin zû derebg, bi hawakî li bela xwe rast tên…

15 februari 2012

Pirseke pir sivik ji hemû neyarên PKK-ê...

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe da pirsekê ji hemû xêrnexwaz û neyarên PKK-ê bikim.

Em bibêjin ku, artêşa tirk êrîşeke berfireh bir ser Qendîlê û hemû gerîla û berpirsiyar û serokên PKK-ê kuştin. Û yên ne kuştin jî hemû teslîm girtin û anîn xistin zindanê û muebet dan hemûyan.

Em bibêjin ku, KCK, HPG, KCD hemû girtin û serok û bepirsiyarên wan jî giş avêtin zindanan û cezayên giran dan wan.

Em bibêjin ku, BDP girtin û hemû berpirsiyarên wê ceza kirin.

Em bibêjin ku, hemû belediye(100), encumen û muxtar ji BDP-ê standin û AKP-ê, CHP-ê û MHP-ê di nava hev da li hev par kirin.

Em bibêjin ku, parlamenteriya 36 parlamenterên BDP-ê xistin û ew jî weke her şeşên di hefsê da avêtin zindanê û di dewsa wan da AKP-ê 36 parlamenterên din ji Kurdistanê û Tirkiyê li xwe zêde kir.

Em bibêjin ku li der û li hundur hemû telewîzyon, radyo, kovar û rojnameyên pKK-ê û yên nêzî PK-ê girtin.

Em bibêjin ku, li der û li hundur çuqas komele û rêxistinên nêzî PKK-ê hene hemû hatin qedxekirin.

Yanî bi kinî em bibêjin ku PKK, KCK, BDP, KCD welhasil hemû rêxistin, dezgeh, çapemenî û organên PKK-ê û yên nêzî PKK-ê bi tevayî hatin girtin û qedxekirin. Û bi vî hawî PKK, wek partî, weke hêz li tu derê nema…

Gelo bi vê netîceyê ewê kara miletê kurd çi be, kurd ê çi feydeyê, çi karê ji vê têkçûna PKK-ê bibîne?

Gelo bi vê têkçûna PKK-ê, Kemal Burkay, Îbrahîm Guçlu û kesên weke wan, ewê çi bidest xin?
Pir, pir çend rojan ewê kêfxweş û dilşa bibin, ma bêyî vê tiştekî din heye?

XXX
Nûray Mert xanimê çend caran di quncikê xwe da got kurd jî guneh in, zêde zulmê lê nekin, malik lê viritî, bi van gotinan bû sebebê nanê xwe.

Piştî Ece Temelkuran, Banu Guven, Can Dundar, Mehmet Altan, nuha jî rojnameya Milliyetê Nûray Mert ji ber nêzikayiya wê ya bi kurdan ra ew ji kar derxist.

Mesela kurd weke topeke agir e, kî destê xwe bidê dişewite. Kî bixwaze vî agirî vemirîne malik lê divirite, hukûmet di cî da lê tê xezebê, tavilê ji kar dide derxistin.
Bi îhtîmaleke mezin bi emir û daxwaza hukûmetê Nûray Mertê jî karê xwe wenda kir.

XXX
Nunerê Herêma Kurdistanê yê li Washingtonê Qûbad Talabanî, di hevpeyvîna xwe ya bi Haberturkê ra ji hukûmeta AKP-ê ra gotiye, dev ji şer berdin û li riyên çareseriyeke aştiyane bigerin.

Qubadî gotiye, ”li Tirkiyê milyonek PKK-yî hene, ger hûn PKK-yiyên li Qendîlê tune bikin, ma qey pirs ewê çareser bibe? Em bêjin ku sibe operasyon hatin kirin û 3 hezar PKK-yiyên li Qendîlê hatin tunekirin. Gelo e...wê pirs çareser bibe? Milyonek PKK-yiyên li Tirkiyê ewê çi bibe?”

Qubad Talabanî dîtinên xwe wiha domandiye: “Li Qendîlê Seddam di êrişên leşkerî de bi ser neket. Çareserî şer û çekan derbas dike. Pirsa nasname, dîrok, siyaset, çand û her wekî dine. Pirseke navxwe ya Tirkiyê ye û heger Enqere ji bo çareseriyê piştgiriyê ji me bixwaze, emê bi vê yekê keyfxweş bin.”

Ji xwe hemû kurd eynî tiştî dibêjin. Lê Erqebûl nake, ji ber ku ji Emerîka û Ewrûpayê hin teknîkên nuh bi dest xistiye loma jî di şerda israr dike.
Lê ew ne 30 hezar, ew 300 hezar kurd bikujin jî ev mesele hel nabe û kurd dev ji doza mafên xwe yên netewî bernadin.

14 februari 2012

Nameyeke şalûziyê

Min nuh di malpera Netkurdê da nameya Muhsin Kizilkaya ya ku ji cîgirê serokwezîr Bulent Arinç ra şandiye xwend.

Tirkiya nameyê jî di rojnameya Starê da heye.
Xwedêgiravî Kizilkaya bi vê nameyê rexne li gotinên Bulent Arinç, ”kurdî ne zimanê medeniyetê” girtiye.

Lê ji nameyeke rexneyî bêtir, ji serî heta dawiyê pesnê camêrî, başî û dilrahmiya Arinç e.
Li hemberî dijmin be jî, bêguman dibê meriv di rexneyên xwe da sergiran, bi edeb û bi hurmet be, heqaretê li xelkê neke. Îtîraza min ji vê yekê ra tuneye.

Lê rebenî û şalûsî tiştekî din e.
Ji pesinên ne rast û gotinên zeytkirinê û şelafiyeke bêmane min bi xwe di xwendina wê da zahmetî kişand.

Min şêleke wiha qet ji Muhsîn nedipa, min şêleke/sekneke hîn dobra, hîn mêrane û hîn bi şexsiyet jê dipa. Lê mixabin vê nameya wî ez xeyalşikestî kirim. Ez Muhsîn zêde nas nakim, di çend bernameyên telewîzyonan da întîbaeke hîn baştir li ser min hîştibû.
Lê vê nameya wî ev înîba min xera kir.

Kurdekî bîrewer, têgihiştî, pir hindik dikane heqiyê û neheqiyê ji hev bigerîne, çawa dikane hewqasî pesnê siyasetmedarekî weke Arinç nîjadperest bide, meriv matmayî dimîne.

Tu dibê qey Arinç ev 10 sal in ne yek ji berpirsiyar û birêvebirê dewelata tirk e û Kurdistan jî ne di bin îşxala vê dewletê da ye.

Tu dibêjî qey di nava van 10 salên îktîdara Arinç da, bi biryar û destûra hukûmeta Arinç bi hezaran keç û xortên kurd nehatine kuştin.

 Tu dibêjî qey Arinç, ne yek ji serokê vê hukûmetê û dewletê yê herî girîng e, şêx û ewliyayekî derî derî îktîdar û siyasetê ye….
Xwezî Muhsîn ev name jî ninivîsand…


XXX
Di şer da dibê meriv xwe sist neke, sistî malxerabî ye.
-Heger tu hors î xwe zexm bigre, heger tu çakûç î di wextê da lêxe...


XXX
Hûn dizanin, di vî umrî da ez jî bi ber bayê propagandeya kapîtalîzmê ketim û min jî îro, ”di roja dilan/evîndaran” da ji xanimê ra qevdek gul û pakêtek ”çoqolatayê dil” kirî.

Erê tiştê wiha bi min nakeve, dibê min di wextê da bikira, êdî hasil çûye mûsil, lê dîsa jî baş bû, ez li karê derketim. Xanimê ji min ra got, wê demê te ”himêzkirin heq kir” !

Yaho zimanê şîrîn û pere, bawer bikin kevir jî nerm dike….
Û li ba siyasetmedarên kurdan jî ne zimanê şîrîn heye û ne jî pere...

Lê ev herdu tişt jî nuha li ba hukûmeta Erdogan hene. Mêrikan him zimanê xwe hingiv tê da ne, şîrîn kirine û him jî devê kîs vekirine, kî ji nivîsên min du sê gotinên kurdî fêr dibe dihere di TRt6- da dest bi kar dike…

Tirk dixwazin rê li ber zêdebûna kurdan bigrin

Di bernameyeke telewîzyonê da ji Prof. Dogu Ergil derbarê nufûsa kurdan û şert û îmkanên perwerdeya bi kurdî pirsek kirin, gotin gelo li Tirkiyê nufûsa kurdan çuqas e û îmkanên perwerdeya bi kurdî çi ye?

Ergîl got, nufûsa kurdan baş nayê zanîn, ji ber ku dewlet naxwaze vê rastiyê bi bizanibe. Çimkî ditirse.
Dû ra jî got, dewlet ji zêdebûna nufûsa kurdan ditirse û hin caran jî xwestiye rê li ber vê zûdebûnê bigrin. Got, heta wî carê xwestiye li ser nufûsa kurdan lêkolînekê bike, lê birêvebirên dewletê li dij derketine, gotine, ”ya nufûsa kurdan zêde derkeve emê çi bikin?”

Li gorî Ergîl, dewlet ditirse rojekê nufûsa kurdan ji ya tirkan bibuhure û kurd bi nufûsa xwe û bi riyeke demokratîk Tirkiyê ji tirkan bigrin û navê wê jî bikin Kurdistan.

Yanî hûn dibînin ev dewlet kurdan çiqasî neyarê xwe dibîne û loma jî li hemberî wan çuqasî bi plan û program e?

Ji bo ku nufûsa kurdan zêde nebe dewlet li hemberî kurdan gelek programên vekirî û dizî dide meşandin. Gera wan ya li gundan ya di bin navê xizmet û perwerdeya sihetê ji bo vê armancê ye, dixwazin nufûsa kurdan kêm bikin.

Ev plana dewletê dawî lê nehatiye, li Kurdistanê îro jî ji alî Erdogan ve tê meşandin.
Weke tê zanîn, heta nuha çenda caran Erdogan ji jinên tirk bi kêmanî çêkirina 3 zarokan xwest. Ji bo di nabêna kurd û tirkan da balansekê çêkin.

Û ji bo jinên kurd jî gotin, yên zarokên ”zêde” çêkin ewê werin cezakirin û yên kêm çêkin jî ewê wan mikefat kirin.

Herçiqas ev plan hîn neketiye praktîkê jî lê di bin ra planeke dewletê ya bi vî rengî heye.
Wek tê dîtin, ev tirk hebûna kurdan li hemberî xwe û dewleta tirk weke tahlûke dibînin û dixwazin nufûsa me kêm bikin.


XXX
Do êvarî di internetê da min li beş ekî bernameya Şerafedîn Elçî ya di kanala Haberturkê da temaş e kir.

Şerafedîn Elçî, di hemû bersîvên xwe da serkeftî û maqûl bû, him li ser hukûmetê û him jî li ser  PKK-ê û BDP-ê tiş tên rast û maqûl gotin.

Li ser minaqeşeya di nabêna wî û Kemal Burkay û bersîva Burkay ya gelkî ne xwes da jî ji Burkay ra tu gotineke xerab û giran nekir û bi hurmet qala wî kir. Weke ...rîsipiyekî kurd pir maqûl peyivî û mesele mezin nekir.

Kêfa min gelkî ji vê xweşbînî û bînfirehiya wî ra hat. Xwezî hemû kurd li hemberî hev hertim wiha bînfireh û bi hurmet bûna.

Gotinên Burkay ji Elçî ra kiribûn him pir giran û him jî pir ne xweş bûn. Lê Elçî dîsa jî xwe ajiz nekir û yek gotineke tahl jî ji Burkay ra negot.

Yê Kemal Burkay xwedêjêrazî sîreke naçe eyarê wî, kes nikane jê ra bibêje hilêbilê, ya jî li vê cîhanê te kêmasiyeke kiriye. Li hemberî rexneyeke herî biçûk, weke li hemberî Şerafedîn Elçî kir, gotina xwe ya herî dawî dibêje. Ev jî ne exlaqekî baş e.

XXX
Carnan hin kes dibêjin ku ew "bêteref" in ya jî weke mirovekî "bêteref" ew wiha û wiha difikire...
Ev ne rast e, tu kesê "bêteref" tuneye, ji ber ku dil tu carî bêteref nabe, pir hindik miheqeq ji yekî ra bêtir dixwwaze...

13 februari 2012

Nelson Mandela: Nifşên bê ewê Kurdistana serbixwe bibînin

Rêveberê Herêmî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî yê li Kazakîstanê Wirya Qeredaxî, di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê ra qala hevdîtineke xwe ya bi Nelson Mandela ra kiriye û gotiye:

“Dema hilbijartina 1994-an temam bû û Mandela bû serok, em vexwendin. Dema ez çûm gel, min jê re got, ez bi navê gelê kurd pîrozbahiyê li te dikim û hêvî dikim ku rojekê ji rojan kesayetiyekî wekî we ku 27 salan di girtîgehê da maye, giringiyê bide pirsa Kurd. Ji min pirsî, gelo pirsa kurd gihaye çi astê û min jî jê re besh kir. Wî ji min ra got, dibe ku ne tu û ne jî ez, Kurdistaneke azad nebînin, lê wê nifşek bê û ewê dewleta serbixwe ya kurd bibînin. Hûn hêjayî dewletê ne, ji ber ku hûn gelek in û qet baweriya xwe ji dest bernedin.”

Merivê mezin dûrbîn û xwedî ”keramet” in, tiştên ku kes nizanin û texmîn nakin, ew dizanin û dikanin texmîn bikin.

Nelson Mandela baş texmîn kiriye, dibe ku ew û kesên di salên wî da û belkî ez jî nebînim.
Esas baweriya min ew e ku ezê bibînim û ji bo wê jî ez bi hemû hêza xwe bi şev û roj dixebitim.
Lê heger ez nebînim jî ez baş bawer dikim ku zarokên min ewê bibînin û ewê bi sekin û xabata bavê xwe ya ji bo kurd û Kurdistanê tim û tim serbilind bin.

Erê hin kesên bêzirav, bêvîzyon, bawerîqels sef/ref guhertin ya li malên xwe rûniştin ya jî çûn bûn hevkarên dijmin, lê li gel vê jî miletê kurd ewê biserkeve û weke Nelson Mandelayê hêja gotiye, Kurdistana azad miheqeq ewê çê bibe…

Dîrokê carê biryara xwe daye, kurd jî ewê bigihîjin azadiay xwe û bibin xwedî welatekî serbixwe…



XXX
Ez nuha di facebookê da rastî vê gotina xwe xwes hatim. Gotin bi tirkî bû, min kir kurdî.
-Hûn bi kê ra digerin, bi kê ra hevaltiyê dikin pir dîqet bikin!
Ji ber ku bilbil dibe ser gulê
qijik dibe ser sergo

Ma sûcê diz jî tuneye?

Diz ketin mala Xoce Nesredîn, mala feqîro req û rût kirin. Sibê gava bi xwe hesiya bala xwe dayê ku tiştek li hundur nemaye, dizan tiştek jê ra nehîştine.

Bîstek derbas bû cîran, nas û dost pê hesiyan û hatin li ser serê Xoce kom bûn.

Hinekan bala xwe dan deriyê malê, gotin Xoce, weleh deriyê te ne saxlem e.
Hinekan gotin, wa ye kilît jî ne tu kilît e, zarok jî dikanin têkevin hundur.

Hinekan gotin, wa ye pace jî ne tu pace ye, diz dikanin bi rehetî ji paceyê jî têkevin hundur.
Welhasil, derî ne saxlem e, kilît ne baş e, derî bê çanqel e, pace ne tu paceye, bi vî hawî her kesî kêmasiyek dît û sûc kir hustuyê Xoce, gotin dibê te derî û paceyên xwe baş mezbût bikira. Sûcê te ye.

Xoce Nesredîn bi ruyekî kenok got, temam, derî ne saxlem, kilît ne baş, çanqel tune, pace ne tu pace, heyran van kêmesiyan hemû min qebûl, lê ma tu sûcekî vî dizî jî tuneye?

Bûyera KCK-ê û MIT-ê jî eynî mesele ye. Ev çend roj in bala min lêye muxalifên PKK-ê her kes bi ser KCK- da dike û sûc dixe hustuyê KCK-ê, dibêjin dewlet çawa dikane ajannên xwe têxe nav û bi wan tişta li ser navê KCK-ê sûc bide kirin.

Hineke tew dibêjin dewletê KCK ava kiriye. Mesele baş li bin guhê hev ketiye, bûye gêrmiya gavan.
Nuha çi rast e, çi derew e hîn baş nayê zanîn, lê ewê nuha derkeve.

Lê li gel vê nezelaliyê jî tiştê dozger dibêje heger rast be skandal e. Loma jî helbet dibê meriv KCK-ê rexne bike. Lê li alî din dibê meriv berê xwe bide hukûmetê, yanî xwediyê ajanan jî, çimkî yên ajan xistine nava KCK-ê û pê sûc dane kirin hukûmet e.

Hukûmet çawa dikane li ser navê rêxistinan, însanan teşwîqî sûc bike, di sûc bigerîne?
Loma jî mudaxeleya hukûmetê û destkişandina dozger ji wezîfê dibê were rexne kirin.

Heger sûceke heye dibê derkeve û kesên ew sûc kirine û dane kirin dibê werin cezakirin.
Yanî tiştê bi KCK-ê ve girêdayî bêguman dibê dekevin û werin minaqeşekirine. Lê her wisa di vî karî da nêt û planên hukûmetê jî dibê werin dîtin û rexnekirin.

Ji ber ku hukûmet ji alîkî da xwedêgiravî ji bo çareseriya mesela kurd bi KCK-ê ra rûdine, lê li aliyê din jî ji bo kadir û elemanên wê têxe têxe hundur dek û dolaban digerîne. Yanî siyaseteke durû dimeşîne.

12 februari 2012

Erdogan li bela xwe rast hat !

Dozger û pûlis, Musteşarê MIT-ê Hakan Fîdan bi çi îtham dikin hîn baş zelal nebûye.
Wek tê zanîn, Fîdan weke nûnerê hukûmetê û Erdogan li Osloyê bi nûnerên PKK-ê ra rûnişt û qaşo riya çareseriya mesela kurd bi wan ra muzakere kir.

Hinek dibêjin ku xwedêgiravê ji ber ku hukûmet riya "muzakereyê" diparêze û bi PKK-ê ra rûniştiye loma ev teşxele derket. Çimkî pûlis û dadwerî li dijî "muzakere û çareseriya siyasî" û hevdîtinên bi PKK-ê ra ne.

Ev tez û îdîa qet nakeve serê min. Çimkî bi qasî ez dibînim hukûmet qet jî siyasetke li gorî "muzakereyan" nameşîne. Ji ber ku hukûmet jî bi qasî sîstema dadê û emniyetê siyaseteke şerxwaz dimeşîne û ew jî li dijî qebûlkirina nasnameya miletê kurd e. Hukûmet dibêje ji xwe wan ne ji bo çareseriyê, ji bo xaapandinê û topkirina îstîxbaratê bi PKK-ê ra rûniştine û ev rê bikaranîne.

Li gorî îdîayeke din jî, MIT-ê KCK îdare kiriye, ew teşwîqî sûc û şîdetê kiriye û heta ”hin sûc, ajanên MIT-ê di bin maskeya KCK-ê û li ser navê KCK-ê kirine.” Û dozger jî ji ber vê yekê xwest îfadeya Fîdan û mîtçiyên din bigre.

Ev îdîa rast e, ne rast e meriv nizane. Lê heger rast be û bi rastî jî ajanên MIT-ê ketibin nava KCK-ê û ji bo ku KCK-ê di sûc bigerînin û însanan têxin hefsê li ser navê wê sûc kiribin, li gorî qanûnan ev sûc e û dibê Fîdan û kesên din werin girtin.

Ji ber ku tiştê hatiye kirin ne karê ajantiyê û topkirina îstîxbaratê ye, ji bo ku tevgera kurd ya netewî tasfiye bikin ajanên dewletê bi zanetî sûc kirine û dane kirin. Ji bo ku BDP-ê qels bikin.

Hukûmet li alîkî bi KCK-ê ra rûniştiye xwedêgiravî ji bo çarezseriya meselê pê ra muzakere domandiye, lê li alî din jî bi ajanên xwe li ser navê KCK-ê sûc daye kirin ji bo ku KCK-ê ji hêz da bixîne.

Heger ev îdîa rast be, helbet di vir da rexneyên meriv li KCK-ê bigre hene, dibê ajanên dewletê hewqasî bi hêsanî nikanîbûna li ser navê wan sûc bikira, lê alî din ev ye nêta hukûmetê ya xerab nîşan dide. Wê demê hemû gotin û îdîayên hukûmetê ew dixwaze mesela kurd bi riya siyasetê çareser bike vir e, xapandin û qezenkirina demê ye.

Heger nêta hukûmetê paqij bûye serî li riyeke wiha nedida.
Lê ew çi dek û dolaban bigerînin jî, ew bi sedan ajanan têxin nava KCK-ê û PKK-ê jî, ew bi hezaran kesî têxin zindanan jî ew nikanin mesele kurd femrînin û kurdan ji ortê rakin.

Erdogan, bi hilbijartina riya hîle û xapandinê, bi hilbijartina riya şîdet û şer li bela xwe geriya û wa ye li bela xwe rast hatiye.

Erdogan, bi qetlîama Roboskê û şerê MIT, pûlis û sîstema dadweriyê li bela xwe rast hat, hêdî hêdî tiştê hat serê Çîllerê ewê were serê wî jî...

11 februari 2012

Îcar kurdan weke miletekî hereket kir

Kurdan reaksiyoneke berfireh û pir baş nîşanî gotinên Bulunt Arinç, ”Kurdî ne zimanê medeniyetê ye” dan.

Bi baweriya min ev care pêşî ye ku kurd bi hev ra li hemberî bûyerekê reaksiyoneke wiha berfireh nîşan didin.

Ev, pêşketineke pir girîng û îşardeteke pir baş e. Kurd hêdî hêdî weke miletekî hereket dikin.
Dibê hertim wiha be.

Hin kurdên sempatîzanên AKP-ê bi rengekî ne rast gelkî pesnên başî, demokartî û camêriya Arinç didan.

Ev ne rast e, Arinç merivekî pir sînsî û durû ye û di nava AKP-ê da yê herî nîjadperest û panturkîst e.
Ev gotinên wî yên derbarê zimanê kurdî û kurdan da jî ji xwe îspata vê nîjadperestiya wî ye.

Bala xwe bidinê piştî hewqas rexne jî hîn beyanek neda û ji kurdan uzrê xwe nexwest, negot weleh tiştê min got şaş e, dibê min negota.

Maneya xwe mêrik hîn li ser wê fikra xwe ye, loma dengê xwe nake.
Li ser vê meselê gelek nivîsên baş hatin nivîsîn. Ji van nivîsan yek nivîsa Îbrahîm Sidiyanî û ya abûqat Nevzat EMİNOGLU ye.

Emînoglu di nivîsa xwe da helbesteke Sezaî Koç û du nimûne dane. Ez helbesta Sezaî Koç û wan herdu nimûneyan dikim kurdî û pêşkêşî we dikim.

”Ew texmîn dikin ku,
em bêdeng bin ewê mesele hel bibe
Halbûkî, em bêdeng bin, dîrok bêdeng namîne
Ew texmîn dikin ku,
ji me xelas bibin, ewê mesele nemîne
Halbûkî,
ji me xelas bibin, ewê ji ezabê wîjdîn/ûjdîn xelas nebin,
ji ezabê wîjdîn xelas bibin,
ewê ji ezabê dîrokê xelas nebin,
ji ezabê dîrokê xelas bibin,
ewê ji xezeba Xwedê xelas nebin”
//Sezaî Koç


XXX
Sehabeyê bi navê Ebûzer, bêhêmdî ji Bîlalê Hebeş ra dibêje, ”Lawê jina reşik.”
Hz. Muhamed pir aciz dibe û vê aciziya xwe jî dide ruyê Ebûzer, jê ra dibêje:
”Hey Ebûzer! Ma ji ber rengê diya wî, qey tu wî biçûk dibînî? Wê gavê bi te ra hîn nîjadperestiya cahiliyê heye.”
Li ser van gotinên Hz. Muhamed, Ebûzer pir li ber xwe dikeve û eniya xwe dide erdê dibêje heta Bîlal pê li eniya min neke ez serê xwe ji erdê ranakim.”
Gotinên Bulent Arinç ji bo zimanê kurdî gotin ji gotina Ebûzer pir girantir e, lê wî heta nuha ne gotinên xwe paşda girt û ne jî lêborîna xwe ji kurdan xwest.


XXX
Xwedê teala di Quranê da dibêje, ”Min hûn weke qewm û miletên cihê xuliqandin ji bo ku hûn hevûdu nas bikin. Cihêbûna reng û zimanên we, ji ayetên Xwedê ne.”
Lê Arinç, Erdogan û hukûmeta AKP-ê li gel ku musilman in û Xwedêgiravî baweriya wan bi Xwedê û Quranê heye bes dîsa jî vê ayeta ayeta Quranê qebûl nakin û destûrê nadin perwerdeya zimanê kurdî û dibêjin "kurdî ne zimanê medeniyetê” ye.

Îcar jî "Cimat" û AKP rabûn hev

Ji roja komara Tirkiyê ava bûye û virda ye Tirkiye bi kurdan ra di nava şerekî bêaman daye.
Tirkiyê hemû siyaseta xwe ya der û hundur tim li gorî kurdan û ji bo qedandina kurdan tanzîm kiriye. Hemû qanûnên Tirkiyê ne ji bo avakirina sîstemeke demokratîk û civateke şefaf, li gorî bindesthîştina kurdan hatine çêkirin.

Ji ber vê yekêye ku Tirkiye nikane bibe welatekî demokratîk, welatekî ku qanûn, edalet , heq û huqûq lê serdest in.

Ev hesab û armanca qedandina kurdan, Tirkiye ji weletekî demokratîk û dewleta tirk jî ji dewleteke modern pir dûr xistiye, di her warî da rizandiye, kiriye dewleteke çendserî û hêlîna çeteyan.

Ji bo ku kurdan serkut bikin û biqedînin her bêqanûniyê mubah dibînin, leşker darbeyê li pey darbeyê dikin û dewletê dikin hêlîna çeteyan.

Hemû dezgeheên dewletê li hemberî hev in, di kemînê da ne, esker li pûlisan, pûlis li eskeran, MIT li pûlisan, pûlis li MIT-ê guhdarî dike.

Baweriya kesî bi kesî nayê, di hewla ruhê xwe dda ye û dixwaze yê hember têxe feqê.
Hemû çete bi îdîaya ku ewê mesela kurd ji kok da biqedînin di nava dewletê da gurûba xwe xurt dike û ya hemberî xwe taqîb dike û dipelêxe.

Li Tirkiyê artêş, MIT, dad, pûlis, cendirme û hukûmet ne dezgeh û mueseseyên ku dewletê temam dikin û di bin emrê siyasetê da ne, heryek bi serê xwe dewletek e û li hember hev di nava şerekî pir mezin da ne.

Ev 10 sal in li Tirkiyê di nava hêz û çeteyên ku dixwazin dewletê bi tevayî têxin destê xwe şerekî pir mezin heye. Di vî şerî da heta nuha bi dehan gurûbên çetetan derketin. Bi sedan general, zabit, burokrat û siyasetmedar nuha di hefsêda ne.

Ev şerê ku ev çend roj in di nabêna hukûmetê, MIT-ê, emniyetê û dozgeran da destpêkiriye ew jî li ser mesela kurd e…

Li gorî çapemenî dinivîse, "Cimata Gulen" û Erdogan û hevalên wî li ser mesela kurd li hev nakin û ev şer jî ji bo wê ye.

Heger ev îdîa rast be, maneya xwe ew e ku Erdogan û ”Cimat” ketine gewriya hev.
Li gorî vê îdîayê pûlis û dadwerî bi êrîşa ser Musteşarê MIT-ê Hakan Fîdan, êrîşê dibin ser Erdogan jî.
Çimkî dema Fîdan sûcdar were dîtin mecbûrî ewê serî here bigihîje Erdogan û dibê wî jî weke sûcdar derxin hemberî dadgehê.

Esas bi qasî ku meriv dibîne herdu serî jî li dijî çareserkirina mesela kurd in, herdu serî jî dixwazin mesela kurd bi riya zorê û şîdetê biqedînin?

Dozger ji MIT-ê û herwisa ji hukûmetê ra dibêje ji bo çi hûn bi KCK- ra rûniştine.
Û hukûmet jî dibêje, ji bo ku em îstîxbaratê top bikin me wezîfe daye MIT-ê ku wî karî bike.
Îcar şerê wan ji bo çi û li ser çi ye hîn baş ne zelal e.
Welhasil ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne.

Hevdîtinên hukûmetê bi PKK-ê ra ji bo topkirina îstîxbaratê bûye

Hukûmeta AKP-ê heta nuha digot, wan ji ber bûyera Silîva dev ji hevdîtinên bi PKK-ê ra berda. Heger PKK-ê li Silîva ew bûyer dernexista û nizanim çend leşker nekuşta, wan ê dev ji hevdîtinan berneda û hevdîtin miheqeq bigihandana netîceyekê. Lê piştî wê êrîşê, domandina hevdîtinan ne mimkûn bû.

Beşekî bîrûraya giştî ya mezin û çapemeniya tirk jî vê îdîaya hukûmetê weke rastiyê qebûl dike û sebebê şer dixin hustuyê PKK-ê. 

Dibêjin heger PKK-ê li Silîva ew bûyer dernexista şer destpênedikir û rewş wiha xera nedibû.
Lê ji pêr daye, piştî ku dozger xwest di çarçeweya doza KCK-ê da îfadeya Musteşarê MIT-ê Hakan Fîdan bigre, berdevkên hukûmetê îcar li têleke din dixin, dibêjin, Hakan Fîdan û berpirsên MIT-ê yên din ji bo topkirina îstîxbaratê bi ”rêxistina terorê” yanî KCK-ê ra rûniştine.

Yanî ew îdîayên ku heta nuha digotin heger PKK-ê ew bûyer çênekira hukûmetê hevdîtin bidomanda û protokol îmze bikira, ne rast e. Nûnerên hukümetê û MIT, ne ji bo çareserkirina meselê, ji bo topkirina îstîxbaratê ketine nava KCK-ê û pê ra hevdïtin kirine.

Do berdevkên hukûmetê Bozdag û Arinç gotin, MIT-ê bi rêxistina terorê ra hevdîtin nekiriye, wezîfeya xwe kiriye, ji bo ku bizanibe rêxistina terorê çi dike, çi nake ketiye nav ”rêxistinê” û ji dewletê ra îstîxbarat topkiriye.

Herciqas KCK-ê çend caran got, bûera Silîva bahaneye, Erdogan protokol ku di nabêna me û nûnerên hukûmetê da hatibû îmzekirin qebûl nekir loma têkilî qut bû û şer dest pê kir.

Lê kesî bawer nedikir, ji ber ku hukûmetê jî bi zanetî, ji bo ku nêta xwe veşêra û sûc têxe hustuyê KCK-ê û PKK-ê, digot ji ber bûyera Silîva me danûstendinên xwe qut kir.

Lê baş bû ku hukûmetê ji mecbûrî wa ye rastî qebûl kir, got em ne ji bo çareserkirina mesela kurd, ji bo xapandinê û topkirina îstîxbaratê bi wan ra rûniştine.

Hukûmetê ne ev tenê, bi riya abûqatên merivên MIT-ê gelek sûcên din jî kiriye û bi KCK-ê jî daye kirin. Bi minasebeta îfadeya Hakan Fîdan ew jî wa ye peyderpey derdikevin ortê.

 
XXX

-Tu zêde qedir bidî kerê
ewê bibêje belkî ew hespa bezê ye,
Tu zêde qedir bidî meriv neînsan
ewê bibêje belkî ew însan e…

09 februari 2012

Qatil ji bo ku "Tirkiye neheje" napeyivin.

Mehmet Alî Bîrand dibêje, ji bo programa dokumentera li ser darbeya 28-ê sibatê ”Darbeya Dawî”, wî pir hewil daye ku bi serokwezîra berê Tansû Çîllerê ra bipeyive, lê Çîllerê ev daxwaza wî qebûl nekirye û gotiye, ”heger ez bipeyive ewê Tirkiye biheje.!
Tu devê kê vedike eynî tiştî dibêje:

Mehmet Agar dibêje, ”ez bipeyivim herkesê bişewite, Tirkiye ewê biheje”.
Serokê qoriciyan Kamîl Atag dibêje,”heger tiştê ez dizanim ez bibêjim ewê tirkiye biheje.”
Serfermandarên wê demê biryara nepeyivandinê dane, dibêjin ”em napeyivin.”

Yanî bi kurtî hemû berpirsiyarên dewletê yên nabêna 1990- 2000-î ya napeyivein ya jî weke Çîllerê dibêjin, heger em bipeyivin ewê Tirkiye biheje.

Tirkiye mirkiye naheje, tenê ewê bi hezaran siyasetmedar, leşker, burokrat û giregirên vê dewletê qatil derkevin û werin girtin.

Maneya vê gotina Çîllerê tenê ev e. Ji ber ku hemû berpirsiyarên dewlwetê(siyasetmedar, burokrat û leşker)yên wê demê sûcên pir mezin kirine, destên hemûyan di xwîna kurdan geriya ye.

Ji ber ku hemû berpirsiyarên dewletê yên di nabêna salên 1990 û 2000-î da tevî qetilkirina kurdan bûne, bi sedan, bi hezaran kurd kuştine, dane kuştin û emrê kurştinê dane.
Loma jî newêrin bipeyivin, dibêjin ”heger em bipeyivin ewê Tirkiye biheje”!


XXX
Li gorî dadgeha tirk ya Stenbolê, ji ber ku kurd misilman û eqaliyet (hindikayî, mînorîtet)in, loma jî di dadgehê da mafê wan yê parastina bi kurdî tuneye. Dadgehê ji ber van sebeban daxwaza çar xwendevanên kurd ya parastina kurdî red kiriye.

Ê baş e, heger kurd ne hindikayî, piranî ne, w ê demê weke tirkan mafê piraniyê bidin kurdan jî.
Wiya jî nadin.

Ne kurdan weke hindikayî qebûl dikin û ne jî mafê piraniyê(weke tirkan)didin kurdan.
Bi gotina ”piraniyê” qesta wan tirkbûna kurda ye, dema dibêjin hûn ne hindikayî, hûn piranî ne, di rastiyê da dibêjin hûn tirk in û tirkîtiya xwe qebûl bikin…



XXX
Ji do da ye dewleta tirk dîsa li bin guhê hev ketiye, hukûmet, dad, pûlis û MIT baş hev ketine.
Dozger ji bo îfadedanê serokê MIT-ê jî di nav da gazî pênc mîtçiyan kir û hukûmetê jî tavilê du pûlisên ritbebilind ji kar girt.

Di lûtkeya(zîrweya) hukûmetê da ji do da ye civîn li ser civînê çêdibe. Lê hîn ne diyar e ku kê zora kê bibe.
Dozger çawa dikane tiştekî wiha bike?
Ev îş ewê heta ku here û bigihîje kê?
Bûyereke wiha skandal çawa dikane mimkûn be?
Ev û gelek pirsên wiha tên bîra meirv.
Lê dibê meriv bipirse, gelo ev îş çima wiha dibe?

Wiha dibe, ji ber ku dewleta tirk ne tu dewlet e, dewleteke fasafîso ye. Li Tirkiyê demokrasî û sîstemeke rûniştî tuneye. Ji bo ku bikanibin kurdan bikijin, ji dêlî rejîmeke demokratîk, qanûnên demokratîk, rejîmeke tarî, leşkerî û nîjadperest û dîktator ava kirine. Di rejîmên wiha da hertişt dikane bibe.

Heta ku mesela kurd çareser nebe û kurd negihîjin azadiya xwe li Tirkiyê tevlihevî, kaos û skandal û rtezaletên wiha ewê tim bibin. Ji ber ku qanûnên heyî ne demokratîk in û karê tê kirin jî ne li gorî qanûnan tê kirin.

MIT bi serê xwe dewlet e, pûlis bi serê xwe dewlet e, dad(sîsteme edaletê, huqûqê) dewlet e û hukûmet jî dewletek e…

A nuha ev çar pênc dewlet hemû li ser siyaseta li hemberî kurdan tê meşandin li hev nakin û loma jî bi hev ketine….

08 februari 2012

Di doza KCK-ê da serî çû gihîşt Musteşarê MIT-ê

Di operasyonên KCK-ê da serî çû gihîşt Musteşarê MIT-ê Hakan Fîdan jî.
Serdozgerê Komarê yê Stenbolê, di çarçeweya doza KCK-ê da ji bo îfadeya wan bigre îcar jî gazî Musteşarê MÎT Hakan Fîdan, Musteşarê berê Emre Taner, cîgirê Musteşarê berê Afet Guneş û du mîtçiyên din kir. Û du pûlisên rutbebilind yên ji dahîreya "antî-terorê" jî diîsa bi vê meselê ve girêdayî ji kar hatin dûrxistin.
Bûyerê li Tirkiyê olaneke mezin da.

Berdevkê CHP-ê civîneke çapemeniyê lidarxist û got, yê ku ji bo hevdîtinên bi KCK-ê ra emir daye serokê MIT-ê serokwezîr Erdogan e û Erdogan ev yek bi xwe jî îtîraf kir, loma jî dibê Erdogan jî îfadê bide.

Heta nuha siyasetmedar, rojnamevan û abûqat bi îdîeya endametiya KCK-ê dihatin girtin, nuha jî wa ye serî çû gihîşt Musteşarê MIT-ê.

Gava piştî vê, dibê girtina Erdogan be.
Ji ber ku dema Musteşarê MIT-ê KCK-yî, yanî PKK-yî be, wê demê serok Erdogan e. Çimkî emrê hevdîtinan Erdogan daye Fîdan.

PKK-ê, dewleta tirk bi hemû dezgehên wê ve razîl û riswa kiriye, kiriye dewleteke ji ”dewleta mûzan” jî xerabtir.

Sebebê vê perîşanî û rezîliya dewleta tirk bêguman mesela kurd e, tevgera kurd ya netewî zû dereng ewê vê dewleta û rejîma ceberût hilweşîne û gelê kurd û tirk ji vê dewleta ne ya vê serdemê û ji vê rejîma faşîst xelas bike.

Dozger tiştekî pir rast kiriye. Ji ber ku dema bi hezaran kes bi sûcê peywendiya bi KCK-ê ra werin girtin, Fîdan û mîtçiyên din bi salan bi berpirsiyar û serokên KCK-ê ra rûniştine û bazarî kirine. Û emrê van hevdîtina jî Erdogan daye.

Loma jî dibê him serokên MIT-ê û him jî Erdogan werin girtin. Gava ew neyên girtin wê demê dibê yên din jî hemû werin berdan. Û di serda heger ew bi telephone bi mesûlekî KCK-ê ra peyivîbin, van dehan car pê ra rûniştine û protocol îmze kirine.


XXX
Erdogan, Tirkiyê li Rojhilata Navîn weke welatê herî demokratîk û diyarê azadiyan difrosse der û hundur.

A li vî welatê herî demokratîk û diayrê azadiyan ji serê salê ve ye ji 1000 kurdî zêdetir hatine girtin.
Rojê girtina 40-50 kurdên BDP-yî êdî bûye rûtîneke rejîma AKP-ê ya dîktator û rasîst.

 Ziya Paşa gotiye, “Yê bi zulmê bextewar(abad) be aqîbeta wî berbad dibe/ Zulum île abad olanin ahiri berbad olur.”

 Aqîbeta Erdogan jî ewê pir berbad be, ewê gunehê kurdan jê ra nemîne….

07 februari 2012

Kurd xurtên hev in

Di ser beyana cîgirê serokwezîr Bulent Arinç ra çar roj derbas bûn, lê kurdan hîn jî reaksiyoneke pêwîst nîşan nedan.

Çar roj berê Arinç, di kaneleke telewîzyonê da got, ”kurdî ne zimanê medeniyetê ye û ew nafikirin ku perwerdeya bi kurdî qebûl bikin. Û ji xwe kurd bi xwe jî daxwazeke wiha nakin.

Li hemberî înkar û heqareteke hewqas mezin dibê siyasetmedar û ronakbîrîrên kurd li hemberî van gotinên Arinç qiyamet rakirina, Tirkiye bihejandana.

Dibê BDP-ê ev mesele têxista rojave meclîsê û hesabê van gotinên Arinç jê birpirsiya.
Dibê hemû komele, partî, ronakbîr û siyasetmedarên kurd bi beyan û civînên çapemeniyê ev gotinên Arinç pir sert mahkûm bikirana.

Tiçtê ez dizanim heta nuha tenê Hak-Parê û îro jî kovara Nûbiharê ev gotinên Arinç protesto kirin. Bîyî vê, di hin malperan da jî çend kesan ev heqaretên Arinç rexne kirin, lê bi rengekî pir kêm.

Ev reaksiyona heta nuha hatiye nîşandan pir hindik e, dibê hemû civata kurd li hemberî van gotinên Arinç rabin û wî û hukûmeta wî şermezar bikin.

Wek tê zanîn Arinç ne tenê got, ”kurdî ne zimanekî medeniyetê ye”, her wisa got, ”ji xwe daxwazeke kurdan ya wiha tuneye, tenê BDP vê daxwazê dide pêş...”.

Ev îdîda ji heqareta wî, ”kurdî ne zimanekî medeniyetê ye” girantir e. Dibê ji her beşê civatê li hemberî van gotinîn Arinç reaksiyonên mezin werin nîşndan, ji bo ku Arinç û hukûmeta wî bibîne ku bilêvkirina dîtineke wiha di nava kurdan înfîalê çêdike.

Medya û çapemeniya kurd zêde li ser meselê nesekinî. Ev ne rast e. Çapemeniya kurd dibê vê meselê tim aktuel bigre û bide minaqeşekirin.

Dema mesele dibe şer û fêsadiya nabêna kurdan, çapemeniya kurd, medya sosyal pir aktîf dibin, weke xefye bi kesan û bûyeran dikevin û xeberê li ser xeberê çêdikin û geh beyana vî alî, geh ya wî alî diweşînin.

Lê di vê meselê da bêyî xebera pêşî qet guh nedan bûyerê û zîde li ser gotinên Arinç nesekinîn.
Gava dibe rexne û êrîşêrn ser PKK-ê û Ocalan, Burkay, Umît Firat û gelekên din di cî da dadikvin meedanê û beyanê li ser beyanîê didin rojname û telewîzyonên tirkan.

Lê li hemberî van gotinên Arinç qet dengê xwe nakin, xwe ker û lal dikin.
Weke siyasetmedar û ronakbîrên kurd ma ne dibê wan berî herkesî bersîva Arinç bidana û bigotana tu nikanî vê heqaretê li kurdan û zimanê wan bikî, tu nikanî bibêjî kurdî ne zimanê medeniyetêye û kurd perwerdeya bi kurdî naxwazin. Ev vir e, em dixwazin.

Gava dibe mijar dibe protestpkirina PKK-ê, gelek hin kurd tavilê xwe didin ser hev beyanên li dijî PKK-ê belav dikin. Ez nabêjim bira belav nekin, ya jî fikrên xwe nebêjin, ev mesela wan e. Lê bi qasî ku li hemberî PKK-ê hesas in, bira li hemberî dijminê xwe jî wisa hesas, berpirsiyar û xwedî ûjdan û prensîp bin.

Ji xwe sebebê ku Arinç diwêre bi vê bêperwatiyê bipeyive û heqaretê li kurdan bike ev bêdengiya kurdan e.

Ev xemsarî, bêmesûliyetî û tunebûna refleksên netewî cesaretê dide dijminên me ku ji me qet şayişê nekin û me bi tiştekî nehesibînin. Û loma jî çi were ber devê wan wiya bibêjin.


XXX
Kemal Burkay bersîveke pir sert û ne xweş daye Şerafetîn Elçî. Bi rastî jî kurd xurtên hev in, kes ji ber kesî danaxwe, kes gotina kesî di ser ya xwe ra qebûl nake.

Xwezî van siyasetmedar û rîsipiyên me li hemberî dijminên xwe jî wisa bi xurûr û hazircewab bûna. Lê bi piranî ne wisa ne, li hemherî dijmin kerr û lal in…

Heger Kemal Burkay hewqasî mêr û jêhatîye, bira di vê çapikiyê û sertiyê da bersîveke wiha xwes daba Bulent Arinç jî.

Bulent Aric, çar roj berê di kanala telewîzyonekê da li hemberî bi milyonan kurd û tirk got, “kurdî ne zimanê medeniyetêye, loma jî bi kurdî perewerde nabe” û ji xwe ji sedî duyê kurdan jî perwerdeya bi kurdî naxwazin. Û gelek heqaretên din kir.

Dildixwest ku berî her kesî weke siaysetmedarekî kurd roja din bersïva wî bida û bigota lawo bêedeb, tu çawa dikanî vê heqaretê li miletê min û zimanê min bikî?

Kurdî çawa ne zimanê medeniyetê û perwerdeyê ye? Kurd çawa perwerdeya bi zimanê xwe naxwazin? Ez dixwazim û tu mecbûr î vî mafê gelê min qebûl bike.

Heta nuha min sê caran bersîva Arinç da, li ser gotinên wî nivîsî.
Lê Burkay ji êrîşên ser PKK-ê û kurdan venahese û wextê nabîne ku li ser tiştên wiha “biçûk” bifikire û du gotinan bibêje...

06 februari 2012

Jenosîda Dewleta Tirk berdewam e

Hevalê min ê hêja Fuad Onen, di konferanseke xwe da li ser biryara Meclîs û Senatoya Fransayê ya derbarê jenosîda eremeniyan rawestiyaye û gotiye, li cîhanê ne Tirkiye tenê, gelek dewletên din jî bi jenosîdê tên tawanbarkirin.

Lê bêyî Tirkiyê ji van dewletan yek jî li dijî biryara Fransayê derneket.
Onen dibêje, li gel ku ”di qanûna li Franseyê wê derkeve, ne ermenî, ne jî Tirkiye tên binavkirin. Lê dîsa jî Tirkiyê înfialeke mezin nîşan da. Li hemberî vê qanûna ku wê li Frenseyê derkeve AKP-ê, MHP-ê, CHP-ê û hemû partîyên wan, heta temamê rewşenbîrên wan, ev helwesta Franseyê li dijî azadîya ramanê dîtin.”

Onen, di berdewamiya axaftina xwe da gotiye, ”Ev ne tiştekî xwezayî ye, ewqas dewlet tên tawanbarkirin, reaksîyoneke mezin dernakeve holê, ji bo çi Tirkiye reaksîyoneke ewqas mezin û tûnd dîyar dike? Ji Serokwezîrê wan heta Serokê Komara wan, ji sazîyên wan yên sîwîl heta grûbên parlamena wan reaksîyonên tûnd dîyar kirin.” Piştê vê pirsê, Onen tespîteke grîng dike û dibêje ji ber ku:

”Jenosîda Sîstema Serwerîya Tirkan berdewam e, berfireh e, dûr û kûr e.
Li vir ezê îdia bikim ku, ji bo van dewletên din karê jenosîdê neheqîyên dîrokî ne, di dîrokê de mane. Ji bo Tirkan û Dewleta Tirkan karê jenosîdê ne karekî dîrokî ye, mijareke berdewam e. Ev dewlet, hîn jî vî karî didomîne. Ji ber vê yekê, gava ku li devereke dinyayê li hember jenosîdê gavek bê avêtin, ev dewlet wê gavê li hemberî xwe dibîne. Û bi ya min, di vî warî de jî ne neheq e. Yekî ku hîn jî karê jenosîdê bidomîne, wê pirtir xofê bigire, bitirse ku hek ev çalakî bi ser keve ew ê xisarê jê bibîne.”

Bi baweriya min jî ev tespît rast e, bi kêmanî ji gelek sebeban, sebebê herî girîng e. Ji ber ku jenosîda dewleta tirk neqediyaye, li hemberî kurdan hîn berdewam e. Dewleta tirk, kurdan weke milet hêdî hêdî dikuje, diqedîne û dike tirk.

Ev jenosîdeke bêdeng û bidizî ye, lê jenosîd e. Dema tu hebûna miletekî qebûl nekî, nehêle bi zimanê xwe bixwîne û zarokên xwe perwerde bike ev jenosîd e.

Ji ber ku tirk dixwazin bi darê zorê miletekî cihê bihelînin, bikin tirk û dû ra jî dest deynin ser welatê wan.

Û ev jenosîd jî bi plan, program û projeyên dûr û dirêj tê kirin. Ji bo biserketina vê jenosîdê ji çewisandin û qetlîamên leşkerî bigre, heta bi tedbîrên aborî, kulturî û guherandina demografiya Kurdistanê her riyê û her babet wesiteyê bikar tînin.


XXX
Ez nuha çûm bankê ji bo ku ji Weqfa Îsmaîl Beş îkçî ra alîkariya xwe bişînim. Lê bankeyê qebûl nekir, got ”Bic/Swift”a bankê(numreyeke bankê ye) kêm e, tu nikanî bişînî.

Diyar e tiştên hevalan ji me ra şandine kêm e, ezê îşev bi meylekê weqfê ji vê kêmasiyê agahdar bikim.
Dibê em alîkariyên xwe îhmal nekin ji bo ku di nava kurdên welêt da navê kurdên Swêd bi çikûsî belav nebe...



XXX
Her roj gelek nas, dost û heval nivîsên min diecibînin. Ev ecibandin bêguman him kêfa min tîne û him jî hêz û enerjiyeke mezin dide min. Dibe sebebê newestan û berdewamiya nivîsandina min.

Kesên nivîsan şirove dikin ez dikanim sipasî wan bikim, lê ez nikanim sipasî kesên diecibînin bikim. Di facebookê da îmkaneke wiha tuneye.

Loma jî ez dixwazim îşev ji dil û can sipasî van dost û hevalan jî bikim û bibêjim hûn her hebin û mala we ava be....

XXX

Dema Rojavayî(Xerbî)hatin di destê wan da Încîl,
di destê me da axa me hebû.
Em fêrkirin ku em çavên xwe bigrin û dua bikin.
Gava me çavê xwe vekir,
di destê me da Încîl,
di destê wan da axa me hebû.

Serokkomarê Kenyayayê
Yomo Kenyata (1894-1978)

Camêr merivekî pir biaqil û jîr bûye, çuqasî xweş û rast gotiye Bi rastî jî Ewrûpî wiha pînc, zinya û zalim kurê zaliman e. Ew Qutiya Pandora ne, hemû nerindî û xerabiyên dinyayê ji wan peyda bûye, bin serê wam derketieye...
Û yên ku welatê me perçe kirin û em xistin bin destên çar dewletan jî Ewrûpî ne.
Û nuha jî yên nahêlin em zora neyarê xwe bibin û bigihîjin azadiya xwe, dîsa ew in. Bi xêra piştgirî û bêdengiya wan tirk, ereb û faris vê zulmê li me dikin. Heger bixwazin dikanin me li herçar perçeyên Kurdistanê di nava salekê da rizgar bikin...
Lê nakin, ji bo ku em bindes bimînin di her warî da piştgiriyê didin tirk, ereb û farisan....

05 februari 2012

Vegera Kemal Burkay û agahiyeke pir girîng !

Kemal Burkay di Hurriyet Pazarê da ji Cansu Çamlibelê ra sir û tiştekî heta nuha nedihat zanîn eşkere kiriye, gotiye, berî ku ez vegerim: ”

”Dostê min Umit Firat telefonî min kir. Ji min ra got, derbarê te da emrê girtinê heye. Heger tu werî dikanin te bigrin. Ev cara pêşîye dibêjim.”
Ev agahdarî pir û pir girîng e û dibê ji bo Burkay jî girîng bûya û ji kesên ku ew vexwendibûn Tirkiyê ev yek bipirsiya, bigota yaho ev çi îş e?

Çimkî li gorî agahiya Burkay dide, nuha emrê girtina wî heye, lê pûlis bi zanetî wî nagrin, yanî hukûmet îdare dike.

Ji bo meriv fêm bike ku nêta hukûmetê pir û pir xerab e û dixwaze ji Burkay feydeyekê bibîne ji vê bûyerê bêtir delîl û îspat nabe.

Bala xwe bidin siyaseta AKP-ê, serokwezîr û wezîrê karêhundur telefonî wî dikin û dibêjin vegere, tu asteng tuneye.

Lê di rastiyê da emrê girtina wî ranekirine, weke îhtîyat hîştine. Ji bo ku demekê bala xwe bidin şêlê û timtêla wî, beyan û gotinên wî, gava tevger û kirinên wî li gorî plana wan be, ewê dest nedinê û negrin.

Lê gava bibînin ku li gorî dilê wan napeyive û hereket nake, tiştê li zirara wan dibêje û dike, wê demê ewê wî bigrin û têxin hundur.

Maneyeke din ya vê bûyerê tuneye.
Kemal Burkay, ne ew kes e ku vî hesabê hukûmetê fêm neke û vê kemîna li pêş xwe nebîne.

Lê çima li dijî vê durûtî û vê ”kemîna” hukûmetê derneket tiştekî pir xerîb e, meriv matmayî dimîne. Ji ber ku tiştê hukûmetê û emniyetê kiriye li gorî qanûnan sûc e. Mudûrê emniyetê û pûlis çûne pêrgî merivekî ku lê tê gerandin, "emrê girtina wî heye". Lê nagrin....
Ev tiştekî pir xerîb e, meriv nizane çi bibêje....

Wek tê zanîn Kemal Burkay heta çend sal berê jî sekreterê partiyeke îllegal bû û cezayê vê jî li gorî qanûnên Tirkiyê ez bawer dikim li dora 10 -15salan e. Yanî ”sûcê” wî serokatiya partiyeke kurd ya îllegal e.

Wisa xuyaye ku ev doz jî hîn muhrîrîzeman nebûye, yanî hîn neketiye. Lê hukûmetê ji bo armancekê jê ra ”torpîl” kiriye û ew negirtine.

Burkay abuqat e, van îşan baş dizane, dema Umît Firat ev yek jê ra got, dibê tavilê li Beşîr Atalay û Erdoganê ku ew dawet kiribûn bigeriya û bigota, ev çi fen e? Ji alîkî da hûn ji min ra dibêjin vegere, tu problem tuneye, lê li alî din jî hîn emrê girtina min heye, pûlis kînga bixwaze dikane min bigre. Ev hîle ye û nêtxerabiya we nîşan dide.

Dema hinek dibêjin, ”vegera Burkay projeyeke AKP-ê” ye, Burkay û hinek derdor diqeherin, dibêjin çima hûn wiha dibêjin, ma weke her kesî mafê Burkay jî tuneye vegere welatê xwe?

Helbet weke her kesî mafê Burkay jî heye vegere. Û Ji xwe kes rexneyê li vegera wî ya Tirkiyê nagire, ev demagojiya. Rexne ne li vegera wî, li gotin û beyanên wî yên derbarê PKK , Ocalan û BDP-ê da ye.

Nuha meriv çawa dikane ev bûyera ku Burkay qal kiriye bide aliyekî û li pişt vegera wî nêteke xerab nebîne û nebêje projeya AKP-ê ye?

Burkay ne di nava bzarake wiha da be jî, bi kêmanî nêt û hesabê hukûmetê ev e, y ana çima ewê ban Burkay bikin. Ma Burkay lawê Bavê wan e?

Li dervayî welat bi hezaran nivîskar, ronakbîr û siyasetmedarên kurd hene.
Erdogan û Beşîr Atalay, di nava hewqas kes da telefonî wî dikin û ji wî ra dibêjin vegere.
Ma ev bang bi serê xwe, ne tiştekî seyr e û dibê meriv li ser bifikire?

Ez bawer nakim ku Erdogan û Beşîr Atalay ji ber ku pir ji Burkay û ji fikrên wî hezdikin ya jî pir bêriya wî kirine loma ban wî kirin.

Na, bêguman hesabekî wan, projeke wan heye loma ban wî kirin.
Burkay merivekî kurd e, sosyalîst e û ji bo kurdan federesyonê dixwaze. Atalay û Erdogan ji merivekî wiha qet û qet hez nakin. Li gel vê jî dema ban dikin miheqeq hesabekî wan heye, kareke xwe têda dibînin loma ban dikin.

Kemal Burkay û derdorên ku ji rexneya ”vegera Burkay projeya AKP-ê” aciz in, dibê vê rastiyê bibînin.

 Û ji xwe wa ye hukûmetê hîn cezayê wî jî ranekiriye, weke tedbîr hîştine, kîjan rojê hewce bibînin ewê têxin praktîkê.

Do got çi mafê kurdan hebe emê bidin îro dibêje bi kurdî perwerde nabe

Medya tirk pir bêşeref e, dema mesele dibe kurd û Kurdistan tu carî li gorî etîk û exlaqê çapemeniyê tevnagere, xebera ku neyê hesabê wan ji vir û wira wê diçirpînin û dû ra belav dikin.

Li ser axaftina Bulent Arinç ya do, min îro du nivîs nivîsîn, nuha ez dibînim ku xeber dîsa jî kêm dane, gelek gotinên Arinç nedane, qut kirine.

Çapepemeniya kurd jî Xwedê jê razî ew jî xeberê tam nadin, ew jî li bin guhê hev dixin. Qey çavkaniyên wan jî çapemeniya tirk e.

Di herdu nivîsên xwe da min gotinên Arinç yên derbarê qebûlnekirina perwerdeya kurdî da rexne kiribû. Lê min ev gotinên wî ku "kurdî ne zimanekî medeniyetêye û loma jî bi kurdî perwerde ne mimkûn e" nahatibûm.
Bulent Arinç, di hevpeyvîneke telewîzyonê da gotiye:

Li gorî me çend herfên kurdî kêm bin jî elîfbeya vî zimanî heye. Heger şert û îmkan çêbibin kurdî tenê dikane bibe dersa li ser daxwazê. Yan na, ne mimkin e ku kurdî ji xwendina destpêkê heta unîversîteyê bibe zimanê perwerdeyê. Ya yekem, li ber perwedeya bi zimanê kurdî astenga destûrî heye. Ya duyem, heger astenga destûrî tunnebe jî, ma hûn bawer dikin ku perwerdeya bi kurdî bibe perwerdeyeka bi kalîte? Ma kurdî zimanekî medeniyetê ye? Em nuha perwerdeya bi zimanê zikmakî nafikirin. Perwerdeyiya bi zimanê tirkî him yekîtiyê çêdike û him jî tirkî zimanekî medeniyetê ye. Bi tirkî di her warê perwerdeyê da dikane xizmet bê dayin.

Mêrik vekirî dibêje ku weke hukûmet  ew perwerdeya bi kurdî nafikirin. Ev yek û ya din jî ji xwe kurdî ne zimanekî medeniyetê ye û loma jî pê perwerde nabe.
Xwedêgiravî vî Bulent Arinçî çend roj berê di meclîsê  da bi quretiyeke mezin got:

”Emê nasnameya kurd nas bikin, emê hemû mafên kurdan yên qanûnî bidin. Mafê perwerdeyê, mafê kulturî, mafê zimên çi hebe emê hemûyan bidin.”
Lê îro jî dibêje ”kurdî ne zimanekî medeniyetêye, bi kurdî perwerde nabe…”
Wê demê ew gotinên di meclîsê da hatin kirin hemû vir bûn, quretiyeke vala û ji bo xapandinê bû.

Carê ev gotinên Arinç, li hemberî kurdan û zimanê kurdî heqaret, nîjadperestî û irqçîtiyeke pir mezin û qebe ye, dibê hemû ronakbîr û siyasetmedarên kurd van gotinan Arinç pir sert protesto bikin.

Parlamenterekî BDP-ê yê biaqil dibê vê meselê bibe meclîsê û li ser bipeyive û dîtina hukûmetê ya derbarê perwerdeya kurdî da derxe ortê.

Dudu, ne kurdî tenê, her ziman li gorî xwe zimanê medeniyetekê ye û bi her zimanî dikane perwerde were kirin. Li Kurdistana başûr ev çand sal in kurdî zimanê resmî ye û ji destpêkê heta unîwersîteyê bi kurdî perwerde tê dayin. Zimanê ku pê perwerde neyê kirin tuneye.

Helbet ne ku Arinç viya nizane, bêguman dizane, lê ji ber kezebreşî û nîjadperestiya xwe rastiyê nabêje û xîlafî heqîqetê dipeyive.

Yanî ji bo ku perwerdeya bi kurdî qebûl nekin derewan dike.
Û ji bo ku serê milet li hev xe û hin kesên nezan têxe şikê, gotiye li gorî wan çend herfên elîfbeya kurdî kêm in.

Carê ev vir e. Lê heger rast be jî ne problem e, elîfbe ne Quran e, meriv lê kêm û zêde dike.

Mesela nedîtina spîkeran jî demagojî û cahiliya wî nîşan dide. Spîkerî sineteke, jê ra zanîn û tecrûbe lazim e. Kesê perwerdeya spîkertiyê nedîtibe, neçûbe qursa wê û praktîk nekiribe ziman çuqasî baş bizanibe jî helbet nikane spîkeriyê bike.

Ji ber ku sipîkerî ne mesela zanîna zimên tenê ye, gelek tiştên din jî pêwîst e. Meriv nikane yekî ji kuçê bigre û ji ber ku bi kurdî dizane bike spîker.

Ya din gava zimanek nebe zimanê perwerdeyê, helbet ew ziman bi pêş nakeve û xwe nuh nake.
Him nahêlin kurd bi zimanê xwe bixwînin û him jî dibêjin, çima hûn baş bi zimanê xwe nizanin?
Ê zalim û kurê zalima, dema kurd nexwînin ewê çawa fêr bibin?

Bihêlin bira kurd jî weke we çend salan bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin ji bo ku baş fêr bibin.

XXX
Li Stockholmê berfê weke kerasekî spî girtiye ser xwezayê, herder spî boz dike. Rojê daye ser berfa spî û xweşikiyeke pir taybet daye hawirdiorê.

Li gel ku dinya 9 derece di bin sifrê da sar e ez û xanim derketin gerê, em li dora saetekê li ber gola me geriyan.

Gol qerisiye, em hinekî pê da çûn, lê em newêrîbûn zêda pêşda herin, li ser israra xanimê em vegeriyan.

Piştî vê gerê û sermê êdî tam wexta vexwarina çayeke germ e, min ji xanimê rica kir ku çayekê bide ser, hela ka ez binêrim ewê bike ya na….
Heyf, min ji bîr kir kamereyê bi xwe ra bibim û çend risman bikşînim. De bira ew jî sibe be…

Li ser dîtineke Dr. Şivan

Dr. Şivan(Saît Kirmizitoprak), ji bo her kesê ku li Kurdistanê dijî wiha dibêje:
”Her kesê ku li ser vê axê rûdine, bi saya wê dixwe, vedixwe û dijî, mecbûr e bixebit e. Heger vê mecûriyetê neyne cî, ev jî tê wê maneyê ku mafê jiyana li vî welatî heq nake. Kesê ku vê heqkirinê nafikire, baştir e ku vî welatî biterikîne, bihêle here, li welatekî li gorî xwe bijî.
Dr. Şivan(Saît Kirmizitoprak)”


Bi ”xebatê”, buguman qesta Dr. Şivan ne xebata ji bo malê dinyayê û qezenckirna pera ye, qest, xebata ji bo kurd û Kurdistanê ye, têkoşona netewîye.

Bêguman vana gotinên pirr otorîter, pir hişk û pir sert in. Lê ji bo gotina van gotinan zirav lazim e, baweriyeke bêsînor û cesareteke pir mezin lazim e, dibê meriv her tiştê xwe fedayî xebatê û rizgariya Kurdistanê kiribe.

A serokekî wiha mezin, viyan pola ji bêtalihiya kurdan da ra ket binaxê û çend rebenên tirsonek, bêzirav, bêbawerî û kemalîst jî bûn mezin û serokên kurdan.

Dr. Şivan, ev gotin li ku û di kîjan nivîsa xwe da gotiye ez nizanim, dibe ku axftineke xwe ya civîna partiyê da dike, lê gotiye û dîtian wî ev e.

Ziya Avci, di bîranîna xwe da qala bûyerekê dike ku Dr. Şivan teqrîben eynî tişt ji wî û endamekî partiyê ra gotiye û ew kes jî li ser vê, pir tirsiyaye û dû ra hew nêzî partiyê bûye.

Avci dibêje, Dr. Şivan şevekê li Wanê li çoleke li derî bajêr bi wî û endamekî din ra civînek çêdikir û eynî tiştî ji wan ra got. Û van gotinên Dr. Şivan ew heval pir tirsand û loma jî piştî wê civînê wî hevalî hew xwe nêzî partiyê kir.

Ziya Avci, ev yek bi devkî jî ji min ra got.
Yanî rast e, Dr. Şivan wiha difikirî, li gora wî dibê her kurd ji bo azadiya welatê xwe bixebetiya û fedeakrî bikira.

Ji xwe ji ber vê dîtina wî ya sert jî hin kes, nas û dostên wî jê ne xweş bûn û ew weke merivekî pir sert, pir oterîter didîtin. Mesela kekê Dr. Nacî Kutlay, ji vê hişkî û bêtawîziya Dr. Şivan gazin dikir. Û belkî ji ber vê yekê pêşniyara Dr. Şivan ya endametiya partiyê qebûl nekir.

Ji ber ku Dr. Şivan, xebateke profesyonel dabû ber xwe û dixwest her endam jî ji fedekariyeke wiha ra hazir be.

Li gorî baweriya wî, gava hewce bûya dibê kesê endam her tiştê xwe, heta canê xwe jï bêyî teredut ji bo gelë xwe feda bikira.

Helbet ne karê her kesî ye ku bibe endamê partiyeke wiha profesyonel û sedîsed fedakar û canfîda.

Analîz û tespîtên Dr. Şivan yên li ser Tirkiyê û micadeleya li hemberî dewleta tirk jî pir girîng in. Heta nuha tu serok û partiyeke kurd bi vê cidîyet û îsabetê analîzeke dewleta tirk nekirye.
Hin axaftinên Dr. Şivan û belavokên raporên wî di bîranînên Ziya Avci da hene. Di rojên pêş da wexta min cê bibe ezê ji belgeyan hinekan biwesînim.

Welhasilî kelam, Dr. Şivan mêrê şêrên mezin û rojên giran bû, weke van siyasetmedar û serokên nuha ne yê kulûc û qurişan bû, sonda dewleta tirk xwaribû, digot ezê vê dewleta zalim ji welatê xwe bavêjim.

 Lê yên nuha ji bo ku wezîrekî dewletê ji wan ra gotiye merheba, tu nemaye ku ji kurdayetiyê jî derkevin…

04 februari 2012

AKP hebûna kurdan û perwerdeya bi kurdî qebûl nake

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê û berdevkê hikûmetê Bulent Arinç, do careke din diyar kir ku hukûmet li dijî perwerdeya zimanê kurdî ye.

Û ji bo ku parlamneterên BDP-ê doza zimanê kurdî bikin, dibê berê ew fêr bibin bibin û fêrî zarokên xwe bikin dû ra werin tiştekî wiha bixwazin.

Piştî Serfermandarê Artêşa Tirkiyê Necdet Ozel, Bulent Arinç jî do dîsa di telewîzyona CNN-ê da li dijî perwerdeya zimanê Kurdî derket.

 Derbarê perwerdeya bi zimanê Kurdî da Arinç got:
"Perwerdeya bi zimanê dayîkê mijareke cudaye. Me hemû astengiyên li pêş fêrbûna kurdî rakiriye. Her kes dikane bi zimanê xwe weşanê bike. Di Kanaleke min da bi vî zimanî 24 saetan weşanê dibe. Divê pêşî parlementerên BDP-ê fêr bibin, ji ber ku ji nîvê wan pirtir bi kurdî nizanin. Em bawer nakin ku bi kurdî bikanibe perwedeyî bibe. Dema perwerde bi Tirkî be, bi xwe re yekîtiyê tîne. Eger perwerde bi zimanê dayîke bibe, emê dibistanan û mamosteyan ji ku peyda bikin. Min ji bo TRT 6-ê sipîkerek nedît ku nûçeyan pêkêş bike. Wê kîjan parlementerê BDP-ê zarokên xwe rêke zanîngeha Silêmaniyê?"

Hûn dibînin merivekî çi zalim, çi bêûjdan û çi demagog e?
Ji bo kurdî dibistan û mamoste tune ne. Hela tu carê wî mafî bidde, ew dû ra çarser dibe.

Ev cara duyem ku Arinç pir vekirî dibêje, we axaftina min ya meclîsê şaş fêm kiriye, di wê axaftina xwe da min soza perwerdeya bi kurdî nedaye û ji xwe tiştekî wiha him ne mimkûn e û him jî ewê bibe sebebê perçebûna Tirkiyê. Dibê perwerde bi tirkî be, ji ber ku tirkî yekîtiya Tirkiyê bi xwe ra tîne û kurdî jî perçe dike.

Yanî ew kesên ku methiyeyên dûr û dirêj li ser wê axaftina Arinç ya meclîsê nivîsandin û gotin a vaye hukûmet mesela kurd hel dike, dibê nuha jî li ser van gotinên Arinç tiştekî bibêjin.

Ji bo ku ji çend quriş bertîlên hukûmetê nebin, her derewa wezîrekî hukûmetê weke senedeke navnetewî û mafê qanûna esasî nîşan didin. Qet naxwazin bala xwe bidin kirin û praktîka hukûmetê, heta ji wan tê reqlama derewên û Erdogan û Arinç dikin.

Ev transferên AKP-ê yên nuhpêketî dibêjin, wa ye hukûmet dike mesela kurd hel bike, loma jî dibê PKK tavilê dev ji çekan berde, hertişt temam e.

Ê ka çawa temam e, wa ye mêrik dibêje ku ew tiştekî wiha qebûl naikin.
Hukûmtê heta nuha tu carî dana mafên kurdan bi hebûna PKK-ê ve girênedaye û Arinç jî girênade.
Loma jî hêviyeke wiha, yanî dema PKK nemîne ewê mafê kurdan bidin, ji kok da hesabekî şaş e.

Yek PKK-yî û BDP-yî nemîne jî hukûmet nasnameya kurd û perwerdeya bi kurdî qebûl nake. Erdogan ji xwe her roj dibêje, lê Arinç jî wa ye ev du car in vê dîtina hukûmetê pir vekirî vê dubare dike.

Arinç, pir eşkere dibêje ku me hemû astengiyên li pêşiya kurdî rakirine, me TRT6 vekirye, kî bixwaze dikane ji xwe ra kurdî fêr bibe. Ji vê bêtir tiştekî ku em bidin kurdan tuneye.

Perwerdeya ji bo zarokan ji bîr bikin, ji ber ku gaveke wiha ewê Tirkiyê perçe bike….
Dibê hemû neyarên PKK-ê û sempatîzanên hukûmeta AKP-ê vê siyaseta AKP-ê baş bibînin…
Arinç gotiye, nîvê parlamenterên BDP-ê bi kurdî nizanin, ev rast e. Lê di eynî wextê da jî demagojiyê dike.

Him nahêlin kurd zimanê xwe fêr bibin û him jî vê yekê ji kurdan ra dikin serhevde û malzemeyê propagandeya xwe.

Dibêjin ûn çima bi zimanê xwe nizanin?
Kuro hûn nahêlin fêr bibibn ku, ma xelkê çawa bizanibe?

Tu dibêjî gava hemû parlamnenterên BDP-ê bi kurdî bizanibin ewê perwerdeya bi kurdî qebûl bikin.
Heger ji bo qebûlkirina perwerdeya bi kurdî şertê hukûmetê ev e bibêjin, bira kurd jî bizanibin û li gorî wê hereket bikin.

Netîce, hukûmeta AKP-ê li hemberî PKK-ê û BDP-ê di warê leşkerî, siyasî, aborî, dîplomatîk û psîkolojîk da şerekî pir mezin û pir berfireh dimeşîne.

Çimkî hukûmetê êdî baş fêm kiriye ku PKK û ev tevgera kurdan ya netewî bi şer tenê naşikê, dibê di gelek warên din da jî êrîşê bibin ser.

A ji ber vê ye ku hukûmeta AKP-ê nuha ji şerê çekdarî bêtir zora daye şerê psîkolojîk.
Û ji bo xurtkirina vî şerî jî hukûmetê hin kurd transfer kir û bi riya wan di çapemenî û medyayê da li hemberî PKK-ê cepheyeke nuh vekirine.

A di vê cepheya nuh ya şerê psîkolojîk da hin kurd bi cansîperane êrîşê dibin ser vê tevgera miletê kurd ya netewî, dixwazin manewiyata kurdan bişkînin, wan demoralîze bikin. Û bi meşandina vî şerê xwe yên psîkolojîk jî bêguman ji dewletê û hukûmeta AKP-ê ra xizmeteke mezin dikin.

Çimkî PKK, KCK û BDP biqede kurd mafekî herî biçûk jî bidest naxin, lê dewletê ji serîhildana kurdan ya 30 salî xelas bibe û reht bike.

02 februari 2012

Madem hûn dizanin dewletê sîl kuştine wê demê qatilan bigrin

Cîgirê serokê AKP-ê Omer Çelîk, nîhayet îtîraf kir ku dewletê berê kurd dikuşt û dû ra jî çek dida ber serîê wan û digot vana PKK-yî ne.
Çelîk wiha gotiye:

”Ma berê ev gorr dikanîbûn werin kolan? Ma berê li van ciyên leşkerî qet mimkûn bû ku kolan were kirin? Li derekê gava sivîl dihatin kuştin çi dihat kirin, ma kes dikanînû biçe ser? Du çek didan kêleka wan û digotin vana PKK-yî ne.”

Ê baş e, ma...dem hûn weke hukûmet vê rastiyê dizanin, wê demê çima hûn wan qatilên ku ew çek didan kêleka wan û digotin vana PKK-yî ne nagrin?

Ev gorr jî we dernexestiye, bêhemdî, bi tesadufî derket û dozger mecbûr ma here ser.
Heger ne derew e wan qatilan bigrin û ceza bikin.

Ya din tu civat di ciyê xwe da namîne, helbet Tirkiyeya îro ewê ne weke Tirkiyeya 20 sa berê be, helbet berbî başiyê ewê guhertin hebe. Ev, guhertineke xwezayî ye, kes nikane rê li ber vê pêşketinê bigre.

Ev ne lutfeke we tenê ye, bi saya ked û xebata miletê kurd û hemû kes û hêzên demokrat ev guhertin û pêşketine hatiye meydanê. Ji bo vê pêşketinê mineta xwe li me nekin...



XXX
Jinên Roboskîyê ku 34 lawên xwe spartin axê, gotine heger jina serokwezîr Emîne Erdogan û Fatma Şahîna mebûs werin gund, ewê neçin pêrgî wan û wan protesto bikin.

Dayîka Selam Encuyê ku wî jî di komkujiyê da jiyana xwe ji dest da, nameyek ji Erdogan ra şandie û gotiye ku ew tu pereyê dewletê naxwazin.

 Encu xanimê di nameya xwe da gotiye; “Recep Tayyîp Erdogan, te gotiye ez ê pera bişînim. Ez pereyê te naxwazim. Ez qatilê lawê xwe dixwazim. Lawê min ê ku bifiroşim dewletê tuneye. Ger dewlet bi tirîlyonan pere bide jî nenûka lawê min nake.

Dema Emîne Erdogan were Roboskiyê, ewê tu jinên gund ji malên xwe dernekevin. Heta dewlet vê komkujiyê ronî neke, hûn çima tên vir. Bila neyên, em naxwazin.”

Herbijî dayika şehîdan, jina kurd ya bi xîret û xurûr. Ev sekin li hemberî dewletê pir hêja ye, weke kurdekî meriv pê serbilind û fexir dibe…


XXX
Nivîskarê emerîkî Paul Auster, di malpera New York Timesê da bersîveke xweş û sergiran daye Erdogan. Lê ez bawwe nakim ku Erdogan fêm bike û li ber xwe keve.
Paul Auster gotiye:

”Herçiqas serokwezîr nimûneya Îsraîlê dide jî(ji ber ku Erdogan gotibû li Îsraîlê jî demokrasî tuneye, lê ew dihere wir)lê li Îsraîl azadiye fikrî heye, di zindnanê Îsraîlê da tu nivîskar û rojnamevanek tuneye. Li gorî reqemên PEN-a navnetewî li Tirkiyê 100 nivîskar di zindanê da ne. Ez kesên weke Ragip Zarakolu jî ku doza wî ji alî PEN-ê ve tê şopandin nahesibînim.”

Erdogan ji bo rexneyên Paul Auster gotibû, ”Cahilê reben, lawo tu werî Tirkiyê ewê çi bibe, tu neyê ewê çi bibe? Tu dibêjî qey em pir muhtacî te ne?
Hûn ferq û qalîteyê dibînin…


XXX
Ev çend roj in medya kurd dinivîse ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di Newrozê da ewê serxwebûna Kurdistanê îlan bike.

Bi rastî planake kurdan ya wiha heye ya tuneye ez nizanim. Lê heger bi rastî jî nêteke kurdên başûr ya wiha heye, tam dema wê ye, dibê nuha gaveke wiha bavêjin.

Ji ber ku nuha ereb ne li ser hev in û tam bi hev ketine. Di rewşeke wiha da nikanin zora kurdan bibin...

 Kîngameriv xurt û dijmin zeîf be dibê meriv lêde, ne ku eksê wê...Siayset wiha ye.
Heger ereb vê qonaxa perçebûyî derbas bikin û xwe bidin ser hev, kurd nikanin serxwebûna xwe îlan bikin û bikin jî biserketin ewê gelkî zahmet be.

Lê nuha tam wexta wê ye, heger nêta wan heye dibê yekê nekin dudu û bi rastî jî di Newrozê da serxwebûna Kurdistanê îlan bikin.

Helbet di vir da şêla Emerîkayê pir girîng e, heta Emerîka piştgiryê nede kurdan nabe, dibê Emerîka û hin dewletên Ewrûpî li pişt kurdan hebin.

Em nizanin gelo piştgiriyeke wiha heye ya na. Ji ber ku heta nuha tunebû....
Lê hêvî dikim hebe û kurd diNewrozê da bi rastî vê gavê bavêjin....

01 februari 2012

Merivê cahil dişibe defê, deng pir e hundur vala ye

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, do di axaftina grûba partiya xwe da li ser beyana Paul Auster jî sekinîye û bersîveke tam bi wî dikeve, tam li gor wî daye Paul Auster.

Wek tê zanîn nivîskarê emerîkî yê bi nav û deng Paul Auster, ji bo ku beşdarî minaqeşeyên li ser romana xwe ya dawî bibe dawetî Tirkiyeyê hatibû kirin, lê wî ev vexwendin ”ji ber ku li Tirkiyê demokarsî tuneye” red kiribû û gotibû, ”welatên ku qanûnên wan ne demokratîk bin ez naçim wan welatan.”

Erdogon, ji van gotinên Auster gelkî aciz bûye û bersîveke weke pêxwasên Qasimpaşayê daye, gotiye:
”Ji ber ku rojnamevan di hevsê da ne nayê tirkyê. Naçe Çînê jî. Eman! Tu dibêjî qey em pir muhatacî te ne. Tu werî ewê çi bibe, tu neyê ewê çi bibe?”
Li serokwezîr binêre û bala xwe bide bersîva wî!

Paul Auster, nivîskarekî meşhûr e, li cîhanê tê naskirin, gotina wî li cîhanê pere dike û medya tiştê ew dibêje digre cidiyê.

Dema merivekî wiha di heqê welatê meriv da xwediyê dîtineke negatîf be, bibêje ji ber ku li wî welatî demokrasî tuneye loma ez naçim, dibê meriv pê biqehere û bi rengekî medenî bersîva wî bide, rewşê îzah bike, bixwaze dilê wî bigre, heger hin tiştên baş hebin, wan nîşan bide.

Lê Erdogan, ne weke siaysetmedarekî, ne weke serokwezîrekî, tam wek berdûşekî bêmesûliyet teqrîben gotiye, tiro, tu dibêjî qey em pir mutacê t ne, tu hatiye çi ye, tu nehatiye çi ye?. Hema qet neyê….

Cahil cesûr e, loma jî çi tê devî wî dibêje.
Gotineke wiha ancax merivekî pir cahil û bêkultur bike. Lê Xwedê çiyê dibîne berfê lê dibarîne, Xwedê Teala serokwezîrekî tam li gorî mistewa tirkan daye wan . Li wan bimbarek be…

Sadî ji bo cahilên weke Erdogan gotiye, ”Merivê cahil dişibe defa herbê, dengê wê pir e, hundurê wê vala ye.”
Erdogan erê bûye serokwezîr lê çap, kapasîte û mistewa wî ya întellektuelî ne li gorî wî meqamî ye….


XXX
Li Tirkiyê piştgiriya PKK-ê bi qanûnan qedexeye, lê êrîş û dijminatiya wê bi rengekî bêsînor serbest e. Hinek kurd jî heta dawiyê vê qanûn û destûra hukûmeta AKP-ê bikartînin û heta ji wan tê êrîşê dibin ser PKK-ê û dilê xwe baş lê rehet dikin.

Kurdistant bi nivîsandina çend meqale û kitêban, bi beşdarbûna çend programên telewîzyonan û bi dijminatiya PKK-ê ava nabe.
Ji bo avabûna Kurdistanê fedekarî, înat, ked û xebat lazim e.


XXX
Sertî û kîndarî karê dijmin tim rehet dike.
Loma jî pêşiyan gotiye, yê bi hêrs rabe ewê bi zirar rûne...


XXX
Hin kurd di nîvê rê da dibêjin çiya pir bilind e, ne mimkûn e ku meriv bikanibe derkeve lûtkeyê herî jor. Ji dêlî ku bibêje ez/em nikanin, dibêjin derketin ne mimkûn e