31 mars 2012

Erdogan dixwaze siyaseta xwe ya li hemberî kurdan îxracî Sûriyê jî bike.

Nivîskarê rojnameya Radîkalê Cengîz Çandar dibêje, hukûmeta AKP-ê dixwaze siyaseta xwe ya derbarê çareserkirina mesela kurda da yanî siyaseta ”înkar û îmhayê” îxracç Sûriyê jî bike.

Çandar dibêje, muxabirekî Lubnanî ji wî ra gotiye, li herêma Cizîrê dewleta Sûriyê xuya nake. Li bajarên weke Qamîşloyê, Amûdê îdare bi şiklekî fîîlî di destê kurdan û hevalbendên PKK-ê da ye.

Heger bi rasrî jî rewş wiha be pir baş e, dibê kurd di warê çekdarî da xwe amade bikin û ji nuha da gav bi gav welatê xwe têxin bin kontorola xwe.

Kurd li Kurdistana Rojava çiqasî organîze û çekdar bin, şansê serkeftina wan hewqasî zêdeye.
Heger li Kurdistana Başûr kurd ne organîze û çekdar bûna, piştî ketina Seddam nikanîbûn welatê xwe rizgar bikirana û desthilata xwe bi ereban bidana qebûlkirin.


Di çarçeveya Plana Annan da sibe li Stenbolê li ser pêşeroja Sûriyê civînek çêdibe. Tirkiye dixwaze ji vê civînê biryarên di lehê kurdan dernekeve.

Tirkiye Plana Annan ji dil û can diparêze, ji ber ku Tirkiye dixwaze rê li ber perçebûna Sûriyê bigre û nehêle kurd li wir bibin xwedî mafekî netewî.

Ji bo ku kurdên Sûriyê jî weke kurdên Îraqê nebin xwediyê statuyeke siyasî, Tirkiye bi riya vê civîna Stenbolê dixwaze siyaseta xwe ya înkar û îmhayê dîkteyî muxalefeta Sûriyê jî bike û bi riyê kurdan li Sûriyê dîsa bindest bihêle.

Lê ev xeyaleke vala ye, kurd xurt îro ji her demê bêtir in û tu hêz nikane kurdan weke berê bindest bihêle.

Piştî ketina Beşar Esed kî were ser hukum jî kurd ewê mafên xwe yên netewî bi wan bidin qebûlkirin.
Loma jî hewildanên hukûmeta AKP-ê keftelefteke beyhûdeye, bi van xebat û hewildanên xwe yên li hemberî kurdan ewê nikanibe rê li ber serkeftina kurdan bigre.

Erdogan çi bike jî li Sûriyê kurdên ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.
Piştî wê, dora Tirkiyê ye, Erdogan xwe biçirîne jî li Tirkiyê jî kurdên bigihîjin azadiya xwe û Kurdistanê miheqeq çê bibe. Erdoganê wê rojê bibîne.

Lê bi van hewildanên AKP-ê yên dijberî kurdan, kurd baştir dibînin ku hukûmeta AKP-ê çiqasî xêrnexwaz û neyarê miletê kurd e.

29 mars 2012

Dawiya derew û xapandinê hat

Li Kurdistana bakur şeş partî û rêxistinên kurd berî Newrozê bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kiribûn ku ewê ji bo 4 daxwazên kurdan yên wekî, “statûya siyasî, perwerdeya bi zimanê dayîkê, azadiya xwe birêxistinkirinê û nasnameya kurdî” kampanyayekê bidin destpêkirin.

Kampanyayê di Newrozê da dest pê kir.
Hedefa hêzên kurd ew e ku ji bo van her çar daxwazên kurdan yê sereke bi kêmanî 5 milyon îmze top bikin. Esas 5 milyon hindik e, dibê 10 milyon be...

Parlamenterê BDP-ê yê Colemêrgê Adil Kurd, derbarê kampanyayê da ji malpera Rûdawê ra gotiye, kampanya dom dike û hedefa van 5 milyon îmze ye. Di Newrozê da gelek îmze hatine komkirin. Lê ji ber ku îmze nehatine jimartin loma jî ew nizanin di Newrozê da û heta nuha çend îmze hatine komkirin.

Li gorî beyana Adil Kurt, kampanya heta dawiya meha nîsanê ewê bidome. Û dû ra jî îmzeyên hetine komkirin ewê bi şiklekî resmî teslîmî Parlamentoya Tirkiyê, serokwezîrtiyê û serokkomariya Tirkiyê bikin.

Gaveke di cî da û daxwazên asgarî lê baş in. Dibê kurd dev ji van daxwazên xwe bernedin û li her derê van daxwazên miletê kurd bidin pêş.

Lê berlê waliyê Diyarbekrê, van her çar daxwazên hêzên kurdan li dijî Qanûna Esasî ya Tirkiyê û li dijî Qanûna Partiyên Siyasî dît û destûra topkirina îmzeyan neda partiyên kurd.
Gavên wiha durûtiya hukûemtê derdixe ortê.

Hukûmet ji alîkî ve xwedêgiravî ji bo qanûna esasî ya nuh bi hêz û gurûbên cuda ra hevdîtinan pêk tîne û dixwaze her kes pêşniyarên xwe yên derbarê qanûna esasî da pêşkêşî hukûmetê bike lê li aliyê din jî waliyê Diyarbekrê nahêle kurd standa xwe vekin û ji gel îmzeyan top bikin.

Bi vê qedexekirina walî jî diyar dibe ku hukûmet li hemberî kurdan siyaseteke çuqasî durû dimeşîne.
Heger kurdê nikanibin pêşniyarên li dijî qanûna esasî û qanûnên din yên Tirkiyê pêşkêş bikin wê demê çima di meclîsê da komîsyona lihevkirnê hatiye çêkirin û çima ji kurdan dîtin û pêşniyarên wan tê xwestin?

Wê demê çêkirina qanûna nuh jî bêmaneye.
Nêta hukûmetê ew e ku di qanûna esasî ya nuh da jî tu mafî nede kurdan, hebûna kurdan, avakirina partiyên kurd û perwerdeya bi kurdî qebûl neke.

Yanî AKP dixwaze hin behaneyan, hin qal û qîlan bibîne û ji kurdan ra bibêje, îcar nebû careke din ê…
Lê êdî kum ketiye û serê gurrî derketiye ortê, yanî dawiya xapandinê û derewan hatiye…

Hukûmeta AKP-ê li derveyî Tirkiyê jî rehetiyê nade kurdan

Li gorî xebera Netkurdê, li Îtalyayê 5 kurdên hemwelatiyên Tirkiyê bi hinceta ku ”ew endamên PKK-ê ne û ji xelkê bi darê zorê pera û bacê digrin hatine girtin.”

Bedevkê pûlisên Îtalî Claudio Galzerano gotiye, ”operasyon bi rayedarên tirkan re hatiye kirin û di nav wan û rayedarên tirk de têkiliyeke saxlem heye.”

Yanî Tirkiye û Kurdistan ne bes bû, hukûmeta AKP-ê li derveyî Tirkiyê jî li hemberî... kurdan dest bi terorê, operasyonan û girtinê kiriye. Siyaseta Erdogan ya li hemberî kurdan, dibê kurd li tu dereke cîhanê rehet nekin.

Di salên 1980-î da cûnteya leşkerî jî li hemberî kurdan teroreke bi vî rengî dimeşand, hemû hêza xwe ya aborî û têkiliyên xwe yên siyasî û dîplomatîk li hemberî kurdan bikar dianî.

Hukûmeta AKP-ê jî li hemberî kurdan eynî siyasetê dimeşîne, ji bo ku kurdên li derveyî welêt rehet nekin buhtanan li wan dikin û bi vê riyê kurdan terorîze dikin.

Û cîhan jî bêbav e, kî xurt be guh didin derewên wan. Ji ber ku kara wan di Tirkiyê da heye, ji bo ku dilê Tirkiyê xweş bikin terorîzekirina kurdan nexem e…

XXX
Hin însan hene ji Xwedê da ye tu carî nikanin mezin bifikirin, mezin bilîzin û mezin bibin. Tim xelkê mezin û xwe jî biçûk dibînin.
Ji ber ku biçûk hatine dinyayê û loma jî tim bi tiştên biçûk mijûl dibin û ji tiştên biçûk hez dikin.
Ji wan bêtir, halan û mezinkirina xelkê wan bextewar dike…


XXX
Pere weke kevirê mîhengê ye, kî çend eyar e tavilê derdixe ortê…
XXX
Firkir meju dixebitîne, bawerî meju fêrî tembeliyê dike. Lê ji bo serkeftina fikir cesareteke mezin û baweriyeke xurt lazim e.

28 mars 2012

Hukûmet bi piştgiriya kurdên xwe vê zulmê li kurdan dike

Nivîsakarê rojnameya Zamanê Îhsan Dagi, sebebê vê terora hukûmeta AKP-ê ya li hemberî kurdan bi bêdengiya kurdnên AKP-ê ve girêdide û dibêje, çimkî helnekirinina mesela kurd zirarekê nade hukûmetê. Loma jî AKP, meselê çareser nake.

Dagi dibêje, ”Hukûmet hesab dike, gelo ez mesela kurd çareser bikim li karê me ya jî nekim li karê me?”

Bi rastî jî wisa ye, dewlet çi zulmê li kurdan dike jî dost û h...evalbendên AKP-ê yên kurd dengê xwe nakin.

Hukûmet li hemberî kurdan terorke pir mezin dide meşandin, nahêle kurd meşekê, çalakiyekê bikin, nahêle kurd Newroza xwe pîroz bikin, lê ji kurdên AKP-ê deng tuneye.

Hukûmet rojê 40-50 kurdî davêje zindanê, di zindanên Tirkiyê da 7 hezar girtiyên kurd yên siyasî hene, lê dîsa jî kurdên AKP-ê dengê xwe nakin, nabêjin weleh em vê zulmê qebûl nakin.

Heta nuha yek parlamenterê AKP-yî li hemberî vê zulma li ser gelê xwe du gotin negotiye.
Heta nuha yek kurdî ji ber vê zulma hukûmet li kurdan dike ji AKP-ê îstîfa nekirye.

Erdogan jî bala xwe didê ji vê siyaseta xwe ya înkar û îmhayê tu zirarê nabîne, kurdên pê ra li dij dernakevin, loma jî êrîşên xwe didomîne.

Ev demeke hukûmet qala ”stratejiyeke nuh” dike. Herçiqas navê wê nuh be jî lê di ”stratejiya nuh” da tu tiştekî nuh tuneye. Esasaê naveroka ”stratejiya nuh” weke berê dîsa înkar û helnekirina mesela kurd e.

Hukûmet dixwaze tevgera kurd ya siyasî ji alîkî da bi operasyonan, bi şer û bi girtinên girseyî, bi terorîzekirina BDP-ê û bi qetlîamên mezin mijûl û qels bike, bîne nuxteya ku ew dixwazin.

Heger kurd li hemberî van êrîşên hukûmetê siyaset û tevgereke ku hukûmeta AKP-ê bitirsîne dernexin pêş, hukûmetê vê xeta xwe ya îmhakirinê hêdî hîdî bidomîne.

Dagi dibêje, ”hukûmetê ji bo çareseriyê rîskên siyasî negre. Û ji xwe Ji bo çi ewê bigre ku? Çimkî çaresernebûna meselê ji bo AKP-ê maliyeteke wê ya siyasî ya cidî jî tuneye.”

Li gorî Dagi, heger kurdên AKP-yî îtîrazî vê siyaseta AKP-ê ya helnekirina meselê bikirana AKP-ê ewê hewqasî bêperwa hereket nekira.

 Dagi dibêje:
”Piraniya kurdan rayên xwe didin AKP-ê. Kesên rayên xwe didin AKP-ê tesîreke wan ya cidî, heta daxwazeke wan jî tuneye.

 Parlamenterên kurd yên AKP-ê jî ji bo çareseriya mesela kurd tu pêşniyar û daxwazeke wan ji AKP-ê tuneye.

 Ne dîtinên parlamenterên kurd yên AKP-yî tê pirsîn û ne jî ew dengê xwe dikin.
Bi kurtî ne hilbijêr û ne jî ji parlamenter ji bo çareseriya mesela kurd zextê nadin ser partiyê. Û ewê nekin jî.”


Yanî berdewamiya meselê ya bi vî rengî ne zirarekê dide hukûmetê û ne jî dide aboriya Tirkiyê. Ji xwe di qada navnetewî da jî mesela kurd ji bo hukûmetê tu astengiyan dernaxe, kes ji Erdogan ra nabêje çima hûn vê zulmê li kurdan dikin, çima hûn mafê wan nadinê?

 Ê heta ku rewş wiha be helbet Erdoganê dev ji vê siyaseta xwe ya êrîşkar û îmhayê bernade.

27 mars 2012

Ahmet Turk ne kurd bûya pûlisê êrîşkar nuha hatibûya girtin

Bûyer nîşan didin ku AKP ji MHP-ê bêtir û Erdogan jî ji Bahçelî zêdetir dijminê miletê kurd e. Loma jî hukûmeta AKP-ê hewqasî bi şîdet û bi zalimî diçe ser BDP-ê û zulmê li kurdan dike.

Yanî sebebê vê terora hukûmetê ya li hemberî kurdan ji kîn û nefreta Erdogan ya li hemberî miletê kurd tê.

Piştî qetlîama gundê Roboskê, di şînê da çend xortên ku bira û merivên wan hatibûn qetilkirin êrîşî qeymeqamê Qilabanê(Uludereyê)kirin û çend hutik lêxistin.

Hukûmeta AKP-ê li hemberî vê bûyera biçûk qiyamet rakir, negot tişt nabe, dewletê 34 merivên van xortan kuştiye. Dibê meriv hestên wan û malbatên jî fêm bike.

Hukûmetê wiha nekir, di ser qetilkrina 34 kesan ra, ji gundê Roboskê bira û pismamên kesên hatibûn kuştin jî di nav da, nêzî deh kesan girtin û avêtin zindanê.

Yanî dewletê kesên ku sîle li qaymeqamê wê xistibûn efûr nekir, bi hefteyan bi pey wan xortan ketin û ew girtin û avêtin zindanê.

Lê eynî dewlet vê hesasiyetê li hemberî bûyera Ahmet Turk nîşan nade, pûlisê ku hutik li nava çavê Ahmet Turk xistiye nabîne, dibêje ez nikanim bibînim, heger di destê we da fîlm hene bînin.

Waliyê Batmanê Ahmet Turhan, derbarê êrîşa li hemberî Ahmet Turk da dibêje, ”di mema êrîşî da kamereya pûlis dereke din dikişand. Loma jî gava lêdana Ahmet Turk nehatiye kişandin.”

Ew dereweke bi boçik e, hemû bûyer di kamareyên pûlis da heye, lê ji ber ku yê marûzî êrîşê bûye kurd e, loma jî dewlet naxwaze êrîşkar bigre.

Ji ber kul i Tirkiyê êdî lêdana kuran ne sûc e, loma jî êrîşkar bi emrê hukûmetê tê parastin.
Heger hukûmetê ev sinyal nedaba, ne mimkûn bû ku pûlis heta nuha nehatiba girtin.

Dema dewlet nexwaze êrîşkar bigre, bêguman ”kamare dereke din dikşîne.”
Lê heger heger ji dêlî lêdana Ahmet Turk ve, yekî kurd hutikek li pûlisekî xistibûya walî ewê nuha wisa negota û hemû bûyer ewê di kamareyê da hebûya…

Welhasil dibê kurd bizanibin ku het nuha tu serokwezîrek bi qasî Erdogan ne neyarê kurdan bûye.
Îspata vê neyartiya wî kirin û êrîşên ser kurdan e.

Neheqî meriv zorba û zalim dike

Ahmet Altan li ser girtina rojnameya Ozgur Gundemê û terora ku hukûmeta AKP-ê li hemberî BDPÛ-ê û kurdan dimeşîne dîsa nivîseke baş nivîsîye û rastî û heqî xweş aniye zimên.
Gotiye dewlet û hukûmeta AKP-ê li ser kurdan neheq in û loma jî ji kurdan ditirsin.

"Neheqî, meriv zorba û tirsonek dike.
Dike qedexekar.
Dike bêçare
Tu neheq bî tu yê bitirsî.
Tu ji PKK-ê ditirsî.
Tu ji gelê kurd ditirsî.
Tu dikujî, davêjî zindanê, rojnameyê digrî lê dîsa jî ditirsî.
Ji ber ku neheqî meriv tirsonek dike, meriv ji neheqiya xwe ditirse."
Rast e, heger ne tirsiyana bi vê hovîtiyê nedçûn ser kurdan…



XXX
Rojnameya Wall Street Journal, di şiroveyeke xwe da gotiye , ”Li herêma Kurdistana Federe giraniya Tirkiyê ji ya Hukûmeta Merkezî ya Îraqê zêdetir e.”

Bi baweriya min jî ev tespît rast e, him giraniya Tirkiyê û him jî hezkirina Tirkiyê ji ya Îraqê û hukûmeta merkesî zêdetir e.

Lê hemberî vê giraniya Tirkiyê û tolerans û hezkirina kurdên başûr, hukûmeta AKP-ê gorra kurdên başûr dikole, Beşer Esed, Malikî û ereban li hemberî Kurdistana Federe pîj dike.

Û miletê tirk jî kurdên başûr(helbet ji hemû kurdan)weke neyarên xwe yê herî mezin dibînin.
Li başûrê Kurdistanê hebûna giraniya Tirkiyê ji bo kurdan ne ji xêrê ra ye û ne jî di berjewendiyên kurdan da ye, dibê kurd vê giraniya tirkan ya siyasî miheqeq kêm bikin.


XXX
-Heger dijminê te xelatekê dide te, di te da pûştiyek heye.
//Fîdel Castro

Ne xelat jî, heger dijmin qederê te bigre, pesnê te bie, îmkanan bide te, te mezin bike, bela xwe di te nede jî "pûştiyek" di te da heye.

 Ji ber ku dijmin belasebeb xelatê nade te, çavê xwe ji te ra nagire, miheqeq hesabek, fêlbaziyek di vê şêla dijimin da heye.


XXX
Ez îşev(do êvarî) beşdarî bernameyeke Newroz TV-ê bûm. Bername li ser stratejiya AKP-ê ya û "nuh" (!) bû. Ez nuh hatim mal. Loma jî min pê ra negîhand îşev tiştekî binivîsînim.
Bi roj jî ciyê kar ez şandim qursekê, heta êvarî min wer li leqeleqe swêdiyan guhdarî kir.
Ez îro gêj û mest bûme, taqeta nivîsandinê bi min ra nemaye...



XXX
-Hakim dozger, polîs û mensûbên MIT-ê li Tirkiyê ewê nikanibin bibin endamên sendîkeyan. Normal e. Ji xwe di vê sedsalê da hewcedariya kesên ji van meslekan ne bi sendîkayan, bi cemaetan heye.
//Gulhan Elmas
Not: Peyv bi tirkî bû, min kir kurdî.



XXX
Dibêjin li Tirkiyê dikin partiyeke heywîn(ya lawir, ajalan)ava bikin. Ser xêrê be…
Lê belê ez hêvî dikim ku tiştên hukûmeta AKP-ê tîne serê kurdan neyne serê wan heywanên kerr û lal jî. Ji ber ku çi heywan, çi însan li Tirkiyê kî doza mafê xwe bike hukûmeta AKP-ê lê tê xezebê û malikê lê diviritîne.

25 mars 2012

Hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdan haziriya şerekî mezin dike

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li paytexta Koreya Başûr Seûlê bi Serokê Emerîkayê Barack Obama ra hevdîtineke dirêj pêk anî.

Li gorî ku ajans radigihînin rojeva sereke ya hevdîtinê midaxeleya Sûriyeyê û şerê li dijî PKK-ê bûye.
Piştî hevdîtinê Obama û Erdogan bi hev ra daxuyanî dan çapemeniyê.

Serokê DYA-yê Barack Obama, diyar kir ku piraniya hevdîtina wan li ser mijara Sûriyê bûye, lê Îran jî hatiye rojevê.

Obama got, “Di meseleya Îranê da hin pêşketin hene. Lê dibê Îran tiştên ku dikeve ser milê wê bicî bîne."

Erdogan ji civînê û ji biryarên hatine girtin pir memnûn xuya dikir. Erdogan jî di axaftina xwe da diyar kir ku ”mijara wan ya sereke Sûriye bû û li hemberî tiştên li Sûriyê diqewimin nabe ku meriv mudaxele neke.”

Erdogan got, ”heta nuha 17 hezar birayên wan yên sûriyeyî hatine Tirkiyê. Û nabe ku ew li hemberî tiştên li Sûriyê diqewimin bêdeng bimînin.”

Erdogan got, ”Ev erka me ya wijdanî ye. Emê di vê çarçoveyê de li gorî hiqûqa navneteweyî tiştê pêwîst bikin.”

Erdogan, di axaftina xwe da li ser Îraqê jî temasî tiştekî girîng kir û got, ”Me pêşketinên li Iraqê ji bîr nekiriye. Ez bawer dikim ku hewildan li Iraqê di demek nêzîk da ewê aşitiyê bîne.”

Bi ”pêşketinên li Îraqê” bêguman qesta Erdogan destkeftin û statuya kurdan e. Erdogan dixwazebibêje ku şaşiya wan li Îraqê kir ewê li Sûriyê dubare nekin û rê nedin kurdên Sûriyê ew jî weke kurdên Îraqê bibin xwedî statuyeke siyasî.

Li ser alîkariya Emerîka ya li dijî PKK-ê jî Erdogan memnûniyeta xwe anî zimên û got, ”ew pir keyfxweş in ku Emerîka di vî warî da li pişt wan e û têkoşîna li dijî PKK-ê ewê dom bike."

Erdogan her çiqasî dibêje ku di hevdîtinê da mijara sereke ”bûyerên” Sûriyê” bû jî rast nabêje, bi îhtîmaleke mezin mijar dîsa şerê li dijî PKK-ê bûye.

Erê Erdogan ji alîkariya Emerîka memnûn xuyaye, lê ji bo têkbirina PKK-ê hewcedariya Tirkiyê bi alîkariyeke hîn xurttir û hîn berfirehtir heye.

Ji xwe di van demên dawî da zayiatên gerîla didin jî hemû bi xêra alîkariya Emerîkayê ye, bêyî îstîxbarat û teknîka Emerîka artêşa tirk nikane derkeve hemberî gerîlayên kurd.

Emerîkayê çawa ku heta nuha di şerê li dijî PKK-ê da piştgirî daye Tirkiyê, ji nuha û pê va jî ewê vê piştgiriya xwe bidomîne. Ji ber ku kara wan di piştgiriya Erdogan da heye, lê di ya kurdên bakur da tuneye.

Bi saya vê piştgiriyê Emerîka bi milyaran çekan difroşe Tirkiyê û li herêmê jî hukûmeta AKP-ê ji xwe ra weke taşaron bikar tîne. Loma jî bi îhtîmaleke mezin ewê piştgiriya xwe bidomînin.

Li alî din, bi qasî ku xuyaye hukûmeta AKP-ê ji bo mudaxeleyî Sûriyê jî pir bêsebriyê dike, dixwaze rojekê berî rojekê têkeve Sûriyê û li herêma kurdan yanî li Kurdistana Rojava ”herêmeke tampon” ava bike. Erdoga di axaftina xwe da qala vê meselê jî kir.

Lê di vî warî da hîn hin asteng li pêş Erdogan hene. Dibê Îran, kurdên başûr(hukûmeta Kurdistana Federe)û Rûsya werin îqnakirin.

Li gorî ku medyaya tirk dinivîse di vegerê da Erdoganê here Îranê û hewil bide ku di mesela Sûriyê da Îranê îqna bike.

Helbet Îran jî belaş îqna nabe, dibê ew jî garantiyê bigre ku Emerîkayê di mesela çêkirina enerjiya nukleer da Îranê rehet bihêle.

Serokê herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî jî do ji alî Obama ve hate vexwendin.
Li gorî medya sosyal ya kurd dinivîse di destpêka meha bê da Mesûd Barzanî ewê here Emerîkayê.
Diyar e Emerîka dixwaze kurdên başûr û Tirkiyê nêzî hev bike û di mesela mudaxeleya Sûriyê, rewşa PKK-ê û kirîza bi hukûmeta Malikî ra kurdan îqna bike.

Êdî her kes dizane ku nabêna Hewlêrê û Bexdayê qet ne baş e, kurd qala îlankirina serxwebûna Kurdistanê dikin.

Di van demên dawî da serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rexneyên tûj li Malikî girt û got ”êdî sebra wan nemaye û heger çareseriyek neyê dîtin ewê berê xwe bidin gelê xwe û biryara xwe bidin.”

Li Îraqê lihevnekirina ereban ya xwe bi xwe hukûmeta AKP-ê neheret dike, hukûmeta AKP-ê dixwaze ereb li hemberî kurdan yek bin û Kerkûk û Mûsilê û bajarên din nedin kurdan û serxwebûna wan qebûl nekin.

Dîsa tirk ji şêla hukûmeta Kurdistanê ya li hemberî PKK-ê û ji alîkariya wan ya bi kurdên Sûriyê ra jî gelkî nerehet in.

Ji bo kurdên başûr di van waran da şêla xwe biguherin Tirkiye dixwaze Emerîka zextê bide ser kurdên başûr.

Netîce hemû bûyer nîşan didin ku hukûmeta AKP-ê bi dil û can dixwaze têkeve Sûriyê û şerê li hemberî PKK-ê gurtir û berfirehtir bike. Ji bo hazirkirina bingehê vê yekê jî bi hovîtiyeke mezin diçin ser BDP-ê û bi hezaran kadir û endamên wê dixin zindanan.

Herçiqas Erdogan demagojiya diyaloga bi BDP-ê ra dike jî vir e, ew li hemberî kurdan haziriya şerekî mezin û berfirehtir dike. Di rojên pêş da hukûmeta AKP-ê li ser daxwaza Erdogan ewê xwe li têlekê biqelibîne û bi baheneyekê têkevve sûriyê û li wir êrîşê bibe ser kurdan. Ji bo ku kurdên wir piştî ketina Esed mafekî netewî bidest nexin.

Tirkiye dixwaze piştî têkçûna rejîma Esed li Sûriyê bibe xwedî gotin û herêmên kurdan jî têxe bin destê xwe. Ji bo kurd nikanibin gavekê bavêjin.

Îşxaleke wiha ji bo hukûmeta kurdên başûr jî dibe tehlûkeyeke pir mezin, wê demê Kurdistana Federe dikeve nava çemberê.

Lê heger kurdên başûr vê daxwaza Tirkiyê û Emerîkayê qebûl nekin û nebin şirîkê vê planê, Tirkiye zû bi zû ewê nikanibe têkeve Sûriyê û heger têkevê jî ewê hemû miletê kurd li hemberî xwe bibîne.
Panzehîra planên Tirkiyê hevkarî û tifaqa kurdan e, heger kurdên herçar perçeyan di kongreyeke netewî da tifaqa xwe îlan bikin Tirkiye nikane bi wan.

24 mars 2012

Sînorê cehaletê tuneye

Wezîrê Yekîtiya Ewrûpayê Egemen Bagişê Bîngolî li Belçîkayê hinekî zêde xwe berdaye û gotiye, kêmasiya Yekîtiya Ewrûpayê ya serokatiyê heye. ”Hewcedariya Yekîtiya Ewrûpayê jî bi mîmarê pêşketina Tirkiyê hoste Recep Tayyip Erdoga heye.”

Merivê cahil ji ber cahiliya xwe cesûr e. Sînorê zanînê heye, lê yê cahiliyê tuneye. Loma jî Bagiş weke şelafekî ji bo mezinayiya Erdogan çi bibêje jî normal e.
Çi...mkî cahil e…

Ewrûpî bi fortên wiha dikenin û tu carî hêjayî bersîvê jî nabînin. Ew dizanin ku ev komples mexsûsî mirovên Rojhilata Navîn e û bi taybetî jî mexsûsî tirka ye.

Tirk nexweşê mezinayiyê ne, dema yek pesnê mêranî û mezinayiya wan bide pir kêfa wan tê.
Loma Demirel tim digot, ”Tirkiye welatekî mezin e”!

Çimkî Demirel dizanîbû ku tirk ji gotina ”mezin” pir hez dikin.
Piştî vê gotina Bagiş, pir ne dûr e ku Erdogan peruyekê bi Bagiş ve ke. Çimkî ew mezin kiriye…
Lê her kes dizane ku siyasetmedarek ne bi fortan, bi berhemên li pey xwe hîştiye, bi pêşketina welatê xwe, bi demokrasî û azadiyên li welatê xwe, bi refaha mirovên xwe, bi hebûna heq û edelat li welatê xwe mezin dibe.

Halbû her kes dizane ku li Tirkiyê vanan yek jî tuneye, li cîhanê li tu welatekî din bi qasî Tirkiyê siyasetmedar, rojnamevan, abûkat û hunermed ne di zindanan da ne.

Îcar wezîrê welatekî wiha paşdamayî û antîdemokratîk hîn haya wî ji halê wî tuenyeû pesnê dîktatorekî weke Erdogan dide.

Ciyê jidayikbûna Egemen Bagiş Bîngol e, lê ez nizanim gelo kurd ya na. Durfê kurdan zêde pê nakeve, dikane zarokê mamûrekî be jî.

Lê Xwedê hefza meriv bike, dikane kurd be jî. Axirê dê û bavê wî kurd bin jî ew bi fikir û hestên xwe ne kurd e, heta neyarekî kurdan yê temam e.

Ew di nava hukûmeta AKP-ê da ji çend kesên ku baş neyarên kurdan yek e.
Ji xwe baş ne neyarê kurdan bûya Erdogan ew nedikir şêwirmendê xwe û wezîrê Yekîtiya Ewrûpayê.

Lê çi mixabin ku li Tirkiyê zircahil jî dibin wezîr, ji ber ku civata tirk bi xwe ne kamil e. Civata tirk civateke nekamil û bi kompleks e, ji kesên zirzop, qebedayî û nîjadperest hez dike. Kî zêde pesnê tirkan û Tirkiyê bide civat bêtir ji wî kesî hez dike. ..
 
XXX
Dibê meriv bi cahilan ra hevaltiyê neke, merivê cahil dikane bi qasî dijminekî zirarê bide meriv.
 

22 mars 2012

Erdogan hêza dewletê nîşanî kurdan dide

Hukûmeta AKP-ê di çar rojên pîrozbahiyên Newrozê da li hemberî kurdan teroreke nedîtî meşand. Di nava çar rojan da 679 kurd ji alî pûlisên rejîma AKP-ê va hatin binçavkirin.


Û ji serê meha adarê virda ye hejmara kesên hatine binçavkirin ji 1100 kesî buhurî ne.
Tiştê xuyaye hedefa Erdogan girtin û zindankirina hemû kurdên siyasî ye. Di nivîsa nivîskarê rojnameya Milliyetê Fîkret Bîla meriv îşareta vê yekê dibîne.


Erdogan, çareserkirina mesela kurd di zêdekirina terorê, girtin û kuştinê da dibîne. Dibê hemû kurd vê nêta Erdogan bibînin


XXX
Pûlisê ku li Ahmet Turk xist hîn nehat girtin û wisa xuyaye ku ewê neyê girtin jî.
Û di ser da jî waliyê Batmanê Turk derewçîn derdixe, dibêje yê lêxistiye ne pûlis e, heger pûlis e îspat bike.

Yanî hukûmet naxwaze zilamê xwe yê êrîşkar bigre. Maneya xwe hukûmet êrîşê taswîp dike.
Ji xwe heta nuha ne Erdogan û ne jî wezîrê karê hundur ev êrîşa li hemberî Ahmet Turk şermezar nekirin.

Yanî êrîş bi dilê wan e.
Bi lêdana Ahmet Turk, hukûmeta AKP-ê hêza xwe nîşanî kurdan da, got binêrin, hûn parlamenter bin jî xelasiya we tuneye, dilê me kînga bixwaze emê di nava çavên we da lêxin.

Lê kurdên dost û hevalbendên AKP-ê vê mesaja hukûmetê hîn jî fêm nakin û dev ji şelafiya AKP-ê beradin.


XXX
Di 26 saliya qetilkirina hevalê min ê hêja Eyûp Kemal Adsiz da ez vî welatparêz û şoreşgerê gelê kurd yê nefsbiçûk û canfîda bi hurmet û bi giramî bibîr tînim û qatilên ku destên xwe di xwîna wî gerandin rûreş û mahkûm dikim.

 Qatilên Eyûp zû dereng ewê rojekê hesabê van cînayetên xwe bidin.
Emê Eyûp û hemû şehîdên Kurdistannê tu carî ji bîr nekin, ewê tim û tim di dilê me da bijîn.


XXX
-Tu hezar zimanî bizanibî çi ye, piştî ku tu zimanê şîrîn nizanî.

21 mars 2012

Erdogan weke padîşahekî Osmanî Tirkiyê îdare dike

Erdogan di civîna partiya xwe da dîsa weke padîşahekî osmaniyan li hemberî kurdan ferman û peyamên şer da.

Erdoga got, "nuha li çiyayê Cûdî di navbera hêzên ewlekariyê û terorîstan da şer berdewaam e. Êdî rawestan tuneye, bila viya wisa bizanin…"

Ev gotinên Erdogan yên israra di şer da di eynî wextê da şêla hukûmetêye jî.
Ji ber ku di rastiyê da hukûmet mukûmet, wezîr mezîr, parlamento marlament...o hemû formel in, her tişt girêdayî emir û fermana Erdoga e.
Erdogan, Tirkiyê weke padîşahekî Osmaniyan îdare dike, her kes weke pepûkan li devê wî dinêre, heta ku ew qebûl neke û nebêje ”temam”, kes newêre tu biryarê bide û tu gavê bavêje.

Piştî ku Erdogan gotibe ”şer”, kurd çi bibêjin û çi bikin jî şer ewê bidome. Ji ber ku rawestandina şer ne di destê kurdan da, di destê Erdogan da ye.

Erdogan bixwaze sibe dikane şer rawestîne, lê naxwaze, ji ber ku merivekî nîjadperest û panturkîst e.
Bêyî liberxwedanê tu riyeke din li ber kurdan tuneye, dibê kurd careke din nîşanî Erdogan bidin ku bi şer riyeke şaş e…


XXX
Rejîma AKP-ê nehîş t kurd îsal Newroza xwe bi rehetî, di nava kêf û ş ahiyê da pîroz bikin.
Pûlisên rejîma AKP-ê li seranserê Kurdistanê û Tirkiyê êrîş birin ser xelkê sivîl û li hemberî kurdan terorek mezin meş andin.

Li Stenbolê birêvebirekî BDP-ê kuştin û di nava du rojan da bi sedan jî însan girtin bin çavan.
Gelek bajarên Tirkiyê û seranserê Kurdistanê ji dêlî kêf û şahiyê, bûn qada şer û ...pevçûnan, bi sedan kes birîndar bûn.

Ji gelek aliyan ve banga aştiyê û sakîniyê li hukûmetê hat kirin, lê hukûmetê guh neda tu kesî û tu hêzê.

Hukûmetê riya şîdetê, terorê, kuştinê û şer daye ber xwe, loma jî di Newrozê da li hemberî kurdan teroreke mezin meşand.

Wisa xuyaye ku hukûmet dixwaze bi riya gef, teror, girtin û kuştinê kurdan teslîm bigre.
Lê ev rê ne tu rê ye, ev rê ev 30 sal in tê ceribandin û şaşî û malkambaxiyê vê êdî îspat bûye. Lê hukûmetê mesela xurtiya dewletê ji xwe ra kiriye mesela prestîjê û loma jî hemû pêşniyarên riya aştiyane red dike, dixwaze PKK bê qeyd û şert teslîm bibe.

Herçiqas ev yek ne mimkûn e û her kes dixwaze ku hukûmet dev ji vê kompleksa xurtî û meziniyê berde jî lê Erdogan dev jê bernade û di şer da israr dike.

Di rewşeke wiha da ji bo kurdan bêyî liberxwedanê tu riyeke din tuneye, çare liberxwedan e.
Ez êrîşa li hemberî parlamenterê BDP-ê Ahmet Turk û terora hukûmetê bi şîdet mehkûm dikim
Gelî kurdên welatpewer û bi xîret û canfîda, careke din Newroza we pîroz be!

XXX
Endamê Parlamentoya Ewropayê Barry Madlener gotiye, ”endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê xewnek e, tirk vê xewnê dibînin û xwe dixapînin.”

Rast e, heta ku Tirkiye mafê çarenûsa kurdan qebûl neke, 60 salên din jî derbas bibe dîsa jî nikane bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê.

Çimkî şertê endametiya Yekîtiya Ewrûpayê yê yekem demokrasî ye û demokarsî jî girêdayî helkirina mesela kurd e.

Heta ku tirk hebûna kurdan înkar bikin û mafên wan nedin bi rastî jî endametî xeyaleke vala ye.

19 mars 2012

Kurdan li Diyarbekrê bersîveke baş dan dijmin

Kurdan do li Diyarbekrê dîrok nivîsîn û derseke baş dan AKP-ê û Erdogan.
Hukûmeta AKP-ê destûra pîrozkirina Newrozê ya berî 21-ê Adarê neda kurdan.

Bahaneya îsal dîtin, efendim Newroz 21-ê Adarê ye û loma jî tenê di wê rojê d adikane were pîroz kirin. Bi vê biryarê hukûmet dixwaze rê li ber îstîsmara Newrozê bigre...

Kurro çi ji we ra kurd Newrozê di kîjan rojê da pêroz dikin?
Heger ne derew e 21-ê Adarê bikin tahtîl û bira milet ji xwe ra di wê rojê da pîroz bike.
Lê derdê hukûmetê ne ew e, hukûmet naxwaze kurd di rojeke tahtîlê da bi kîtlewî bên ba hev û hêza xwe nîşanî hukûmetê bidin...

Lê kurdan serê xwe li hemberî zulmê netewan û Newroza xwe li Diyarbekrê bi yek milyon însanî pîroz kirin.

Ez vê dilêrî û bêperwatiya gelê kurd û BDP-ê ya li hemberî rejîma AKP-ê silav dikim.
Heta ku ev biryardarî bi vî gelî ra hebe tu hêz û tu tehdît nikane meşa kurdan ya berbî azadiyê rawestîne...
Newroza we hemûyan pîroz be!


XXX
Di nava kurdan da ji bo peran û menfaetên şexsî hin kes xwe nêzî hukûmeta AKP-ê dikin û pesnê Erdogan didin û hin kes jî xwe nêzî hukûmeta Kurdistanê û PDK-ê dikin û pesnê Mele Mistefa Barzanî, Mesûd û Nêçîrvan Barzanî didin.

Herdu gurûb jî ne samîmî ne, li pey nêçîr û kara xwe ne. Bêguman AKP û PDK jî vê yekê dizanin, lê dîsa jî nadin ruyên wan û wan naqewitînin.

Lê hinek jî hene ji hemûyan çavbirçîtir û mahirti in, him tirkan û him jî kurdan îdare dikin, ji herdu aliyan jî dixwin.

Lê axir meriv dibîne ku pere û menfaetên şexsî meyla şelafiyê/şalûziyê di nava kurdan da roj bi roj xurt dike…


XXX
Hinek carnan dibêjin ku lo filan kes çima derewan dike? Ya jî filan kes çima diz e, çima şelaf e, çima hewqasî pûlperest e û her wekî din…

Van qerekteran yekî jî ne tesaduf in, ”her însan tiştê layqî xwe dike, ji ber ku kalîte û şexsiyet tu carî ne tesaduf e…”



XXX
Erdogan, ji ber ku doza qetlîama Sêwasê muhrîrîzeman bûye gelkî kêfxweş bûye û ji rojnamevanan ra gotiye, ”Ji bo miletê me, ji bo welatê me bi xêr be!”

Ê çima ewê wiha nebêje, ji ber ku nuha ewê hemû qatil werin berdan û pir ne dûr e ku di AKP-ê da dest bi siyasetê jî bikin. Ji ber ku hewcedariya wî bi kadiran heye…

18 mars 2012

Şevekê di nava dost û hevalan da

Do min pê ra negîhand bibêjim ku ez û xanim em diçin dawetê.
Do daweta keça Wîldan Tanrikulu bû, em jî vexwendiyên dawetê bûn. Weke hertim dawet dîsa li derî bajêr, li dereke dûr, li herêma Sodertalyayê bû.

Axirê zor bela bi halekî xerab me xwe gîhand ciyê dawetê. Saloneke nû û pir xweşik bû.
Herçî salonên dawet û şahiyan in hemû di destê asûrî- suryaniyan da ne.

Ez bawer dikim li Stockholêmê û... heta li gelek bajarên din yê Swêd hema hema hemû salonên dawet û şahiyan yên asûrî-suryaniyan in.

Li Stockholmê nufûsa kurdan ji ya asûrî-suryaniyan zêdetir e lê bi qasî ku ez dizanim yek saloneke kurdan jî tuneye. Lê yên asûrî-suryaniyan bi dehan in.

Asûrî-suryanî weke li Kurdistanê, li Swêd jî mêrikan tucar in û ji tîcaretê fêm dikin, di nabêna wan da hevkariyeke baş heye, di warê aborî da alîkariya hev dikin.

Di nabêna kurdan da hevkarî û alîkariyeke bi vî rengî tuneye. Tenê kurdên Konyayê wiha ne, ew di warê aborî da weke bankayê alîkariya hev dikin û hev û du dikin xwedî îş û kar.
Ez werim ser dawetê.

Weke min got, saloneke pir ne mezin bû lê gelkî paqij û xweşik bû. Serwîsa wan jî mikel bû, her tişt hebû. Lê belê xwarina wab ne baş bû.

Serwîs û tiştên din hemû baş bûn, vexwarin gelek babet hemû, min bi xwe wîskî vexwar.
Solîstê gurûba muzîkê xortekî bîst û sê çar salî bû, lê belê 5-6 zimanan distira. Bi asûrî, kurdî, erebî û swêdî digot. Helbet bi îngilîzî jî zane, belkî got jî nayê bîra min.

Di wî temenê xort da zanîna 5-6 zimanan ne karekî hêja ye. Lê asûrî û ermenî di warê zimên da jêhatî ne.

Tiştê di dawetan da bala meriv dikşîne, kurd, asûrî-suryanî, ereb, faris di şahî û dawetên xwe da bi rehetî li muzîka miletên din jî guhdarî dikin, bi zimanên din jî distirên.

Tenê tirk tehamulî tişekî wiha nakin, dinya wan tenê tirkî ye û tu carî tehamulî muzîka miletekî din ankin.

Di daweteke tirk da ne mimkûn e ku kurdî, erebî û asûrî jî di repertuara gurûbê da hebe.
Lê miletên din tehamulî vê yekê dikin…

Do me bi pênc zimanan li muzîkê guhdarî kir.
Rahmetiyê bavê min govendgirekî pir baş bû, defê li ku derê bigota girr, ew li wir sergovend bû.
Tê bîra min ji bo dawetên kurd û ereban kincên wî yên xusûsî hebûn. Li gorî dawetê kinc li xwe dikir.
Lê ez yek lîstikê jî nizanim. Tiştekî pir ecêb e, ez him ji govendgiriyê û him jî ji lêdana aletekî muzîkî gelkî hez dikim, lê herduyan jî nizanim.

Bi taybetî min gelkî dixwest ku ez zanibim li ûdê xim, ez heyran û muptelayê dengê ûdê me.
Esas umrê fêrbûnê tuneye, li Swêd gelek însan piştî teqawitiyê vê xeyala xwe birastdigerînin û fêrî sinet û tiştan dibin…

Kî dizane, belkî piştî teqawîtiyê ez jî biwêribim gaveke wiha radîkal bavêjim û berî mirina xwe bikanibim bi evîn li têlên ûdê xim.

Di çûyinê da weke min got, me bi halekî pir xerab xwe gîhand ciyê dawetê, ez ketibûm derdê vegerê, şev nîvê şevê emê çawa vegeriyana mal?

Xwedê kesî bê dost û heval nehêle, dema hevalan bihîstin Zinarê Xamo ketiye derdê çûnê, gotin sakin be, yên te bibin mal pir in. Berê min ciyê xwe li ba Mamoste saxlem kir, dû ra lawê Eyûb Alacabey Bawer, camêr got apo ne mesele, ez te dibim. Û camêr mala wî ava saet di yekûnîvê şevê da em danîn ber deriyê me.

Daweteke pir xweş bû, bi vê minasebetê min gelek dost û heval jî dîtin. Hemşeriyê min Siraç Kirici û zarokên xwe ji Almanya hatibûn, me hev û du dît û bîstekê sohbet kir. Me xanim û zarokên wî nedîtibûn, me ew jî dîtin û hevûdu nas kir...

Ez ji bûk û zavê ra bextewarî û jiyaneke mişt dilşadî dixwazim. Bi hêviya ku bi hev û du ra kal û pîr bibin û tu carî gotineke tahl nedin û ruyên hev…

17 mars 2012

Do hemû kurd heznî bûn

Weke her sal, îsal jî di 16-ê Adarê roja komkujiya Helepçeyê da li Stockholmê kurd dîsa heznî û li ser nigan bûn.

Do li Stockholmê çend bîranîn û merasimên 24 saliya komkujiya Helepçeyê hebûn.
Bîranîna pêşî li Meclîsa Swêd hate çêkirin. Serokê tora Swêd û Kurdistanê Fredrîk Malm, bi deqîqeyeke rawestina bîranîna ji bo şehîdên Helepçeyê merasim da destpêkirin û mûm hatin vêxistin.

Bîranîna din bi merasimeke mezin û bi bernameyeke gelkî dewlemend li dêra Adolf Fredriks Kyrka yê ji alî Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ve hate çêkirin.

Ez û xanima xwe Hêvî, em beşdarî merasima dêra ”Adolf Fredriks Kyrka” yê bûn. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, li gel gelek çalakiyên din, her sal ji bo Helepçeyê bi dûzan merasimeke bîranînê li dêra ”Adolf Fredriks Kyrka” yê jî çêdike.

Îsal jî merasim li eynî dêrî bû. Dêr tije kurd û swêdiyên dostên kurdan bûbûn. Sûretên komkujiyê yên di fîlm da, muzîka kurdî ya heznî û avahî û atmosfera dêrê ya dîrokî êş û jana dilê kurdan û mêvanan girantir û mezintir dikir û gelek kesî ji ber vê êşê xwe ranedigirt û li rast û çepê min hêsir dibarandin. Kurd ji bo xwe, ji bo mirî û û şehîdên xwe digriyan.

Weke her sal, îsal jî ji hemû partiyên Swêd siyasetmedar û kesên dostên kurdan beşdarî merasimê bûn û li ser karasata Helepçeyê peyivîn.

Di nava kesên beşdar û axaftevan da, wezîra Yekîtiya Ewrûpa Birgitta Ohlsson, serokê berê yê Partiya Çep Lars Ohly, serokê Partiya Kesk Asa Ramson, sekretera Partiya Sosyal Demokratan Carin Jämtin, nûnerê Hikûmeta Kurdistanê yê Iskandînavya Hêriş Xola , nûnerê Komîteya Hevkariya Hezên Siyasî yên kurd û Kurdistanî Zagros Xosrewî û nivîskar Ann-Catrîn Emanuelson hebûn.

Van dostên kurdan hemûyan jî li ser komkujiya Helepçeyê û rewşa kurdan, li ser xebat û têjoşîna kurdan ya ji bo azadî û serxwebûnê piştgiriya xwe nîşan dan û axaftinên ji dil kirin.

Axaftvanên kurd û swêdî û seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Aycan Şermîn Bozarslanê, xwestin ku Neteweyên Yekbûyî komkujiy a Helepçeyê weke ”komkujiyeke li hemberî miletê kurd” qebûl bike.

Û her wisa roja 16-ê Adarê jî weke rojeke navnetewî ya li dijî çekên kîmyayî were qebûlkirin û hukûmeta Swêdê jî him bi xwe qebûl bike û him jî ji bo vê yekê bixebite û piştgiriyê bide kurdan.

Komkujiya Helepçeyê di dilê hemû kurdan da birîneke pir kûr e. Komkujiya Helepçeyê him qetlîameke li hemberî kurdan e û him jî sûcekî li hemberî însaniyetê ye.

Ez di 24 saliya komkujiya Helepçeyê da careke din serê xwe li ber hemû şehîdên Helepçeyê û yên Kurdistanê ditewînim û hemûyan bi hurmet û rêzdariyeke mezin bibîr tînim.

15 mars 2012

Helepçe, birîna dilê kurdan ya bêderman!

16-ê Adarê, roja ku zaliman jahrî bi ser kuredan da barandin.
Di dîroka miletê kurd da 16-ê Adara 1988-an rojeke pir xembar, rojeke pir reş e.
Di 16-ê Adara 1988-an da rejîma Saddamê dîktator bi ser bajarê Helebçeyê da jahr barand, bajarê Helepçeyê bi bombeyên kîmyewî bombebaran kir.

Di bombebaranê da li dora 5-6 hezar însan bi carekê da hatin qetilkirin û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûn û seqet man.

Piştî Hîroşîma û Nagazakîyê ev cara pêşî bû ku bi çekên kîmyawî li bajarekî di yek carê da 5-6 hezar însan dihatin kuştin.

Ji ber ku ev êrîşa hovane li hember miletekî bêpişt û bêxwedî, yanî li hemberî kurdan hatibû kirin, loma jî cîhanê di destpê da xwe kerr û lal kir, ne Neteweyên Yekbûyî û ne jî dewleteke din li hemberî vê jenosîda mezina tiştek nekir.

Ji xwe heger ne xêra sûretên çend rojnamevanan bûya kesî nedibîhîst ku li hemberî kurdan qetlîameke wiha bûye.

 Qetlîama Helepçeyê di dilê hemû kurdan da birîneke pir kûr ya bêderman e, heta kurd hebin ewê qetlîama Helepçeyê tu carî ji bîr nekin.

Di 24 saliya qetlîama Helepçeyê da ez hemû şehîdên Helepçeyê bi giramî û bi hurmet bibîr tînim û serê xwe li hemberî hemeû şehêdan ditewînim.


XXX
Heta ku piraniya kurdan nebêjin ”ya serxwebûn ya mirin” kurd serxwebûnê nabînin.
Berê di nava siyasetmedar û serokên kurdan da tenê Abdulah Ocalan nedigot ”serxwebûn”, loma jî hemû siyasetmedar û serokên kurdan ew bi şîdet rexne dikirin.

Lê nuha dinya guherî, êdî piraniya siyasetmedar û serokên kurdan bûne Ocalan û heta sola wî di teqê ra avêtine, êdî ”serxwebûn” ne daxwazeke realîst e, dibê k...urd daxwazên maqûltir ji dewletê bikin.

Ji bo ku Ocalan ji kurdan ra ”serxwebûn û dewlet nedixwest” yên do li dijî wî bûn, îro bûne dost û sempatîzanên hukûmetê, hevkarî û muhebatan wan roj bi roj zêdetir dibe.

Ji van serokan hinên wan, ji bo ku karên xwe wenda nekin, hinekên wan ji bo ku nabêna xwe û hukûmetê xera nekin newêrin gotina mafê serxwebûnê bigrin devê xwe jî.

Êdî her kes bûye milyaketê aştiyê, gotina aştiyê bûye benîştê devê her kesî, her kes li dijî şer e û şîdetê ye û xwe davîje bextê Erdogan û hukûmetê.

Êdî Erdogan û ûjdan û merhemeta xwe, camêr çi mafî rewayî me kurdan bibîne ew dizane…
Hey dinya hey, berê çi serok hebûn !!!


XXX
Qencî ji qenciyê, xerabî ji xerabiyê dizê.
//Budha

 Tirs weke şewbê ye, ji mezinan derbasî zarokan dibe.
//B. Russel

 Siyaset karekî zahmet e, yê ku bi dilê xwe dikveê dibê jê gazinan neke.
//G. Grass

 Rastî, weke kevirekî hişk, weke gulekê nerm e.
//M. Gandhî


Kesê bêbawerî weke keştiya bêpûsile ye. Loma jî di van rojên giran da dibê kurd baweriya xwe ya bi serkeftinê wenda nekin. Baweriyeke xurt şertê serkeftinê yê yekem e.

14 mars 2012

Kurdistan birîndar e

Par dema ez çûm Kurdistanê, li Diyarbekrê min kitêbeke Qedrî Can kirî. Li aliyê Dîcle Kentê, avahiyeke pir xweşik bala min kişand. Nayê bîra min navê bînayê çi bû. Ji bo ku bînayê bibînim ez çûm ketim hundur. Bînayeke belediyê ya kulturî bû, di hundur saloneke mezin da çend xort li pişt maseyekê rûniştibûn hin kitêb difrotin.

 Min du kitêb ji wan kirî, yek ya Qedrî Can, ”Hemû berhemên wî, ” û ya din jî ya Feqiyê Teyran bû.
Min çend caran hin helbest ji wan xwendin lê min temam nekir. Carnan, dema ez diwestim û tiştekî ez binivîsim nayê bîra min, ez ji refa kitêban ya li milê min ê çepê kitêbeke helbestan digrim û dixwînim û bîstekê ji siyasetê û ji derdê tirkan û ji qehra Erdogan dûr dikevim.
Min îşev jî wisa kir.

Îşev dîwana Qedrî Can bala min kişand û min girt û çend helbest jê xwendin.
Qedrî Can him di şiirê da û him jî hostatiya çîrokê da pir xurt e, lê mixabin di nava kurdan da pi kêm tê nasîn.
Ez îşev du şiirên wî pêşkêşî we dikim. Ez bawer dikim hûnê gelkî jê hez bikin.



Niştiman birîndar e
Niştiman birîndar e, wextî efsane niye
Li ber çavan sêdar e, wextî bêgane niye
Ey cenabê Pîremerd, saldîdeyî germ û serd
Bo çi tu pir ekî derd , wextî meyxane niye
Ey kiça li Çemçemal, kiça Kurd, kiça delal
Li hed ziyade tu menal, wextî giryane niye
Ey Nalî dîwanî, bo maçêk şeydanî
Tu xud ekî herzanî, wextî qurbane niye
Niþtiman birîndar e, li ber çavan sêdar e
Wextê eşqane niye, wextê mestane niye.

 Qedrî Can. Kovara Gelawêj, 1947


Gula Sor
Gula sor,
Hilbû jor,
Bîn da dor
Gula sor
Gula sor
Li paş Çiyayê Qaf şên bû,
Alem jê re evîn bû
* * *
Gula geş
Bi me xweş
Da me heş
Em bi bîna wê sermest
Em pê şabin serbest

* * *
Nazenîn
Xemrevîn
Xemilîn
Pê zemîn
Guleke bê kelem e
Di nav baxê ÎREM e

 * * *
Gula sor
Em li dor
Bicivin
Bîn bikin dor bi dor

Qedrî Can, Şam 1943
Vê sibehê li Stenbolê, li Ruhayê û li çend bajarên din pûlisên rejîma dîktator ya AKP-ê dîsa bi berbanga sibê ra weke gurên har avêtine ser gelek malên kurdan û gelek însan girtine bin çavan.
Di înternetê da min rismên pûlisan dît, hemû bi maskê û bi çek di bînayekê da bi zor dikevin mala kurdekî ku her kes hîn di xew da ye.

Yekî nizanibe wê bibêje yên du hundur da qey bi çek, bi tank û top in.
Gava ez dibînim dewşîrme û mahcirekî Kafkasan vê zulmê, vê çavsoriyê li kurdan dike, pûlisên bi maske, di destên wan da çekekên giran zarokên kurdan ji xew radikin ez ji hêrsan dibehecim…

Li ciyê rehetiyê, kêfî û ji bo ku kanin bi kurdan vê zulmê li vî miletê bêsûc û bêguneh dikin.
Li tu welatekî din yê cîhanê li hemberî miletekî teroreke hewqas mezin nayê meşandin.

Lê hin siyasetmedarên kurd hîn jî xwe dikin qurbana Erdogan û pesnê demokrasiya rejîma wî didin.
Li Tirkiyê êdî sûcê herî mezin kurdbûn e, kî bibêje ez kurd im û doza mafên kurdan bike malikê lê dişewitînin. Rexnekirina Erdogan ji rexnekirina Pêxember û Xwedê jî tahlûketir bûye, kî bi du gotina Erdogan rexne bike, roja din di heqwê wî da doz vedibe.

Welhasil tiştê meriv dibîne, Erdogan jiyan li kurdan kiriye zîndan, nêta wî heye 50-60 hezar kurd têxe zindanan.

13 mars 2012

Îşev ketim çavê xanimê

Îro li dikanê dezgeha masîfiroş bala min kişand. Masîfiroş masî li ser dezgeha xwe hewqasî xweşik û bi dûzan rêz kiribû di cî da dilê min bijiyayê. Min telefonî xanimê kir, min got, ma em îşev masiyan bixwin?

Got, baş e, bikire.
Masiyekî swêdiyan heye jê ra dibêjin ”röding”, hestiyê wî kêm e, ez jê gelkî hez dikim. Bi kurdî meriv dikane jê ra bibêje ”sorik”. Min masiyê xwe, soseke hazir, patat û hinek jî şiwêt(dereotu) kirî û berê xwe da malê.

Ez ne aşpêjekî baş im, lê ji çêkirina xwarinê hez dikim. Û herçî çêkirina masî ye ez nahêlim xanim destê xwe bidê, hostê çêkirina masiyan ez im. Ji xwe çêkirina sorik pir rehet e, ez ji sorkirina wî hez dikim. Min îro jî wisa kir. Ji şansê min ra îro ji her rojê baştir çêbû.

Piştî ku masiyê min bû, min mase jî xweşik hazir kir û masiyê xwe danî ser masê.
Li malê şerabeke me ya vekirî hebû, min ew jî anî danî ser masê û me dest bi xwarin, vexwarin û sohbetê kir.

Lawikê me yê li ba me goştnexur e, yanî vejeteryan e, ez û xanim tenê goşt û masiyan dixwin.
Roja ku ez karekî nakim û tenê li ber kompîtorê rûdinim, ruyê xanimê dibe juju, bi serê poz bi min ra dipeyive. Lê îro, piştî ku min masî çêkir û sifre xemiland û ew jî hat li ser sifra hazir rûnişt, li hemberî min gelkî kibar û nazik bû, evîn ji çavên wê difûriya.

Loma jî temiya min li we, heger hûn dixwazin li mal şer û pevçûn tunebe û xanim zêde zulmê li we neke, kar bikin, got çi bikin, heta berî ku ew bibêje hûn bi xwe însîyatîfê bigrin û bikin.
Wê demê hûnê bêtir têkevin çavê xanimê…

Dibe ku ev dîtina min ne li gorî we be, lê ez qala tecrûbeyên xwe dikim, min çi dîtiye ez wê dibêjim…


XXX
Li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyê, di meha sibatê da li Tirkiyê 963 kes hatin binçavkirin û 168 kes jî hatine tewqîfkirin.

Helbet kesên hatine girtin û tewqîfkirin hemû kurd in ya jî hin kesên dostên BDP-ê ne.
Di girtîgehên Tirkiyê da bêyî qatilan û hin kesên diz û krîmînel êdî tenê kurd hene…
Hukûmetên berê kurd dikuştin û bi vî hawî ji kurdan xelas dibûn, hukûmeta AKP-ê zêde nakuje..., lê dixwwaze bi riya girtinan kurdan biqedîne û ji wan xelas bibe.

Bi van girtinên siyasî Tirkiye li cîhanê büye welatê yekem, di warê girtin û zindankirinê da li cîhanê tu welatekï din bi teqala Tirkiyê nakeve.

Hedefa hukûmeta AKP-ê ew e ku hemû siyasetmedarên BDP-ê bi îthama endambûna KCK-ê bigre û bavêje zindanê.

Di nava 3 salan da 7-8 hezar însan avêtin zindanê, lê hukûnmet dîsa jî ji hedefa xwe ya esasî, girtina hemû siyasetmedarên BDP-ê gelkî dûr e. Ji bo gihîşetina vê hedefê dibê 40-50 hezar kessên din jî bavêjin zindanan.

Hukûmet gav bi gav berbî vê hedefa xwe ve dimeşe...



XXX
Tanuiyê Kenyayî yê ”tirk”(!) di Şampiyoniya Cîhanê ya Atletîzmê da medelya zîv girt. Tirk vê serkeftina yekî ”tirk” bi asîmanan dixin.

Ji ber ku ji wan bi xwe tu carî tiştekî baş sadir nabe, loma jî cuzdanek dan Tanuiyê kenyayî û di nava rojekê da ew kirin ”tirk” û pê medeleye qezenc kirin.
Û ev serkeftin jî bû ya tirkan (!)

Tirk wiha ne, çavên wan tim li sextekariyê û li hîla ye, berê jî ji Bûlgarîstanê bi vî rengî sporcî kiribûn tirk û di halterê da medelye girtibûn.

12 mars 2012

Hukûmeta AKP-ê dest bi çivan kir

Wezîrê perwerdeyê yê Tirkiyê Omer Dînçer, derbarê perwerdeya bi zimanê kurdî da weke lutfeke mezin gotiye, ”kurdî dikane bibe derseke hilbijartî…”

Berê digotin kurd tunene, heta me hebûna kurdan bi wan da qebûlkirin çermê eniya me qetiya.
Nuha ndibêjin kurd hene lê mafê wan yê netewî tuneye, em perwerdeya bi kurdî qebûl nakin, kurdî dikane bibe derseke hilbijartî.

Dînçer û hukûmeta wî baş dizane ku kurd tiştekî wiha qebûl nakin, kurd weke her miletî mafên xwe yên netewî dixwazin, ji kesî xêr û sedeqeyekê naxwazin.

Hukûmeta AKP-ê bi çivên wiha dixwaze wextê dirêj bike, lê kurd dersmersên ”hilbijartî ” qebûl nakin, dibê hukûmet vê çîrokê ji bîr bike.

Çi mafên tirkan heye, dibê yên kurdan jî hebe. Heger hûn dixwazin kurd û tirk bi hev ra di bin banê dewletekê da bijîn berî her tiştî dibê nasnameya kurd were qebûlkirin û zimanê kurdî bibe zimanê resmî, dibê navê wealtê kurdan û ala wan were qebûlkirin.

”Dersên hilbijarte, qursên zimanê kurdî”, vana ne pêşniyarên qebûlkirinê ne, dibê tirk dev ji van taktîk û çivan berdin.


XXX
Ji hutika mêrekî hîn serttir e,
gotina jinê ya dawî.
Yek diranê te diweşîne,
ya din jî xeyalên te.


XXX
Xwe mezindîtin tişetekî ne baş e,
lê xwe biçûkdîtin jî şaş e.


XXX
-Dema bi guliyê wê ve ye dar bi qîmeta pelê nizane,
gava pel diweşe dar fêm dike bê çiqasî ji wê hez dike.


XXX
-Kesê gotinên xwe di cî da bikar bîne,
mecbûrî uzirxwestinê namîne.
Rast e, lê gava her kes gotinên xwe di cî da bikar bîne,
wê demê jî tahm û teşxeleya jiyanê namîne.
XXX

-Ji min ra hevalê xwe bibêje, tu kî ye ez ji te ra bibêjim.

XXX
Hevalê baş weke dareke sîdar e, meriv tim dikane di bin siya wê da rûne.

11 mars 2012

Nexweşiyeke bêderman

Di 9-ê adarê da gelek partî, rêxistin, komele, sendîka û şexsiyetên Kurdistanî li Diyarbekrê ji bo hevkarî û yekîtiyeke netewî di civîneke bi navê "Yekîtiya Neteweyi ya Bi Aqlê Muşterek" da hatin ba hev û 3 rojan li ser gelşên kurdan û riyên hevkariyeke netewî peyivin.

Piştî sê roj minaqaşe hemû hêzên beşdarî civînê bûbûn bi hev ra deklarasyoneke miştereke ya pir baş belav kirin.

Di demeke wiha dîrokî û nazik da ku li herçar perçeyên Kurdistanê dijmin êrîşî ser kurdan dikin, ev gava kurdan ya berbî hevkarî û yekîtiyeke netewî ve bêguman dibê her kurdî kêfxweş û dilşa bike.
Lê mixabin hin kurd bi vê hevkariya kurdan kêfxweş nabin. Heta ne tenê kêfxweş nabin, di ser da pir jî pê diqeherin.

Di înternetê da ez bala xwe didimê hin kesên bêmesûliyet di bin xêliya dijminatiya PKK-ê da dijminatiya vê nêzîkbûn û hevkariya kurdan dikin.

Ji bo hin kesên bêmesûliyet dijminatiya PKK-ê bûye nexweşiyeke bêderman, bûye şiklê jiyana wan, bûye mijara kêf û zewqa wan, ji vê dijminatiyê kêf û zewqekê digrin, pê sebra xwe tînin.

Hevkarî û yekîtiya kurdan ya li dijî dijmin ji bo van kesan qet ne derd e, ji bo wan ya herî girîng ne dejmin e, ne dewleta tirk e, dijminatiya PKK-ê ye. Ji bo ku kanibin dijminatiya PKK-ê bikin li dijî hevkarî û yekîtiya kurdan jî derdikvin û neyartiya gavên wiha dikin.

Loma jî ji ber ku BDP di nava vê platforma netewî da ye dijberiya wê dikin, henekên xwe pê dikin.
Xwedê aqilekî bide van kesan…


XXX
Bîstûyeksal berê(191-03-11) di rojeke weke ya îro da miletê kurd li başûrê Kurdistanê li Hewlêra rengîn li hemberî rejîma Baas ya fîşîst û qatil serîhilda û Hewlêr rizgar kirin û dû ra jî Hewlêr kirin paytexta Kurdistanê.
Serîhildana miletê kurd ya 11-ê Adarê li gelê Hewlêrê û li hemû kurdan pîroz be!


XXX
Hevalo temiya min li te:
ne ji yê kor
ji yê nankor,
ne ji yê bêrû,
ji yê durû,
ne ji yê tîpheram,
ji yê şîrheram bitirse.


XXX
-Ne ji pereyê ku miriv qezenc kiriye,
ji merivê ku pera ew qezenc kiriye dibê were tirsîn

Berpirsiyarên asîmîlebûna zarokan dê û bav in

Serokê belediya Diyarbekrê Osman Baydemîr, çend roj berê ji perwerdeya zarokxaneyên Diyarbekrê gazin kiribû û gotibû ku ji roja wî zarokên xwe şandine zarokxaneyê û virda ye zarokên wî bi wan ra bi kurdî napeyivin.

Ev yek rast e û gelşeke pir mezin e. Ji ber ku li zarokxaneyan zarok zû asîmîle dibin.
Berê li Kurdistanê ji ber ku di her malbatê da çend cîl bi hev ra dijiyan û piraniya jinan jî nedixebitîn, li mal bûn, loma jî zarok heta 7 saliya xwe bi kurdî baş xerab bingehek digirtin û ji asîmîlasyona total xelas dibûn.

Tirkî, piştî ku dest bi dibistanê dikirin fêr dibûn. Lê heta 7 saliyê bingehek kurdî digirtin. Vê bingehê ew ji asîmîlasyonê xelas dikir. Ji xwe sebebê ku kurd heta nuha asîmîle nebûne ev e, heta heft saliya xwe bi kurdî dipeyivîn û dû ra li dibistanê jî tirkî fêr dibûn.
Loma jî zarok weke îro zû asîmîle nedibûn.

Lê îro rewş li Kurdistanê hatiye guhertin, malbat biçûk bûne û gelek jin jî weke mêran dixebitin, kesên li mal li zarokan binêrin tunene. Loma jî gelek dê û bav mecbûr dibin ku zarokên xwe bişînin zarokxaneyan.

Û li zarokxaneyan jî ji ber ku ziman bi tirkî ye zarok zû asîmîle dibin û li malê naxwazin bi dê û bavên xwe ra bi kurdî bipeyivin.

Li Swêd him zarokxane hene û him jî sîstema ”dadîtiyê”, nêrîna li malê heye.
Zarokxane weke dibistanan ji alî belediyê ve tê vekirin, belediye mecbûr e ji bo hemû zarokên wê taxê cî temîn bike.

Û li alî din sîstema dadîtiyê heye. Yanî jinek li mala xwe li çend zarokan mêze dike.
Dê û bav weke bibin zarokxaneyê, zarokên xwe dibin mala dadiyê û êvarî jî gava ji kar tên diçin zarokên digrin.

Dibê êdî li Kurdistanê jî ev sîstem hebe. Yanî him zarokxane û him jî jinên ya jî kesên ku li malan li zarokan mêze dikin hebin. Bi tirkî jê ra dibêjin, ”çocûk bakicisi” yanî kesa ku li zarokan dinêre.

Weke li Swêd, dibê li Diyarbekrê û li bajarên din yên Kurdistanê jî belediye zarokxaneyan veke.
Na heger qanûn nuha dest nade, wê demê jî dibê kesên kurd dest bavêjin vî karî û li alî din jî sîstema dadîtiyê jî were destpêkirin.

Dema tiştekî wiha dest pê bike weke dersxaneyan, ewê zû belav bibe û kesên xwenda û ehil, bi tahsîl jî ewê dest bavêjin vî karî.

Ya din, ji xwe ji dêlî ku meriv zarokên xwe bişîne zarokxaneyeke tirkperest ku zarokên meriv asîmîle bike, meriv deyne ba jineke kurd ya kurdîaxêv sed qatî çêtir e.

Hema ew jin qet tiştekî nizanibe, heta êvarî bi zarokan ra bi kurdî bipeyive jî bes e.
Û ji xwe gava bazar hebe, însanên zana, bi tahsîl û ehlê vî karî jî weke dersxaneyan ewê têkevin bazarê û dest bi vî karî bikin.

Loma jî kêmasî û sûc ji zarokxaneyan bêtir, yê dê û bava ye, weke bav yê Baydemîr e..
Baydemîr ne mecbûr e zarokên xwe bişîne zarokxaneyeke ku zarokên wî asîmîle dike, dikane deyne ba jineke kurd.

Li Diyarbekrê bi hezaran kesên bêkar hene. Her jinek li mala xwe ya jî li mala zarokekî dikane li çend zarokan binêre. Kêmasiyên jinê hebe meriv dikane perwerde û fêr bike, lîstok û materyalên din temîn bike….

Yanî dema belediye, siyasetmedar, ronakbîr û dê û bav serên xwe bi vê meseleyê ra biêşînin riyên çareseriyê pir in.

Ji bo kurdan mesele perwerdeya zarokan ya berî dibistanê îro meseleya herî girîng e, dibê kurd di zarokaxaneyan da asîmîlebûna zarokên xwe ebeden qebûl nekin û zarokên xwe neşînin van hêlînên asîmîlasyonê.

Lê li gel vê zanînê jî kesên zarokên xwe bişînin zarokxaneyên tirkî wê demê jî mafê wan yê gazinan tuneye.

10 mars 2012

Zarokên me bi bername û fîlmên tirkî mezin dibin

Çend roj berê kanaleke telewîzyonê ya nuh, Nûçe TV-ê li cîhana telewîzyonên kurdî zêde bû. Bi xêr û bimbarek be û jê ra serkeftinê dixwazim.

Bîstek berê di înternetê da min cara pêşî li programa bi Ertugrul Kurkçu ra temaşa kir.

Ji ber ku navê wê ”Nûçe TV-ê” ye, min wisa bawer dikir ku ewê tenê nûçeyan biweşîne. Ji xwe di îlanê da jî hatibû gotin ku ewê ji saetê carê xeberên bi kurdî, tirkî û ...îngilîzî bide.

Lê tiştê ez dibînim ewê ne tenê nûçeyan, weke Roj TV-ê tiştên din jî biweşîne yanî meriv dikane bibêje ku ewê dewsa Roj TV-ê dagre û kurdî dîsa ewê ne zimanê esasî be.

Nûçe TV, Roj TV, Stêrk TV, Newroz TV, Zagroz TV, Kurdsat, Kurdistan Tv û Kurd1 hemû jî kanalên kurdan e. Belkî hin kanalên din jî hene.

Lê bêyî Kurd1-ê, hemû kanalên din jî dişibin hev û weşanên nêzî hev dikin; xeber, muzîk û hevpeyvîn.

Ji van kanalan yek jî(Kurd1 ne tê da)li dijî asîmîlasyonê û ji bo zarokên kurd tiştekî nakin, programên hemûyan mişt reqlam û propaganedeya partiyên wan û tingering û leqleqa siyasî ye.
Ji van telewîzyonan yek jî berê xwe nade zarokên kurdan û bernameyên ku xîtabî zarokan bikin, zarokan celbî temaşekirina kurdî bikin çênakin.

Û loma jî zarokên kurdan ji sibehê heta êvarî li ber kanalên tirkî, farisî û erebî rûdinin û him asîmîle dibin û him jî ji kurdayetiyê dûr dikevin. Bi taybetî jî zarokên kurdên bakur ji kanalên tirkî fikir û ramanên tirkperestiyê digrin, dibin xerîbê ziman û qewmê xwe.

Ji bo me kurdan ev felakteke mezin e, ma ne dibê nuha di van kanalan hemûyan da bernameyên zarokan hebûna. Ya jî kanalek, du kanalên zarokan hebûna û giranî bidana bername û fîlmên zarokan, fîlmên karton...

Hêzên siyasî, kesên dî desthilat dibê li ser vê meselê rawestin û di vî warî da miheqeq gavekê bavêjin.

Dibê kurd weke her miletî ji zarokên xwe ra bername û fîlmên zarokan çêkin, bidin çêkirin. Û him jî dibê bi rengekî cidî û profesyonel werin çêkirin ji bo ku kanibin bi bername û fîlmên tirkî ra reqabetê bikin.
Ya na, zarokên me ewê di bin tesîra fikir û ramanên tirk, faris û ereban da bimînin û asîmîle bibin.

Êdî dawiya derewan hat

Berdevkê serokwezîr Bulent Arinç, di civîna 8-ê Adarê roja jinan da peyivîye û gotiye, "Mihemet Akif jî nirxê me ye, dilê wî li welatê wî ma. Cihê Nazim Hikmet jî di dilê me de heye.” Û dû ra jî serê gotinê, navê Şivan Perwer jî bilêvkiriye û gotiye, ”Şivan Perwer jî nirxê me ye."

Rast e, Arinç ji Akîf û Hîkmet hez dike û bi ”çavê nirxên xwe” li wan dinêre, lê herçî Şivan Perwer e, rast nabêje, vira dike.

Heger Arinç bi rastî jî ji Şivan Perwer hez dike û bi çavê ”hunermendê xwe” lê dinêre dibê zimanê Şivan Perwer serbest bike.

Arinç, hîn do bû got, ”kurdî ne zimanê medeniyetê ye û ne mimkûn e ku ez perwerdeya bi kurdî qebûl bikim. Dibê kes tiştekî wiha ji me nepê.”

Û eynî meriv nuha jî dibêje efendim Şivan Perwer jî ”nirxê” me ye û nizanim çi...
Arinç, çeka xwe ya baweriyê qedand, êdî tu kurd bi qasî serê derziyê jî ji gotinên Arinç bawer nake û bi demagojiyên wiha naxapa.

Ji ber ku ya girîng ne gotin e, kirin e, heger Arinç ji Şivan Perwer pir hez dike û bi rastî jî bi çavê hunermendekî xwe lê dinêre, bira zimanê diya Şivan Perwer serbest bike, bira bihêle zarokên gelê Şivan herin bi zimanê xwe bixwînin.
Loma jî Şivan jî ”nirxekî” me ye demogajiyeke vala ye, kurd tenê pê dikenin.



XXX
Satilmiş Dîlbazê tirk piştî daweta xwe lêxist çû Almanyayê xebatê. Deh sal di ser ra derbas bûn Stailmiş rojekê vegeriya çû mala xwe. Bala xwe dayê ku wa ye 3 zarokên biçûk li hundur in. Ji jinikê ra got:
-Qîzê ma ev lawikê mezin yê kê ye?
Jinikê got:
-Wîîî, ma qey te ji bîr kiriye, dema tu çû ew li destê min bû.
Satilmiş got:
-Ê le evê ortê, ma ew kînga çê bû?
Jinikê dîsa got:
-Weleh hiş di serê te da nemaye, ma ne gava tu çû ez bi halkî bûm, ew di paxila min da bû.
Li ser vê bersîvê, Satilmiş got:
-Ê baş e, le evê biçûkê sê çar salî, ma ew jî lawê min e?
Jinikê got:
-Ê ji xwe ew jî ji te ra nabêje bavo! Feqîro ji xwe ra li wir rûniştiye û mastikê xwe dixwe….


XXX
Bûk çû mala bavê xwe zeyî. Bavê jê pirsî, got:
-Keça min, li gund çi heye, çi tuneye?
Keçikê got:
-Bavo, weleh tiş tekî xerîb tuneye. Tiştê xerîb, zavê te Biro bû muxtarê gundê me.
Ji dêlî ku bavê bûkê bi vê xebera keça xwe kêfxweş bibe, li çonga xwe xist û got:
-Wey li min, ku Biro jî bû muxtar wê gavê li gund kes nemaye, hemû mirine…

Carê bala xwe bidin derûdora xwe, gelek Biro bûne pêşeng, rêber û serokên kurdan. Lê ya xerab kes li çonga xwe jî naxe….

08 mars 2012

Dilê min jî pê ra lêxist

Min nuha di telewîzyona Swêd di kanala 2-an da li fîlmekî dokumamter(Li wir dilê min lêdixe)temaşe kir.

Haya min ji fîlm tunebû, piştî xeberên swêdî gava min kanal guherand min dît kanala 2-an tiştekî li ser Afganîstanê nîşan dide û keçika dipeyive jî bi kurdî dipeyive. Vê yekê meraqa min bêtir zêde kir û bala min kişand û min û xaninê û lawikê me Rojen dest bi temaşekirinê kir.

Malbateke kurdên(ez bawer dikim ji grûba Fedaiyan)Rojhilat Îranê di dema şer da direvin Afganîstanê û çend salan li wir dimînin. Xezar Fatemî li Kabûlê dest bi dibistanê dike û belkî salekê du salan dixwîne û dû ra jî koçberî Swêd, bajarê Stockholmê dibin.

Di sala 1989-an da Xezar Fatemî û malbata wê, Afganîstanê terk dikin û tên îltîcayî Swêd dikin.
Di fîlm da bavê wê nîşan nedan û qala wî jî nekirin, ez nizanim hatiye kuştin ya jî ji xwe beşdar nebû ya jî di destpêkê da bû min nedît.

Piştî 20 salan Xezar biryara xwe dide ji bo ku here cî û warê zaroktiya xwe bibîne û kela dilê xwe û  bîrîkirina xwe aş bike. Dixwaze kesên li pey xwe hîştine û bi taybetî jî hevala xwe ya zaroktiyê û ya lîstikê bibîne, qedera wê fêr bibe, gelo dijî ya najî, li ku ye û çi dike?

Rismekî wê û yê keçika hevala wê di destê wê da û diçe dibistana zaroktiya xwe, rê mamoste û hevalên xwe dide û li wan der û ciyên ku bi hev ra lê lîstibûn digere û li hevala xwe dipirse, lê wê nabîne, kes bi qederfa wê nizane. Kes nizane gelo hatiye kuştin ya ew jî weke Xezarê li welatekî dûr dijî.

Berî çûyinê, diya wê ditirse, naxwaxe Xezar here Afganîstanê, lê ew îtîraz û rica diya xwe qebûl nake û ji riya xwe namîne, wê hesretê di diê xwe da nahêle.

Dû ra dilê diya wê rehet nake, ew jî radibe dide pey wê û diçe Afganîstanê, herdu, dê û dot, li Kabûlê hevûdu dibînin û bi hev ra diherin mala ku Xezar lê mezin bûye û li wan kuçe û kolanên ku ew bi hev ra lê geriyane digerin.
Malbata di xaniyê mala Xezarê da dijîn zêde rû nadin Xezarê û diya wê û wan bera hundur nadin, dibêjin em qebûl naki hûn bi kamereyê werin hundur.

Ev yek tesîreke mezin li Xezar û diya wê dike û herdu bi serhev da digrîn. Çimkî hinek nahêlin ew herin "mala" xwe ya bi salan...

Dokumanterekî vegera min anî bîra min, lom jî min jê pir hez kir. Vegera min ya piştî 30 salan jî eynî heycan da min û di dema ziyareta mala me da min jî eynî hêsir barandibûn.

Cî û warên zaroktiya meriv lê derbas bûbe weke himêza diya meriv e, meriv tim bîriyê dike, hêzeke nediyar tim meriv bi wî alî da dikşîne..

Bi sedan, heta bi hezaran kurd jî piştî 20, 30 salan vegeriyan welatê xwe, lê yek kanala telewîzyoneke kurdî bîra çêkirina fîlmekekî wiha nebir û dokumanterekî wiha çênekir.
Heyf, xwezî kurd jî bîra tiştên wiha bibin…


XXX
Ez 8-ê Adarê di serî da li jinên kurd yên li serê çiyan û yên di hefs û zindanan da û li hemû jinên kurd yên fedakar û têkoşer û li jinên cîhanê yên kedkar pîroz dikim û di riya wekhevî û azadiyê da ji wan ra serkeftinê dixwazim.
Jinên kurd serbilindiya miletê kurd in, bi saya xebat û têkoşîna wan ya di tevgera kurd ya netewî da azadî û serxwebûna miletê kurd nêzîktir bûye.
Ji bo vê tê têkoşîn û liberxwedana wa ya bêhempa ez sipasdar û minetdarê hemû jinên kurd im.
Hezar carî sipas ji bo vê xebat, fedarî û canfîdayiya we...

07 mars 2012

Siyaseta AKP-ê: Tu baş î lê birayê te bênamûsekî dêqahp e !

Başçawîşê tirk yê qereqolê ji muxtarê kurd yê gund ra got, ”muxtar, weleh tu merivekî pir baş î, pir rind î, lê belê birayê te yê dêqahp merivekî pir bênamûs û bêşeref e, ew bi destê min keve ezê kera bikşînim ser diya wî…”

Erdogan, Hukûmeta AKP-ê, û medya tirk jî li hemberî kurdan eynî siyasetê dimeşîne, ji Burkay û hemû kurdên ”sipî” û ”maqûl” ra dibêjin, ”hûn pir baş in, hûn pir maqûl in”, lê belê PKK, KCK û BDP pîs, terorîst û ”dêqahp” in….

Û yên me jî ji dêlî ku bibêjin ”pîs, terorîst û dêqhpê” herî mezin hûn in, serê xwe li ba dikin û dibêjin rast e, bi rastî jî vana merivên pir nerehet in, dibê ji ortê rabin…


XXX
Zarokê bi navê F.G ku tecawiz û îşkenceya di girtîgeha Pozantiyê da ji rojnameya Tarafê ra eşkere kiribû, do ew û sê nûçegîhanên DÎHA-ê û gelek kesên din li Edenê ji alî pûlisan ve hate binçavkirin û îro jî ji alî dadgehê ve hat tewqîfkirin.

Esas dadgehên Tirkiyê ji bo kurdan êdî ji dadgehbûnê derketine, bûne ”Mahkemeyên Engizisyonê.”
Pûlisan weke hertim qulpeke ji girtinê ra çêkirin, sebebê girtina F.G kirin “beşdarûna xwepêşandana korsan”.

Ev dewlet him tecawizî zarokên me dike û him jî nahêle zarok bibîjin ev zulm li min bûye, dema dibêjin digrin û dîsa davêjin zindanê.

Hukûmeta AKP-ê dixwaze bi vê terorê bêsînor tevgera kurd ya netewî bişkîne û kurdan teslîm bigre…
Ji salên 1950-î virdaye ev cara pêşîye kul i hemberî kurdan teroreke hewqas mezin û hewqas berfireh tê meşandin.


XXX
Dîtin jî êdî bûye weke pera(pere), dîtinên kê çuqas zêde û pir bin ew hewqasî li karê ye, li gorî şert û mercan yekê dide pêş û pê karê xwe dimeşîne.


 XXX
Shakespare gotiye, ”teseliya derengmayî dişibe efûya piştî îdamê.”
Bi telaq mamê Şakir(Shakespare) rast gotiye, hema her tiştê derengmayî, heta bigihîje dewlemendî û evîna derengmayî jî ne xweş e.
Bi dewlemendiya derengmayî meriv nikane tu quzulqurtê bike û bi evîna derengmayî jî xelk bi meriv dikene…

06 mars 2012

Heta ku axayên siyasetê û şufêrên ecemî hebin qamyona me ewê tim wergere

M. Huseyîn Taysûn, di malpera Kurdînfoyê da li ser teşxeleya di nava Hak-Parê da û veqetandinên hin kesan çîrokek xweş nivîsîye. Çîrok bi tirkî ye, min ew kir kurdî. Ez bawer dikim hûnê jî jê hez bikin.

 Axayekî ku tu carî kêmasî û şaşiya xwe qebûl nake hebûye. Piştî çinînê axa qamyonê tije genim dike û bi şufêrê xwe ra dişîne bajêr. Şufêr bi rêve qezayê dike û qamyon werdigere. Piştî ku axa bûyerê dibihîze bi telefonê bi şufêr ra dipeyive. Di nabêna şufêr û axê da ev axaftina jêr derbas dibe.

 Axa:
-Lawê min, min bihîst te qeza kiriye, qamyon wergeriyaye, bihurtî be. Înşelah hûn selamet in. Rewşa we çawa ye?
Şufêr:
-Axa, şikir ji Xwedê ra em pir aş in. Tirştekî tu meraq bikî tuneye. Tenê ji 8 rêwiyên ku me ji gundê cîran girtibû 4 hebên wan mirin û 4 –ê din jî giran birîndar in. Lê elhemdulîlah herdu merivên me yên di şufêrmeheliyê da bûn sipûsaxlem in. Tiştek bi wan nehat.
Axa:
-Law ma qamyonê pir zirar dîtiye ya na? Ma dikane derkeve trafîkê?
Şufêr:
-Na, na netirse, elhemdulîlah tu zirareke mezin tuneye. Tu tenê ji me ra karbîratorekê, vantîlatorekê, komple motorekê, şasekê û hinek jî pere bişîne temam e. Tu qet meraq neke, piştî ku te ev tişt şandin, ezê qamyonê li hev ragirim û vegerim gund.”
 Hyseyîn Taysûn, di dawiya çîrokê da jî gotoye, ”Xwedê gelê kurd ji axayên siyasetê û şufêrên ecemî biparêze.”
Hêvî dikim ku dua te qebûl bibe, lê ez dizanim ev îş bi dua nabe, dibê meriv li hemberî axayên siyasetê û şufêrên ecemî micadelê bide.


XXX
Pîreka serokwezîr Erdogan Emîne Erdogan, di bin tedbîrên pir mezin da îro çû gundê Roboskê. Ehlên Roboskê Emîne Erdogan bi pankertên, ”em ne tezmînatê, eşkerekirina qatilên bûyerê dixwazin" û "hûn dereng hatin, lê hûn bi xêr hatin" pêşwaziya wê kirin.

Dihat gotin ku Erdogan û xanima xwe ewê bi hev ra biçûyana Roboskê. Lê wa ye Erdogan cesaret nekiriye here. Bi îhtîmaleke mezin ji derketine hin bûyerên ne xweş ditirse.

Ya din jî dema ewê çi bibêje?
Her kes dizane ku yê emir daye Erdogan û serokerkanê wî ye. Û ji xwe Erdogan jî serokerkanê artêşa xwe piştî qetlîamê bi çend rojan pîroz kir.

Ma Erdoganê rabe xwe û serolerkanê xwe bide girtin û bibêje me kiriye? Bêguman nabêje û ewê nebêje jî.

Ji xwe loma jî Erdogan bi tazmînatê, bi serdanên wiha û bi dirêjkirina demê dixwaze serî li meselê bigerîne, demê dirêj bike, belkî bi vî hawî mesele hinekî sar bibe û malbatên şehîdan jî nerm bibin.
Loma jî tim dibêjin efendim , lêkolîn dom dikin.

Ev sê meh in hîn nikanin derxin bê kê emir da pîlotan û got herin van zarokan qetil bikin (!)
Lêkolîn û nizanim çi hemû vir e, her tişt vekirî û eşkereye, dixwazin bi çend quriş pere xwîna 34 zarokên kurd wenda bikin.


XXX
Ji kerê ra gotin, ”Wa ye qasid şandine pê te, te vedixwînin/diezimînin dawetê.”
Ker keniya û got:
-Ji xêrê ra naşînin pey min, miheqeq dikin ava dawetê bi min bidin kişandin.
Erdogan jî li hemberî kurdan eynî siyasetê dimeşîne, ji bo ku karê xwe bi hin kurdan bide kirin, wan diezimîne Anqereyê, merivên xwe dişîne pêrgî wan û li vir û li wir kar dide gelekan.
Û kurdên me jî vexwendina wî û hukûmetê bi kêfxweşî qebûl dikin û bi çargaviyê diçin vexwendinaên Erdogan û hukûmetê.
Lê fêm nakin ku hukûmeta AKP-ê ji xêrê ra bang wan nake, miheqeq karekî hukûmetê ketiye ba wan loma.
Sibe, dema karê wan qediya, ewê riya derî nîşanî wan bidin û bibêjin oxira we ya xêrê be…

05 mars 2012

Hebûna me bi jiyana zimanê me ve girêdayî ye

Îro li ciyê kar min nivîseke kin li ser parastina zimên nivîsî. Nivîske kin bû lê baş bû. Nuha bi şaşî min ew nivîsa xwe avêt û kopiya wî jî li ba min tuneye.

Ez gelkî li ber ketim. Esas ev ne cara pêşî ye ez keda xwe wiha bi erdê da berdim.
Ji mecbûrî dibê ez ji nuh ve binivîsînim. Di nivîsê da min çi gotibû baş nayê bîra min, lê dîsa jî ezê hewil bidim di vî warî da çend gotinan bibêjim.

Tiştek pir vekirî ye, dewlet dixwaze me asîmîle bike û bi vê riyê bike tirk. Em hemû kurd viya dibînin û dizanin. Yanî nêta dewletê helandina me ye.

Ji dijmin gazin nabe, ew karê xwe dike. Lê hemberî vê nêta dijmin em jî ji bin da ne bêçare ne, heger em bixwazin em dikanin li hemberî vê asîmîlasyonê heta dereceyekê xwe biparêzin.

Em ji hukûmeta AKP-ê perwerdeya bi kurdî dixwazin lê hukûmet nade, dibêje na. Û ewê zû bi zû jî vî mafî nede me.

Bi baweriya min her kurd heger bixwaze dikane bi xurtî li dijî asîmîmîlasyonê şerekî pir girîng û pir hêja bide û bi vê riyê ji bo kurd û Kurdistanê xizmeteke mezin bike.

Hema ne pir, heger her kurd bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin û navên kurdî li zarokên xwe kin, ev yek bi serê xwe li dijî asîmîlasyonê şerekî pir hêja û pir girîng e.

Dibistana herî girîng mal e, heger her kurd di mala xwe da bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyive kurdî ewê bijî. Zimanê ku ji nifşekî/cîlekî dewrî nifşekî din nebe mahkûmî mirinê ye. Gava em bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin temenê kurdî kin dibe.

Zarok ne tenê pêşeroja me, pêşeroja zimanê me ne jî, heger zarokên me bi kurdî mezin nebin edebiyat û muzîka kurdî jî namîne. Çimkî muzîk jî û edebiyat jî bi zimên çêdibe.

Heger zarok tunebe dibê bi malbat, dost û heval, yanî bi kurdan ra ne bi tirkî, bi kurdî bipeyive.
Kesê ku pê ra bi tirkî peyivî rexne bike û pê ra ebeden bi tirkî nepeyive.

Xwendin û nivîsandina kurdî fêr bibe û kesê dora xwe jî teşwîqî fêrbûnê bike.
Heger em kurdên Kurdistana bakur zimanê xwe wenda bikin emê bihelin û bibin tirk.
Ji ber ku tiştê me û tirkan ji hev digerîne ne reng e, ne dîn e û ne jî cografya ye, tenê ziman e û heta dereceyekê nav e jî.

Dema navê yekî/yekê ”Hakan, Alpaslan, Tolga û Furkan, Asena, Begum” be, meriv dizane ku ew şexs tirk e, ya jî dê û bav tirkparêz bûne, lê gava navên wî/wê ”Çeko, Azad, Burûsk, Gernas, Hêlîn, Rûken” be, meriv dizane ku ew kurd e.

Bêguman îstîsna dikanin hebin, lê bi piranî ji navan jî diyar dibe ku meriv ji kîjan miletî ye.
Yanî ziman û navên kurdî ji bo me kurdan nasnameyeke netewî ye, bi zimanê xwe û bi navên xwe diyar dibe ku em kurd in.

Ji xwe ji bo vê yekê ye dewleta tirk heta nuha kurdî û navên kurdî qedexe kiriye, nehîştiye kurd ne bi zimanê xwe bixwînin û ne jî navê kurdî bi rehetî bidin zarokên xwe.

Mesela guhertina navên gund, bajar, kuçe û kolanan jî ji ber eynî tiştî ye; dewlet naxwaze li tu dereke Kurdistanê nav û şopa kurdan hebe û binîme.

Nav, weke mohrê ye, her navekî kurdî di eynî wextê da tê maneya mohra kurdan, ew cî, ew war yê kurda ye û kurd li wir jiyan e.

Dewlet her nav û bermayiya ku kurdan bibîr tîne xera dike û diguherîne, ji bo ku ji dîrok û cagrafya Kurdistanê şopa kurdan nehêle…
Loma jî ji bo me kurdan ziman û nav li gorî miletên din gelkî girîngtir in, ew îspata hebûn û nasnameya me ne.

Kurdê ku îro bi tirkî distirê, bi tirkî dinivîse, bi tirkî dipeyive, bi tirkî siyasetê dike dibê meriv xweş nebîne, rexne bike û doza axaftina bi kurdî û berhemên bi kurdî lê bike.

Miletê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve û pêşda nebe, piştî demekê ji kok û kultura xwe qut dibe û dikeve bin bandora miletekî din, ziman û kultureke din û dû ra jî dihele û wenda dibe.
Heger heta îro em kurd li Kurdistana bakur neheliyan e û nebûne tirk, xêra zimanê me ye.

04 mars 2012

Bêsebriya sofî

Bêsebriya sofîSofî ji xwe ra jinbiyek dîtibû û dikira pê ra bizewiciya. Nas û dost li dorê kom bûbûn û pê ra ketibûn laqirdiyan. Sofî gelkî bêsebir bû, bawer nedikir ku bibe êvar û xwe bigihîne bûkê, loma jî gav û seetê tim ji der û dora xwa dipirsî, digot:
-Ma hîn ji êvarê ra pir maye lo?
Yên dorê jî tim digotin, erê hîn pir heye. Carek, du car, sê car, sofî êdî hew xwe ragirt, bi bêsebriyek mezin got:
-Hûnê bibînin, heger îro bû êvar ezê van simbêlên xwe ji kok da kur bikim…

XXX
Pîvan  Jinikê ji şufêrê texsiya ku sekinandibû pirsî:
-Tu yê heta Deriyê Mêrdînê min bi çuqasî bibî?
Şufêr got:
-Bi sed hezarî.
-Baş e, lê heger mêrê min jî bi min ra were?
Şufêr got:
-Ferq nake, dîsa sed hezar e.
Li ser vê bersîva şufêr, jinikê berê xwe da mêrê xwe û jê ra got:
-Binêr, belasebeb min ji te ra nedigot tu pênc peran nakî!

XXX
Kurê heywanekî…Di îşkencexana hefsa Diyarbekrê da zabitekî Tirk li hefsiyekî Kurd dixe, di ber ra jî tim zirtan dide xwe û dibêje:
-Navê min şêr lawê şêra ye, zû bipeyive, nexwe ezê te perçe-perçeyî bikim!
Lê yê Kurd napeyive. Bîstek derbas dibe, zabit bi hêrs dipirse, dibêje:
-Zû bibêje navê min çiye?
Hefsiyê Kurd dibêje:
-Weleh tu heywan kurê heywanekî bû lê nuha navê wî heywanî nayê bîra min.

XXX
Xewa wî nayêMêrik çû ser tuxtor, got tuxtor beg, xewa min nayê.
Tuxtor got:
- Her şev gava tu ketî nava nivînan heta 25 hezar mîhî bijmêr e, ewê xewa te were. Ev metod ji hemû dermên jî çêtir e.
Piştî sê rojan nexweş dîsa çû ser tuxtorê xwe, got:
-Tuxtor beg, tiştê te got min kir, min sê şevan li ser hev 25 hezar mihî jimartin. Dû ra min hiriya wan birî, min hirî şe kir û kir qumaş. Min hesab kir ku ewê 20 hezar qat kinc jê derkeve. Nuha ez difikirim ku îcar ezê perê terzî û yê astarê van kincan ji ku bînim? Loma jî dîsa xewa min nayê…

XXX
Medya Tirk
Yekî Kurd ji dêlî pêşmalê, rojnameyekê li dor nava xwe digerîne û dikve himamê. Yên vê yekê dibînin matmayî dimînin, dibêjin ev çi mesele ye?
-Ew jî dibêje:
-Hûn dizanin medya Tirk her tiştî mezin dike. Min got belkî yê min jî hinekî mezin bike..

Ziman jî dimre !

Li gorî tê texmînkirin li cîhanê li dora 6900 ziman hene û ji van zimanan nîvê wan pê nayê nivîsandin. Yanî tenê însan di nabêna xwe da pê dipeyivin. 

Û dîsa li gorî tê texmînkirin li cîhanê ji her du hefteyan carê zimanek dimre.
Heger heta çend salên din kurd li bakurê Kurdistanê mafê perwerdeyê ji dewleta tirk nestînin zimanê kurdî (kurmancî û zazakî) jî ewê bimre.

Kurdino, kurdî bi civîn û konferansan ji mirinê xelas nabe, ji bo ku kurdî nemre dibê kurd bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin. Zinaê ku ji cîlekî dewrî cîlekî din nebe mahkûmî mirinê ye.

Sebebê ku kurdî heta nuha nemiriye, kurd bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin. Lê nuha êdî piraniya kurdan bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin, loma jî kurdî ketiye dora zimanê mirî...


XXX
-Hûn dizanin ferqa di nabêna cehalet û dehayê da çi ye? Deha(zanîn) sînorên wê heye, lê cehalet tu sînorekî wê tuneye.
Û ji ber ku cehalet bêsînor e, loma bê pîvan e jî, meriv nikane mîtroyê lêxe bê kî çuqasî "dahî" û kî jî çuqasî cahil e.
Dinya jî xera bibe, tu hezar û yek şahidan jî bînî tu nikanî şaşî û "cehiliya" siyasetmedar û rîsipiyekî kurd pê bidî qebûlkirin.
Ewê tim ji te ra bibêje di nava siyasetmedarên kurd da yê herî dahî, yê herî biaqil, yê herî rast, yê herî paqij, yê herî bêkêmasî û bêşaşî tenê ew e...


XXX
Bulent Arinç di vê axaftina xwe ya dawî da heqaretê hîn mezintir li kurdî û kurdan kiriye û dîsa gotiye, bi kurdî perwerde nabe, çimkî kurdî ne zimanê medeniyetê ye.

Û ji Kurdistana Federe ra jî gotiye, "Bakurê Îraqê" û dû ra jî henekê xwe bi perwerdeya kurdî ya li Kurdistana Federe kiriye û gotiye, "dikane li bajarê Îraqê Silêmaniyê li mektebekê perwerde bi kurdî be, lê ev nayê wê maneyê ku meriv dikane ji dibistana destpêkê heta unîversîteyê bi kurdî bixwîne."
Arinç, him nahêle kurd bi zimanê xwe bixwînin û kurdî bi pêş xînin û him jî dibêje kesên bi kurdî zanin tunene û kurdî zimanekî pir feqîr û paşdamayî ye û loma jî nabe ku meriv vî zimanî bike zimanê perwerdeyê.
Di dawiya axaftina xwe da jî eşkere li dijî perwerdeya kurdî derketiye û gotiye, "dibê hûn bizanibin ne mimkûn e ku ez perwerdeya kurdî ji dibistana destpêkê heta unîversîteyê qebûl bikim."


XXX
Wek tê zanîn, "xortanî di jiyanê da care tê sere meriv". Û wê carê jî gelekên me qedir û qîmeta xortaniyê baş nizanin. Û dû ra jî gava hasil diçe mûsil dikin weke min dikin axa û offf...

Her bûdele(evdal) bûdeleyekî din ê ku wî biecibîne dibîne.
//BOİLEAU

Her kes dikane di fikrê xwe da şaş be. Lêbelê kesên bûdele şaşiyên xwe ebeden fêm nakin.
//CİCERO

Hûn çuqasî dirêj dijîn bijîn, bîst salên pêşî nîvê jiyana we ya herî dirêj e.
//SOUTHEY

03 mars 2012

Hin kes cî diguherînin

Wê rojê me bi Cemîl Gundogan ra li ser bûyerên dawî yên li Tirkiyê, vegera Kemal Burkay û transferên TRT6-ê yên van demên dawî sohbet dikir.

Gundogan, cûn û hatin, enîguhertin, transfer û hemû hemleyên AKP-ê normal dît û got, rejîma kemalîst têk çû û nuha hêzeke îslamî li ser hukum e.

Gelek kurdên berê bi hêzên kemalîst ra bûn nuha jê vediqetin, hinek tên ba me û hinek jî diçin ba rajîma nuh ya AKP-ê.

Û hinekên berê bi me ra yanî bi kurdan ra bûn, ew jî nuha ji kurdan vediqetin û diçin ba hukûmeta AKP-ê û dibin hevalbendên wê.

Ev çûn û hatin û guherandina ref û cepheyê hîn neqediyaye, di rojên pêş da ewê dom bike.
Li gorî Gundogan, loma jî dibê meriv têkiliyên hukûmetê û Burkay û hin siyasetmedarên kurd yên din di vê çarçeweya ref û cephe guhertinê da bibîne û zêde şaş nemîne.

Bi dîtina min jî tespîteke rast e, hinekên berê serok û kadirên kurdan yên pêşî bûn nuha diherin ba rejîmê û bibin aqilmendên AKP-ê û hinekên berê bi dewletê û rejîma kemalîst ra û AKP-ê ra bûn ewê jî ji wan veqetin û tên nava kurdan.

Ji xwe ji nuha da van çûnûhatinan wa ye dest pê kiriye. Gelek kesên berê bi AKP-ê ra, tevgera Refahê û partiyên tirk yên din ra bûn jê vediqetin û tên nava kurdan. Û li alî din hinek serok û kadirên kurdan yên berê jî ji tevgera kurd dûr dikevin û diçin ba hukûmeta AKP-ê, li wir cî li xwe xweş dikin.



XXX-Di bexçeyekî gulan da derbas bibe umrê min,
ezê dîsa jî di ser te ra tu gulê bîhn nekim gula min,
dixwaze bira bîhnkirina te bibe mirina min,
bawer bike tu hêjayî meriv ji bo te bimre gula min

XXX
-Di bedena min da canek heye bi qasî kefa destekî ye, di wî canî da dilek heye bi qasî cîhanekê ye, di wî dilî da evînek heye bi qasî hemû çiyayên dinyayê ye, di wê evînê da tu heyî û tu yê hebî heta ku ev can li darê dinyayê ye…

Înşelah hûnê mîkutoka derxin û Îbrahîm Guçlu jî ewê bibe dijminê we!

Lawikê Licî(Selîm Bakac)di taliya emrê xwe da weke zarokan mîkutok* derxistiye. Ev nêzî du mahan e hîn jê xelas nebûye.

Wê rojê ez û hevalekî, me çû seriyek dayê. Zûda ye di hundur da ye,bi dîtina me gelkî kêfxweş bû.
Ji me ra dûr û dirêj qala derdê mîkutokan kir. Got hevalno, her derd, her êş tê kişandin lê êşa mïkutokan nayê kişandin.

Lawikê Licî merivekî weke kevirê Qerejdaxê sert û saxlem e, tu... wî nexewirandî emeliyat bike jî nabêje ayyy.

Lêteslîmî êşa mîkutokan bûye. Hewqasî bi xedarî qala êşa wê dikir ji tirsan em jî qutufandin.
Li gora gotina wî êşa şêrpençeyê, ya dil, ya meju li ba êşa mîkutokan qet ne tiştek e, weke kêç bi meriv bigre.

Lê êşa mîkutokan, heyhawar, nayê kişandin…
Dawiya dawî ji me ra got, ew bi şev û roj dua dike ji bo ku hemû qatilên kurdan, yên weke Silêman Demîrel, Tansû Çîller, Mehmet Agar, Dogan Gunes û kesên weke wan hemû mîkutokan derxin û berî mirina xwe êşa mîkutokan bibînin.

Bi ya wî li cîhanê tu nexweşî ji mîkutokan ne xerabtir e, nexweşiya herî zalim û herî xedar mîkutok in….

Lê ez nifirekê li vê nifira Lawikê Licî zêde dikim û dibêjim, înşelah him mîkutokan derxin û him jî Îbrahîm Guçlu bibe neyarê wan, rojekê bela xwe di wan bide….

Xwedê ewê nifira min qebûl bike ya na ez nizanim, lê ji nuha û pê va ezê vê nifirê li hemû neyarên kurdan û hevalbendên wan yên kurd bikim, bibêjim, ”înşelah hûnê mîkutokan derxin û Îbrahîm Guçlu jî bibe dijminê we.”

Dema yek mîkutokan derxe û di ser da birêz Îbrahîm Guçlu jî bibe neyarê wî malik lê viritî, bi dîtina min bimre çêtir e…

Xwedê tu dostekî min bi mîkutokan nexîne û Guçlu jî neke neyarê wî….
*Mîkutok, bi tirkî jê ra dibêjin "sûçîçegi".

XXX

Îşev li ciyê karê min swêdî dikin ji xwe ra kêf bikin, bixwin, vexwin û kêfa dinyayê biqewitînin.
Mêrika tu derdekî wan tuneye, derdê wan tenê ger, kirin û xwarin û vexwarin e, wekî din li tu tişetekî nafikirin. Bawer bikin dinya ji wan ra dixebete û ew jî kêfa xwe diqewitînin.

Ez kêm caran beşdarî şahiyên/festên wiha dibim, lê îcar min jî navê xwe nivîsand. Saet di 17.00 da şahî, ”Afterwork”a me dest pê dike. Belkî ji sedî 80-î kesên ciyê karê min jin in, ezê îşêv ciyê xwe di orta du hurmeyan da xweş bikim…
Hela mêzem Xwedê çawa dike…

 Loma jî ezê dereng herim mal û dema herim mal jî belkî hişê min baş ne li serê min be.
Yanî dixwazim bibêjim ku ez îşev tiştekî nanivîsînim. Ez dizanim kes ne li bende vê agahdariya min e, lê ez dîsa jî dinivîsim, du sê xwendevanên min yên daimî hene, bira haya wan jê hebe.
XXX
Seriyê bêhafiza(bêbîr)dişibe kela bêbekçî.
//NAPOLEON
Ilim û huner(sinet) malê hemû cîhanê ye, sînorên miletan nas nakin.
//GOETHE

XXX
Tiştê însên ji heywîn digerîne aqil e. Gava însan ji aqil dûrkeve heywanê derkeve ortê.
// EPICTETOS