31 maj 2012

Zindanên Tirkiyê jî êdî têra kurdan nakin



Li gorî reqeman, di sala 2002-an da dema AKP hat ser hukum li Tirkiyê 59 hezar girtî û hefsî û hebûn. Pişt 10 sal îktîdara Erdogan, yanî nuha(2012)hejmara kesên girtî û hefsî derketiye tam 130 hezar î.

Lê Erdogan mêrik bi vê reqmê jî nayê serî, dixwaze hetanî hilbijartinên mehelî hejmara girtî û hefsiyan derxe bi kêmanî 200 hezarî û belkî hîn jî zêde. Loma jî her roj 40-50 kurdî digrin û davêjin zindanan.

Îcar ji ber ku yên tên girtin û zindankirin ji sedî nodûnehên wan kurd in, Erdogan dixwaze vê hejmarê berî hlbijartinên mehelî zêde bike. Ji bo ku li Kurdistanê meydan ji wî ra bimîne, kes raqibêwî nemîne.

XXX
Demakê piştgiriya AKP-ê û hezkirina Erdogan di nava kurdan da, lê bi taybetî jî di nava hin siyasetmedaran da bûbû mode, di her feresendê da pesnê ”mêraniya” Erdogan didan, digotin wiha dom bike ewê bibe lîderekî Rojhilata Navîn.

Lê Erdogan piştî qetlîama Roboskê ev ”mode” zû guherand û ruyekî xwe yê nuh, yekî hîn nîjadperestir derxist pêş. Weke hemû dîktatoran Erdogan jî dixwaze ku her kes devê xwe bigre û tenê ew bipeyive.
Erdogan her cara ku devê xwe vedike bi axaftinekgotin, teşbîh û heqaretên xwe di dilê kurdan da qetlîama Roboskê dubare dike.

Vê şêla Erdogan nîjadperest û êrîşkar hin sempatîzanên AKP-ê û Erdogan veciniqand.
Loma jî bala min lêye di nava kurdan da piştgirên AKP-ê û dilsozên Erdogan hêdî hêdî dev diguherînin, êdî pesnê axaftinên wî nadin û dev ji modeya pistgiriya AKP-ê û propagandeya Erdogan berdidin. Û ji me ra li têl û meqamekî din dixin…


XXX
Çiyê te yê baş hebe bide welatê xwe û gelê xwe, keda te tu carî bi avêda naçe, rojekê miheqeq ewê li te vegere.

30 maj 2012

Ekrem, tu yê her di dilê me da bijî !


Hevalê min ê xebat û têkoşînê, lewend û çelengê DDKD-ê yê yekta Ekrem Karahan, salek berê, di 30-ê gulana 2011-an da bi şiklekî bêwext ji nava me koç kir. 

Ekrem, bi koça xwe ne tenê malbata xwe û Swêrega xopan, her wisa hemû dost û hevalên xwe yên têkoşînê jî gelkî xemgîn kir û hustuxwar hîşt.

Di yekemîn salvegera wefata vî kurdperwerê hêja da ez wî bi giramî û bi hurmetek mezin bibîr tînim.
Ekrem, hevalo, heta ku hevalên te yên têkoşinê sax bin tu yê her di kûrahiya dilê wan da bijî…
Em te û xebata te ya ji bo kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nakin…

XXX
Serkeftina zaliman hinekî jî ji ber bêdengiya mezlûman e. Ji ber ku mezlûm li hemberî zulmê hustuyê xwe xwar dikin zalim serdest in û dikanin zulmê bikin. 

Dema mezlûm li hemberî zaliman dest bidin hev û serî hildin, zalim mahkûmî têkçûnê ne.

XXX
Hinek kes carnan dibêjin, efendim ez dixwazim filan karî bikim, lê belê wexta min tuneye. Ev ne rast e. Wexta meriv ji bo karê meriv dixwaze bike her tim heye.

XXX
-Heger jiyan leymûnê dide te neqehere, bêhîvî nebe, jê şerbeteke leymûnê çêke...

29 maj 2012

Erdogan kilît li devê wezîrên xwe xist !



Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, di civîna Rêveberiya Navendî ya AKP-ê da peyivîye û derbarê qetlîama Roboskê da qedexeya axaftinê daniye ser hemû AKP-yiyan.

Yanî ji nuha û pêva wezîrê nevxweyî jî weke wezîr ewê nikanibe li ser vê bûyerê tiştikeî bibêje.

Erdogann, di civînê da gotiye, axaftinên wezîrê navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn û ya Alîkarê Serokê Giştî yê AKP-ê Huseyîn Çelîk yên derbarê qetlîama Roboskê da zirar dane AKP-ê û loma jî dibê ji nuha û pêva bêyî wî tu kesekî din li ser vê meselê devê xwe veneke û tu beyanan nede.

Erdogan her wisa gotiye ku ewê di civîna koma partiya xwe ya îro da derbarê Roboskiyê da gotin dawî bibêje û dû ra jî ewê vê meselê bigrin û hew li ser bipeyin.

Li kultura demokarasiyê binêrin, serokwezîr weke padîşahekî emir dide cîgir, wezîr û hemû partî û hukûmetê, dibêje bêyî min tu kesekî din ewê li ser qetlîama Roboskê tu tiştekî nebêje, tenê ezê bipeyivim!

Û tu kes jî newêre dengê xwe bike.
Di civatên wiha da sîstemê şexsiyet bi însanan ra nehîştiye, parlamenter û wezîr ji kesên xwedî îrade bêtir, bûne şelaf û emirqûliyên serok yên basîst.

XXX
Erdogan gotiye, mesela kurd êdî nemaye, êdî mesela hemwelatiyên wî yên kurd hene.
Yanî êdî li Tirkiyê meseleyeka kurdan ya netewî nemaye, hin problemên kurdan yên ferdî, yên aborî, rê, fabrîqe û hwd hene.
Maneya van gotinên Erdogan ew e ku ewê hemû kesên ku ji xwe ra dibêjin em kurd in û doza mafên xwe dikin bigrin û bavêjin zindanan û dema li piyasê, li derve jkesên doza mafên kurdan bikin nemînin mesela kurd hel dibe.
Bi kêmanî Erdogan wiha difikire.
Erdogan wisa difikire, lê piraniya kurdên derî PKK û BDP-ê vê yekê nabînin.
Hîtler jî destpêkê wiha kir, di serî da berê xwe dan cihûyan, dû ra kominîstan, dû ra sosyaldemokratan û dû ra jî her kesê ku ne nazîst bû.
Hukêmeta AKP-ê jî di van demên daweî da li hemberî kurdan heman siyasetê dimesîne. Nuha berê xwe dane BDP-ê, lê sibe ewê dor were Hak-Parê û hemû kurdên din jî, yên ku ji xwe ra dibêjin em kurd in û doza mafên xwe dikin.
A wê demê jî kurd ewê bikin ax û wax û li çonga xwe xin lê ewê dereng be, wê demê ”hasil ewê çûbe mûsil…”

XXX
Ahmet Altan di nivîsa xwe ya îro da ji serokwezîr Erdogan pirsiye, gotiye:
”Heger emê ”qedexeyên”, ”bêînsafiyên” generalên darbecî, cûntaciyan eynî bidomînin wê demê çima em wan generalan davêjin girtîgehan?
Ji zulma wan generalan herkesî para xwe girt.
Kurd îro hîn jî qurbanên eynî zulmê ne.
Generalên darbecî zalim bûn, bêînsaf bûn, ”fîrewn” bûn, ew êdî tunene, yeko yeko tên girtin û tên darizandin.
Baş e, heger ”fîrewn” tunene ji bo çi hîn mazlûm hene­.?
Bira êdî biqede ev dema ”fîrewniyê”!
”Her fîrewnek Mûsayekî wî heye”, bira Mûsa jî êdî nebin fîrewn !
Pir xweş û pir rastgotiye, lê belê ”Mûsa” carê biryara xwe daye, dixwaze bibe ”fîrewn”!

XXX
-Jenosîd tenê bi kuştina însên ve ne sînorkirî ye. Xespkirina mafên wek zimên û kulturê jî jenosîdek e.
Îsmail Beşikçî
Yanî li Tirkiyê nuha halîhazir li hemberî miletê kurd jenosîdeke pir mezin û berfireh tê meşandin. Heger ev jenosîd di nava çend salan da neyê rawestandin miletê kurd rûbirûyî qirkirineke pir mezin e, milyonan kurd ewê bihelin û bibin tirk. Îsmaîl xoce ev tahlûke dîtiye.


XXX
”Kesên ku dibêjin bira bi baca(wêrgiya) min tiyatroya wiha neyê çêkirin, dibê berî wê nehêlin bi vê bacê balafirên şer xelkê siwîl bikujin”
Sirri Sureya Onder

XXX
-Durûstî, rastgoyî milkekî gelkî buhaye, li ba merivên erzan tuneye.
Hz. Alî

26 maj 2012

Ez hêvî dikim ku ev xeber rast be !


Li gorî ku rojnmeya Cumhûriyetê dinivîsîne, hin wezîr û parlamenterên kurd yên AKP-ê ji helwest û beyanên wezîrê karên hundur Iîdrîs Namî Şahîn yên di heqê qetlîama Roboskê da nerazîne û ev nerazîbûna xwe jî him bi nivîskî û him jî bi devkî gîhandine birêvebirên AKP-ê. 

Ez hêvî dikim ku ev xeber rast be û bi rastî hin parlamentenrên kurd li hemberî vê neînsanî û çavsoriya Şahîn bêdeng nemînin.

Û ji AKP-ê xwestine ku Şahîn ya îstîfa bike ya jî serokwezîr wî ji kar ezil bike.
Bêguman ev helwesta parlamenterên kurd fenomeneke nuh û pêşketineke baş e, lê têr nake.
Têr nake, ji ber ku Şahîn vê cesaretê ji serokwezîr Erdogan digre. 

Çimkî Erdogan jî eynî wek Şahîn difikire. Beyana Erdogan ya li Pakîstanê û ya dema vegera ji Kazakîstanê kêm zêde eynî wek beyana Şahîn bû.
 
Erdogan jî weke Şahîn got, sûc yê wan kesa e, ew der herêma terorê ye û dibê ew neçûna wir. Û qaçaxçîtî jî sûc e û dibê tu kes hewil nede ku vî sûcê mahsûn nîşan bide.

Bi baweriya min Şahîn îstfa bike jî dîtina hukûmetê û AKP-ê ya derbarê mesela kurd da naguhere.
Ji ber ku çavkanî û sebebê vê dîtina nîjadperest Erdogan e; ne Şahîn e. 

Şahîn, faşîstekî korfahm û basît e, loma jî problem ne ew e. Û ji ber vê jî bi çûyina wî jî mesele çareser nabe.
Şahîn îstîfa bike jî fikir û dîtinên wî ewê li ser hukum be û siyaseta AKP-ê be.
”Xeta xwar ji gayê pîr da ye” û ”gayê pîr” jî serokwezîr Erdogan e. 

Heta ku Erdogan dîtina xwe ya çareserkirina mesela kurd neguherîne mesele hel nabe. Şahîn ”fîguanekî” basît e, biçûyina wî mesele çareser nabe; lê biçe baş e, kurd ewê fêkiyekî ”serîhildana” xwe bibînin. Û ev yek dikane bibe destpêka tradîsyonek a nuh.

Dîaspora



Dîaspora, jiyaneke xembar e, bi derd û kul e, mişt êş, trajedî, hesret û bêrîkirin e. Meriv wek mûmê dihelîne û wek sêwiyekî li ber destê ap û amojnê dilzîz dike.

Li dîasporayê(li surgûnê, li xerîbiyê), tiştê meriv li ser nigan dihêle hêvî ye; nahêle meriv dîn û har bibe û bi çolan keve, hêviya ku merivê rojekê bigihîje dost, heval, xizm û hezkiriyên xwe, hêviya ku rojekê merivê vegere welatê xwe…
Gelek sipas hêviya dîsporayê, Xwedê kir ku tu heyî…

XXX
Mumataz Soysalê kemalîst ji bo gotinên Erdogan yên li ser qetlîama Roboskê û perwerdeya bi zimanê kursdî gotiye, ”tam wek Ataturk peyivî. Ji ber ku li gorî min ji baweriyên Ataturk ya herî girîng girêdana wî ya mefhûma(dîtina) ”milet” e. Gotinên serokwezîr li ser mesela kurd gotin jî di warê mefhûma milet da pir xweş in.”

Mêr mêran, diz dizan, nîjadperest nîjadperestan û kemalîst jî kemalîstan baş nas dikin.
Soysal, baş dizane ku Erdogan çi panturkîst û kemalîstekî temam e. Loma jî pesnê wî dide û dibêje, ”tam wek Ataturk peyivî.”
Ji ber ku Sosyal dizane ku Erdogan jî weke Ataturk dixwaze kurdan bihelîne û bike tirk.

XXX
-Her rojê xweser, bi serê xwe, li gorî mahsûla ku tu wê rojê digrî nenirxîne, li gorî bizrê(toximê) te avêtiye(çandiye) binirxîne…

XXX
Dijminên azadiyê yên herî mezin koleyên ji halê xwe razî ne. Heger hemû kurd ji halên xwe nerazîbûna nuha em nebindest bûn. Loma jî sebebê bindestiya me hinekî jî ji me ye, gelekên me hîn nizanin ku ew bindest in…


XXX
Dibêjin ku tîcareta herî baş û herî bikar ya ku di seranserê dîrokê da kurdan bi tirkan ra kiriye, transfera kurdekî wek Mehmet Metîner bi tirkekî wek Sirri Sueya Onder ra ye.

Bi texmîna min jî kurdan bazareka xerab nekirine, ji ber ku herçî ”malê” me ye pênç pereyan jî nake, meriv Metîner belaş jî bide tirkan li karê ye.
Loma jî Onder transfereka çiqasî xerab be jî ewê ji Metîner ne xerabtir be…

24 maj 2012

Qatilên qetlîama Roboskiyê xwe dan dest



Dawiya dawî eşkere bû ku qetlîama Roboskê ne bi ”şaşî” û ji ber ”îstîxbarata şaş”, bi zanetî kirine. Û ev yek j him serokwezîr Erdogan û him jî wezîrê navxwe Şahîn îtîraf kirin.
Berê serokwezîr li Pakîstnê got:

”tazmînata we me bi zêdayî da. Heger însaniyet e me însaniyeta xwe bi zêdayî anî cî. Hûn hîn çi dixwazin? Medya jî têda, dibê kes vê meselê zêde îstîsmar neke”

Bi van gotinên xwe Erdogan him kurdan û medyayê tehdî t dike û him jî dibêje ku ji me tiştekî din nexwazin, girtin û dadgehkirina sûcdaran ji bîr bikin.

Do jî wezîrê navxweyî Şahîn, bi pozbilindî û bêedebiyeke pir mezin ji kurdan ra rest xwend û dîtina hukûmetê ya derbarê vê qetlîamê da pir vekirî anî zimên.

Şahîn got, ”heger ew nehatana kuştin ewê ji sûcê qaçaxçîtiyê bihatana mahkimekirin.”
Erdogan û wezîrên wî di serê da digotin xwedêgiravî bi şaşî bûye, gotine belkî ”gurûbeke PKK-ê ye”. Lê tu carî nedigotin vana ”fîguranên” PKK-ê bûn loma lêdane.

Lê wa ye Şahîn ji devê xwe revandiye û gotiye kesên hatine kuştin qaçaxçiyên merivên PKK-ê bşn û loma jî hatine kuştin.

Şahîn gotiye, ”Mesela qaçaxçîtiyê derneket pêş. Ew herêm di bin kontrola KCK-ê da ye. Û van xortana jî fîguranên PKK-ê ne. Aktorên sereke yên fîlm hene. Derbên(guleyên) rêxistina terorê diteqîne, bombeyên davêje, nanê dixwe, pêlavên dikin pê bi peran tên kirîn. Tabî pareke wan baronan jî ji vî pereyî ye. Çavkaniyeke tevgerê ya peran qaçazxçîtiye, li wir 34 kesên me ku piraniya wan temenê wan biçuk bûn hatin kurştin, vana tenê fîguranên bûyerê ne. Esas dibê meriv li fîlmê mezin binêre. Senarîstê fîlm heye, serlîstikvanên fîlm hene û hin wersîyonên fîlm yên din jî hene. Li wir em tenê bala xwe didin fîguranan.”

Erdogan îro bi rengekî sergirtî Şahîn parast û got "bira keseke hewil nede qaçaxçîtiyê meşrû nîşan bide." Yanî tiştê Şahîn gotiye rast e

Yanî vana merivên PKK-ê ne û qaçaxcîtiyê ji PKK-ê ra dikin. Û PKK jî bi van pereyan li hemberî Tirkiyê şer dike.

Loma jî 34 kesên hatine kuştin weke ku tê îdîdakirin hewqasî ne bêsûc û bêguneh in.
Şahîn, di axaftina xwe da daxwaza lêborînê jî red dike û dibêje ku li Qilebanê tiştekî ku ”ew lêborînê bixwazin tuneye û ew psîkolojiya sûcdariyê jî najîn.”

Yanî ji ber ku 34 kurd hatine kuştin ew xwe sûcdar hisnakin, ji ber ku di esasê xwe da ew ”fîguranên” PKK-ê bûne û kuştina mîlîtanên PKK-ê jî heqê wan e.

Şahîn, di axaftina xwe da berpirsiyarê qetlîamê jî kesên hatin qetilkirin nîşan dide û dibêje sûcê wan e, "dibê ew ne li wir bûna."

Li gorî Şahîn, PKK-ê bi zanetî ew xortana ji bo ku werin kuştin şandine ser mirinê û loma jî ”vana fîguran in.”

Şahîn, berpirsyariya hikûmetê qebûl nake û sûc jî tenê naxe hustuyê PKK-ê, dixe hustuyê BDP-ê jî, dibêje, "BDP perçeyekî vê bûyerê ye. Malên qaçax PKK-ê da wan merivan. Ranta qaçaxçîtiyê jî rêxistina terorê KCK digire.”
Heta nuha hinekan wisa bawer dikirin ku belkî qetlîam bi ji ber ”îstîxbarata şaş” bûbe. Lê piştî beyanên Erdogan û Şahîn baş diyar dibe ku li ortê tu şaşî maşî tuneye, qetlîam bi plan û bi zanetî û bi emrê hukûmetê hatiye kirin. Loma jî hukûmet û serokwezîr qetlîamê rast dibînin û diparêzin. Û ji ber ku rast dibînin xwestina uzur jî şaş dibînin, dibêjin me ”zwîna” we daye, loma jî dibê hûn devê xwe bigrin.

23 maj 2012

Li başûr kurd yekîtiya xwe saxlem dikin



Li gorî ku malpera Nefelê dinivîsîne, serokkomarê Iraqê Celal Talebanî ji bo diyarkirina piştgiriya xwe ya ji bo siyaseta serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li hemberî Malikî, îstifanameya xwe ya îmzakirî teslîmî Mesûd Barzanî kiriye û jê ra gotiye, ”di danûstandinên te yên bi Bexdayê ra te kengî xwest vê nameya min deyne ber wan.”

Derbarê vê îstîfanemaya Celal Talabanî da serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Hawlatiyê ra behsa vê îstifanameya Celal Talebanî kiriye û gotiye, ”ew guh nadin gotegotên xelkê yên di heqê hebûna nakokiyên di nabêna YNK-ê û PDK-ê yên li ser siyaseta bi hikûmeta Bexdayê ra. Ya giring helwesta Celal Talebanî bi xwe ye .”
Nêçîrvan Barzanî dû ra j¨wiha gotiye:

-Em pûteyê bi hinek dengên cida nadin. Ya ku ji bo me giring e ew e ku Mam Celal bi hemî şiyana xwe piştgiriya siyaseta herêma Kurdistanê ya li hemberî Bexdayê dike.”

 Nêçîrvan Barzanî, her wisa gotiye, partiyên opozîsyonê jî piştgiriya siyaseta Kurdistanê ya li hemberî Bexdayê dikin û ev îstifanameya Celal Talebanî jî diyar dike ku kurd xudanê yek helwêstê ne.”
Şêleke netewî, hêjayî pesin û teqdïrê ye. Dibê kurd li hemberî neyarên xwe tim wiha bibin yek dil û yek laş.

Bi hêviya ku kurdên bakur jî ji vê şêl û siyaseta kurdên başür derz û tecrûbeyê bigrin.
Garantiya serkeftina kurdan girêdayî şêl û siyaseteke wiha ye. Heta ku li başûr kurd li hemberî Bexdeyê wiha tevbigerin ereb nikanin zora wan bibin.

Û ev yek ji bo Kurdistana bakur jî wiha ye, heger kurd li hemberî hukûmeta AKP-ê bikanibin siyaseteke mişterek bimeşînin ewê li karê derkevin.

XXX
Min nuha di televîzyona CNN Turkê da bîstekê li programa Ahmet Hakan temaşe kir.
Program li ser qetlîama Robozkê bû. Ji AKP-ê Metîn Metîner û Bejan Matûr û du kesên din başdarî programê bûn.


Piştî ku min hinekî li Metîner û Bejanê guhdarî kir, min got xwezî herdu jî ne kurd bûna.
Bêguman Bejan ji Metîner pir baştir bû, weke pepûkekê be jî hustuyê xwe xwar dikir û dilê xwe dişewitand.

Lê Metîner, bi rengekî rezîl û bêheya axaftina wezîrê karê hundur Şahîn parast û got Şahîn tiştê rast gotiye, rexnekirina axaftina Şahîn dijminatiya AKP-ê ye.

Şahîn di axatina xwe da qetlîam parastibû û gotibû tu tiştekî ku meriv uzrê bixwaze tuneye, bira neçûyana wir û nehatna kuştin. Vana fîguranên PKK-ê ne.

XXX
Serokwezîrek derkeve sahneyê û qeşemeriyan bike, nikane nîvdeqîqeyê jî ji heq derkeve, tavilê ewê foya wî derkeve meydanê. Lê belê qeşmerek, bêyî ku kesî pê bihesîne dikane bi salan li ser kursiya serkwezîriyê rûne.
Peter Ustînov

Gotina rast rast e, bi rastî jî li vê cîhanê gelek qeşmer bi serê salan e ku serokwezîr in û welatan îdare dikin. Û kes hîn nizane ku ew bi qasî qeşmerekî jî ne xwedî marîfet û meziyet in.

XXX
Dewlemendî hertim bextewariyê neyne jî emniyetê tîne. Helbet ev jî ne tiştekî hindik e. Yanî esas problem ne di peran da, di heyvanê însên da ye, ji heyvanekî xerabûyî mastekî baş çênabe.

22 maj 2012

Erdogan: Hêzên me yên çekdar wezîfeya xwe bi rengekî herî baş pêkanîn



Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, do li paytexta Pakistanê li Îslamabadê bersîva rojnamevanan da û bi rengekî pir vekirî qetlîama Robozkê parast û got, hêzên wan yên çekdar wezîfeya xwe bi awayekî samîmî pêkanîne û dibê herkes baweriya xwe bi artêşê bîne.

Erdogan got, wî bi xwe jî li CD-a vîdeoya Heronan temaşe kiriye û zahmet e ku meriv bizanibe gelo ew karwan e ya terorîst in.

Heta nuha digotin li ser îstîxbarata ku di nava gurûbê da hin serokên PKK-ê hene loma lêxistin.

Lê Erdogan nuha dibêje, ne mimkûn e ku meriv bizanibe ew kesên siwîl in ya gerîla ne. Yanî bêyî ku bizanin yên diherin kî ne, karwan e ya gerîla ne xelk bombebaran kirine.
Erdogan dibêje:

”Min bi xwe jî li CD-yan temaşe kir. Di CD-yan da min hereketek dît. Di konwoyekê da 30-40 kes diherin. Ji wê bilindiyayê dîtin ne mimkûn e. Li gorî dîmenên Heronan daye, hêzên me yên çekdar gavên pêwîst avêtine. Ev herêm ya terorê ye. Ne herêmeke kesên siwîl û gel e. Li vê herêmê artêşa ma nikane bizanibe ”ev Ahmed e, ev Mihemed” e. Hêzên me yên Çekdar wezîfeya xwe bi rengekî samîmî pêkanine. Dikane xeta be, me xeta jî eşkere kir, me uzir jî eşkere kir, me tazmînat jî eşkere kir. Ma emê hîn çi bkin? Ma qey emê tiştên rêxistina terorê dibêje bibêjin. Bira li qusûra me nenêrin emê wiya nebêjin."

Wek tê dîtin, Erdogan dibêjee ku artêşa wan erka xwe bi rengekî herî baş bicih anîye û dibê baweriya me bi artêşa me hebe.

Îdîeya ku Erdogan(ya jî wan) urzir xwe xwestiye vir e, tu kesî bi şiklekî vekirî uzrê xwe nexwest. Lê Erdogan piştî qetlîamê bi êrojan serokerkan pîroz kir.

Yanî komisyon, lêkolîn û filan û bêvan hemû xapandin û vala ye, Erdogan pir vekirî dibêje ku wan tazmînat daye û mesele qediyaye.

Esas ev dîtina Erdogan ji roja pêşî da wiha bû, lê hin kurdên hevalbendên AKP-ê nedixwestin vê rastiyê bibînin.

Heger bi kurdên AKP-ê ra biçek ûjdan, kurdayetî û xîret hebe li hemberî vê zulmê ewê bêdeng nemînin û piştî vê beyana Erdogan ewê dev ji AKP-ê berdin û berê xwe bidin gelê xwe. 


XXX
Kesê newêribe rastiyê bibêje û ji bo rastiyê têkoşînê bide tu carî nikane di ûjdanê xwe da rehet û serbilind be…

XXX

-Heger tu dixwazî serê te vehesiyayî be, dibê tu rişma zimanê xwe û ya nefsa xwe tim ragirî.

21 maj 2012

Kurdistana Federe sitara hemû kurda ye



Kurdistana Federe ji bo me hemû kurdan ”nîvpiştek” e ku hîn nebûye pişteke temam. Lê ji tunebûnê çêtir e. Di demeka nêzîk da ewê bibe pişteke temam û saxlem.

Loma jî dibê em kurd qîmeta vê pişta xwe baş bizanibin û wê hîn xurttir bikin.
Kurd dibêjin Xwedê kesî bêpişt neke. Rast e, di vê cîhana zalim û bêedalet da bêpiştî, bêxwedîbûn pir xerab e.

Em kurd heta nuha miletekî bêxwedî û bêpişt bûne. Loma jî gelek zulm li me hatiye kirin û hîn jî tê kirin.
Lê ev 20 sal in li başûrê Kurdistanê ji me ra jî ”xwedî” û ”nîvpiştek” çêbûye. Dil dixwest ku ew jî weke ya xelkê pişteke temam bûya, yanî dewleteke serbixwe bûya. 

Lê hêdî hêdî, ew ro jî ewê were. Ya girîng dibê em li gel hemû kêmasiyan bi çavê ”xwedî û piştê” li Kurdistana Federe binêrin.

XXX
Abûqata ku doza kesên di bin çavan da wenda bûne taqîb dike Gulseren Yolerî, dibêje, armanca dewletê hîn jî ew e ku rastiyan veşerê û wenda bike. 

Abûqat Yolerî dibêje, dewlet hîn jî naxwaze bi rastiyan ra rû bi rû bibe û loma jî dosyeyên kesên wenda venabin. 

Ji bo ku dosyeyên kesên wenda vebin û di vî warî da pêşketineke çê bibe li gel micadeleya huqûqî, micadeleya kolanan jî pir girîng e.

Abûqat Yolerî xanimê rast gotiye, dibê kurd çalakiyên xwe yên li kolanan bidomînin.X

Malpera Avestakurdê dîzayna xwe nuh kriye, bira xêr û bimbarek be. Lê ez bi xwe li malpera berê digerim. Ev malpera nuh ji bo min bûye weke labîrenta grêkiyan, ez dikim nakim, nikanim tu tiştî bi rehetî bibînim.
Qey pêşketinên nuh wiha ne, dibê her tişt zortir û tevlihevtir bibe...

Yanî ji dêlî ku ji bo xwendevanan dîtina xeberekê hêsantir bibe, gelkî zahmettir bûye.
Dibe ku ez merivekî pir paşdamayî me loma bi min wiha tê, lê axirê min ji vê rûpela nuh qet hez nekir û weselam...

XXX
Malpera Avestakurdê dîzayna xwe nuh kriye, bira xêr û bimbarek be. Lê ez bi xwe li malpera berê digerim. Ev malpera nuh ji bo min bûye weke labîrenta grêkiyan, ez dikim nakim, nikanim tu tiştî bi rehetî bibînim.
Qey pêşketinên nuh wiha ne, dibê her tişt zortir û tevlihevtir bibe...

Yanî ji dêlî ku ji bo xwendevanan dîtina xeberekê hêsantir bibe, gelkî zahmettir bûye.
Dibe ku ez merivekî pir paşdamayî me loma bi min wiha tê, lê axirê min ji vê rûpela nuh qet hez nekir û weselam...

20 maj 2012

Yên xelkê mezin dibin biaqil dibin yên me dixirifin



Lawê apê Mûsa Anter, Anter Anter, piştî 43 sal mahkûmiya dewleta tirk, çendakî berê destûra çûna welatê xwe sitend û çû welatê xwe.

Li gorî çapemenî dinivîsîne , Anter Anterê 67 salî alîgirekî Fenerbahçeyê yê pir dilşewat e, loma jî li Stenbolê çûye maça Fenerbahçe û Galatasarayê.

Anter, piştî maçê di nabêna şerê alîgirên Fenerbahçeyê û Galatasarayê da maye û ji mirinê xelas bûye.

Û dema hişê wî hatiye serî, hew dîtiye ku ne cuzdan wî heye û ne jî pere; dizan, nasnameya wî ya tirk ya nuh, pere û hemû kartên wî jê dizîne.

Lawê apê Mûsa Anter, kalê 67 salî, mahkûmê dewleta tirk yê 43 salan hîn alîgirê taximekî tirk e û wek dilsozekî diçe maça taximên tirk!

Bi baweriya min pir baş bûye, Anter ev yek tam heqê kiriye û dizan jî tam heqê wî dane.
Dema yekî wek wî hîn jî bibe dilsozê taximekî vê dewleta qatil, maneya xwe hîn xwe nas nekiriye.

Belkî di dîrokê da ev cara pêşîye ku diz diziyeke wiha di cîda û biheq dikin…
Pereyê dizîne bira li wan xweş helal be…


XXX
Însan ne bi dînê xwe û ne jî bi rengê xwe, bi zimanê xwe diyar dibe ku ji çi miletî ye. Kesê ku zimanê xwe wenda bike nasnama xwe ya netewî jî wenda dike.



XXX
-Hinek bi qasî axê biqîmet in,
hinek bi qasî gîhê nehewce ne!
Her kes dijî bi hawakî.
Hinek bişeref, hinek bêşeref...

XXX
Bîst(20)saliya avakirina Parlamentoya Kurdistana Federe li hemû kurdên herçar perçeyên Kurdistanê pîroz be!
Parlamentoya Kurdistana Federe, gava pêşî ya Kurdistana serbixwe ye.
Loma jî dibê hemû kurd weke rohniya herdu çavên xwe li Parlamentoya Kurdistana Federe xwedî derkevin û wê biparêzin.
Bijî Parlamentoya Kurdistana Federe!


XXX
Tirk ewê tu carî jixweber û bi rehetî azadiya kurdan nedin, heger em dixwazin rojekê berî rojekê ji bin vê bindestiyê rizgar bibin dibê em hîn bêtir bixebitin.

XXX
Dibêjin ku tecrûbe ne bi kalbûnê û pîrbûnê, bi jiyanê tê qezenckirin. Wext û zeman ne mirovan, hirmiyan dikemilîne.
Yanî keramet ne di sipîbûna por, di jiyana dewlemend da ye...

19 maj 2012

Erdogan tiştên pir tahlûke dixwaze

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna serokên AKP-ê yên wîlayetan da gotiye: ”Ez Diyarbekrê, Mêrdînê û Wanê dixwazim!”

Serokê Partiya Aşîtî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş, tinazê xwe bi vê daxwaza Erdogan kiriye û gotiye:

"Serokwezîr şaredariyên Amedê, Şirnexê, Mêrdînê û Wanê dixwaze. Em jî şaredariyên bajarên Parîsê, Romayê û New Yorkê dixwazên, lê nabe. Ku Girtina van bajarên ku em dixwazin çiqasî zor û xeyal be, girtina ew bajarên serokwezîr dixwaze jî hewqasî zor û xeyal e.”

Li hemberî vê daxwaza Erdogan, bersîv û nimûne dibê ne
Parîs, Roma û New York be, dibê Demirtaş û kurd ji Erdogan ra bibêjin, di hilbijartinên bê da emê ne tenê vê xeyala te pûç bikin, emê Mêrdînê, Agiriyê, Mûşê û Rihayê” jî ji te bigrin.

Dibê ji nuha da hedefa BDP-ê û ya kurdan girtina van bajarên Kurdistanê be.
Erdogan gotiye, her çiqas Mêrdîn îro di destê wan da be jî lê sibe, dema Mêrdîn bibe bajarê mezin, ewê rola qezan û bi taybetî jî ya Qoserê zêde bibe û loma jî dikane ji destê wan derkeve.

Ev tirsa Erdogan ne belasebeb e, heger kurd baş bixebitin û namzetekî baş yê ku gel jê hez dike derxin, ewê Mêrdînê ji AKP-ê bigrin. Lê na heger dîsa ji jor da yekî tayin bikin, wê demê Erdoganê bgihîje mexseda xwe.
Erdogan ji nuha da dest bi xebata girtina bajarên di destê BDP-ê da ne kiriye. Girtina siyasetmedarên BDP-yî beşekî vê xebata Erdogan e, Erdogan, bi van girtinan BDP-ê basko dike, ji hêz da dixe.

XXX
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya Tirkiyê da dîsa ji berpirsiyarên tirkan ra gotiye, ne şer û pevçûn, “diyalog riya çareseriyê ye!“

Tirkan heta nuha guh nedan vê şîret û pêşniyara kurdan, gelo ji nuha û pêva ewê guh bidinê ya na hîn ne diyar e.

Lê tiştê ez dibînim hukûmeta AKP-ê hîn naxwaze guh bide pêşniyarên kurdan. Hêviya Erdogan ji ”diyalogê” bêtir hîn di şer da ye, hîn dixwaze bi girtinê, kuştinê û şer kurdan teslîm bigre û dû ra jî bibêje min mesela kurd çareser kir.
Ez di siyaseta Erdogan da tu emareyeke li dijî vê baweriya xwe nabînim.

18 maj 2012

Bi zimanê hinekên din edebiyateke netewî naxuliqe



Selîm Temo, bi minasebeta Cejna Zimên li Dêrsimê beşdarî konferansa KURDÎ-DER-ê bûye.
Temo, di axaftina xwe ya konferansê da li ser mesela zimên tiliya xwe daye ser birîna kurdan ya herî xedar û gotiye:
”Ziman îfadeya rastiyekê ye, dema ziman were wendakirin rastî jî diqede. Tu dibêjî roj, tu dibêjî roz. Lê belê ji te ra dibêjin ev ”guneş” e û roj diqede, dibe ”guneş”. Zimanê hinekên din edebiyata hinekên din e. Bi zimanê hinekên din tu nikanî edebiyata xwe biquliqînî.”

Temo pir rast gotiye, bi zimanê miletekî din meriv nikane edebiyata xwe bixuliqîne.
Bi zimanê ”hinekên din” tu nikanî muzîka xwe jî çêkî, edebiyat jî û muzîk jî bi zimanê meriv dibe, edebiyat û muzîka bi zimanê hinekên din çêbe ne malê meriv e, malê hinekên din e.

Heger kurd li Tirkiyê di nava çend salan da nebin xwedî statuyeke siyasî ne muzîka kurdî dimîne û ne jî edebiyata kurdî.

Ji ber ku cîlên nuh radibin yanî zarokên me bi kurdî nizanin.
Kurdî nuha di komayê da ye, dikane ji komayê derkeve û ji mirinê xelas bibe, lê dikane dernekeve jî; ev yek girêdayî têkoşîna kurda ye...

XXX
Dibêjin japonan robetekî dizan digre îcad kirine. Li Emerîkayê di nava 5 deqîqeyan da 180 diz girtine. Li Îtalyayê di nava 5 deqîqeyan da 80 diz girtine. Li Fransayê di nava 5 deqîqeyan da 30 diz, li Îngilistanê 20 û li Almanyayê jî 10 diz girtine. Li Tirkiyê bira girtina dizan li wir bimîne, di nava 5 deqîqeyan da robot dizîne.

17 maj 2012

Bi sê mîvanên pir ezîz ra çend saetên bextewar



Îro sê mîvanên min yên biçûk yên pir şîrîn û pir ezîz hebûn. Bi hatina wan ez pir û pir kêfxweş û dilşa bûm.

Ev cara pêşî ye ku ez mazûbantiya mîvanên hewqasî şîrîn û delal dikim.
Çend roj berê dostê minê hêja Beşîr Kavak telefonî min kir, got, du zarokên min yên biçûk yên 5-6 salî hene, keçikek û lawikek e.

Her şev berî razanê ez ji antolojiya te ya çîrokan çîrokekê ji wan ra dixwînim û dû ra wan dikim xew.

 Zarok ji çîrokên te pir hez dikin, loma jî dixwazin rojekê werin te, nivîskarê van çîrokan bibînin.
Vê agahdariya Beşîr ez gelkî kêfxweş kirim û min got kerem bikin, bi dîtina ”fansên” xwe ezê pir dilşa bibim.

Me li ser îro li hev kir û îro bûn mîvanên min.
Ji ber ku Beşîr di radyoya Swêd beşê kurdî da dixebite, qey ji Zana Serîn ra jî qala meselê û vê daxwaza zarokên xwe kiriye...

Li ser vê, Zana jî gotiye weleh ez jî dixwazim lawikê xwe yê biçûk bînim.
Welhasil bîstek berê Beşîr, Zana û hersê zarok hatin ziyareta min.

Heta nuha bi sedan mîvanên min hatine û çûne, lê bi hatin û dîtina tu mîvanî, heyecanê tu carî hewqasî ez negirtime.

Ji ber ku ev cara pêşî bû minê mazûbantiya sê mîvanên wiha şîrîn û ezîz bikira, ez pir bi heyecan bûm.

 Ez serê we neêşînim, netîce mîvanên min bîstek berê hatin û me têkiliyeke pir baş bi hev ra danî.
”Fansên” min destvala jî nehatibûn, keçika Beşîr ji min ra rismekî xweşik jî çêkiribû. Min rismê wê bi ser masaya xwe ya xebatê ve bi darde kir. Di nava rismên min weşandî da ew risim jî heye…
Ez fêr bûm ku ”fansên” herî bêtir ji kîjan çîrokan hez dikin û ji bo çi jê hez dikin.

Suwarê biçûk ji çîroka mar û rûvî hez dike, ji ber ku rûvî li hemberî bêbextiya mar, suyar xelas kiriye.

Min bi mîvanên xwe ra sê saetên pir xweş borand, wan ji xwe ra li hewşê lîstin, me mezinan jî ji xwe ra sohbet germ kir. Min û mîvanên xwe bi hev ra çend risim jî kişandin, ez hêvî dikim ku hûnê jê hez bikin…

 Bi hêviya dîtina gelek mîvanên wiha…

16 maj 2012

Ji bo kurdên bakur serdaneke girîng



Serokwezîrê herêma Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî îro ji bo serdaneka resmî bi heyetekê ra çû Enqereyê. Serokwezîrê Kurdistanê Nîçîrvan Barzanî, ji alî hukûmeta AKP-ê ve hatiye vexwendin. Barzanî, li balafirxaneya Esenbogayê daket lê nexwest tu bersivê bide pirsên rojnamevanan.
Tê gotin ku armanca serdanê pêşdabirin û xurtkirina têkiliyên nabêna Tirkiyê û Kurdistanê ye yên siyasî, aborî, kulturî ye.
Bêguman ev serdan bi qasî têkiliyên nabêna Tirkiyê û Kurdistana Federal, ji bo me kurdên bakur jî gelkî girîng e. Çimkî mijara herî girîng ya vê serdana serokwezîrê Kurdistana Federal Barzanî ji têkiliyên Tirkiyê û Kuristana Federal bêrit, mesela me kurdên bakur e.
Ez hêvî dikim serokê herêma KLurdistana Federfal ji hevdîtinên bi berpirsên tirk ra netîceyeke baş bidest bixe.


XXX
Bîsteke din ezê dîsa derkevim rêwîtiyeke kar. Rêwîtiya me îcar bi keştiyê(bot, gemî) ye. Emê herin giraveke bi navê Marîahamnê. Emê îşev di keştiyê da rakevin, sibe êvarî ezê vegerim mal.
Swêdî ji xwe ra kêf dikin û min jî li dû xwe dikişkişînin. Di taliya emrê min da nahêlin em li malika xwe rehet bikin...
Ez bi çar çavan li bende teqawitîyê me, lê ew jî dûr xwanê ye, heta wê demê swêdiyên ava min derxin...
Ax pere axxx, ez dizanim heqê te çi ye...



XXX
Ez bîstek berê ji seyahata xwe ya keştiyê vegeriyam. Me du rojên xwe di keştiyê da bi leqeleqa vala û lîstikê zarokan derbas kir. Lê navê wê yê resmî jî konferans bû.
Lê helbet ez dibêjim ”leqeleqa vala û lîstik”, ji bo hevalên min yên swêdî her tişt pir xweş bû, ji xwe ra kêf kirin.
Her tişt têda bû, yanî xwarin, vexwarin her tişt him belaş bû û him jî pir bû.
Helbet yê bixwesta bi şev dans û kê...f jî hebû. Lê yê min bi xwe nigê min jî bi ciyê dansê nebû, piştî şîvê û bîstek sohbet û vexwarin, ez rste rast çûm oda xwe û raketim.
Odeyên me li jorê keştiyê, li qatê dehan bûn, loma jî di çûn û hatinê da me xweza baş temaşe kir.
Di vegerê da jî ez destvala nehatim, xanimê şeraba sor li min temî kiribû, min jê ra sê şûşe şereba sor ya baş anî û ji xwe ra jî şûşeyek wîskiya malt(Glenfiddch) kirî. Carnan gava kul û derd tevradibin ez dubleyekê vedixwim.
Ji ber ku ez pir westiyayî me loma jî nikanim zêde dirêj bikim û dixwazim li vir biqedînim. Ez bawer dikim hewqas agadarî bes e…


XXX
-Ez li pey rastiyê me,
kê gotiye ne girîng e.
Ez li pey edaletê me,
ji bo kê ye, ya jî li hemberî kê ye
ne girîng e
Malcolm X.
Lê çi heyf ku piraniya tirkan wiha nafikirin, rastiyê jî û edelatê jî tenê ji bo xwe dixwazin.

12 maj 2012

Welatê wê tuneye ji bo sosyalîzmê xwe perçe dike

Parlamente BDP-ê ya Stenbolê Sabahat Tuncel, di kongreya HDK-ê (Kongreya Demokratîk ya Gelan) da dîsa weke Castro sosyalîzm parastiye û gotiye, ”AKP bi destên hinekan dixwaze sosyalîzmê bêîtîbar bike. Lê belê em bi rik dibêjin devrîm, bi rik dibêjin sosyalîzim.”

Hela hûn bala xwe bidin vê renteleya han, kurd bindest in, nikanin hebûna xwe bi dewletê bidin qebûl kirin, nikanin navekî kurdî li zarokên xwe kin, nikanin du rêzan bi kurdî binivîsin, (Ez bawer dikim ew bi xwe jî nizane. Heta nuha min nedîtiye du gotin bi kurdî gotibe) îcar ewê bi rik yanî bi înad bibêjin ”devrîm û sosyalîzim”?!

Law qey şansê me kurda ye, li ku renteleyek, mirîdekî çep heye bûye nûnerê kurdan...

Xanim bi rik nabêje azadia kurdan, nabêje serxwebûna Kurdistanê, dibêje "şoreş û sosyalîzim"

Welatê wê tuneye, dewleta wê tuneye, hebûna miletê nayê qebûlkirin, lê ew ji bo sosyalîzmê porê xwe dirûçikîne, xwe perçe dike...

Xanima delal, kînga tu bû xwedî welat, xwedî dewlet wê çaxê rabe di nava kurdan da bibe şervana şoreşê û sosyalîzmê.

Nuha dev ji sosyalîzma xwe ya elewiyan berde û ji bo azadiya kurdan xweliyekê li serê xwe û min ke, rê û dirbekê nîşanî kurdan bide...

Bi dîn û îman bi hin elewiyên wiha pro ”kominîst û sosyalîst” jî bimîne kurd nikanin ber xwe bibînin û bidin ser riyeke kurd û Kurdistanî...

Kurd û zewaca katolîkan

Banka El-Bereke ya tirk li paytexta Kurdistana Federe li Hewlêrê ofîa xwe ya yekem vekir.

Serokê ofîsê Samî Gul, pêwendiyên aborî yên Tirkiyê û Kurdistanê şibandiye “zewaca katolîkan” yanî ya heta roja mirinê.

Wek tê zanîn di zewaca mezhebê katolîk da hevduberdan tuneye, meriv mecbûr e heta mirinê bi hev ra bijî.

Samî Gul, bindestiya kurdan û îşxala Kurdistanê ya ji alî Tirkiyê ve şibandiye ”zewaca” katolîkan ya bi dil û azadiya herdu aliyan.
Çi şibandineke bêbext, şaş û terefgîr.

Di nabêna kurd û tirkan tu carî ”zewceke” ku meriv bikanibe bişibîne ya katolîkan çênebûye.

”Zewaceke” wiha bêguman tê hesabê tirkan, ji ber ku ”zewac”" bi xwe ne bi daxwaz û dilê herdu aliyan, bi zor û cebra tirkan hatiye meydanê.

Û di esasê xwe da tu peymaneke ”zewacê” jî tuneye, tirkan bi darê zorê navê îşxala xwe kirine ”zewac”!

Loma jî meriv nikane têkiliya kurd û tirkan bişibîne ”zewaceke” bi dilê herdu alyan. Li ortê ”zewaceke” bi darê zorê yanî îşxala Kurdistanê heye.

Tirk dixwazin navê vê zorbatiya xwe bikin ”zewaceke” bi dil, lê ne rast e, li ortê tu ”zewac” mewac tuneye, ”tecawiz” û êsîrgirtineke bi darê zorê heye.

Bi kêmanî ev 140 sal in kurd hewil didin ku vê ”zewaca” bi darê zorê betal bikin lê nikanin.

Îcar va ye hin kurdên me jî bûne şeqşeqçî û piştevanê vê ”zewaca” bi darê zorê û dibêjin ev ”zewac” gerek heta û heta dom bike.

Dostî û hevalbendiya bi tevgera Gulen ra hejmara kesên wiha bifikirin ewê roj bi roj zêde bike.

Bankeya El Bereke çi ye ya kê ye?
Li gorî nûçeya malpera Nefelê, gurûba banka El-Bereke, bankeyeke mezin ya Îslamî ye û çavkaniya wê jî Behreyn e. Li Tirkiyeyê li dora 400 şûbeyên(ofîsên) wê hene û nêzî cemaeta Fethullah Gulen e.

Tirkan bi salan kurdên başûr nas nekirin, bi salan li hemberî wan şerekî leşkerî, siyasî û psîkolojîk meşandin, lê nikanîbûn zora kurdan bibin.

Dîtin ku bi şer û bi darê zorê nikanin zora kurdan bibin, loma jî rabûn taktîk guhertin, îcar jî di xwazin bi riya aborî, kulturî û bi riya mekteb û tevgera Fethullah Gulen kurdan bi xwe girê bidin û Kurdistanê bikin bexçeyê pişt mala xwe.

Wisa xuyaye ku ev siyaseta hukûmeta AKP-ê ya nuh bêtir bi tesîr û bêtir berhemdar e.

Çimkkî wa ye di nava kurdan hejmara kurdên ku ji vê ”zewaca” bi darê zorê razîne roj bi roj zêde dibin û ewê hîn jî zêde bibin…

10 maj 2012

Hukûmet ji bo çi vê mazûbaniya nedîtî ji Agar ra dike?



Di meseleya Mehemt Agar da medya jî alîkariya hukûmeta AKP-ê dike, ji bo ku têkiliyên Agar û hukûmetê deşîfre nebin zêde naçin ser meselê û mijarê zêde tevnadin.

 Mehmet Agar, di şerê li hemberî kurdan û bi hezaran cînayetên qatilnediyar da bepirsiyarekî dewletê yê pir girîng e, ew bi gelek tiştan dizane.

Her kes qebûl dike ku Agar, merivekî dewleta kûr yê pir girîng e, ew ne weke qatilên din e ku tenê bi çend tiştan dizane.

Tê gotin ku Agar, qutiya dewleta kûr ya reş e, tiştên ew bibêje ewê here bigihîje Demîrel, serokwezîrên wê demê û hemû endamên Heyeta Ewlekariya Milî.Yanî Mehemt Agar ne merivekî wisa basît e, dema bipeyive dikane zirareke pir  mezin bide dewletê.

Bêyî van giregirên dewletê, bi sedan walî, Qeymeqam, general, zabit û burokratên dewletê jî di van cînayetan geriyane. Hukûmeta AKP-ê viya baş dizane, di bin destê Erdogan da hemû agahdarî, belge û delîl hene. Dizanin kê çi sûc kiriye.

Lê belê Erdogan naxwaze bi sedan zabit, pûlis û mamûrên dewletê ji bo ku kurd kuştine derxe hemberî edaletê û hemû sûcdaran ceza bike.

Heger hukûmet viya bike, sibe kesê newêribe emrê kuştina kurdan bicî bîne.
Loma jî Erdogan naxweze ji bo kurdan çavê leşker, burokrasî û merivên dewletê bitirsîne.
Qetlîama Roboskiyê di vî warî da numûneya herî nêz û berbiçav e.

 Hukûmet ev şeş meh in serî li milet digerîne û bûyerê bi rengekî vekirî zelal nake, berpirsiyaran nagrin û ceza nakin.

Ne ku hukûmet nizane sûcdar kî ne; dizane, dizanin lê naxwazin bigrin û ceza bikin.
Ji ber ku yên hatine kuştin kurd in û bi navê terorîstan hatine kuştine.

Hukûmet naxwaze pûlis, leşker û mamûrên dewletê ji bo ku çend kurd kuştine ceza bike.
Ji ber ku naxwazin mamûrên dewletê kurdan jî weke tirkan bibînin û li gorî wê hereket bikin.
Hukûmet dixwaze pûlis, leşker û mamûrên dewletê kurdan tim weke neyar, weke dijminekî potansiyel bibînin.

Çimkî bi saya vê îdeolojiya dijminatiya bi kurdan ra dewlet li hemberî kurdan wiha zalim û bêrahm e û muameleya însanan bi kurdan ra nake, kurdan tim weke dijminê xwe dibîne û dixwaze ji ortê rake.

 A ji bo ku di nava dewletê da ev îdeolojî û bawerî zeîf nebe Erdogan hewqas qedir û qîmetê dide Agar û jê ra hefseke taybet dide çêkirin.

09 maj 2012

Çend sal azadî îslamîstên kurd har kir

Li Hewlêrê hêzên îslamî îro dîsa rabûn pêdarê û êrîşî Parlementoya Kurdistanê kirin û gelek zirar û ziyan dan avahiya parlamentoyê û gelek pûlis jî birîndar kirine.

Piştî êrîşa ser parlamentoyê, êrîşkaran berê xwe dane nava bajêr û li wir jî êrîş birine ser gelek meyxane, bîraxane û avahiya telewîzyona Zagros-ê.

Qey ev jî şansê kurda ye, çar dewletên neyar ne bes in, dîndarên me jî neyartiyê bi ...hukûmet û qewmê xwe ra dikin.

Dîndarên ereb, tirk û faris mêrikan weke rohniya çavên xwe li dewleta xwe xwedî derdikevin, lê yên me êrîşî ser parlamentoya xwe dikin, bi kevir û daran bi vê stara xwe dikevin.

Ev star û desthilata ku bi xêra Emerîka û kesên ”araqvexwir” ji kurdan ra çêbûye û kurd bi saya vê desthilatê ji qirbûnê filitîn.

Heger ne alîkariya Emerîka û kesên ”araqvexwir” bûya Seddam ji zûda kurd, bi îslamî û ne îslamiyên xwe ve qedandibû.

Lê wisa xuyaye ku çend sal rehetî hin kurdên me bitir kiriye, loma jî weke neyaran êrîşê dibin ser dem û dezgehên xwe, ser mal û milkên xelkên siwîl û midaxeleyî jiyana xelkê dikin.

Li tu dereke din sosireteke wiha tuneye.
Ev ne cara pêşî ye ku li başûrê Kurdistanê hêzên îslamî êrîşê dibin ser aşxane, meyxane û bîrexaneyan û mal û milkên xelkê talan dikin.

Ev, kultureke pir totalîter û pir xeter e, mafê jiyanê nade kesên derî xwe.

Ev, dîtin û meyleke pir tahlûkeye, hukûmeta Kurdistanê dibê miheqeq rê li ber van êrîşkaran bigre û hemû sûcdaran ceza miheqeq bike.

Li hemberî hêzên wiha êrîşkar û fanatîk dibê bi tu hawî tolerans neyê nîşandan.

Li welatekî demokratîk dibê tu hêz û gurûb bi vî rengî nikanibe tecawizî jiyana însanan bike.

Li gorî îdeolijiya van êrîşkaran dibê li Kurdistanê her kes weke wan bibe dîndar û îslamîst û weke wan bijî.

Mafê tu kesî û tu hêzê tuneye ku îdeolojiyek wiha totalîter bi darê zorê li ser însanan ferz bike.

Sebebê ku Xerb hinekî piştgiriyê dide kurdan û nahêle ereb, tirk û faris êrîşê bibe ser wan, ji ber ku li Kurdistanê nisbî be jî hinek demokrasî û azadiya fikrî heye.

Gava ev jî rabe û Kurdistan jî bibe weke Îranê, Emerîka û Xerb jî ewê pişta xwe bi kurdan da ke û wan di nava lepên guran da bihêle.

Loma jî ev êrîşên hêzên îslamî yên ser mal û milkên xelkê pêşeroj û statuya kurdan dixe xeterê.
Hukûmeta Kurdistanê dibê vê bûyera îro pir cidî bigre û li gorî wê hin gavan bavêje.

08 maj 2012

Wey mala Xwedê Ava be !



Wey mala Xwedê hezar carî ava be, waye birêz Kemal Burkay jî fêm kiriye ku “tu projeyeke hukûmetê ji bo çareseriya mesela kurd tuneye.”

Burkay, di axaftina xwe ya kongreya Hak-Parê ya Diyarbekrê da gotiye, “Me piştgirî da rêlibervekirina kurdî ya hikûmetê. Lê wan jî hêj tu projeyeke çareseriyê nedaye pêşiya xwe. Ez di vê mijarê de ne zêde xweşbîn im.”

Yanî hewqas tahb û sahb û piştgiriya birêz Burkay bi avê da çûye û dawiya dawî wî jî fêm kiriye ku Erdogan bi wî halê xwe wî dixapîne û tu nêteke wî ya çareseriya mesela kurd tuneye.

Ma ewê çawa hebe ku? Erdogan gav û saetê dibêje ”yek milet û yek milet” !

Hukûmeta ku hebûna miletê kurd qebûl neke û tim bibêje li Tirkiyê "yek milet" heye, ewê çawa mafê kurdan bidê?

Esas berî hêviya çareseriyê, dibê Burkay û kurdên din ji Erdogan, qesta wî ya ”yek milet” î bipirsin, bibêjin bi vê gotinê tu dixwazî çi bibêjî?

Heta ku Erdogan bibêje "yek milet", dibê kes ji hukûmeta AKP-ê tu hêviyên çareseriyê nekin. Ev xeyaleke vala ye.



XXX
Diyar bû ku Erdogan bêhemdî, ji dêlî ku bibêje ”tek dîl” yanî ”yek ziman”, gotiye ”tek dîn” yanî yek dîn.
Erdogan dibêje, xetên wî yên sor, ”yek milet, yek al, yek welat, yek dewlet e.” Wî bêhemdî gotiye ”yek dîn.”
Lê rast napeyive, wî gotina ”dîl û dîn” yanî ziman û dîn(ol) tevhev kiriye, ji dêlî ku bibêje, liv î welatî yek ziman heye, gotiye yek dîn heye. Yanî em kurdî qebûl nakin.
Bi baweriya min rastî ev e.


XXX
Pêşeroja welatekî girêdayî însanên wî welatî perwerdeyeke çawa dîtine.
//ALBERT EINSTEIN


XXX
Pûlisên tirk vê sibê li 6 bajaran dîsa li hemberî kurdan teroreke berfireh meşandin. Di operasyonê da seroka BDP-ê ya Rihayê Fatma Îzol jî di nav da bi kêmasî 28 kes girtin bin binçavan. jî di nav de bi giştî 28 kes hatin binçavkirin.


Tisstê hukûmeta AKP-ê dike çavsorî û zulmeke nedîtî ye, ev serê sê salan e bi rengekî bênabên kurdan terorîze dikin û herr oj bi kêmasî 30-40 kesî digrin bin çavan.


Ev zulm û çavsoriya hukûmetê bi min pir zor tê û min bêhuzûr dike.
Loma jî hêrs û qehra min ya li hemberî kurdên AKP-ê û pûlperestên huk^ymetê her ku diçe zêde dibe. Hukûmetek li gelê meriv hewqas zulm bike û meriv hîn jî pê ra hevalbendiyê bike, ez bi xwe qet fêm nakim…



XXX
 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvîna xwe ya bi televizyona Dubaî ra dîsa weke serokekî ji xwe bawer mesajeke pir baş daye ereb, faris û tirkan. Mesûd Barzanî li ser pirsekê gotiye:

“Dibê gelê ereb fêm bike ku kurd ne mêvan in û ne jî koçber in, ew xwediyên vê axê ne û ji gelên herêmê yên herî kevnar in. Loma jî mafê wan e li Îraqê bi dilê xwe yekîtiya bi gelê ereb ra hilbijêrin. Her wiha ji mafê wan e ku serbixwe bin jî.”

Dubarekirina vê rastiyê bawerî û manewiyata miletê kurd zêde û xurt dike. Siyasetmedarê newêribe vê rastiyê ji tirk, ereb û farisan ra bibêje ew ne siyasetmedarekî baş e, dibê kurd kesên wiha nekin nûnerên xwe.

Hinek pesn û hinek rexne





Ez dizwazim îşev jî ji we ra hinekî pesnê xwe bidim û qala ”kebanîtiya” xwe ya vê êvarê bikim.

Îro dîsa ji nişkave dilê min bijiya masiyan. Min li dora 600 xiram
stromnîng(masiyekî biçûk û bêhestiye, bi kurdî nizanim navê wî çi ye. Ev masî di derya Baltik da heye) û hinek jî sosa leymûnê kirî û telefonî xanimê kir, min got îşev şîva me masî ye.

Bi kêf û heyecaneke mezin ez çûm mal. Min bala xwe dayê ku xanimê ji... tirsa çêkirina masî, xwe xistiye nava nivînan.

Min tew ban nekirê. Ez ketim mitbaxa xwe, min zend û bendên xwe vemalt û berê zeleteyekî xwe yê ezme yê baş çêkir û xist dolabê.

Dû ra jî min masiyên xwe danî ber xwe, baş xwê û baharat(bîberê reş) kir. Û ji dêlî ku ez felqe felqe sor bikim, min rabû hinek penêrê qeşar xist nabêna herdu perçeyan û dû ra herdu alî baş di nanê hûr da kir û di rûn da sor kir.

Masiyê min tam li gorî dilê min çêbû. Ji ber ku penêr di nabênê da bû, masî hişk nebû, pir nerm hat.

Berî ku xanim ji xew rabe min sifre hazir kir, şûşeyek şeraba sor danî ser masê û dû ra jî ban xanimê kir, min got:
-Fermo, şîv hazir e…

Ciwanik nermik nermik ji xew rabû, got serê min diêşe û ez têr im. Lê dema çav li sifreya hazir û masiyan û şeraba sor ket, got baş e ezê hinekî tahm bikim…

Lê bawer bikin wê bi kêmanî du qatî min xwar…



XXX

Meriv bi salan karekî bike, meriv sal bi sal bi pêş dikeve. Lê yê me kurdan belovacî wê ye, weke mîza devê, em sal bi sal bi paş da diherin.

Netkurd ev heft sal in weşanê dike lê hîn jî fêr nebûye sernivîsekê rast binivîsîne. Hela hûn ji ibreta giran ra bala xwe bidin vê sernivîsê:
“Zarok he li her derê bi 'şîr' dikevin”

Heger pêşbaziyeke sernivîsên sosiret û pêkenok çê bibûya ez bawer dikim ev se...rnivîs miheqeq ewê bibûya yekem.

Piştî ku sernivîs wiha be, Xwedê dizane ku nivîs êdî çawa ye…
Ji bo ku bêtir neqeherim min nivîs nexwend, qîma xwe tenê bi sernivîsê anî.

Dibêjin, ji devere gotine, deve, ma hustuyê te çima wisa xwar e?
Deve gotiye, ma kudera min rast e ku hustuyê min rast be!

Nuha ez kudera vê sernivîsê rast bikim?
Xwediyê vê sernivîsê ya zarokekî biçûk e, ya jî merivekî ku hîn nuh fêrî kurdî dibe.
Lê bi dîtina min ji xwediyê nivîsê bêtir sûc yê malperê ye. Dibê berpirsiyarê malperê ev sernivîsa sosiret bi vî rengî neweşanda, rast bikira.

 Lê wisa diyar e k redaktorê Netkurdê bi hin karên din mijûl e, loma jî wexta wî tuneye bi tiştên wiha biçûk mijûl bibe.

 “Zarok he li her derê bi 'şîr' dikevin”
Gelo ev sernivîs tê çi maneyê?
Bi texmîna min rojnamevanê me xwestiye bibêje, “zarok hîn li her derê bi şîr jahrdadayî dibin.”

PARVE BIKE