31 juli 2012

Dibê em jî weke her miletî bibin xwedî dewlet

Ev nivîsa min li ser şiroveyeke Ceng Sagnic e. Ceng, di nivîsa xwe da qala dûrbîniya Theoder Herzlê cihû  kiriye û gotiye ku Herzl dizanîbû di nava 50 salan da ewê dewleteke cihûyan çêbibe. Ev yek ji bo kurdan jî wiha ye.

"Cengê hêja, her wisa Theodor Herzl di bîranên xwe da dibêje, ji bo ku li vê cîhanê ew(cihû) rehet bikin dibê ya ew bibin weke her kesî, yanî bibin xwedî dewlet, xwedî welat û xwedî al, ya jî dibê her kesî weke xwe bikin. Yanî sînoran, dewletan û alên netewî rakin, her kesî weke cihûyên wê demê bikin însanên bêwelat, bêdewlet, bênasname û bê al.

Îdeolojiya komînîzmê, dîktatoriya prloterya û enternasyonalîzma Karl Marx sîstematîzekirina vê fikra Herzl bû.
Karl Marx, bawer nedikir ku ew(yanî cihû) bikanibin bibin weke her kesî; yanî bibin xwedî welat, xwedî dewlet û xwedî al. Loma jî xwest dîn, al, sînor û dewletên netewî rabin. 

Marx, weke dewlet û sînorên netewî li dijî dîn bû jî, ji ber ku dînê wan jî bûbû bela serê wan, loma jî got ”dîn afyona gelan” e.

Lê Herzl wek Marx nedifikirî, projeya Marx ya çareseriya problema cihûyan realîst nedît.
Bi eksê Marx, Herzl bawer dikir ku di nava 50 salî da ewê bikanibin ”bibin wek her kesî”, yanî bibin xwedî dewlet, xwedî welat û aleke netewî. Û hemû xebata xwe jî ji bo gihîştia vê armanca xwe meşand.

Ji bo ku em kurd jî li vê cîhanê rehet bikin, dibê em bibin wek her kesî, wek her miletî; yanî bibin xwedî welat û xwedî dewleteke netewî. Hedefa her kurdî dibê ev be. Wekî din tu çareyeke me tuneye. 

Rewşa kurdan(kurdên başûr netê da)îro ji rewşa cihuyan ya Ewrûpayê ya sedsala 20-an xerabtir e, ne baştir e. Loma jî weke her miletî dibê kurd jî bibin xwedî al, xwedî welat û xwedî dewlet."


XXX
Kesê ji guhertinê, ji nuhbûnê biterse ji jiyanê jï ditirse. Jiyan di guhetinê da ye. Dibê meriv tisht û fikrên nuh ra vekirî be..

30 juli 2012

Hin kurd xurtên kurdan e


Çendakî berê Şerafetîn Elçî di axaftineke xwe da çend gotinên rexnegir li ser Kemal Burkay got.

Burkay yek nekir dudu, roja din bersîveke pir giran da Şerafetîn Elçî.
Ev du heftene li Kurdistana Rojava bûyerên pir mezin diqewimin, kurdan îdareye gelek bajaran girtin destên xwe. Li ser vê gava kurdan, Tirkiyê bi hezaran leşker şand ser sînorê Sûriyê, serokwezîr Erdogan û wezîrê karê derve Davutoglu, kurd bi îşxalkirina Kurdistnê tehdît kirin, gotin emê tu carî nehêlin di bin pozê me da Kurdistanek ava bibe, dibê hûn ala kurdî nekşînin.

Tirk, van tehdîdên xwe hîn jî didomînin.
Çapemenî û medya tirk ji xwe li hemberî kurdan seferberlig îlan kirine, li hemberî kurdan şerekî psîkolojîk yê bêeman didin meşandin.

Lê li gel hemû van bûyerên girîng jî ew Burkayê ku li ser gotineke Elçî roja din tavilê bersîvek giran Elçî, li hemberî van êrîşên tirkan hîn dengê xwe dernexistiye û bersîvek nedaye gef û tehdîdên Erdogan û Davutoglu.

Xwezî ew çapikî û lezgîniya Burkay li hemberî du gotinên Elçî nîşan da, li hemberî êrîşên Erdogan, Davutoglu û tirkan nîşan bida, wek ya Elçî, tavilê bersîvek bida gef û tehdîdên Erdogan û tirkan jî.

Ez bi xwe heta nuha li tu derê rastî beyanekê ya jî nivîseke Burkay ya li ser bûyerên Kurdistana Rojava û êrîşên tirkan nehatime. Heger kesên lê rasthatine hene bira ji kerema xwe ra ji min ra bişînin.

Helbet "siyasetmedar û ronakbîrên" li hemberî bûyerên Sûriyê û tehdîdên tirkan xwe bêdeng dikin ne Burkay tenê ye, gelekên din jî hene. Ne hewceye ez yeko yeko navê wan jî bijmêrim, kurd wan jî nas dikin. Mesele "tehdîdeke" PKK-ê ya jî beyaneke BDP-ê bûya ewê tavilê ferman rakirana û beyanên mişterek belav bikirana. Lê li hemberî êrîşên neyar wê hesasiyetê nîşan nadin, xwe kerr û lal dikin, beyanên mişterek belav nakin.

Heger di rojên wiha giran da siyasetmedar, serok û ronakbîrên miletekî dengê xwe nekin, ya jî dawiya her kesî dengê xwe bikin şaşî û kêmasiyeke pir mezin e.

Serok û siyasetmder û ronakbîr dibê rê nîşanî gelê xwe bidin, pêşengiyê bikin, ne ku di rojên giran da li hemberî bûyeran xwe kerr û lal bikin…

XXX
Camêrekî ewrûpî gotiye, "di micadela di nabêna zinêr û herikandina(şîpa) avê da herikandin tim qezenc dike. Ne ji ber bihêzbûna herikandinê, bi eksê wê ji ber sebir û bînfirehiya wê ew tim qezenc dike."
Li ser eynî mijarê pêşiyên kurdan gotine, Xwediyê sebrê mîrê Misrê!
Yanî dibê di micadelê da meriv zû neweste.
Kurd bi micadele û sebra xwe ya bêmsal ewê bigihîjin azadiya xwe û welatê xwe rizgar bikin.

XXX
-Her nifş bi modeya kevn dikene, lêbelê bi dîqeteke mezin jî ya nuh taqîb dike...
Bîrnabin ku nifşên pîştî wan jî ewê bi zewq û modeya wan bikenin…

29 juli 2012

Zalim pir bêrû ne


Her kes baş dizane ku kurd naxwazin Sûriyê ji ereban bistînin, bikin welatê xwe û ereban jî bindest bihêlin, bihelînin û bikin kurd.

Lê her kes baş dizane ku hemû ereb dixwazin ku welatê kurdan nedin kurdan û kurdan jî bidest bihêlin, bihelînin û bikin ereb.

Ev yek ji bo Tirkiyê jî wiha ye.
Li Tirkiyê jî kurd naxwazin Tirkiyê ji tirkan bigrin, bikin Kurdistan û tirkan jî bikin kurd.

Lê tirkan him welatê kurdan îşxal kiriye û him jî hebûna kurdan qebûl nakin, dixwazin kurdan bihelînin, bikin tirk, nahêlin zarokên kurdan bi zimanê xwe perwerde bibin.
Lê dîsa jî yên neheq, yên nîjadperest kurd in.

Tirk û ereb, bi îşxalên xwe, bi zulm û zordariyên xwe ne neheq û ne nîjadperest in, kurdên ku azadiya xwe, rizgariya welatê xwe dixwazin neheq û nîjadperest in.
De were li hemberî vê zulma zaliman nemre, de were neteqe

XXX
Di bûyera Kurdistan rojava da careke din derket ortê tirk, di warê siyasî û îdeolojîk da çiqasî li dijî hev bin jî dema mesele dibe kurd û Kurdistan dev ji dijayetiyên di nabêna xwe da berdin û li hemberî kurdan dibin yek û ji bo ku kurdan ji ortê rakin, bi hev ra êrîş dikin...

Dibê ev şêla tirkan ji bo me jî bibe numûne û ders, dibê em kurd jî di roj û demên wiha da hemû dijayetiyên xwe yên siyasî û îdeolojîk bidin aliyekî û ji bo kurd û Kurdistanê werin ba hev û li hemberî kes û hêzên ku dixwazin me ji ortê rakin yekîtiya xwe xurt bikin.

Tirk û neyarên me yên ji bo ku me bindest bihêlin û heta me ji ortê rakin hemû berberî û dijayetiyên xwe yên siyasî û îdeolojîk didin aliyekî. Dibê em kurd jî ji bo ku bikanibin ji bin vê zulmê, ji bin vê bindestiyê xelas bibin wiha bikin, dev ji dijayetiyên xwe yên siyasî û îdeolojîk berdin û hêza xwe bikin yek û bi hev ra xwe biparêzin.
Garantî û temînata jiyana me, ya hebûna me û serkeftina me hevkarî û yekîtiya me ye…


XXX
Dînê Tirkiyê yê resmî durûtî ye.
Murathan Mungan
Camêr pir rast gotiye, bi rastî jî wisa ye.

XXX
-Dostiya kûçikekî ji kûçiktiya hevalekî çêtir e.

28 juli 2012

Kurdino, daxwaza Kurdistana serbixwe mafê we ye!



Serokê belediya Diyarbekrê yê bajarê mezin Osman Baydemîr, do di axaftina xwe ya fitarê da gotiye; ew ji bo kurdên Tirkiyê jî “Kurdistaneke Otonom” dixwaze.

Baydemîr, di axaftina xwe da gotiye, kurd êdî hew bindestiyê qebûl dikin, kurd li Tirkiyê statuyeke îdarî û siyasî dixwazin. Çawa ku li Îraqê statuyeke kurdan ya siyasî heye, ewê li Îranê jî, li Tirkiyê jî, li Sûriyê jî ”Kurdistaneke Otonom” çêbibe û ji xwe li Rojhilata Navîn tekane çareseriya kêşeyê jî ev e.

Rast e, heta ku kurd nebin xwedî dewlet, het aku Kurdistan çênebe li Rojhilata Navîn aştî ne mimkûn e.

Heger serok û rêberên kurdan jîr û dûrbîn bin Kurdistana mezin çêbûye, di vî warî da her tişt kemiliye, şertên der û hundur di lehên kurdan da ne. Kêmasî û zeafiyet tenê di rêberan, di warê siyasî da ye.

Heger kurd xwe bidin ser hev û meclîseke, cepheyeke li gorî şertên îro saz bikin tu hêz nikane rê li ber avabûna Kurdistanê ya jî çend Kurdistanan bigre.

Ji ber ku dikane li her beşekî Kurdistanê Kurdistanek çêbibe, ev jî pir mimkûn e. Dibê kurd hesabê vê yekê jî bikin.

Ma çima 23 dewletên erban tuneye, dikane çar dewlet û çar Kurdistanên kurdan jî çêbibin. Îro ev îhtîmal ji avabûna Kurdustaneke ezin ya yekbûyî zêdetir e.

Dibê meriv zêde guh nede fort û qîjewîja tirkan, nikanin tu jahrê jî bixwin, ew çi bikin jî li zirara wan û li kara kurda ye. Heger êrîşê bibin ser kurdên Sûriyê û beşekî rojavayê Kurdistanê jî îşxal bikin, ev yek li Tirkiyê jî ewê avabûna Kurdistaneke serbixwe nêziktir bike.

Loma jî serê hertiştî amadeyî û organîzebûna kurdan e, dibê kurd di warê eskerî, rêxistinî û siyasî da xwe pir baş organîze û amade bikin.

Ya din dibê kurd û bi taybetî jî siyasetmedarên kurdan êdî zêde ji tirkan netirsin, hest û daxwazên xwe yên siyasî qet sansor nekin, daxwaza avabûna Kurdistanê li her derê bi dengekî bilind bînin zimên. Dibê em tabûya li ser vê daxwaza miletê kurd bişkînin.
Ev, mafê miletê kurd e yê herî rewa ye.

XXX
Li Tirkiyê şertên siyasî êdî rê nadin ku însan wek berê him doza kurdayetiyê bikin û him jî bibin hevkar û hevalbendên dewletê û hukûmeta AKP-ê.
Siyaseta ku hukûmeta AKP li hemberî kurdên bakur û kurdên Sûriyê dimeşîne şertên hevkariya eşkere ya bi dewletê ra ji ortê rakir. Êdî meriv ya hevalbendê dewletê û ji cepheya AKP-ê ye ya jî li dijî hukûmeta   AKP-ê û ji cepheya kurda ye. Îdarekirina herdu aliyan jî êdî ne mimkûn e. Sef nettir dibin, ya tu di cepheya Erdogan da ya jî di ya Demirtaş da yî...

Paranoya tirkan ya Kurdistanê dîsa dest pê kir



”Di rojnameya Tarafê da Hadî Uluengîn li ser harbûna tirkan gotiye, ”bi bûyerên sûriyê yên dawî ra ”paranoya me ya Kurdistanê dîsa xwe da der.”

Uluengîn gotiye, "ji bo tedawiya paranoyayên rûhî du metodên bingehîn hene. Ya hûnê bi daxwaza xwe herin ba psîkîyater û ji bo xelasiya ji travmaya xwe alîkariyê jê bixwazin, ya jî bi hêviya ku hûnê xelas bibin, bi darê zorê ewê elektro-şokê bikar bînin. Ez hêvî dikim ji bo ku em ji paranoya Kurdistanê xelas bibin ev çareya dawî neyê rojevê.”

Uluengîn derbaraê psîkolojiya tirkan da tespîteke pir rast kiriye.
Bi dîtina min birêvebirên Tirkiyê bi daxwaza xwe naçin ser psîkîyater. Çimkî yê dîn haya wî ji dînîtiya wî tuneye, lema jî tu carî bi xwe li dû tedawiya xwe nagere, dibê xwediyên wî vî akrî bikin.

Loma jî dibê hin tirkên biaqil(heger hebin)bi darê zorê serokvezîr, serokkomar û hemû birêvebirên dewletê yeko yeko bigrin û bibin ser psîkîyatiran û di nêzîktirîn wextê da dest bi tedawiya elektro-şokê bikin.

Bi qasî xuyaye hemû birêvbirên dewletê hewcedarî vê tedawiyê ne.
Heta ne birêvebirên dewletê tenê, piraniya mensûbên çaapemeniyê û medyayayê jî muhtacî vê tedawiyê ne; leşker her wisa...

Dibê tedawiya van psîkopatan zû dest pê bike, ya na ewê zirareke pir mezin bidin der û dora xwe...



XXX
Êdî meriv weke kurd nikane xeberên çapemeniya tirk û nivîskarên tirk bixwîne, çend qelem ne tê da hemû bûne weke gurên har û bi zalimî û bêexlaqiyeke pir mezin êrîşî kurdan dikin.

Hemû jî dixwazin kurd li her derê tim bêmaf û bindest bin, weke miletên din tu carî azad nebin.

Çapemeniya tirk, malperên tirkî û siyasetmedarên tirk hemû jî li hemberî kurdan kîn û nefretê vedirişin, ji dev û qelemên wan tenê neyartiya kurdan diherike…

Xwezî dijminê me hewqasî ne zalim, hewqasî ne korfahm û ne bêûjdan bûna…



XXX
-Ya dengê xwe neke ya jî gotineke ji dengnekirinê hêjatir bibêje…
Xwezî hemû gevezeyan guh bidana vê şiretê...

Heger hûn kurd in ji partiyên tirk îstîfa bikin!


Erdoganê panturkîst, Bahçeliyê faşîst ne bes bû, nuha jî serokê CHP-ya sosyaldemokrat(!) Kemal Kiliçdaroglu xwe li kurdan rakşandiye, gotiye li Sûriyê ”Kurdistaneke serbixwe” çêdibe lê hukûmeta AKP-ê hîn radikeve.

Kiliçdaroglu jî weke Bahçelî û Erdogan xwestiye ku dewlet bi hemû îmkanên xwe rê li ber azadbûna kurdên Sûriyê û avabûna Kurdistanê bigre.

Mêş biçûk e lê gava dikeve xwarina ber meriv madê meriv ji xwarinê digre. Kiliçdaroglu ne tu tişt e, lê belê wek kurdekî dêrsimî dema wek faşîstekî tirk li dijî azadbûna kurdan derdikeve, madê meriv jê digire, meriv jê îkrah dike.

Bi baweriya min zêde ne hewceye ku meriv li ser partiyên tirk û siyasetmedarên tirkan bipeyive, çi li der û çi jî li hundur, hemû jî li dijî azadbûna kurdan e, hemû jî dixwazin kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê tim bindest bimînin.

Kiliçdaroglu ditirse ku kurd li Sûriyê ji bin zulm û zora rejîma Baas xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe. Ev yek, wek serokên partiyên din Kiliçdaroglu jî gelkî ditirsîne…

Loma jî ji bo me kurdan tu ferqeke cidî di nabêna siyasetmedarên tirk da tuneye, ji kîjan partiyê dibe bila bibe, hemû jî nîjadperest û faşîstên di ser hev ra ne…

A ji ber vê yekê, ji nuha û pêva ciyê tu kurdekî welatparêz di nava tu partiyeke tirk da tuneye.
Her kesê ku xwe kurdperwer dibîne û ne li dijî azadiya gelê xwe ye, dibê êdî di nava van partiyên neyarên miletê xwe da nemînin, zû îstîfa bikin!

Ji ber ku di mesela kurd da hemû partî jî di netîceyê da xwedî eynî îdeolojiya kemalîst in, armanca wan ya esasî kurdan bihelînin, bikin tirk. Armanca CHP-ê û Kiliçdaroglu jî ev e.

Kurdên ku ji van partiyên tirk yên kemalîst îstifa nekin maneya xwe ew e ku ew jî şirîkên siyaset û êrîşên van partiyan in. Ji nuha û pêva ciyê kurdan di nava partiyên tirk da tuneye, heger kurd in û ne li dijî azadiya gelê xwe ne dibê îstîfa bikin…

26 juli 2012

Erdogan qebûl nake li Sûriyê jî kurd azad bibin


Hin kurdên nêzî AKP-ê di kanala TRT6 û kanalên din yên tirk da operasyon û êrîşên dewletê yên li hembrî kurdan tim bi şerê PKK-ê yê çekdarî va girê didin û loma jî ji hukûmetê bêtir tim PKK-ê rexne dikin.
 
Li gorî wan heger PKK dev ji şerê çekdarî berde hukûmetê gav bi gav mafê kurdan bide û mesela kurd bi riyeke aştiyane hel bike. Lê PKK bi şerê xwe yê çekdarî nahêle hukûmet vê gavê bavêje.

Nuha vaye li Kurdistana Sûriyê ne PKK heye û ne jî kes şerê çekdarî dike. Kurdan bi riyeke aştiyane hin bajarên xwe rzgar girine û mafê xwe yê netewî dixwzin.

Sûriye welatekî din e û kurd jî ne hemwelatiyên Tirkiyê ne û ji Tirkiyê jî tiştekî naxwazin.
Kurdên Sûriyê ne êrîş birine ser Tirkiyê û ne jî ji Tirkiyê tiştek xwestine. Daxwaza wan ji dewleta Sûriyê ye, ew li hemberî êrîşên dewleta Sûrî amadeyiyên xwe dikin û dixwazin mafên xwe yên netewî bidest xin.

Lê Erdogan û hukûmeta wî dîsa jî kurdên Sûriyê rehet bernadin, weke gurên har yên devbixwîn êrîşê dibin ser wan, gefan li wan dixwin û qala îşxala Kurdistana Sûriyê dikin. 

Erdogan û wezîrên wî dibêjin ew qebûl nakin kurd ala kurdî hildin û ewê tu carî rê nedin avabûna Kurdistanekê.

Yanî mêrik ne qebûl nake ku li welatekî din jî kurd ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet û desthilat.
Gelo ev hevalbendên AKP-ê û rexnegirên PKK-ê û BDP-ê li hemberî vê zorbatiya Erdogan û hukûmetê û van êrîşên tirkan ewê îcar çi bibêjin û îcar sûc têxin hustuyê kê?

Piştî vê zorbatî û van tehdîtên Erdogan û hukûmeta AKP-ê ya li hemberî kurdên Sûriyê gelo ewê hîn jî hevkarî û hevalbendiyên xwe yên bi hukûmetê ra bidomînin ya na?

XXX
Bi qasî xuyaye li Tirkiyê şertên siyasî êdî rê nadin ku însan wek berê him doza kurdayetiyê bikin û him jî bibin hevkar û hevalbendên dewletê û hukûmeta AKP-ê.

Siyaseta ku hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdên Sûriyê dimeşîne şertên hevkariya eşkere ji ortê rakir.
Êdî meriv ya hevalbendê dewletê û ji cepheya AKP-ê ye ya jî li dijî hukûmeta AKP-ê û ji cepheya kurda ye. Îdarekirina herdu aliyan jî êdî ne mimkûn e.

Baş û xerab, kurdperwer û pûlperest û hevkarên tirkan êdî ji hev digerin, şertên Tirkiyê û Kurdistanê maskeyan yeko yeko dixîne.

Bi tirkan ra di nava partiyên tirk êdî kurdayetî û xebta ji kurd û Kurdistanê nabe, ew dem zûdaderbas bû…
Her teyr bi refên xwe ra…

25 juli 2012

Hukûmeta AKP-ê li ajanên soran digere


Hukûmeta AKP-ê li ajanên soran digere...
Teşkîlata Îstîxbarata Milî ya Tirk (MÎT) ji bo girtina personalan di malpera xwe da anonsek belav kiriye. MÎT, di anonsa xwe da dibêje ew li kesên bi soranî û bi îbranî dizanin digerin.

Di anonsê da li kesên ku bi kurrmancî û bi zazakî(dimilkî)dizanin nagerin, tenê li soranîzanan digerin.
Ev jî tê wê maneyê ku têra xwe ajanên wan yên kurmanc û zaza hene, loma jî li kurmanc û zazayan nagerin. Lê hewcedariya wan bi ajanên ^soran û soranîzan heye. Diyar e halîhazir li gorî kurmanc û zazayan soran pir kêm in. 

Lê di demeke pir kin da dewleta tirk ewê vê kêmasiya xwe ji ortê rake, bi sedan soran û kesên soranîzan ewê têkevin dorê.

Tirkiyê berê Kurdistana Federe nas nedikir, loma jî zêde guh nedida wê herêmê. Lê hukûmeta AKP-ê siyaseta xwe guhert û êdî giraniyê dide Başûrê Kurdistanê jî. Loma jî hewcedariya dewletê bi ajanên soran û soranîzan jî heye.

Ji bo qezenckirin û bikaranîna ajanên soran du dezgeh û wasiteyên dewletê yên pir mikemel hene; yek jê TRT6 e û yek jî Dunya TV ye. Helbet gelek riyên din jî hene, lê ev herdu dezgeh ji bo kamûflajê pir îdîal in.
Bi riya van herdu kanalan dewleta tirk bi rehetî dikane gelek kurdên soran bike ajan. Ji xwe di bunyeya TRT-yê da vekirina kanala soranî jî ne ji xêrê ra ye, bi vekirina vê kanalê hesabê hukûmeta AKP-ê pir mezin e.

Hukûmeta AKP-ê ji bo tasfiyekirina serîhildana kurdan ji zûdaye devê kîs vekiriye û bi comerdî pera li kurdên zeîf û pûlperest belav dike. Û bi qasî ku tê dïtin ev siyaseta hukûmetê gelkî serkeftî ye.

Heta ku ev comerdî bi Erdogan û bi dewleta tirk ra hebe ewê tu carî zahmetiya dîtina ajanên kurmanc, zaza û soran nekşînin.
Ku pere hebe ajanên kurd pir in…



XXX
Li gorî ku çapemeniya tirk dinivîsîne Tirkye leşkerekî giran ji Mêrdînê, Şirenxê û Cizîrê sewqî ser sînorê Nisêbînê û herêmên sînor dike.

Nerehetî û tirsa ku di dema ketina Seddam da bi hukûmeta AKP-ê ra çêbûbû û bûbû sedem ku li hemberî kurdên başûr siyaseteke hasman e bimeşînin, diyar e AKP dike îro jî eynî siyasetê dîsa dubera bike.

Lê ez hêvî dikim ku hukûmet şaşiyekê neke û êrîşî kurdan nekin, ku bikin ewê li zirarê derkevin.

Lê nîjadperestî û neyartiya li dijî kurdan çavê siyasetmedarên tirk qarixî kiriye, li hemberî kurdan ew dikanin her babet dînîtiyê bikin.



XXX
Mirin helbet tişetekî pir bi xof e, lê belê bêmirin jî nabe, nemirinî jî bi qasî mirinê xofdar e…
Hin kes dibêjin ew ji mirinê natirsin. Ez bi xwe hewqasî ne cesûr im, ez ji mirinê ditirsim. Lê bi taybetî jî ji mirina zû.
Ez mirinê wek rêwîtiyekê dibînim, dibê di nîvê rê da meriv nemre, here bighîje hêniyê, dawiya rêwîtiya xwe. A wê demê êdî meriv amadeye…

Tirkan dîsa dest bi gefên xwe kirin



Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, ji serokê Meclisa Wetenî ya Sûriyê Ebdilbasit Seydayê kurd ra gotiye, ”dibê li Kurdistana rojava ala kurd were daxistin” !

Û Ebdulbasit jî li ser vî emrê Davutoglu, bang li kurdan kir û xwest ku ala kurdî nekşînin.
Davutoglu bi vê daxwaza xwe jî nehatiye serî,bi gef herwisa ji Abdulbasit xwestiye ku ”Sûriye perçe nebe, di çarçovey qanûneke esasî ya demokratîk da wek yek welatî bimîne.”

Hema tu emir bikî birêz Davutoglu, emrê te ewê tavilê were cî(!)
Kurd ji kesên ku ji ketin û rabûna xwe û ji dîrokê dersê negrin ra dibêjin, ”çû seferê hat kerê berê”!
Diyar e tirkên me jî qet biaqil nabin, siyaseta ku li Îraqê li hemberî kurdan meşandin dixwazin li Sûriyê jî eynî siyasetê dubare bikin.

Lê ev siyaseta şaş çawa ku li Îraqê îflas kir, bêguman ewê li Sûriyê jî îflas bike.
Ewê îflasbike çimkî cin carê ji şûşê derketiye, tu hêz êdî nikane paşda têxe şûşê.

XXX
Qaymeqamê bajarê belediya Yenişehirê yê Diyarbekrê navê parka ”Merwaniyan” qedexe kiriye, wî jî gotiye herfa ”W” ne li gorî elîfbeya tirkî ye.

A qeşmerî tam ev e, hukûmet xwedêgiravî dike di mekteban da dest bi dersa kurdî ya bijare bike, lê qaymeqamê hukûmetê herfa ”W” li kurdan yasax dike.

Li Tirkiyê telewîzyona dewletê 24 saetan weşana bi kurdî dike, di hin unîversîteyan da beşê zimanê kurdî vekirine, li Tirkiyê telewîzyonek bi navê ”Show TV”-ê heye, lê mamûrên dewletê dîsa jî herfa ”W” li kurdan yasax dike.

A navê viya tam qeşmerî ye. Qomedî û qeşmeriyeke tam li gorî dewleta tirk e. Lê qomedieyke pir bêqalîteye…

Yasaxkirinên navên kurdî nîşan dide ku hemû soz û ahdên hukûmetê vir in û xapandin e...
Heger ne derew e dibê nuha serokwezîr, wezîrê edaletê û yê karûbarê hundur û serokê TRT6-ê li hemberî vê qedexeyê tiştekî bibêjin.

Diyar e elîfbeya kurdî ji hukûmeta AKP-ê ra serbest e lê ji kurdan ra yasax e. Ji ber ku hukûmet di TRT6-ê û zanîngehan da her roj elîfbeya kurdî bikar tîne…
Ez çi zanim, li Tirkiyê her tişt bûye qeşmerî

Erdogan îcar jî kurdên Sûriyê tehdît dike



Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan îcar jî dest bi tehdîtkirina kurdên Sûriyê kir. Erdogan, di axaftina xwe ya telewîzyonekê da gotiye:

”Statuya bakurê Îraqê hin gavên me tahrîk dikin davîje. Lê ji bo gavên pêwîst emê tu teredudê nîşan nedin. 
Statuya ku li bkurê Sûriyê ava bibe ji bo me ewê bibe bicîbûna terorê. Midaxeleyî wê derê kirin mafê me yê herî tabiî ye.”

Û li ser îdîayên ku ewê li Rojavayê Kurdistanê dewletek kurd ava bibe jî Erdogan gotiye, ”ji bo tiştekî wiha hey emê nebêjin êwelah”!

Yanî dema kurd xwe ji rejîma Esed rizgar bikin û serxwebûna xwe îlan bikin Erdogan ewê qebûl neke û êrîşê bibe ser kurdan.

Xwedê aqilekî bide Erdogan û berpirsiyarên tirkan. Mêrik pir vekirî kurdên Sûriyê tehdît dike, dibêje em qebûl nakin hûn azad bibin û bibin xwedî dewlet.

Mêrik bi bindestiya 20 milyon kurdên xwe jî nayê serî, dibêje em qebû nakin kurd li tu welatî û li tu dereke din jî ji bindestiyê azad bibin û bibin xwedî dewlet.

Li gorî Tirkan û hukûmeta AKP-ê ji ber ku Tirkiye qebûl nake, loma jî dibê kurdên Sûriyê jî doza tu mafî nekin, wek kurdên Tirkiyê ew jî bindest bimînin.

Vana ne mirovên biaqil, dîn in, lê çi heyf ku kes tuneye wan têxe tîmarxanê.
Miletê kurd rastî belayeke pir mezin hatiye, emê ji vê bela mezin çawa xelas bibin ez nizanim.
Ez hêvî dikim ku ev mêrik bela xwe ne ji me, ji hinekên din bibîne…

24 juli 2012

Hûn biteqin jî Kurdistanê ava bibe!


Taha  Akyolê nîjadperest û panturkîst ji serîhildan û pêşketinên kurdan ya Kurdistana Sûriyê gelkî aciz bûye. Loma jî dewleta xwe şiyar dike û jê dixwze ku ew rê li ber avabûna “Herêma Kurdistana Rojava ya otonom” bigre. 

Lê çi hefy ku Akyol ne bi tenêye, ev du roj in di medya tirk da bi dehan qelemên nîjadperest weke dema şerê Îraqê, weka gurên har êrîşê dibin ser kurdan û dixwazin ku delet tiştekî bike, li hemberî serkeftina kuran tedbîrekê bigre. 

Li cîhanê kî azad bibe û bibe xwedî dewlet, dewleta tirk û civata tirk ne li dij in, tenê li dijî azadbûn û dewletbûna kurdan e, dixwazin kurd li Tirkiyê, li Îranê, li Îraqê û li Sûriyê tu carî xelas nebin, hertim bindest bin.

Heta ne bindest tenê, Akyol, gelek kesên wek wî, dewlet û hukûmeta AKP-ê di hundurê xwe da dixwazin li cîhanê kurd nemînin. 

Bawer bikin heger ji destê Akyol, Erdogan û birêvebirên dewletê û helbet çapemeniya tirk bihata ewê hemû kurdên cîhanê qir bikirana.

Tiştekî pir û pir ecêb e, dewletek, medyaya welatekî û heta miletek çawa dikane li hemberî miletekî mezlûm hewqasî zalim û bêûjdan be, hewqasî ji normên mirovahiyê dûrbikeve?

XXX
Du roj berê li herêma Geverê helîkoptereke Artêşa tirk ya Tîpa Skorsky ket û 5 ya jî 7 leşker mirin.
Hukûmeta AKP-ê û leşker dibêjin helîkoptera wan bi xwe ketiye, yanî keza kiriye.
Lê HPG jî dibêje na ev derew e, me helîkopter xist.

Helbet meriv sedîsed nizane kîjan alî rast dibêje û kîjan alî rast nabêje.
Lê tecrûbe nîşanî me didin ku dibê di meseleyên wiha da meriv tu carî ji dewleta tirk bawer neke.
Dewleta tirk ne dewleteke şefaf e ku meriv bi rehetî agahiyên wiha kotrol bike.

Heta nuha gelek carên din jî berpirsiyaran gelek derewên wiha kirine lê dû ra derketiye ortê kur derew e.

Bi îhtîmaleke mezin, ev jî dereweke, helîkopter neketiye, hatiye xistin. Lê ji bo ku moralê civatê û leşkerên xwe xera nekin, rastiyê vedişêrin û derewan dikin. Bi derewên wiha dixwazin serkeftinên gerîla biçûk nîşan bidin. Yanî rastiyê ji gelvedişêrin.

Lê wek gelek bûyerên din, di vê bûyerê da jî ewê rojekê rastî derkeve.

Pîra Sitî, miletê kurd bi te serbilind e!

Pîra Sitê ya 79 salî ya sêrtî, dema xwestiye tevî mitînga Diyarbekrê ya 14-ê temûzê bibe bi rêda hatiye girtin.

Pûlisên hukûmeta AKP-ê pîra Sitê birine emniyeta Sêrtê û bala xwe dane sicîla wê. 

Di kontrolê da derketiye ortê ku pîra Sita 79 salî di sala 2006-an da ”sûcekî”(!) din jî kiriye, beşdarî mitîngeke ji bo azadiya Ocalan bûye û ji ber vê beşdariya xwe jî 20 meh ceza xwariye.

Pûlisên dewleta tirk pîra Sitê derxistine ber hakim.
Û hakimên dewleta tirk yên pir adil û pir bi şeref (!) pîra Sitê tavilê tewqîf kirine.

Edalet û dadgehên dewleta Erdogan, qatilên ku 7 xortên çep bi têlan xeniqandin berdan, lê pîra Sita 79 salî tewqîf kirine.

Tewqîfkirina Sita 79 salî tam layiqî dewleta tirk e. Ancax li dewleteke wek Tirkiyê û ji bal hakimên tirk ve pîreke79 salî ji bo "sûcekî"(!) wiha dikane marûzî vê zulmê were.

Li Tirkiyê dema mesele dibe kurd, edalet ji edaletiya xwe, huqûq ji huqûqtiya xwe, hakim ji hakimtiye xwe, çapemenî ji çapemeniya xwe, însan ji însaniyeta xwe, welhasil her kes û her tişt ji hemû nirx û hêjayiyên baş û însanî dûr dikeve û li hemberî kurdan dibe zebaniyê ber deriyê dojehê...

Bi vê biryara dadgeha Sêrtê dibê serokkomar Gul, serokwezîr û wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn îşev rehet razên. Çimkî dadgeheke wan pîreke kurd ya 79 salî ji bo ku beşdarî mitîngekê bûye 20 mehan ceza kirine û avêtine zîndanê.

Dibê hemû berpirsiayr û birêvebirên hukûmeta AKP-ê bi vê biryara dadgeha xwe îftîxar bikin (!) Ji ber ku dadgeha wan ya derwîn kurdeke din jî avêt zindanê.
Nuha di facebookê da ez rastî gotineke Darîo Fo hatim, Darîo Fo gotiye: ”Em serbilind dimeşin, ji ber ku em heta bi qirika xwe ketin gû”!

Birêvebirên dewleta tirk heta qirika xwe ketine gû lê haya wan ji wan tuneye….

Heger milet milet bûya, li hemberî vê zulmê ewê bigota dewleteke wiha rezîl tunebe çêtir e û serî hildana

23 juli 2012

Heger ne fen e ji AKP-ê veqetin


Cîgirê serokê AKP-ê yê berê Dengir Mir Mehmet Fırat, di rojnameya Radîkalê da gotiye
”Di mekteban da qebûlkirina kurdî wek dersa bijarte belkî siyaseta înkarê ji ortê rakiriye, lê belê asîmîlasyon hîn berdewam e. Dema tu zimanê miletekî ji ortê rakî asîmîlasyon e. Heger hûn zimanê miletekî ji ortê rakin li gorî min ev jenosîdeke kulturî e.”

Ê kesê wiha bibêje dibê êdî têkiliya xwe ji AKP-ê qut bike û li dijî asîmîlasyonê têkoşînê bide.
Lê Dengîr Mîr Mehemt Firat viya nake, tenê dipeyive. Û ev jî tesîrê li siyaseta Erdogn ya asîmîlekirina kurdan nake.

Yanî gotin tenê têr nake, ya girîng praktîk e, emel e. Herkes dibîne ku hukûmeta AkP-ê dixwaze bi riya asîmîlasyonê kurdan ji ortê rake û bike tirk. Ev nêta AKP-ê êdî ne sir e, Erdogan vê nêta xwe her roj dubare dike.

Heger ne derew e dibê Firat û kesên wek wî têkiliyên xwe ji AKP-ê qut bikin û bi rengekî eşkere têkevin nava xebata li dijî asîmîlasyonê...


XXX
Yilmaz, lawikê licî, roja îniyê weka hertim piştî kar ez dîsa çûm mekanê te; aşxaneya ”City Krog”, ji bo ku fîncanek qahwe û dubleyek vîskî vexwim(!) 

Min zanîbû tu yê ne li ciyê xwe bî, te yê qahweya teze ji bo min hazir nekira û fîncana min neda ber min.
Min dizanîbû tu li City Krog, li Amedê di bin axa sar da yî…

Li gel vê jî ez dîsa çûm, dilê min ez birim wir, min xwest hestên xwe biceribînim…
Lê mekanê te GIRTÎ bû ! 

Ez bîstekê bi husuxwarî li ber derî rawestiyam û min di camê ra bala xwe da hundur, min li dewsa te û li kursiya li hemberî te ya ku ez li ser rûdiniştim temaşe kir…

Çi heyf, li warê şêran bûm dixwend…
Bêyî ku ji destê te fîncanek qahweya teze vexwim, bi dilekî heznî û bi hustuxwarî min berê xwe da qahwexaneya Hecî…
Bi rê da min dît ku dilêmin digrî…



Ala Kurdistanê sîmbola yekîtiya miletê kurd e

Li gorî ku malpera Avestakurd dinivîsîne PYD nahêle li Kurdistana rojava ala Kurdistanê li ser dezgeh û saziyên dewletê yên rizgarkirî were hildan.

Ev şêla PYD-ê di nava kurdan da bûye sebebê acizî û nerazîbûneke mezin.
Di xeberê da tê gotin, ji bo ku di nava hêzên kurdan gelş mezin nebe, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê biryar daye ku nuha ala Kurdistanê li ser dezgehan bilind neke.

Midaxeleya Encumana Niştimanî tiştekî baş e, lê belê hebûna vê dubendiyê xeter e.
Berê jî çend caran di hin meş û çalakiyan da bûyerên bi vî rengî rûdabûn.
Ev şêla PYD-ê ya li hemberî ala Kurdistanê gelkî şaş e û dibê di zûtirîn wextê da dev ji vê nehqî û şaşiya xwe berde.

Diyar e ev şêl û dijayetiya PYD-ê siyaseteke parelelî ya PKK-ê ye. Ji ber ku PKK jî ala Kurdistanê hîn qebûl nake...

Ev şêla PKK-ê û PYD-ê di nava kurdan da dibe sebebê nerazîbûneke pir mezin. Loma jî ev herdu hêz jî dibê tavilê dev ji vê israra xwe ya şaş berdin. Tirk bi ”taktîkên” wiha naxapin.

Tu tevgereke netewî bêyî sembolên netewî, bêyî al nabe. Ala Kurdistanê ev sed sal e ku ji alî hemû kurdan ve weke ala Kurdistanê û hemû kurdan tê qebûlkirin.

Di rojên wiha giran da dibê meriv sembolên netewî yên ku milet nêzî hev dike derxe pêş û yên ku dibin sebebê minaqeşeyê û milet perçe dikin bide paş.

Heger di rojeke wiha da kurd ala xwe hilnedin ma ewê kînga hildin?
Bêyî ala Kurdistanê ala her partiyê jî heye, bira PYD ala xwe jî bilind bike, ev yek mafê wê ye û mafê tu kesî tuneye li dij derkeve.

Lê ne dirist e ku PYD ji ber ku ew ala Kurdistanê qebûl nake nehêle milet jî hilde.



XXX
-Însan carekê tê dinyayê. Heger wek camêra bijî carekêhatin têr dike...



XXX
Her însan huzûrê dide…
Hinek bi hatina xwe, hinek bi çûna xwe
///Elîf Şafak



XXX
-Ji jiyanê ra wextê veqetînin,
ji ber ku umir ji bo vê hatiye xuliqandin.
Ji fikirandinê ra wextê veqetînin,
ji ber ku kilîta biserketinê ev e.
Ji hezkirinê ra vextê veqetînin,
ji ber ku çavkaniya xurtiyê ev e.
Ji başiyê ra vextê veqetînin,
ji ber ku sira însanbûnê ev e...


22 juli 2012

Kurdistana mezin nêz dibe


Bi qasî ku xuyaye li Sûriyê rejîma Esed ya dîktator gav bi gav têk diçe û kontrola xwe ya li herêma Kurdistanê jî wenda dike. Gund û bajarên Kurdistanê yek bi yek dikevin destê kurdan, kurd li her derê ala kurdî di dewsa ala Îraqê da bilind dikin û kontrola Kurdistanê digrin destê xwe. 

Heger li Sûriyê û li vî beşê Kurdistanê hin bûyerên pir eks çênebin, weke başûrê Kurdistanê, li vir jî kurdê bibin xwedî statuyeke siyasî û netewî.

Bi vê yekê ra kurd du xelekên zincîrên ku Kurdistan pê qeyd û bend kirine dişkînin, dimîne du xelekên din yên herî girîng. Yanî Tirkiye û Îran.

Lê piştî ku ev zincîra kolonyalîst carê şikest û xelek ji hev da ketin, careke din cebara wê gelkî zor e.

Carê terk li dîwarê ku Kurdistan li kurdan kiribû zindan ketiye, hêzên kolonyalîst çi bikin jî ev dîwar ewê hilweşe. Ji bo hilweşandinê kurd bi hemû hêza xwe zorê didinê.

Di vir da ya girîng tifaq û yektîya kurda ye, heger kurd bi hev nekevin û ji bo têkoşîn û liberxwedaneke dûr û dirêj, di her warî da, lê bi taybetî jî di warê çekdarî da xwe baş amade bikin, serkeftin ya wan e, tu hêz nikane rê li ber serkeftina kurdan bigre.

Min berê jî got, di vir da wezîfeya herî girîng dikeve ser milê PKK-ê û Kurdistana Federe. Ev herdu hêz xwedî îmkan û tecrûbe ne, dibê ji nuha da piştgiriyeke baş bidin kurdan, ji bo ku kurd kontrola Kurdistanê baş bigrin destên xwe û haziriya parastineke pir baş bikin.

Ji ber ku Tirkiye hertim dikane ji nişkave bahaneyekê bibîne û dest bi êrîşeke berfireh bike. Tirkiye heta nuha bêdeng e,hîn nizane ewê îi bike. Loma jî dibê kurd li hemberî êrîşeke wiha jî bi lez û bez xwe amade bikin.

Heger em jîr û jêhatî û bi tifaq bikin serkeftin aya me ye, di demeke nêz da emê yekîtiya miletê kurd û Kurdistana mezin bibînin.

21 juli 2012

Erdogan mafê ji 80 hezar tirkên maqedonî ra heq dibîne ji 20 milyon kurd ra heq nabîne


Îsmaîl Beşîlçî xoce di nivîsa xwe ya dawî da(Çima aştî pêk nayê?) gotiye, nufûsa Maqedonyayê 5 milyone. Û tê gotin ku li Maqedonyayê 80 hezar tirk dijîn. 

Tirkiye ji hukûmeta Maqedonyayê dixwaze ku bi maqedonî û arnawitî ra tirkî jî bibe zimanê resmî.
Lê eynî Tirkiye qebûl nake ku ji bo 20 milyon kurd, zimanê kurdî bibe zimanê resmî û yê perwerdeyê.
Erdoganê dîndar dixwaze zimanê 80 hezar tirkên Meqedonyayê bibe zimanê resmî, lê ji bo 20 milyon kurdên xwe vî mafî nade, qursên zimên pêşniyar dike.

Û li gel vê jî bi sedhezaran kurdên AKP-yî û 60 parlamenterên kurd yên di nava AKP-ê da ji Erdogan ra nabêjin ev çi îş eyaho, tu çima hewqasî li dijî miletê kurd û zimanê kurdî ye?

Dibê kurd baş bala xwe bidin siyaseta Erdogan ya Balkanan, ya Qibrisê û ya filîstîniyan.
Erdogan ji bo 700 hezar tirkên Qibrisê û filîstîniyan serxwebûnê, ji bo 80 hezar tirkên maqedonî resmîbûna zimanê wan dixwaze lê ji bo 20 milyon kurdên xwe mafekî wiha rewa nabîne û qebûl nake.

Dibê hemû kurd bala xwe bidin vê cot standadiya Erogan û baş fêm bikin ku ew çiqasî neyarê miletê kurd e…

XXX
Ev demeke Erdogan, Arinç û hin berdevkên hukûmeta AKP-ê gelkî pesnê hin siyasetmedarên kurd didin, dibêjin nizanim filan kes pir cesûr e, nizanim dixwazin kê ”bêdeng bikin” û gelek fêsadî û gelaciyên wiha…
Weleh roja ku dijminê te pesnê te da dibê tu bizanibî ku di te da, di şêl, tevger û siyaseta te da şaşiyek heye. Şaşî tunebe tu carî dijminê te pesnê te nade û weselam…

XXX
Çavê hemû endam, dost, hevalbend, parlamenter, prof û ronakbîrên kurd yên AKP-ê û hemû kesên ku bi hukûmeta AKP-ê ra dixebitin ronîbe, navê Navenda Çandê ya Cegerxwîn û 19 parkên din yên bi kurdî hatin qedexekirin. 

Dadgeha hukûmeta AKP-ê ya Diyarbekrê gotiye navê "Cîgerxwîn" di ferhenga tirkî da tuneye loma jî nabe. Hemû navên bi kurdî dibê li gorî elîfbeya tirkî werin guhertin.

De heger ne derewe bira hemû parlamenterên kurd yên AKP-ê, hemû mamoste û profesorên beşên kurdî, hevkar û karkirên TRT6-ê û hemû kurdên hevalbendên Erdogan vê biryara dadgehê  protesto bikin û ji Erdogan ra bibêjin ev çi qeşmerî ye? 

Li alîkî tu TRT6-ê û xwedêgiravî di unîversîteyan da beşê kurdî vedikî,  lê li aliyê din jî dadgehên te elîfbeya kurdî, navê Cegerxwîn û ciyên bi kurdî qedexe dike. Ma ev çi durûtî ye?

XXX
Evîna rastîn ya di dilê însên da wek hespeke rabûbe pêdarê, ne ji rakişandinê fêm dike, ne jî guh dide deng..
///CONFUCIUS
Yê wexta axaftinê nizanibe, wexta guhdarîkirinê jî nizane.
SYRUS
Tu dîwarekî ku derbaskirina wi ne mimkûn be tuneye.
ÇEHOV
Wek em dixwazin em nehatin vê dinyayê,
wek em dixwazin emê nikanibin ji vê dinyayê biçin jî.
///ÖMER HAYYAM
Ji xemgîniya dostekî ra her kî be îştîrak dike. Lê belê bi nêteke paqi j bo serkeftinên wî kêfxweşbûn hesleta ruhekî pir mezin îcab dike.
///OSKAR WILDE
Kesê bi aqilê xwe fexir dibe dişibe mahkûmê ku bi meziniya hucreya xwe îftîxar dike.

XXX
-Ey jana min a zirav ya ketiye aliyê minê çepê,
wiha bêreaksiyon nemîne,
yê tu dişewitînî ”dil” e;
ne ÇIRA YE

Not:
Navê xwediyê şiîrê nizanim.Min ji tirkî wergerand.

Astenga herî mezin Erdogan e



Hin ”ronakbîr” û siyasetmedarên kurd serokwezîr Erdogan ji bo çareserkirina mesela kurd weke îmkan û fersendekê dibînin. 

Lê ez bi xwe eksê wê difikirim. Ez dibêjim kelema li ber çareserkirina mesela kurd ya herî mezin Erdogan bi xwe ye. Û heta ku Erdogan xwediyê vê desthilatê be hukûmeta AKP-ê di vî warî da ewê tu gavên pozîtîf navêje. 

Çimkî di nava AKP-ê da yê herî bêtir li dijî diyalogê û çareseriyeke siyasîye Erdogan e. Û heta ku Erdogan serokwezîr û serokê AKP-ê be ewê tim serî li meselê bigerîne û nehêle mesela kurd bi riyeke aştiyane çareser bibe. 

Ji ber ku îdeolojiya wî ya nîjadperest û panturkîst nahêle Erdogan mafê kurdan yê netewî nas bike û bide. Herçiqas di hin waran da Erdogan li dijî kemalîzmê be jî lê di mesela kurd da ew kemalîstekî herî fanatîk e.
Loma jî tim dibêje ”yek milet, yek al, yek dewlet, yek welat”. 

Weke taktîk vekirî nabêje ”yek ziman”, lê gotina ”yek milet” û qebûlnekirina perwerdeya bi zimanê kurdî di nava ”yek”ên Erdogan da bêguman ”yek ziman” jî heye.

Hedefa wî ya esasî belavkirina PKK-ê û BDP-ê û di nava demeke dirêj da helandina kurda ye.
Di destpêkê da Erdogan bi rastî jî bi fêlbazî û bi hostatiyeke mezin hêviyak mezin da kurdan û Yekîtiya Ewrûpayê. 

Lê piştî îktîdara xwe ya dewra sêyemîn derket ortê ku tu nêteke Erdogan ya endametiya Ewrûpayê û çareserkirina mesela kurd tuneye. 

Belovacî wê, ew dixwaze bi şer û bi girtinê liberxwedana kurdan bişkîne û tevgera kurd ya netewî teslîm bigre.

Hemû taktîk, demagojî, tawîz û gavên xapandinê ji bo qezenckirina wextê û gihîştina vê armancê ye.
Dibê hemû kurd vê nêt û hesabê Erdogan êdî baş bibînin û li gorî wê hereket bikin…

XXX
Ger dê hebûya me îtîfaqek
Vêkra bikira me înqîyadek
Rûm û ereb û ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hîkmet
Ehmedê Xanî

19 juli 2012

Ziman ji dest dirêjtir e

Ez dixwazim îşev ji şair û aforîstikerê polînî(cihû) yê bi nav û deng Stanislaw Jerzy Lec(1909 -1966) ku li cîhanê bêtir bi navê Lec meşhûr e, çend aforîzmeyan pêşkêşî we bikim. 

Di salên 90-î da min kitêbek wî xwend û ez bûm heyranê zeka û zîrekiya wî. Min nêt kir ku wê kitêba wî wergerînim kurdî lê heta nuha wer nebû qismet. Heger ez ne şaş bim kitêb yekî tirk ji almanî wergerandibû tirkî. Lê nuha ne li ber destê min e, di embara min da ye. 

Ev nêta min hîn jî heye, belkî di rojên pêşda besta min lê were û wergerînim.
Hela îşev ez bi çend nimûneyan dest pê bikim binêrim Xwedê çawa dike…

-Siya min girêdayî sekna min e.
-Îşareta mirinê ya pêşî jidayikbûnêye e.
-Bi zêdebûna kesên wê dixwazin ra bedelê azadiyê dadikeve.
-Her tiştê ku rastiye(heqîqet e) ne rast e. Mesela derew .
-Ji bo ku meriv bigihîje fikirekê ji gelek fikran ra hewcedarî heye
- Fêrbûna sebrê sebreke mezin dixwaze.
- Destê di kelemçê da nikane li çepikan xe
-Di gotinê kin da, di fikir da fireh be
-Fikreke xerab dil qilêrî dike
- Merivên destên wan paqij jî fikrên wan ê qirêjî hene
- Hemwelatî cciqasî biccûk bin, împaratorî hewqasî mezin e
-Ji riyên xwaromaro jî meriv dikane bigihîje hedefa rast
-Tarîx çawa tahrîf bûye wiya fêr dike
-Ziman ji dest dirêjtir e.
-Hin mirovên wisa hene ku di meclîsa wan da tu tişt nayê bîra min

Rojên azad nêz dibin



Li gorî çapemeniya kurd dinivîse ji do êvarî da ye bajarê Kobanê ji rejîma Sûrî hatiye rizgarkirin û ketiye destê kurdan.
Ez hêvî dikim ku xeber rast be. Lê bi îhtîmaleke mezin ewê rast be, ji ber ku bi qasî xuyaye tu kontroleke rejîma Sûrî li Kurdistanê nemaye.
Ji xwe ev demeke fiîlî piraniya bajarên Kurdistanê di destê kurdan da ne.
Tiştê îro pêwîst e dibê kurd ji şetên herî giran û xerab ra xwe amede bikin.
Di vî warî da piştgiriya hukûmeta başûrê Kurdistanê û ya PKK-ê gelkî mihîm e, çimkî ew xwedî hêz, çek û tecrûbe ne.
Heger ev serkeftina kurdan rast be û di rojên pêşda berfireh bibe îhtîmal heye ku Tirkiye bi bahaneyekê midaxele bike.
Dibê kurd hesabê vê êrîşa tirkan jî bikin. Rizgarbûna kurdên Sûriyê bêguman ewê rewşa me kurdên bakur jî biguherîne û azadiya me jî nêztir bike.
Rojên azad nêz dibin….

XXX
-Xwedê kesî bi qasî parastina şaşiyê cahil û bi qasî înkarkirina rastiyê nankor neke.
Ji xwe heger li Tirkiyê û li Kurdistanê cahil ji zaneyan û nankor jî ji wefadaran ne pirtir bûna nuha halê me kurdan ne ev hal bû.

XXX
Yê hêvî nake ku ewê biserkeve, ji berê da wenda kiriye. Hin serok, ronakbîr û siyasetmedarên kurd li hemberî dewleta tirk bawerî û hêviya xwe ya serkeftinê wendakirine. Loma jî di nava kurdan da fikir û hestên bêhîvîtiyê belav dikin...

XXX
Bawermendên kurd gelkî xweş li hev ragirtine, gotine, ”yê ku zimanê me înkar dike nikane dînê me fêrî me bike”.
Gotineke pir rast e, Erdogan û zilamên wî ji ber ku hebûna me qebûl nakin loma zimanê me jî qedexe dikin.

XXX
Sê tiştan di rojên xwe yên xerab da biceribîne: dostê xwe, xanima xwe û sebra xwe…
Van hersiyan jî herî baş tu dikanî di rojên xwe yên xerab da baş nas bikî…

17 juli 2012

Him sûcdar e û him jî zimandirêjiyê dike



Berdevkê Erdogan Bulent Arinç, di beyana xwe ya çapemeniyê da gotiye ji ber ku BDP-ê guh neda yasaxa walîtiyê li Diyarbekrê sûc kir, ew sûcdar e.

Hela hûn bala xwe bidinê, yê zalim, neheq, zorba, zulimkar û îşxalkar di ser da yê mezlûm û biheq wek sûcdar û neheq nîşan dide.

Li Diyarbekrê tu bingeheke dewleta Bulent Arinç ya civakî û huqûqî tuneye ku Arinç,kanibe vê yekê bibêje.

Li Diyarbekrê tu meşrûîyeteke hebûna pûlis û leşkerên tirk tuneye, ew ne bi îradeya û daxwaza gel, bi darê zorê li wir in û ji ber ku çekdar in dikanin zulmê li kurdan bikin. 

Heger em leşker, pûlis û sîxurên dewletê û hukûmeta AKP-ê bidin aliyekî, AKP li Diyarbekrê nikane ji sedî 10-ê rayên kurdan bigre.

Lê BDP li Diayrbekrê ji sedî 80-î dengê gel digre. Loma jî BDP hêzeke meşrû ye û gelê Diyarbekrê temsîl dike.

Lê hebûna dewleta tirk û AKP-ê û pûlis û leşkerên wan li Diyarbekrê ne meşrû ye, ew wek hêzeke zorba û îşxalkar li wir in. Loma jî bira neheqî û sûcdariya Bulent Arinç û dewleta wî li wir bimîne, ji xwe bi hebûna xwe ya li Diyarbekrê ew neh û sûcdar in; ji ber ku hebûna wan ya li Diyarbekrê ne meşrû ye û ne jî huqûqî ye, zorakî ye.

XXX
Wezîrê karûbarê hundur yê Tirkiyê yê berê Mehmet Agar gotiye ku ”ew nuha derbarê mesela kurd da raporekê dinivîsîne.” 

Hevserokê BDP-ê Selahedîn Demîrtaş, li hemberî vê beyana Agar reaksiyonek baş nîşan da û got:
“Rapora ku Mehmet Agar li ser kurdan amade dike, dibê hevokek tenê be: Ez bi hemû samîmîyeta xwe daxwaza lêborînê ji gelê kurd dikim. Tiştên din çîrok in.”

Demîrtaş bersîvek pir baş daye, qatilekî wek Agar. Berî raporê dibê ew li xwe mukir were wî çiqas kurd dane kuştin?
Çimkî Agar qatilekî pir mezin e, destê wî di xwîna gelek kurdên welatparêz geriyaye.

XXX
Hin derûdorên kurd û tirk aqil didin Erdoganê nîjadperest û panturkîst û jê ra dibêjin li hemberî kurdan dev ji vê siyaseta nîjadperest û êrîşkar berde, ya na tu yê li zirarê derkevî.

Lê Erdogan guh nade kesî, ew di siyaseta xwe ya ”qedandina PKK-ê da israr dike, dibêje ezê liberxwedana kurdan bi darê zorê bişkînim û bi vî hawî mesela kurd hel bikim.

Ji xwe loma ye tim dibêje yek ”milet” û yek ”milet”. Yanî miletê kurd tune, her kes tirk e.
Erdogan bi rehetî û bi şîretan dev ji vê siyseta xwe ya şerxwaz û ”yekmiletiyê” bernade. Dibê kurd demeke din jî bi micadeleya xwe vê şaşiya wî nîşanî wî bidin. Ê Çare ji rica û şîretan bêtir, micadele û liberxwedan e. Wekî din tu rê tuneye. Dibê kurd nîşanî Erdogan û dewleta tirk bidin ku kurd bi girtin û kuştinê naqedin û ewê tu carî jî neqedin.

15 juli 2012

Hukûmeta AKP-ê hebûna kurdan qebûl nake


Hinek kes yasaxkirina mitînga Diyarbekrê fêm nakin, dibêjin gelo hukûmetê ji bo çi mitînga partiyeke legal yasax kir ?

Ma wek AKP-ê, CHP-û MHP-ê qey mafê BDP-ê jî tuneye mitîngekê çêke?
Na, li gorî Erdogan û hukûmeta AKP-ê mafê BDP-ê û kurdan tuneye mitîngekê çêkin.
Kirina meş û mitînga, kirina civînên çapemeniyê tenê mafê AKP-ê, CHP-ê- ye.
Ji ber ku Erdogan di hundurê xwe da hebûna kurdan qebûl nake. Loma mafê meşekê jî nade kurdan. Dema miletek tunebe helbet nikane mitîngekê jî çêke. Miletê tune nikane tu mafên demokratîk û siyasî bikar bîne.
Erdogan wiha difikire…

Loma jî li gorî baweriya Erdogan li vî welatî tu mafê kurdên azadîxwaz tuneye.
Ji ber ku Erdogan wiha difikire loma jî nahêle kurd mitîngekê jî çêbikin. 

Û dema çêdikin jî panzêr û artêşa pûlisan dişînin ser wan, wan didin ber çopan, gazê bi ser wan da dibarînin.
Xortên kurdan tazî dikin, bi hesinên mizgeftan ve kelepçe dikin û dû ra jî li ber qamereyan didin ber copan.
Li parlamenterên kurdan dixin, wan bi erdê ra dikşînin, nigê wan dişkînin.

Erdogan wiha dike ji ber ku ew tu mafî layiqî kurdan nabîne, çimkî ew hebûna kurdan qebûl nake.
Çimkî ew dixwaze bi vê çavsorî, zulm û terora xwe miletê kurd ji ortê rake û bike tirk.

XXX

Terora ku pûlisan îro li Diyarbekrê li hemberî xelkê, parlamenter û siyasetmedarên kurd meşandin wahşet bû, derî mirovatitê bû. Ev terora îro li hemberî kurdan hate meşand nîşan dide ku ev hukûmet çiqasî neyarê miletê kurd e, çiqasî ji kurdan nefretê dike.
Heger ne nefreteke hewqasî mezin bûya pûlisan îro ev zulma derî mirovahiyê li kurdan nedikir, hukûmeta AKP-ê nedihîşt pûlisên wê vê çavsoriyê, vê neheqiyê li gel û siyasetmederan bibe.
Lê ew çi bikin jî kurdê azad bibin, tu zulm ne ebedî ye. Erdogan jî ewê rojekê hesabê vê zulma xwe bide...
Ew roj pir ne dûr e...

XXX
Mediya tirk jî perçeyekî dewleta tirk e, ew jî ji îşxala Kurdistanê para xwe digre. Loma jî bi qasî dewletê û hukûmeta AKP-ê mediya û çapemeniya tirk jî naxwaze kurd azad bibin. Loma jî rastiyê nanivîsin, derewan û bêexlaqiyê dikin...
Mediya tirk li hemberî kurdan wek artêşa sivîl e, bi weşanên xwe yên vir û nîjadperest şerê kurdan dikin...
Mediya tirk nîjadperest û faşîst e, sermiiyanê wê derew û tazwîrat e. Zereyê exlaq li ba mediya û çapemeniya tirk tuneye...

XXX
Li hemberî zulmê û neheqiyê serê xwe netewînin, çimkî hûnê bi mafê xwe ra şerefa xwe jî wenda bikin !

XXX
”Gelê bindest, xwe bi du çekan ji serdestên xwe azad dike. Yek ziman e û yek jî ol(dîn) e. Lê heke ola/dînê yê bindest û serdest yek be wê demê yek çek dimîne di destê yê bindest de. Ew jî ziman e.”
(Celadet Bedirxan)

Bê ziman kurdbûn nabe, heger tu kurd î dibê tu kurdî bizanibî…

Di 15-ê gulana 1932-an de Celadet Alî Bedirxan li Şamê dest bi weşandina kovara HAWAR-ê kir û bi vê gava dîrokî ra ji bo kurd û zimanê kurdî serdemeke nû destpêkir. Bi saya Celadet Bedirxan û weşana kovara Hawarê kurd bûn xwedî elfabeya latînî.
Kurd her sal 15-ê gulanê wek roja zimanê kurdî pîrozdikin.
Em hemû kurd sipasdarê Celadet Alî Bedirxan in.

14 juli 2012

Dibê kurd bi derewên AKP-ê nexapin



Îro berî mitînga Diyarbekrê hukûmeta AKP-ê êrîş biriye ser beşekî medyaya kurd ya mezin. Xwendevan nikanin xwe bigihînin malperên ajansên ANF û DÎHA-yê. Tê gotin wekî din jî gelek malperên kurdî ketine ber êrîşeke sîber.

Hukûmeta AKP-ê dixwaze kes nizanbe îro li Diyarbekrê çi dibe û çi diqewime û li hemberî kurdan çi teror tê meşandin.

Tiştek pir eşkereye, hukûmeta AKP-ê tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî û bi taybetî jî tasfiyekirina PKK-ê û BDP-ê kiriye hedefa xwe ya esasî. 

Ji bo gihîştina vê hedefê, yanî ji bo belavkirina PKK-ê û BDP-ê serokwezîr Erdogan hemû dezgehên dewletê li hemberî kurdan xistiye seferberligê. 

Dewlet û hukûmeta AKP-ê îro bi piranî di nava plan û çalakiya belakirina tevgera kurd ya netewî da ne. Dewlet û hukûmet bi şev û roj mijûlî vî karî ne.

Erdogan û hukûmeta wî ji bo ku bigihîjin vê armanca xwe gelek taktîkan cuda bikar tînin.
Ji van taktîkan yek jî xwedêgiravî naskirina hebûna miletê kurd û dana hin mafên ji bo xapandinê ne.
Mafên wek TRT6-ê, di hin unîversîteyan da vekirina beşên kurdî, soza qursên zimanê kurdî û ”dostaniya” bi hin kurdan ra hemû jî beşekî ji vê pakêta hukûmeta AKP-ê ya tasfiyekirina PKK-ê û BDP-ê ne.

Hukûmet dixwaze berê yê xurt, yê bi ço û bi çek ji ber xwe da bixîne, dû ra vegere ser ”kewên di çente da”.
Êdî pir vekirî ye, Erdogan dixwaze liberxwedana kurdan bişkîne, kurdan teslîm bigre û bike tirk, lê ev yek êdî bi metot û hawê berê yanî bi înkara ji binda nabe, dibê siyaset modîfeyî şert û mercên nuh bibe. 

Û tiştê Erdogan dike jî ev e, siyaseta kemalîzmê ya helandina kurdan li gorî şertên nuha hinekî diguhere, dike qalibekbî nuh. 

Lê armnca her yek e; dibê kurd werin asîbibimîlekirin û wek miletên din ew jî bibin tirk.
Tiştê hukûmeta AKP-ê dike ev e…

Mesela, bi riya hin demagojî, manîpulasyon û taktîkên nuh hin kurdên pêşverû û welatparêz jî dixapîne, hinekan bi pera û hinekan jî bi hin hêviyên vala dikşîne ba xwe û bi vî hawî mixalefeta li hemberî xwe teng dike, PKK-ê û BDP-ê tenê dihêle…

Dibê kurd êdî vê siyaseta Erdogan ya durû û manîpulatîf bibînin.
Erdogan do di axaftina xwe ya Igdirê da dîsa gotiye: 

”Bi rêxistina terorê ra mizakere û hevdîtina îktîdara me ne mimkûn e. Bi rêxistina terorê ra ancax micadeleya me mimkûn e. Heta ku ew çekan berdin ev micadeleya me ewê berdewam be. Bira kesek bêyî viya tiştekî din ji me nebpê.”

Ma ji viya vekirîtir tiştek heye, mêrik dibêje heta ku ew teslîm nebin emê şerê xwe bidomînin.
Erdogan qala hevdîtin û lihevkirinekê nake, qala dana mafê kurdan nake, ji PKK-ê teslîmbûnê dixwaze.
Û netîceya teslîmbûnê jî pir vekiriye…

Heger kurd dixwazin bigihîjin azadiya xwe dibê teslîm nebin, bê qeyd û şert, bêyî lihevkirineke siyasî çekan daneynin, teslîm nebin…

Kurdino, ruhê xwe nefroşin neyar!


Mêrê di ser pozê xwe ra Nelson Mandela gotiye, ”jii bo azadiyê ne hewceye em asîmanan bikirin, ruhê xwe nefroşin bes e.”
Rast e, ji xwe hin kurdan ruhê xwe ji bo çend quriş pere nefrotana neyar nuha kurd ne bindest bûn.

XXX

Konfuçyus camêr gotiye, tu bizanibî ku tiştek biheq e lê tu dîsa jî piştgiriya wî tiştî nekî tu merivekî tirsonek î.
Ê ji xwe yên mala kurdan şewitandine û karê zaliman rehet kirine jî ev tirsonek in, dibînin ku hukûmeta AKP-ê çi zulmê li kurdan dike lê dîsa jî li dijä zaliman ranabin û piştgiriyê nadin kesên biheq.

XXX

Ancax kesên ji bo bidestxistina tiştên nemimkûn dixebitin dikanin bigihîjin dawiya sînorên mimkûniyê. Îmkanên mimkûn bûne hemû jî netîceyên hewildanên nemimkûniyê ne…
Karl Liebknecht
Tespîteke çiqasî rast e, heger ne baweriyeke wiha xurt bûya nuha li başûrê Kurdistanê, Kurdistana Federe tunebû...

XXX
”Carnan kêmasiya yek şexsî, hemû kesên din bêmane dike.”
Yilmaz, lawikê licî, îro Stockholm bê te ji bo min wiha ye, tu kes di dilê minê hustuxwar da dewsa te danagire…!
Feleka bêbext, te çima li me wiha kir?

XXX
-Mirovên ku hebûna wan tiştekî nede qezenckirin, tunebûna wan tiştekî nade wendakirin.

XXX
Zanayek hebû, te çi bipirsiya bersîv a rast û xweş dida. Rojekê dilnexwzekî wî got:
-Ezê pirseke wiha jê bikim ku ewê qet nikanibe bersîva wê bide.
Dema jê ra gotin tu yê çi bipirsî?
Got:
-Di destê min da pinpinîkek heye. Ezê bibêjim, pinpinîk sax e mirî ye? Heger bibêje sax e, ezê destê xwe bigvêşim û pinpinîkê bikujim. Na heger bibêje mirî ye, wê demê jî ezê destê xwe vekim û berdim û pinpinîkê bifire û here.
Bi vî hesabî diçe ba yê zana û pirsa xwe jê dike, dibêje pinpinîka di destê min da mirî ye yan sax e?
Bersîva yê zana muthîş e, dibêje:
-Ev di destê te da ye…!
Ê pêşiyên kurdan belasebeb negotine, ”aqil taca zêrîn e, ew jî li serê her kesî nîne”.

Kurdino, şehîd Dr. Qasimlo ji bîr nekin


Îro ji bo miletê kurd rojeke reş e, roja şehadeta Dr.Qasimloyê nemir e.
Kurdperwerê mezin û serokê PDK-Îranê Dr. Abdurehman Qasimlo û du hevalên wî,(Dr. Fazil Resûl û Ebdulah Qadirî) 23 sal berê di 13-ê temûza 1989-a da li paytexta Awusturya li Wîyanayê ji alî qatilên rejima meleyên Îranê ve bi qeleşî û bêbextiyeke mezin hatin qetilkirin.

Bi şehîdxistina Dr. Qasimlo û herdu hevalên wî, rejîma Îranê derbeke mezin li PDK-a Îranê û li tevgera kurd ya netewî xist. 

Di ser şehadeta Dr.Qasimlo ra 23 sal derbas bûn, lê dewleta Awusturya hîn jî qatil negirtine û cezayê misteheq nedaye wan.

Dr. Qasimlo ne serokê PDK-ê tenê, ew serok û rêberekî miletê kurd yê gelkî hêja bû.Û ji xwe ji ber vê yekê jî ew bû hedefa guleyên qatilên rejîma meleyên Îranê.

Gelê kurd Dr. Qasimlo û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nake, di dilê miletê kurd da ew şehîdên nemir in...

Kurd, heyfa bav û kalên xwe û hemû şehîdên doza Kurdistanê bi avakirina Kurdistaneke serbixwe ewê ji hemû dijminên xwe bigrin...

Qatilên rejîmên dijminên me pir in, loma jî ew tim dikanin me bikujin, lê ewê nikanibin rê li ber avabûna Kurdistaneke serbixwe bigrin. Wek hemû miletên din li Rojhilata Navîn kurd jî miheqwq ewê bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Bi minasebeta 23 saliya şehadeta Dr. qasimloyê gorbuhuşt ez wî û hemû şehîdên doza kurd û Kurdistanê bi hurmeteke mezin bibîr tînim. Bira gorra hemûyan buhuşt be. Ewê her û her di dilê me da bijîn…

11 juli 2012

Çavê hemû kurdan ronî be!


Çavê hemû kurdan ronî be, kurdên Sûriyê di bin pêşengiya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da, li Hewlêrê peymaneke hevkariyê îmze kirin.
Li gorî peymanê kurd êdî ewê şerê hev nekin û partiyên kurd PYD, ENKS (Meclîsa Netewî ya Kurdî li Sûriyê) wê bi hev ra xebateke hevbeş bimeşînin û herêma kurdî bi hev ra îdare bikin.
Heta nuha hin kurdan di heqê PYD-ê da gelek tiştên virda û wêda  digotin, lê bi vê peymanê derket ortê ku ew hemû çîrok bûne.
Di rojeke wiha da ev peyman gelkî muhîm e, aqûbet li serê me kurdên bakur be jî…

XXX
Hersê partiyên dewletê(AKP, MHP, CHP)dixwazin di qanûna esasî ya nû da cî nedin serbestbûna zimanê kurdî. Yanî ev hersî partî li hemberî înkar û asîmîlekirina kurdan qela xwe kirine yek û dixwazin qanûna esasî ya çûntaya leşkerî ya Kenan Evrenê faşîst bi hilopilokê bi kurdan bidin qebûlkirin.

Cîgirê serokê koma BDP-ê yê meclîsê Hasip Kaplan, li hemberî vê plana AKP-ê derketiye û gotiye:

" Em dibînin ku 3 partî li hemberî zimanê kurdî dibin yek û dijberiya xwe tînin ziman. Çima li welatên din pirzimaniyê diparêzin û çima li welatê xwe naparêzin. Bi vê amadekariya nû dixwazin makeqanûna Kenan Evren cîla û şima bikin.

Em ji bo makeqanûna Kenan Evren şima û cila bikin nehatine vir.”
Kaplan rast gotiye, bi rastî jî dixwain qanûna esasî ya Kenan Evren cîla bikin.

Dema mesele dibe kurd tu ferqeke girîng di nabêna AKP-ê, MHP-ê û CHP-ê da tuneye, hemû jî dixwazin bi zor yan bi hîle kurdan bihelînin û bikin tirk. Dijminatiya wan jî dostiya wan jî, şerê wan jî aştiya wan jî, înkara wan jî û qebûlkirna wan ya hîlewarî hemû ji bo vê armancê ye; perçekirin û helandin kurdan.

XXX
Di malpera meclîsa Tirkiyê da kurdî tuneye. Malpera meclîsa Tirkiyê, dike bêyî tirkî bi 7 zimanan weşanê bike. Lê cîh nade kurdî...

Di malpera fermî ya meclîsa Tirkiyê da, bêyî Tirkî, bi 7 zimanên din dike weşan were destpêkirin. Malperê dest bi wergera Îngilizî û Fransî kiriye. Di nava 8 zimanan da, tirkî, îngilizî, fransî, almanî, erebî, rûsî, çînî heye. Di demeke kin da bi van zimanan malperafermî ya meclîsa Tirkiyê ewê weşanê bike.

Di esasê xwe da hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdan tu carî dev ji siyasta dewletê ya resmî, yanî helandin û tirkkirina kurdan bernedaye.

Loma jî dema ji armanca wan ya dûr û dirêj ra xizmetê neke destûrê nadin axaftina kurdî, nahêlin kurdî bibe zimanekî legal û normal. Çimkî wek kemalîstan ew jî dixwazin kurdan bihelînin û bibkin tirk. Gavên ji vê armanca wan ya stratejîk ra xizmetê neke navêjin û destûrê nadikin ku kurd jî bavêjin.

XXX
Herêma Kurdistana Federe nasnameyek kurd daye Şivan Perwer. Ji bo ku em kurdên bakur jî bibin xwediyê nasnameyeke wiha dibê em bi şev û roj bixebitin. Nasnameya tirk, ereb, faris û ya welatekî din dibê bedena her kurdî wek gezgezokê bişewitîne...

Ez bi xwe hemû nasnameyên biyanî di bêrîka xwe da wek gezgezokê, wek stiriyekî dibînim û loma jî her nasnameya biyanî min nerehet dike.

Her cara ku ez nasnameya xwe ya biyanî(swêdî, tirkî) derdixim ez fedî dikim; ji ber ku yê hember dizane ku ez ne ji wî miletî yanî ne swêdî û ne jî tirk im. Nasnameya her kurdî dibê ya Kurdistanê be, ev mafê me ye...

10 juli 2012

AKP dev ji siyaseta helandina kurdan bernade


Xinis qezayeke girêdayî Erzeromê ye û bajarê Şêx Seîdê nemir e.Malbat û merivên wî bi minasebeta 87 saliya îdama wî li Mizgefta Nuh ya bajêr xwestine ji Şêx Seîd ra mewlûdekê bixwînin û bi vî hawî kalê xwe yê nemir bibîr bînin. 

Lê berpirsiyarên muftîtiyê û îmamê mizgeftê mudaxeleyî melayê kurd kirine û nehîştine mewlûda kurdî li mizgeftê were xwendin û kurdî were peyivîn.

Melayê mizgeftê yê tirk gotiye, li mizgeftê axaftina bi kurdî û xwendina Mewlûda Kurdî yasax e û destûr nedaye xwendina Mewlûda Kurdî. 

Bi destpêkirina Mewlûdê ra meleyê tirk û berpirsiyaran êrîş birine ser mele Zekiyê kurd û bi zor mîkrofon ji dest girtine û gotine, ”vira mekanekî resmî ye, hûn nikanin bi kurdî li vir bipeyivin û propagandeyê bikin.”
Li ser vê, cimatê mizgeft terk kiriye.

Yanî mizgeft ji kurdan û zimanê kurdî ra yasax e, tenê ji bo tirkî û propagandeya dewleta tirk e. Ev nimûne jî nîşan dide ku hukûmeta AKP-ê di mesela kurd da çiqasî durû ye. Dema ji armanca wan ra xizmetê neke di mizgeftan da jî rê nadin axaftina kurdî. "Toleransa" li hemberî kurdî taktîk e, ji bo helandina kurdan û qezenckirina hin kurdên xam û xeşîm e.

XXX
Serokê CHP-ê Kemal Kilaçdaroglu dîsa gotiye ”Ez ne kurd im”. 
Lê rebeno negotiye ew ”çi ye” jî. Heta jê tê koka xwe ”veşartî dihêle. Ji ber ku gava dibêje ez tirk im, tirk pê dikenin û di dilê xweda dibêjin, ”de bes derewan bike!”

XXX
-Qulikek biçûk, keştiyeke tu dibê ecêb binav dike…

Benjamin Franklin

07 juli 2012

Xwezî mirina te xewn bûya

Hevalo, lawikê licî, mêrê rojên giran, sembola comerdî û fedekariyê, kurdpererê dilşewat, evîndarê kurd û Kurdistanê dawiya dawî mirinê zora te jî bir, bi bêbextiyeke mezin tu jî ji me stend.
Mirina bêbext, mirina qeleş ne hîşt ez di mirina te da li ber serê te bim û ne jî têkevim bin darbesta te.
Xwezî min qezayeka trafîkê derbas kiriba û neçûyama wê rêwîtiya bêtalih. Min nizanîbû mirinê kînga li deriyê te xe…
Hevalo, mixabin meriv wê rojê tu carî nizan e…
Yilmaz, ji ber ku di saniya dawî da ez ne li ber serê te bûm û nikanîbûm têkevim bin darbesta te, ez xwe li hemberî te pir fedîkar û sûcdar his dikim...
Felekê bi min ra jî bêbextiyeke mezin kir, nehîşt di rêwîtiya te ya dawî da ez wacibê xwe yê hevaltiyê bînim cî û têkevim bin darbesta te...
Ji ber vê kêmasiya xwe ez gelkî şermezar im...
Ez baş dizanim te gelkî dixwest ku di saniya dawî da ez li ba te bûma, ez têketima bin darbesta te…
Çimkî ez û tu bi rastî jî HEVALÊ hev bûn, hemû Stockholmê ev yek dizanîbû...
Yilmaz, lawikê licî, nuha bê te ezê çawa bikim?
Ji bo min bê te Stockholm xalî û wêran e?
Ezê rojên îniyan piştî derketina kar herim ba kê fîncanek qahwe û dubleyek vîskî vexwim?
Ezê bi kê ra qala rewşa Kurdistanê û halê kurdan bikim?
Ezê bi kê ra henekan û ”paşgotiniya” hin hevalan bikim?
Min rêwîtiyeke wiha qet texmîn nedikir. Lê jiyan carnan pir zalim û pir bêbext e, guh nade hestên meriv, gunehê wê bi meriv nayê.
Hevalo, ev serê salekê bû ku tu nexweş bû, lê mirinê tam di dema tunebûna min da hat li deriyê te xist. Heger were bîra te, roja çûna min ez hatim ba te, min got ez dikim herim, ma tu yê li bende min bî? Te serê xwe hejand û bi destê xwe îşareta çûnê kir, te got here, ezê li bende te bim…
Lê mirina bêbext, nehîşt ez bigihîjim ser te, nehîşt tu li benda min bimînî, tu ji min revand.
Û ev bêbextî jî ne bes bû, roja vegera min jî te xatir ji Stockholmê xwest û berê xwe da paytexta Kurdistana di dilê te da. Tu li bende min nema. Dema ez vedigeriyam Stockholmê tu jî vedigeriya welatê xwe, mala xwe ya ebedî.
Ez nuha li ber kompîtorê rûniştime û hewil didim ku li ser mirina te qala hestên xwe bikim.
Lê nabe, pir zor e…
Yilmaz, lawikê licî, di jiyanê da hin rastî hene qebûlkirina wan pir zor e, meriv dike nake nikane qebûl bike.
Lawikê licî, ez nikanim mirina te qebûl bikim. Loma jî ez lal bûme, nikanim hestên xwe bînim zimên.
Ez nizanim qala kîjan xusûsiyetên te yên baş bikim?
Bi mirina xwe ya bêwext te bi hezaran nas, dost û hevalên xwe û hemû kurdên Stockholmê jî xemgîn kir.
Bi hezaran nas, dost û hevalên te yên li welêt û li derve îro gelkî xemgîn in, ji ber vê koça te ya dawî hêsiran dibarînin.
Lawikê licî, zarok, malbat û hemû hevalên te bi te gelkî serbilind in. Navê Yilmaz(Selîm Bakc) ewê hertim bi başî û rindî were nitirandin. Mêranî, fedekarî, comerdî, xweşsohbetî û zîrekiya te ewê tu carî neyê jibîrkirin.
Li Stocholmê aşxaneya te mala her kurdî bû, tu ji bo her kurdî hêvî û hawara roja teng bû. Serê kîjan kurdî têketa tengasiyê nevê herî pêşî dihat bîrê navê te bû. Heft xwezî bi te, te ji bo zarokên xwe mîrat û navekî bêqusûr li pey xwe hîşt.
Loma jî hemû hevalên te bi te serbilind in. Tu yê wek hevalekî hêja, fedekar, cesûr û comerd û kurdekî fedekar û dilşewat hertim di dilê hevalên xwe da bijî.
Em tu carî te ji bîr nakin.
Yilmaz, bi vê rêwîtiya xwe ya bêveger te ez li vî bajarî hustuxwar hîştim…
Tu jî viya baş dizanî…
Xwezî mirina te xewn bûya…