23 oktober 2012

Di warê azadiya çapemeniyê da Tirkiye li cîhanê welatê herî xerab e


Komîteya Navnetewî a Parastina Rojnamevan(CPJ), di rapora xwe ya îsal da bi dûr û dirêjî li ser Tirkiyê û êrîşên dewletê yên ser rojnamevanan û çapemeniyê rawestiyaye.
CPJ, di rapora xwe da Tirkiyê di warê azadiyên fikrî û rojnamegeriyê da li cîhanê wek welatê herî xerab û herî tahlûke bi nav kiriye.
CPJ, di rapora xwe da balê dikşîne ser êrîş, girtin û binçavkirinên li Tirkiyê dibin û dû ra dibêje:
“Li cîhanê di dîroka nêzîk da li dijî çapemeniyê êrîşên herî mezin ji bal hikûmeta Erdogan ve tê meşandin.. Rojnamevan bi tawana terorê tên girtin û zîndankirin. Berpirsiyarên dewletê ji bo sansûrkirinê rêyên cuda cuda bi kar tînin. Erdogan eşkere êrîşî hebûna rojnamegeriyê dike, çapemeniya rexne dike, nivîskaran ji kar dide avêtin yan jî êrîşî kesayetiya wan dike."
CPJ, di rapora xwe da dibêje, ji 1-ê tebaxa 2012-an vir va 76 rojnamevan hatine girtin û hîn jî di zîndanê da ne.
CPJ, Çînê, Îranê û Erîtreyê li dijî çapemeniyê wek welatên herî xereb û êrîşkar nîşan dide û dibêje, "Tirkiyê ev welat jî derbas kirine."
Ev rapora CPJ-ê jî nîşan dide ku hukûmeta AKP-ê li Tirkiyê demokrasî çuqasî bi pêş xistiye(!)
Rojnamevanên girtî hema hema hemû ya kurd in ya jî bi îthama ”alîkariya terorê” hatine girtin. Ku CPJ. Di rapora xwe da bal kişandiye ser vê yekê jî.
Hukûmata AKP-ê dixwaze, zulma ku ji alî dewletê ve li kurdan tê kirin kes qalê neke, kes nenivîsîne, cîhan pê nehese. Loma jî hemû rojnamevan û nivîkarên ku qala zulm, teror û bêqanûniyên dewletê û hukûmeta AKP-ê dikin, digrin û davêjin zindanan.
Lê hin kurdên bûne zilamên AKP-ê, hîn jî propagandeya demokrasiya Erdogan dikin û vê dewleta ceberût li Rojhilata Navîn wek welatê herî demokratîk nîşan didin. Li gel hewqas zulm, hîn jî şeqşeqçîtiya Erdogan dikin. Diyar e, pere û menfaetên şexsî û kursî meriv him kor û him jî bextreş dike…

22 oktober 2012

Erdogan çi be, Gul jî ew e


Ev demeke hinek kes îdîa dikin ku serokkomar Abdullah Gul û serokwezîr Erdogan di mesela kurd û di têkiliyên bi BDP-ê ra wek hev nafikirin û heta di vî warî da hatine hemberî hev. Bi Gotineke din, xwedêgiravî Gul, ji siyaseta Erdogan ya derbarê mesela kurd da nerazî ye.
Îspata vê jî Gul, parlamenterên BDP-ê li Qesra Çankayayê qebîl kir, lê Erdogan li Xarpêtê got em bi BDP-ê ra rûnanin; çimkî BDP him terorê mahkûm nake û him jî ne xwedî selahiyet û biryar e...
Bi dîtina min di nabêna Gul û Erdogan da li ser mesela kurd tu dubendiyeke cidî, siyasî tuneye û ne mimkûn e ku bibe jî. Ji ber ku Gul jî bi qasî Erdogan li dij e ku kurd bibin xwedî statuyeke siyasî û hebûna wan di qanûna esasî da were qebûlkirin.
Rast e Gul û Erdogan carnan hin tiştên wek ku li dijî hev bin dibêjin, lê ev yek ne dijayetiyeke siyasî û ïdeolojîk e, mesala rolên cihê û uslûbî ye. Gul û Erdogan du karekterên cihê ne, Gul, rûvî ye, naxwaze planên xwe eşkere bike. Erdogan gur e, mexlûqekî har e.
Ji bo ku Gul, di mesela kurd da ji Erdogan cihêtir bifikire, dibê Gul perwerdeya bi kurdî qebûl bike, bixwaze mafê kurdan yên netewî were dayin û bixwaze hebûna kurdan di qanûna esasî da were naskirin.
Lê Gul ne tenê van mafan ji bo kurdan naxwaze, wek Erdogan ew jî li dijî dana van mafan e. Loma jî dibê meriv cihêtiya uslûbê pir mezin neke. Gul jî, Arinç jî û Çîçek jî bi qasî Erdogan li dijî naskirina kurdan û perwerdeya kurdî ne.
Piştî gotinên Arinç yên derbarê beyana amîrê emniyeta Diyarbekrê da, ji bo Arinç jî eynî tişt gotibûn. Lê dû ra çi bû? Arinç, wek berxikan gav paşda avêt, virda wê da çerx kir û pesnê gotinên Erdogan da.
Netîce, Gul, Arinç û kesên wek Çîçek nikanin li hemberî Erdogan rabin. Nikanin rabin, ji ber ku carê ne ew mêr in û ya din jî di mesela kurd da heger ji Erdogan ne xerabtir bin, jê ne pêşdatir in jî. Loma jî dijayetiya nabêna Gul û Erdogan ya li ser mesela kurd îdâyeke bêbingeh e.

XXX
Ji dêlî ku hûnê rabin û rûnin û ji zulm û êrîşên hukûmeta AKP-ê gazinan bikin, li hemberî wê heta ji we tê bixebitin. Ne bi gazinan, ancax bi xebatê em dikanin van zaliman bînin rê û bigihîjin azadiya xwe.

21 oktober 2012

Tirkiye welatê cahilan e


Ne ku ez ji tirkan hez nakim loma, bi rastî jî tirk mirovên pir paşdemayî û pir cahil in. 
Tirkiye cineta cahilên bi dîplome ye. 
Ez bawer nakim li tu welatekî din bi qasî ku li Tirkiyê cahilên bi dîplome hene, cahil hebin. 
Helbet gava kesên xwende cahil bin, milet bi kultur nabe, kêm zêde ew jî eynî mal e.
Yekî êrmenî li Stenbolê bi texsiyê rêwîtiyê dike, li ser pirsa şufêr, dibêje, ”ez êrmenî me”. 
Şufêrê texsiyê lê dibêje, ”Estaxfurullah” begefendî…
Yanî miletê tirk ev e, xwediyê vê kulturê ye, tu eslê xwe jê ra dibêjî, ew dibêje, ”estaxfurlah”, fena ku te gotibe ez "kûçik" im, ew jî dibêje haşa !
Ez bawer dikim do ne pêr bû, di kanala telewîzyoneke tirk da min li xeberan guhdarî dikir.
Di xeberan da qala civîna heyeta Kamerûn û Tirkiyê dihat kirin.
Heyeta Tirkiyê, di bin serokatiya Wezîrê Deryayê û Ragîhandinê Bînalî Yildirim da bi heyeta Kamerûn ra tîcareta herdu welat ewê bi hev ra bikin dipeyivîn.
Piştî axaftina Bînalî Yildirim, dor hat ser wezîrê Kamerûnê. Ji bo ku heyeta Tirkiyê ji axaftina wî fêm bike, tercumanekî fransî anîbûn. Qey wisa bawer dikirin ku ewê bi fransî bipeyive.
Lê mêrik got ez naxwazim bi fransî bipeyivim, ezê bi îngilîzî bipeyivim.
Li ser vê daxwaza wezîrê Kamerûn, tirk ketin hev. Ji ber ku ji wan kesî bi îngilîzî nizanîbû û tercuman jî tunebû.
Bîstekê bû piste pista wan. Dû ra ji nav wê heyeta mezin axirê yek derket, got, ew baş nizane, lê dîsa jî ewê hewil bide. 
Û dest bi tercumeyê kir.
Lê piştî du sê cumleyan îngiliyiziya wî qediya û heyeta tirk ma bê tercuman.
Wezîrî Kamerûnê mecbûrî rawestiya, ma li bende ku yek axaftina wergerîne tirkî. Çimkî dom bikira kesî jê fêm nedikir. 
Bînalî Yildirim û heyeta pê ra pel pel li devên hev dinêrîn, nizanîbûn çi bikin. Û kamerayên telewîzyonan jî ev sahneya trajîkomîk dikşandin.
Dawiya dawî, wezîrê Kamerûn bala xwe dayê mazûbanên wî perîşan bûn û nizanin çi bikin.
Li ser vê, camêr got, heyran ji bo min ferq nake, ez kanim bi fransî jî bipeyivim û dest bi axaftina fransî kir.
A ev dewlet, dewleteke hewqasî paşdemayî ye. Û kesên wê îdare dikin jî merivên hewqasî reben û cahil in.
Bînalî Yildirim û heyeta pê ra muheqeq hemûyan jî li ser kaxtê unîversîte qedandine û dîsa li ser kaxetê her yek bi zimanekî ya jî du zimanan zanin. 
Lê di rastiyê da vir e, hemû sexte ye, zanîna yekî jî ne li gorî wî navî û wê dîplomeya di bêrîka wan da ye.
Tu civateke din weke civata tirk paşdemayî û cahil tuneye. Li her welatî kesê unîversîteyê biqedîne, miheqeq bi zimanekî ya jî bi du sêzimanên biyanî zane. 
Lê li Tirkiyê profesor jî nizanin. Çimkî carê fêrî viran û sextekariyê bûne, tu kes tîtila xwe û dîplomaya xwe heq nake.
Ji xwe li Swêd ne ehlîyet û ne jî dîplomayên Tirkiyê qebûl nakin, bi çavên sexte lê dinêrin…
Û mêrikan di vê şêla xwe da ne neheq in jî…

Sîstema perwerdeya tirk însan cahil dihêle



Di facebookê da ez carnan bala xwe didim şiroveyên milet. Ez dibînim ku însanên me, li gel ku gelekên wan zanîngehên tirkî jî qedandine lê dîsa jî nizanin bi kurdî silavekê rast bidin hev, nizanin du gotinan rast binivîsînin.
Bi dîtina min ev yek ji perwerdeya tirkî tê, sîstem însanan cahil dihêle, nake xwedî kultur û zanîn, bingehekî saxlem nade însanan. Piraniya dîplomeyan vir in, ne li gorî mistewa û navê xwe ne. Yanî navî giran e, warî wêran e…
Sîstemema perwerdeya tirk kurd kirine marê nîvkuştî, ne mirî ne û ne jî sax in…

XXX
Li gorî çapemenî dinivîse, li Îzmîrê pênc pûlis li qumsêrekî civiyane û wek dan ew baş kutane. Qey wê rojê kurdekî ku lêxistina bi ber lepên wan neketiye loma. De bira carnan jî tirk ji dêlî kurdan werin lêdan…

XXX
Gotinek heye, dibêjin, tu mîratek bi qasî rastiyê ne dewlemend e. Heger hûn dixwazin mîrateke ku tu carî neqede ji zarokên xwe ra bihêlin, rastiyê fêrî wan bikin, wan rastgo mezin bikin.

XXX
Her ku pere zêde dibe, bi wê ra hezkirina ji bo perê hîn pirtir jî zêde dibe. Loma jî gelek kurdî dev ji hezkirina welêt berdane û bi neyarên qewmê xwe ra dane dû qezenckirina pera.

XXX
Koboyekî ji koboyê hemberî xwe pirsî, du caran dudu dike çuqas?
Yê koboy got, dike çar.
Koboyê ku ev bersîv bihîst, tavilê debançeya xwe kişand û got teq û bera orta eniya koboyê ku gotibû dike ”çar” da, mêrik li erdê dirêj kir.
Dû ra jî pifî dûxana namluya devê debançeya kir, ew xist qubûra wê û di ber xwe da hêdîka got:
-Pir tişt dizanîbû, zanîna zêde tahlûkeye…
Li Tirkiyê tahlûkeyeke herî mezin jî zanîn e, dema Erdogan bibîne ku kesên zane devên xwe nagrin malikê li wan diviritîne…
Mêrik li êzingan digere…

Erdogan: ”Hemû PKK nenûka şehîdekî me jî nake.”


Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, di axaftina xwe ya Xarpêtê da got, ”Hemû rêxistina terorê (yanî PKK) yek nenûka şehîdekî me jî nake.”
Mahcir û donmeyê gurcî(yanî bavfile)bi vê gotina xwe esas ji hemû kurdan ra dibêje hûn nenûka me nakin, xwîna we pênc pere nake.
Bira serokwezîrek li wir bimîne, sûtalekî kuçan jî zimanekî wiha bikar nayne, bêhurmetî û bêedebiyeke wih anake.
Lê Erdogan dike, ji ber ku Erdoganê rastîn ev bêedeb e.
Li hemberî kurdan her tim ji devê wî kîn, nefret, dijminatî û pîsî dibare, her cara ku devê xwe vedike heqaretê li BDP-ê, li siyasetmedarên kurdan û li zarokên kurdan dike.
Navên ” PKK-ê û rêxistina terorê” di devê wî da maske ye, di rastiyê da ew van gotinan ji hemû kurdan ra dibêje; ji kurdên şelaf û tirşikçiyên xwe ra dibêje, dibêje li gel hewqas zulm û negeqî jî hûn hîn bi min ra ne, loma jî we heqaret heq kiriye...
Ez bi xwe fêm nakim ûjdan û xîreta hin kurdan çawa qebûl dike ku hîn jî piştgiriya merivekî hewqasî cahil, boşboxaz û zirzop bikin? Û him jî mervekî ku welatê meriv ji meriv stendibe…

XXX
Serokwezîr Erdogan, derbarê konferansa êzdiyan ya du roj berê li Diyarbekrê çêbû, bi uslûbeke cahilane, qebe, lûmpen û faşîzan gotiye:

”Nuha jî tiştekî bi navê êzîdîtiyê derdixin ortê, zikir dikin…”
Rahmetiyê Goethe, derbarê însanên ehmeq û zirzop da gotiye:
”Her kesî wek Pînokoyo şansê ku bibe însanekî textîn bidest nexist, hinek pekes her êzing man.”
Erdogan jî mixabin yek ji van êzingan e. Lê tam layiqî tirka ye, yekî ji wî baştir ne heqê wan e...

XXX
Însanên di ser vasatê ra, fikran dipeyivin. Însanên wasat, bûyeran dipeyivin. Însanên di binê wasatê ra jî şexsan dipeyivin.

XXX
Serokwezîr Erdogan, derbarê konferansa êzdiyan ya du roj berê li Diyarbekrê çêbû, bi uslûbeke cahilane, qebe, lûmpen û faşîzan gotiye:

”Nuha jî tiştekî bi navê êzîdîtiyê derdixin ortê, zikir dikin…”
Rahmetiyê Goethe, derbarê însanên ehmeq û zirzop da gotiye:
”Her kesî wek Pînokoyo şansê ku bibe însanekî textîn bidest nexist, hinek kes her êzing man.”
Erdogan jî mixabin yek ji van êzingan e. Lê tam layiqî tirka ye, yekî ji wî baştir ne heqê wan e.

XXX
Ji dîwana Hecî Qadirê Koyî (1815 – 1897) li ser kurdên şêxbizinî
helbesteke pir xweş.

Şêx Bizeynî qisey weku Caf e
Xo keramet nîye emîş laf e
Ew weku ême nîn be îdrak in
Sahîbî nusxey gelê çak in
Weku Behram û Xusrew û Şîrîn
Leyl û Mecnûn û çendî wa rengîn
Hemûyan remz û kanîy ‘îrfan in
Fêrî bin çunke xizmî xoman in
Mem û Zîn û Dîwanî Şêxî Cizîr
Gelê çak in be sehlî bênine gîr

XXX
Însanên di ser vasatê ra, fikran dipeyivin. Însanên wasat, bûyeran dipeyivin. Însanên di binê wasatê ra jî şexsan dipeyivin.

20 oktober 2012

Gelo parlamenterên AKP-ê yên kurd jî daxwaza perwerdeya bi kurdî wek "xapiyana bi şeytên" dibînin?


Serokê Komisyona Qanûna Esasî ya Meclîsa Tirkiyê û parlamenterê AKP-ê Burhan Kuzu, do di kanala telewîzyonekê da li dijî perwerdeya kurdî derket û got:
”Heger BDP sibe rabe û wek her car dîsa gurra şeytên bike(yanî bi ya şeytên bike) û perwerdeya bi kurdî bixwaze emê çi bikin?”
Li ser van gotinên Kuzu, mode
ratorê bernameyê got:
“Ma daxwaza perwerdeya zimanê dayikê qey bi ya şeytên kirin e? ”
Burhan Kuzu, hinekî xwe givaşt, li ser kursiyê xwe bir û anî, kir hiqviq, lê dû ra got:
“Ji hêla welêt ve ez wiha dibînim. Xwestina perwerdeya bi kurdî gurra şeytên kirin e. Ji ber ku perwerdeya zimanê dayikê ewê welêt perçe bike.”
Ev gotinên Kuzu jî nîşan dide ku di serê hukûmeta AKP-ê da plan û nêteke ku bi kurdan ra li hev bikin tuneye.
Hukûmeta ku perwerdeya bi kurdî wek ”bi ya şeytên kirinê bibîne”, maneya xwe ew e ku naxwaze şer rawestîne û mafê kurdan yên netewî bide.
Esas hukûmet ne nuha, ji roja roj da ye li hemberî kurdan siyaseteke fen û fûtan, xapandinê û serîlêgerandinê dimeşîne.
Hukûmet baş dizane ku dema vî mafê herî xwezayî û herî hindik, yanî mafê perwerdeya bi kurdî nede kurdan tu ”aştî maştî” û rawestandina şer ne mimkûn e.
Heta nuha îmkan û wexta hukûmetê ya dirêjkirin û xapandinê hebû, çimkî mesele wek nuha nehatibû li dawiyê nehesilî bû, lê nuha êdî dawiya derewan hat, êdî nikanin hin bahane û hincetên nuh bibînin û meselê taloqî pêşerojê bikin.
Ya dibê hebûna kurdan qebûl bikin û mafên wan yên netewî bidin û ya jî wek Kuzu got, dibê bibêjin daxwazeke perwerdeya bi kurdî ”bi ya şeytên kirine û ewê Tirkiyê perçe bike”...
Ev dîtina Kuzu ji bo min pir ne xerîb e, ez dizanim ku Erdogn, Gul, Kuzu, Çîçek, Arinç û hemû birêvebirên AKP-ê wiha difikirin, ew dixwazin kurdan bi demêre bihelînin, bikin tirk. Her kurdê piçekî xwedî aqil û ûjdan vê rastiyê dibîne.
Ya girîng, li hemberî van gotinên Kuzu, parlamenterên AKP-ê yên kurd ku gelek caran dengên xwe bilind dikin û dibêjin ”em ji kesî nekêmtir kurd in”, yanî yên wek Mehmet Şîmşek, Mehdî Eker, Galîp Ensarîoglu, Cuma Îçten, Muamer Guler, Abdurehîm Akdag, Mehmet Emîn Dîndar, Gulşen Orhan û yên wek wan, gelo çi dibêjin?
Gelo wek Burhan Kuzu, ew jî dibêjin daxwaza ”perwerdeya kurdî karê şeytên e, bi ya şeytên kirin e” ya na?
Heger wiha nafikirin, wê demê dibê li hemberî van gotinên Kuzu tiştekî bibêjin. Dema dengê xwe nekin û tiştekî nebêjin, wê demê ew jî wek Kuzu difikirin.
Dibê BDP û hemû kurd vê pirsê ji parlamenterên AKP-ê yên kurd bikin…

Tezkere jî û tetbîqat jî ji bo kurdan e


Dewlet bi tetbîqata xwe ya li ser sînorên Exceqelê, Surûc û Kobanê çavsoriyê li kurdan dike. Ev çend roj in artêşa tirk li Exceqalê, li ser sînorên Kobanê û Surûcê tetbîqateke bi tank, top, fuze û çekên zirxî dike. Qey Tirkiye dixwaze bi vê tetbîqatê kurdan bitirsîne û hêza xwe ya leşkwerî nîşanî kurdan bide. Herçiqas ev tetbîqat di bin navê li hemberî Sûriyê tê kirin jî lê di rastiyê da ji Süriyê bêtir, li hemberî kurda ye. Û kurd jî vê mesaja Tirkiyê baş fëm dikin.
Lê kurdan ji zûdaye dïwarê tirsî hedimandine, ew ji tetbîqat matbîqatan natirsin. Ev 30 sal in bi micadeleya xwe kurdan ev yek baş îspat kiriye, bi "tezkereyên" şer, bi şovên leşkerî û gefan kurd natirsin.


XXX
Welatperweriya bêyî zimanê kurdî wek dîwarê bêasas e, bêbingeh e. Kesê ji bo kurdan siyasetê dike, dibê kurdî bizanibe û bikar bîne. Heger nizane dibê fêr bibe, heger fêr nabe, wê demê naxwaze. Dibê kurd kesên wiha nekin berdevk û nûnerên xwe. Zirara kesên wiha ji kara wan bêtir e…


XXX
-Li Tirkiyê dema şivanek, gavanek zanîngehê diqedîne, civata tirk matmayî dimîne û dikin manşetên rojnameyan.
Lê dema gayek, kerek ya jî kûçikekî bi dêl dibe parlamenter, kes ne matmayî dimîne û ne jî dikin manşetên rojnameyan…

XXX
Berpirsiyarê weşaxaneya Avestayê Abdulah Keskîn, di hevpeyvîna xwe ya bi kovara Esmerê ra gotiye,”Medyaya kurd eleqeya ku nîşanî Nazim Hîkmet da, nîşanî Cegerxwîn neda”.
Tiştê ku meriv nizanibe û nas neke meriv jê hez nake. Ji ber ku piraniya kurdan bi kurdî nizanin loma jî eleqeyê nîşanî berhemên Cegerxwîn nadin. Eleqe û hezkirina wan, tenê li hemberî navê Cegerxwîn e, ne li hemberî berhemên wî ne.
Îro li hemberî miletê kurd tehlûkeya herî mezin zimanê tirkî ye, zimanê tirkî hebûna kurdan tehdît dike.

XXX
Heger tu dixwazî di civatê da bibî merivekî xwedî îtîbar û însan ji te hez bikin, pêşî dibê tu ji derewan nefret bikî...
Zanîn azadiye, em çuqasî zane bin, emê hewqasî azad bin.

XXX
Ya rast ne ew e ku meriv tim ji zor û zahmetiyan bireve, dibê meriv bikanibe zora zor û zahmetiyan bibe..

XXX
-Ji ber ku rûvî pînê baş nas dike ma meriv cara wï dike bekçî?
///Truman

18 oktober 2012

Feydeya tirsê ji mirinê ra tuneye


Ji ber ku Erdogan nikane zora kurdan bibe û liberxwedana wan bişkîne(di teşbîhê da xeta tuneye) ji qahran eyn dike di xwe ne…
Rojê şovekê dikin, geh li Exceqeleyê li ser sînorê Sûriyê kozikan dikolin û wek pêlewanên derewçîn xwe li Sûriyê radikşînin, geh ref bi ref balafirên şer dişînin ser Diyarbekrê û ji sibê heta êvarî bi gurregurra vala milet nerehet dikin.
Hemû şov û quretiya wan ji qahrê ye, ji ber ku nikanin bi kurdan, ji ber ku ji serkeftina kurdan ditirsin loma wek meymûnan dikin qîjewîj, wek dewarê harbûyî virda û wêda bazdidin…
Lê ji ber ku neheq in, zalim in û zulimkar in zû dereng ewê têk biçin, kurd ewê biserkevin…

XXX
Bala xwe bidinê lawê bavan li ser dayikan û rola wan ya di nava malbatê da çi gotinên biaqil gotine…
-Dê(dayik) roja malbatê ye. Di malbatekê da ew tunebe zarokên li wir mezin dibin wek fêkiyên li ber siyê mabin baş nakemilin
///PESTALOZZI


XXX
Abraham Lincoln gotiye, "yên azadiya kesên din nas nekin, ew bi xwe ne layiqî azadiyê ne."
Tu dibêjî xwedêjêrazî ev gotin ji bo tirkan gotiye. Tirk, azadiya kurdan û kesên ne ji wan nas nakin û loma ew bi xwe jî tu carî azad nabin.



XXX
Cesaret meriv dibe zaferê, tirsonekî dibe mirinê.
///SENECA

Merivê cesareta wî tunebe serkeftina wî jî tuneye.
///PULDIUS CYRUS

17 oktober 2012

Hukûmeta AKP-ê ne li dijî PKK-ê, li dijî tevgera kurd ya netewî ye


Rexnegirên PKK-ê fêm nakin bê ev dewleta tirk li hemberî Ocalan û birêvebirên PKK-ê yên din çima hewqasî sert û bêkomprimîs e. Heger rexnegirên PKK-ê sebebê vê şerxwaziya dewleta tirk fêm kiribûna belkî hewqasî neyartiya serok û rêberên PKK-ê nekirana.
Dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê ji PKK-ê, Ocalan û Karayilan bêtir, li hemberî tevgera kurd ya netewî ne, li hemberî serîhildana kurdan ya li hemberî dewleta tirk in.
Heger ne doza kurdan ya netewî be hukûmet ewê bi Ocalan û Karayilan ra ikini rehet li hev bikin û li hev werin.
Yanî ev hêrs û kîna Erdogan ji Ocalan û Karayilan bêtir, li dijî daxwazên kurdan kurdan e, naxwazin kurdan nas bikin û mafên wan bidin.
Ocalan, berpirsiyarên din, şer û danîna çekan hemû hincet in, qal û qîlên veşartina sebebê esasî ye; hukûmet li dijî tevgera kurd ya netewî ye, naxwaze mafên kurdan yên netewî bide…

XXX
Xwezî hemû serokên kurdan wiha bigota
Serokwezîrê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî, derbarê çareserkirina mesela kurd da dîsa beyaneke pir girîng daye, gotiye ew amadene ku navbênkariyê di navbera PKK-ê û Tirkiyê da bikin.
Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvîna xwe ya di kanala BBC beşê farisî da gotiye, ji bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê 3 pêşniyarên wan hene.Ji van pêşniyaran yek, , dibê rewşa Abdulah Ocalan were başkirin û eger Tirkiye bi rastî dixwaze gelşa kurd çareser bike, dibê bi PKK ra û bi Ocalan ra rûne.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser çekberdana PKK-ê jî gotiye, ”tiştekî ne mantiqî ye ku ji PKK-ê were xwestin ku ew bê qeyd û şert sîlehan deyne.”
Îfadekirina vê yekê ji bal Nêçîrvan Barzanî ve pir û pir girîng e. Heger PKK ewê çekan deyne dibê li ser lihevkirinekê be, bi peymanekê be, ne ku bê qeyd û şert teslîm bibe. Gelek siyasetmedarên kurdên bakur ji bo ku hin berjewendiyên xwe yên şexsî wenda nekin, dixwazin PKK tavilê dev ji şer berde yanî bi gotineke din teslîm bibe.
Nêçîrvan Barzanî gotiye, wan ji Tirkiyê ra gotiye ew amade ne ku ji bo evdîtinên Tirkiyê û PKK-ê mazûbaniyê bikin.
Bi dîtina min ev beyana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, him ji bo kurdên bakur û him jî ji bo Tirkiyê mesajeke pir girîng e. Heger Tirkiye bi rastî jî dixwaze mesela kurd çareser bike û mafê kurdan yê netewî bide, dibê bi BDP û PKK-ê ra rûne û ji PKK-êçekberdanake bê qeyd û şert neke.

XXX
Gorrbuhuşt û alimê mezin Seîdê Kurdî gotiye, ”Yê sewda wî mezin be îmtîhana wî jî mezin e…” Azadiya kurdan û rizgariya Kurdistanê sewdeyeke pir mezin e. Loma jî îmtihana kurdan jî li gorî vê sewda mezin, pir mezin e…
Kesên biçûk nikanin vê îmtîhanê bidin, îmtihanî nîvçe dihilên û revîrevî direvin…

XXX
Ji doza KCK-ya Wêranşarê îro 4 hes berdan. Mahkimeyên Erdogan rojê 40 kesî digrin û carnan jî 4 kesan berdidin.
Yanî henekên xwe bi kurdan dikin. Ne 4 kesan, dibê hemû êsîrên kurd berdin. Tu sûcekî kesî tuneye, dewleta tirk ew êsîr girtine...

16 oktober 2012

Ev ne hezkirin e, pûtperestî ye…

Li meclîsê Tirkiyê di nabêna parlamenterên BDP-ê Sirri Sureya Onder, Altan û parlamenterên AKP, MHP û CHP-ê da minaqeşe derket.
Altan Tan, di komisyona Meclisa Tirkiyê da li ser hin minaqeşeyan got:
”Herkes ne mecbûr e ji Ataturk hez bike. Li hemberî Ataturk hezkirineke min tuneye. Tu kes nikane heqaretê li wî bike, lê hezkirin tiştekî din e. Ez bi xwe ji Ataturk hez nakim."
Li ser van gotinên Tan, parlementerên AKP, CHP-û MHP-ê bi hev ra weke gurên har êrîş birin ser Tan û hin parlamenterên MHP-ê qîriyan, gotin, "madem hûn ji Ataturk hez nakin, hûn çima li meclîsê dimînin?"
Li Tirkiyê tu dikanî her kesî rexne bikî, merivekî ataîst bî û baweriya te bi Xwedê û Pêxember tunebe. Dema tu bibêjî ez bi ”Xwedê û Pêxember” nakim ne sûc e, ji bo vê yekê tu nayê girtin û cezakirin, CHP-yî,    AKP-yî û MHP-î êrîş ê te nakin.
Lê belê gava tu bibêjî ez ji Ataturk hez nakim parlamenterên AKP-ê, CHP-ê û MHP-ê qiyametê radikin, dibêjin tu ji Ataturk hez nekî, mafê te yê parlamenteriyê tuneye.
Li ba piraniya tirkan û parlamenterên AKP-ê, CHP-ê û MHP-ê, Ataturk ji Xwedê û Pêxember jî girîngtir e, çi bi zor, çi bi rehtî, dibê her kes ji Ataturk hez bike…
Navê viya ne hezkirin e, pûtperestî ye…

XXX
Guhdarekî baş hertim li karê ye, him bi cidîyet û sergiraniya xwe hezkirina însanan qezenc dike û him jî dû ra fêm dike ku ew bi xwe jî gelek tişt fêr bûye.
Qey ji bo wê ye devek û du guhên însanan hene…

XXX
-Hin însan nefsbiçûk in, hinek jî ji bo namerdiyê dildar û minêkar in...

15 oktober 2012

Çîrokên wiha herin ji zaroak ra bibêjin

Nivîskarê rojname Vatanê Rûşen Çakir, di nivîsa xweya sê roj berê da qala nivîsa nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê Yusuf Kaplan dike û dibêje Kaplan wek merivekî nêzî cimeta Gulen çûye li Houstonê Gulen ziyaret kiriye.
Kaplan di quncikê xwe da qala vê serdana xwe kiriye û di beşekî nivîsa xweda li ser mesele kurd jî rawestiyaye.
Kapalan dibêje Gulen gotiye, ”5 sal berê, derbarê mesela kurd da ji bo ku em bi gelê herêmê ra bibin yek, bibin hemderd û dilê însanên xwe qezenc bikin, me pêşniyarek bir ji hukûmeta xwe ra. Heger ev pêşniyar bihata qebûlkirin, mesele dikanîbû nehata vê nuxteyê.”
Rûşen Çakir do dike, dibêje:
1) Derbarê mesela kurd da projeyeke Gulen hebû.
2) Ev proje 5 sal berê pêşkêşî hukûmetê hat kirin.
3)Hukûmetê pêşniyar qebûl nekir.
Rûşen Çakir dibêje, ”ez baş nizanim Gulen wê demê tam çi pêşniyar kiriye. Lê ez hinekî bi dû vê meselê ketim. Ez hin tiştan fêr bûm.”
Piştî van gotinan, Rûşen dibêje:
”Ji gotinên Gulen meriv fêm dike ku dibê tevgera kurd ya siyasî muxatab neyê girtin. Heta, bi qasî ku mimkûn e dibê were krîmînalîzekirin.
Netîce, meriv dikane bibêje ku tevgera Gulen, dixwaze mesela kurd bêyî PKK, KCK, Ocalan, heta bêyî BDP çareser bike. Yanî qebûlkirina realîteya kurd, red û înkara realîteya tevgera kurd ya siyasî.
Hela hûn bala xwe bidin vê şîtiyê û vê pîncîtiyê…Dixwazin mesela kurd bêyî rêxistinên kurdî çareser bikin(!)
Li hemberî pîncîtiyên wiha kenê meriv tê…
Ê ji xwe ev nêzî çar salan e ku hukûmeta AKP-ê vê siyaseta Gulen ya înkar, îmha û krîmînalîzekirina tevgere kurd dimeşîne.
Di çarçeweya vê siyasetê da li hemberî PKK-ê şerekî pir mezin û bênabên didin meşandin û li dora 10 hezar siyasetmedarên kurd avêtine zindanê û naxwazin bi BDP-ê rûnin. Ev tişt hemû di çarçeweya vê konsepta Gulen û hukûmetê da tê kirin.
Gotina çareserkirina mesela kurd bêyî PKK-ê û BDP-ê xapandin û demagojiyeke vala ye.
Ev projeya Gulen û hukûmetê(dostiya bi gel û dijminatiya bi tevgera siyasî ra) tê wê maneyê ku ew naxwazin tu mefekî netewî bidin kurdan. Ew dixwazin kurdan bi komirê, şekir, makarneyê û bi ”nermayiyeke” xayin û sexte bikirin, kedî bikin.
Yanî wek kûçikê ku tu bi xwarinê wî têxî bin emrê xwe. Gulen û Erdogan bi vî çavî li kurdan dinêrin, dixwazin bi ”nermayiyeke xayin” û bi hin kurtêlan kurdan aş bikin, bikirin.
Mesela kurd, meseleyeke netewî ye, meseleya welatekî û desthilatê ye û ew jî bi nûneriya rêxistinên miletê kurd tên bidestxistin.
Kesê ku hebûna kurdan û mafên wan qebûl bike, dibê nûner û rêxistinên kurdan jî qebûl bike û bi wan ra rûne.
Em kurdan qebûl dikin, rêxistinên wan qebûl nakin vir e, xapandin e û israra di siyaseta înkar û mhayê da ye.

14 oktober 2012

Dawiya xapandinê hat


Serokê Komisyona Butçeya Yekîtiya Evrupayê Alain Lamassoure gotiye, ”Ji bo Yekîtiya Ewrûpayê êdî meseleyeke wan ya tirk nemaye. Ji bo ku ewrûpî û tirk endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê naxwazin”, loma jî ji alî Yekîtiya Ewrûpayê ve jî êdî meseleyeke bi navê ”mesela tirk” nemaye.
Li gorî Alain Lamassoure, wan deftera Tirkiyê girtiye û endametiya Tirkiyê êdî ne di rojeva wan da ye.
Ê ji xwe tirkan jî tu carî ji dil tiştekî wiha nedixwestin. Ji ber ku tirkan dizanîbûn gava Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê, dibê ew kurdan wek milet nas bikin mafê wan yê netewî bidin.
Û ji destpêkê tu nêteke Erdogan ya wiha tunebû, tenê dixapand.
Erdogan, ji bo ku artêşê têke bin kontrola xwe û îktîdara xwe saxlem bike, hewcedariya wî bi alîkariya Yekîtiya Ewrûpayê hebû, loma jî çend salan bi hostayî kurd û Yekîtiya Ewrûpayê xapand.
Nuha êdî hewecedariya wî ne bi alîkariya Emerîkayê û ne jî bi ya Yekîtiya Ewrûpayê heye, loma jî pişta xwe daye Ewrûpayê û dev ji avêtina gavên demokratîk jî berdaye û li hemberî kurdan jî dest bi şerekî mezin kiriye.

XXX
Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, ji bo Serokomarê Qazakistanê Nursultan Nazarbayev du roj berê li Qesra Çankayayê ziyafetek da. Gul, bêyî BDP-ê hemû partiyên din dawetî xwarinê kir.
Dema meriv di hundurê xwe da dijmin be wiha ye, meriv naxwaze dijminê xwe di şîn û şahiya xwe da bibîne.
Erdogan, BDP-ê dawetî konreya partiya xwe nake, serokê meclîsê silavê nade serokê BDP-ê, Gul deriyê qesrê li BDP-ê digre.
Ne ku AKP tenê wiha dike, hemû partiyên din jî wiha dikin, ew jî naxwazin kurdan bibînin û bi kurdan ra bipeyivin.
Bi rastî kar, siyaset û mecbûriyet ne têda tirk naxwazin ruyê kurdan bibînin. Dibê em kurd viya baş bizanibin.
Û ev jî nîşan dide ku şert û zemînê jiyana me ya bi tirkan ra nemaye, ne tirk dixwazin bi me ra bijîn û ne jî em dixwazin bi tirkan ra bijîn. Û ji xweya herî rast û baş jî ev e, her kes li mala xwe…

XXX
Tu çiqasî dixwînî bixwîne, gava ku te tevgereke li gorî zanîna xwe nîşan neda tu merivekî cahil î.
Şîrazî

Şelaf nikanin ji zarokên xwe ra bibin numûneyên rastgoyiyê



Ahmet Altan, di nivîsa xwe ya îro ya bersîva rexnegirên xwe da nimûneyeke pir xweş daye, gotiye:
”Dibêjin ku bi ”îzahkirinê" hûn nikanin fêrî zarokan bikin, bi nîşandanê hûn dikanin fêr bikin. Heger hûn şelafiyê dikin, hûn nikanin sekneke tîk ya bi şexsiyet fêrî zarokên xwe bikin. Heger hûn pera didizin, hûn nikanin durustiyê fêrî zarokên xwe bikin. Zarokên we dema bibînin ku hûn durst in ewê durustiyê fêr bibin…
Altan pir rast gotiye, bi rastî jî îro gelek nivîskar û siyasetmedarên kurd û tirk ew bi xwe bi şev û roj diziyê û şelafiyê dikin, lê mêranî û durustiyê difroşin xelkê û der û dora xwe.

XXX
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, li Konyayê gotiye, ”Em li dû xeyalên mezin in. Em ne li dû hesabên biçûk in. Ji ber vê jî yên hesabên wan ên biçûk hene nikanin me fêm bikin.”
”Xeyala” herî mezin yên Davutogluyê nîjadperest û panturkîst ew e ku nehêle Kurdistan ava bibe, bêyî viya tu xeyaleke wî ya din ya xêrê tuneye.
Mahcirên Kafkas û Balkanan di wexta xwe da serê Osmaniyan xistin
belayê û bûn sebebên belavbûna Împeratoriyê û gelek qetlîamên mezin.
Nuha jî çavkaniya nîjadperestiyê û faşîzmê dîsa neviyên van mahcirên Kafkas û Balkanan e. Davutoglu yek ji van mahcirên nîjadperestê pir tahlûkeye, ji roja bûye wezîrê derve û virdaye siyaseteke nîjadperest û pir tahlûke dimeşîne. Heger wiha dom bike ewê li bela xwe rast were…

XXX
Bawerî û daxwaz nîvê serkeftinê ye. Kurd bi doza xwe bawer in û ji dil azadiya xwe dixwazin. Û ji bo vê jî ji her miletî bêtir xwîn rijandine. Loma jî ewê biserkevin, bêhêvî nebin ev dem pir nêzîk e...

XXX-Argumenteke baş ne hewceyî dengekî bilind e...
Û ji bo vê jî zanîn lazim e, gava zanîn kêm be, deng bilind dibe...

XXXLi hemberî hin gotinan ez serxweş û mest dibim. Hela carê bala xwe bidin xweşikî û manedariya vê gotina Ehmedê Xanî yê mezin.

-Herfa ku me gotî neqşê hûr e
Lê meqsed û maneya wê kûr e

XXX
Ez kongreya BDP-ê ya duduyan bi hestên dostane pîroz dikim û hêvî dikim ku di kongreyê da biryarên hevkariya kurdan xurt û azadiya wan nêztir bikin werin girtin.

13 oktober 2012

Heta ku kurd jî wek tirkan azad nebin ev şer ewê berdewam bike


Şerê di nabêna nivîskarên rojnameya Tarafê da berdewam e.
Sernivîskarê rojnameyê Ahmet Altan, di nivîsa xwe ya îro da rexneyên giran dibe ser hin nivîskarên piştgirên hukûmetê yên lîberal.
Altan di ivîsa xwe da dibêje, şerê di nava Tarafê da ne şerekî ”şexsî” ye, şerekî siyasî û fikrî ye.
Altan, di nivîsa xwe da ji Markar Esayan nimûneyekê dide û dibêje, ” Markar Esayan pir rast nivîsî, got berê dema AKP berbî demokrasiyê ve dimeşiya, neteweperestan digotin, ”nêta van xerab e”, me jî digot, ”ne li nêtê, li kirina wan binêrin.”
Nuha jî her ku AKP ji demokrasiyê dûr dikeve, îcar jî piştgirên me yên hukûmetê dibêjin ”nêta wan baş e”, em jî eynî bersîvê didin wan û dibêjin, ”ne li nêtê, li kirina wan binêrin.”
Ji ber ku em ne bi niyetan, tenê dikanin bi demokrasiyeke bicîbûyî û bi huqûqê baweriya xwebînin.
Pîvan û ”krîterên” vê jî diyar in.
Mesela kurd li Tirkiyê bûye kevirê mîhengê û pîvana demokratbûnê, civata tirk ji hev digerîne, kî demokrat e, kî nîjadperest û kemalîst e eşkere dike. Yaî eyarê kê çi ye radixe ber çavan.
Heta ku li Tirkiyê kurd jî weke tirkan azad nebin, ev şer ewê berdewam be.
Bira tirk rabin û rûnin û ji serîhildan û liberxwedana kurdan ra dua bikin. Heger ne ev têkoşîna kurdan bûya nuha civata tirk hîn jî di bin wesayeta leşkeran da bûya, nuha siyasetmedarên tirk hîn jî pepûk emirberên li ber destên genaralan bûn…
Heger îro siyasetmedarên tirk û meclîsaTirkiyê ji bin vê bindestiyê rizgar bûne û dikanin hesab ji generalan bipirsin û wan ceza bikin, ev di serî da bi saya mucadeleya miletê kurd û dû ra jî bi saya piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê û Emerîkayê bûye.
Lê gelek siyasetmedarên pûlperest, bêûjdan û nankor vê rastiyê înkar dikin û hemû pêşketin û guherînên li Tirkiyê bi mêraniya Erdogan û AKP-ê ve girê didin. Ev ne rast e, Erdogan bi xêra mucadeleya kurdan û piştgiriya derve teslîmî leşkeran nebûye û wêrîbûye li hemberî leşkeran liberxwe bide. Ne ev herdu faktor bûna Erdogan newêrîbû li hemberî leşkeran bigota kirt jî, wî yê jî wek Erbekan şewqê xwe bigirta û bazda.








Biaqil li hev dikin, kêmaqil şer dikin




Ewrûpî ji ber ku pevnaçinin û hevûdu nakujin qezenc dikin, dewlemend dibin û bi pêş dikevin. Çimkî mêrikan êdî biaqil bûne û ji dîroka xwe ders girtine.
Lê miletên asyayî û bi taybetî jî yên Rojhilat, ji bo ku qezenc bikin berê pevdiçinin û hevûdu dikujin.
Em hemû dizanin, dema du kurd li ser meseleyekê dikevin gewriya hev, berê li hev dixin, serê hev dişk
înin û diherin qereqolê.
Çawîşê qereqolê Satilmiş Dîlbazê tirk, herdu seriyan jî baş dikute û ruşweta xwe jî ji wan digre û dû ra dibêje, de rabin nuha li hev werin. A wê çaxê li hev tên…
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan jî dixwaze bi Sûriyê û bi kurdan ra eynî tiştî bike, dibêje berê şer, dû ra lihevhatin.
Ji bo ku ji ewrûpiyan ra bazara kar çêbibe, dibê berê xera bikin, ji bo ku ewrûpî jî çêkin…

XXX
-Kesê bi dizî li xelkê guhdarî dike di heqê xwe da rastiyê dibihîze.

XXX
-Cîhan wek kitêbekê ye, yê negere û nebîne tenê jê rûpelekê dixwîne.
Loma jî kurdan ji kesê gerok ra gotiye, ”geriyayo diriyayo”.
Gotina "dinya nedîtî" jî her tê vê maneyê ye.

XXX
-Qehremanên serkeftinan pir in û tên naskirin, lê yên têkçûnan hema hema tunene û nayên naskirin.

11 oktober 2012

Agirê hêrsê berê xwediyê xwe dişewitîne



Serokwezîr Erdogan û wezîrê karên derve Ahmet Davutoglu, ev demeke pir zirtan didin xwe û bi agir dilîzin.
Lê gotinek heye, dibêjin, agirê hêrsê berê xwediyê xwe dişewitîne, dû ra çirîskên wî ya digihîjin dijmin ya nagihîjê…
Lê wisa xuyaye ku kompleksa nîjadperestiyê û mezinayiyê çavê Erdogan û Davutoglu qarixî kiriye, loma jî di serê wan da aqil û di çavê wan da jî ronî nemaye.

XXX
Dijayetiyên nabêna serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî û serokwezîrê Tirkiyê Erdogan roj bi roj kûrtir dibe.
Malikî, hebûna cîgirê serokomarê Îraqê Tariq Haşimî ya li Tirkiyê û hin hewildanên wî yên fermî bi tundî rexne kiriye û gotiye, “Tirkiye dibe wekî welatekî dijmin.”
Malikî, rexneyên tûj li Erdogan girtiye û gotiye, Tirkiye destê xwe dixe nava karûbarên Îraqê yê hundur. Malikî, gotiye:
“Ger ev siyaset berdewam bike, ewê berjewendiyên Tirkiyê zerarê bibîne û Tirkiye ewê ji bo hemû welatên herêmê bibe wek welatê dijmin.”
Du sê sal berê îdîeya Erdogan ew bû ku ewê bi tu welatekî cîran ra dubendiyên wan nemîne. Lê ji roja ku Ahmet Davutoglu bûye wezîrê karên derve û virda ye têkiliyên Tirkiyê bi hemû welatên cîran ra xerabtir bûye, ji nuxteya ”gelşa sifirê” derketiye nuxteya şer.
Nuha têkiliyên Tirkiye bi Îranê, Îraqê, Yûnanîstanê, Ermenîstanê û Rûsyayê ra pir xerab in û di rojên pêşda ewê hîn jî xerabtir bibin.
Sebebê vê siyaseta hukûmeta AKP-ê ya êrîşkar dijminatiya bi kurdan ra ye. Ji bo ku li Sûriyê kurd nebin xwedî maf û deshilat Erdogan tiliya xwe dixe her qulikê û her babet gelacî û fêsadiyê dike. Û ev siyaseta Erdogan jî bibê nebê ji Tirkiyê ra di dijminan çêdike.

XXX
Dijayetiyên nabêna dewletan bi zorê, bi tank û topan û bi şer çareser nabin. Çeka herî rast û bi tesîr diyalog û dîplomasiye.

XXX
-Kesê xwînê birjîne xwîna wî jî paqij namîne
-Herba(cenga) baş û aştiya xerab tuneye.

XXX
Jiyan wek bisiklêtê ye. Ji bo ku tu balansa xwe wenda nekî dibê tu tim di hereketê da bî.
///Albert Einstein

10 oktober 2012

Erdogan bi agir dilîze


Parlamenterê AKP-ê yê Dîlokê(Entabê) Şamil Tayyar, di programeke telewîzyonê da gotiye, ji bo girtina Şamê hemû hazirî hatine kirin, di 3 saetan da ewê bigihîjin Şamê.”
Şamil Tayyar, di axaftina xwe ya Beyaz TV-ê da gotiye, ”Heger îro Tirkiye bixwaze, ez viya pir bi îdîa dibêjim, di 3 saetan da digihîje Şamê. Ji bo herbê hemû hazirî hatine kirin. Hêvî ew e ku zorê nedin sebra Tirkiyê. Haziriyên heta çûna Şamê hatine kirin û her tişt temam e…”
Ez bawer dikim ku Şamil Tayyar ji ber xwe napeyive, miheqeq haya wî ji derekê heye.
Seddam Husên jî berî êrîşa ser Îranê wiha fikirîbû, wî jî wisa bawer kiribû ku bi êrîşeke ji nişka ve ewê mesele biqede.
Lê hesabê mal û bajêr li hev derneket û dawiya dawî şer bû sebebê serê wî û kuştina bi sedhezaran kesî.
Diyar e ku berpirsiyarên hukûmeta AKP-ê jî wek Saddam Husên dîn bûne, heger dîn nebûna tiştekî wiha nedigirtin rojeva xwe û xwe ji bo îşxaleke wiha amadeyî nedikirin.
Tiştekî wiha lîstina bi êgir e, dema ev agir vêkeve, ewê gurr bibe û dema gurr bibe Tirkiye û Erdogan bi xwe jî ewê di vî agirî da bişewitin.
Erdoganê zirzopê Kasimpaşayê, Sûriyê û kurdan pir biçûk û Tirkiyê jî di neynika dêwan da dibîne. Herb ne lîstika zarokan e û yên li hemberî Tirkiyê jî ne zarok in û ne destvala ne.
Loma jî ev hesab him şaş e û him jî pir tahlûkeye û dibê hinek tavilê bala Erdogan û şelafên(dalkawikên) li dora wî bikşînin.
Lê bi qasî ku xuyaye xwediyên wan tuneye, kesê ku bikanibe şîretekê li van dînan bike tuneye.
Diyar e Erdogan ji serpêhatiya Seddam Husên û ji dîroka Tirkiyê ya van 30 salên dawî jî tu derz negirtiye. Nagirtiye, ji ber ku dijminatiya bi kurdan ra Erdogan û şelafên li dora wî ji aqil dûr xistine, hemû bûne nîjadperestên dîn û har û pir tahlûke…
Û însanên dîn bi rastî jî dikanin her dînîtiyê bikin, çimkî dîn in…

XXX
-Paceya neynika dawiyê dibê ji paceya cama pêşiyê ne mezintir be…

XXX
Carnan hin kêliyên(bîstikên) wiha hene ku gotine hewce nake, bi nêrînekê, bi çavqurçkirinekê, bi tebesumekê, bi qevdek gul jî meriv dikane ya dilê xwe bibêje

09 oktober 2012

Li gorî Erdogan dibê meriv bi kuştina zarokên kurdan kêfxweş bibe


Ji ber ku mudûrê emniyeta Diyarbekrê Recep Guven, du roj berê di axaftina xwe da bi rengekî sembolîk got, dibê meriv ji bo terorîstê tê kuştin jî bigrî, ”Heger hûn ji bo terorîstê li serê çiyê tê kuştin negirîn, ne xwe hûn ne însan in…”
Van gotinên Recep Guven, serokwezîr Erdogan, serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu û berdevkê MHP-ê Oktay Vural dîn û har kir û hersiyan jî êrîşên mezin birin ser Recep Guven.
Erdogan, bi zimanekî sert û nîjadprest Recep Guven rexne û îxtar kir û got:
”Em ji bo mirina terorîstên ku zarokên me dikujin negiriyan û nagirîn. Em vê yekê jî gelkî eşkere dibêjin…”
Serokê CHP-ê Kemal Kilaçdaroglu jî do di kanala telewizyonekê da gotinên Recep Guven rexne kir û got, ”Recep Guven, bi van gotinên xwe civat kir du beş. Dayikên şehîdan ewê çi bibêjin?”
Li gorî Kiliçdaroglu nabe ku siyasetmedarek û mamûrekî dewletê heyfa xwe bi kuştina zarokên kurdan bîne û dilê xwe bi kuştina wan bişewitîne.
Ji bo Kiliçdaroglu dayikên kurd, dayikên dêrsimî ne muhîm in, ew çi dibêjin bira bibêjin, ya muhîm dayikên tirk in. Loma jî dibê meriv bi kuştina zarokên tirikan bigrî, lê bi yê
kurdan negrî.
Kiliçdaroglu li gel ku kurd e û dêrsimî ye jî wiha dibêje. Ew wek dêrsimiyekî dibêje gerek meriv bi kuştina zarokên dêrsimî negrî. Loma jî Kiliçdaroglu ji Erdogan jî xerabtir e.
Esas Recep Guven, bi wan gotinên xwe xwestibû hinekî rola pûlisê baş bilîze û îmaja dewletê ya xwerab biguherîne. Yanî ji bo qezenckirina dilê kurdan pir biaqil hereket kiribû. Lê Erdogan, Kiliçdaroglu û MHP tehamulî ”humanîzma” taktîkî jî nakin.
Bi vê bûyerê careke din jî diyar bû ku MHP, AKP û CHP qet ferq nake, hersê partî jî neyarên miletê kurd in...
Tenê carnan di taktîk û demagojiyê da ji hev cuda dibin, lê di meseleyên esasî da serokên hersê partiyan jî wek hev nîjadperest û neyarên kurdan e.

XXX
-Ji zana bipirse, ji nezana bitirse.

-Gotin ji dil derkevin digihîji dilan, ji dev derkevin digihîjin guhan.
-Kêmfêmkirin, ji şaş fêmkirinê baştir e.
-Îşaret hebe rê şaş nabe, zanîn hebe gotin şaş nabe.

Mirina li ser nigan ji jiyana li ser çongan çêtir e.
///Roosevelt

Kesên biaqil tiştên ew dixwazin, kesên kêmaqili tiştên hinekên din dixwazin fêr dibin.
///Seîdê Şîrazî
Jiyan wek fîncanek qahwe ye, carnan tahl, carnan şîrîn dibe. Ya girîng ne tahma qahwê ye, hûn wê bi kê ra vedixwin !

-Şûr kalanê xwe nabire
-Kêr doxa xwe nabire

07 oktober 2012

Ji bo êrîşkirina ser kurdan "topbaran" ewê zêde bibin


Tirkiyê bi îdîeya ku ewê Sûriyê bitirsîne û xwedêgiravî rê li ber êrîş û tacîzkirinên nuh bigre ”Tezkereya Sûriyê ya Şer” ji meclîsê derxist.
Lê belovacî wê, piştî derxistina tezkereyê topbaran tew zêde bûn. Tê gotin ku îro guleyeke topê ya din jî ketiye aliyê Tirkiyê û Tirkiyê jî tavilê bersîv daye û li gelek hedefan xistiye.
Tiştê xuyaye ji nuha û pê va ”topbaranên Sûriyê”(!) yên bi vî rengî her ku biçe ewê zêdetir bibin.
Ewê zêdetir bibin ji ber ku seneroyaya hukûmetê ji xwe li gorî viya hatiye amadekirin.
Topbaran û gulebaranên bi vî rengî ji alî Sûriyê da ewê zêde bibin ji bo ku ji Tirkiyê ra hinceta(behaneya) têkeve axa Sûriyê û êrîşe bibe ser kurdan çêbibe.
Çimkî tiyatroya topbaranê ji bo êrîşkirina ser kurdan hat amadekirin.
Loma jî di rojên pêş da ewê ”êrîşên” bi vî rengî zêde bibin û dawiya dawî ewê rojekê Tirkiye bibêje edî em nikanin tahamulî vê yekê bikin, êdî sebra me nema û bajon ser kurdan.
Ji bo ku li Sûriyê jî kurd nebin xwediyê statuyeke wek ya Îraqê hukûmeta AKP-ê ev lîstik xist dewrê.
Hemû dek û dolabên hukûmeta AKP-ê ji bo vê yekê ye, ji bo ku li Sûriyê kurd tu mafekî netewî bidest nexin. Kurdê ku vê lîstika hukûmetê nebîne ya pir cahil e û ya jî di bin ra hevalê hukûmetê û dewleta tirk e.

XXX
Balefirên şer yên Tirkiyê ji êvarî da ye Qendîlê û Xakurkê bomebaran dikin. Li gorî çapemenî dinivîsîne, balefirên şer yên Tirkiyê şeva borî dest bi bomberana Qendîlê, Xakurkê û hin herêmên din kirine û bombebaran îro berdewam e.
Li gorî xeberên ji herêmê tiên, di netîceya bombebaranê da ziyanek e mezin gihîştiye gundên herêmê û agir bi gelek seran ketiye.
Diyar e beşdariya serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ya kongreya AKP-ê û gotinên wî yên derbarê piştgiriya Erdogan da jî pere nekir. Erdogan mêrik ji ya xwe nayê xwar û di domandina şerê bi kurdan ra bi israr e.
Hin kurd bi israr fêm nakin ku Erdogan bi siyaseta ”pişipişo û zeytkirinê” nerm nabe û dev ji şerê kurdan bernade.

XXX
Parlementerê AKP-ê yê bajarê Diyarbekrê Galîp Ensarîoglû gotiye ku perweredeya bi zimanê kurdî mafekî kurdan yê demokratîk e û dibê nebe mijara bazarê.
Ensarîoglû li Diyarbekrê di civîna ”Polîtîkayên Zimanê Zikmakî” da peyivî ye û gotiye,
”Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafeke. Mafekî demokratîk û însanî ye. Kurd vê dixwazin. Kurd ewê tu carî daxwazên xwe yên perwerdeya bi zimanê dayikê nekin mijara bazarê û ji van daxwazên xwe gavê paş da navêjin. Dibê ev yek baş bê zanîn. Ez jî di nav da, kurd, perwerdeya bi zimanê dayikê mafê xwe dibînin û vî mafê xwe dixwazin. Û ji vî mafî gavê paş da navêjin.”
Galîp Ensarîoglu wiha dibêje lê belê partiya wî jî ji kok da li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî ye, Erdogan dibêje tişekî wiha ewê Tirkiyê perçe bike.
Kesekî xwediyê vê dîtinê esas ciyê wî ne AKP ye.

Generalê Artêşa Azad ya Sûriyê wek generalekî tirk difikire


Generalê Artêşa Azad ya Sûriyê Malik El Kurdî di mesela kurd da eynî wek generalekî tirk difikire
Malpera Avestakurdê, bi cîgirê serokê Artêşa Azad ya Sûrî, general Malik El Kurdî ra hevpeyvînek kriye. Avestakurdê bi vê hevpeyvîna xwe karekî pir baş kiriye.
Avestakurdê ji general Malik El Kurdî pirsiye:
“Gelo helwesta Artêşa Azad ji federasyonê çi ye? Eger Kurdan federasyon xwestin?”
Li hemberî vê pirsê, general El-Malik gotiye:
“Gelê Sûriyê dikare wê biryarê bide. Gelê Sûriyê li ser sandiqan biryara xwe dide, ka çi şêwe destelatdarî dixwaze. Tu nêrîna min bixwazî, ez bi xwe dixwazim hemû gelê Sûriyê bibin xwedî heman maf. "
Eynî bersîveke wek ya Erdogan û generalekî tirk daye. Gotiye kî çi dixwaze ne ew, milet biryarê dide. Û ji xwe miletê sûriyê jî ne hebûna Kurdistanê qebûl dike û ne jî federasyonê. Li gorî miletê sûrî Kurdistan tuneye û kurd jî ereb in û hemwelatiyên Sûriyê ne.
Û dîtina genarl Malik El Kurdî ya şexsî ya derbarê mesela kurd da jî tam wek serokerkanê Tirkyê ye, gotiye, ”ez bi xwe dixwazim hemû gelê Sûriyê bibin xwedî heman maf. "
Gotina ”bira hemû gelê Sûriyê bibin xwediyê heman mafan”, tê maneya ku ew ji bo kurdan statuyeke cihê û netewî qebûl nake. Wek tirk ji kurdan ra dibêjin, wî jî gotiye, dibê hemû gelê Sûriyê xwediyê eynî mafan be, lê ne xwedî meclîs û statuyeke netewî be. Yanî dibê kurdek jî bikanibe li Sûriyê bibe muxtar, bekçî, qeymeqam, zabit û parlamenter û her wekî din.
Ê ji xwe Erdogan û generalên tik jî ji kurdên bakur ra eynî tiştî dibêjin, dibêjin li Tirkiyê hûn dikanin bibib her tişt.
Lê qebûl nakin ku em bibin kurd û wek kurd bijîn. Genaralê Artêşa Azad ya Sûrî Malik El Kurdî jî heman tişt gotiye…
Ev jî nîşan dide ku îdeolijî û siyaseta muxalefata Esed ya derbarê kurdan da çi ye û çi difikire…

XXX
Li gorî çapemeniya tirk guleya topê ya ku li Axçeqeleyê ket dikane ji alî Artêşa Sûriyê ya Azad ve hatibe avêtin.
Di vîdeoya di hin malperên tirk da hatiye weşndin da tê nîşandan ku eynî top di destê mixalifên Esed da jî hene. Min berê jî nivîsand, bi baweriya min hukûmetê ev ”komplo” ji bo derxistina tezkereya Sûriyê çêkir. Ji bo ku ji meclîsê tezkereyeke wiha derbas bikin lîstikek lazim bû û ew jî kirin.

06 oktober 2012

Li Kurdistanê berbî îdareyeke leşkerî ve


Serfermandariya Artêşa Tirkiyê, îro li Kurdistanê 15 herêm wek herêmên ”ewlekariyê îlan kir. Qedexe ewê di nabêna 7-ê cotmehê(ekim) û 7-ê çileya paşîn(ocakê) da dom bike û 3 mehan li çûn hatina însanan qedexe be.
Yanî hemû çiya û zozanên bakurê Kurdistanê ewê li miletê kurd qedexe be, kurd ewê nikanibin li welatê xwe serbest bigerin û terş û dewarên xwe biçêrînin.
Erê yên li ser hukum ne esker in, siwîl in, lê belê tiştên di praktîkê da tên kirin ji dema cûnta leşkerî ya 1980-î jî xerabtir e. Îro li gelek herêmên Kurdistanê rewş wek dema urfî îdareya eskerî ya 1980-î ye.
Û navê vê rejîma dîktator û faşîst jî demokrasiye û hin kurd hîn jî piştgiriyê didin vê rejîma ceberrût.

XXX
Ayetullah Mekarîm Şiraziyê Îranî, ji ber siyaseta Tirkiyê ya Sûriye, Türkiye pir sert rexne kiriye û ji berpisiyarên hukûmetê ra gotiye:
”We bi îsraîla xespkar ra destê xwe daye hev û ji bo qetilkirina însanên bêguneh hûn terorîstan dişînin Sûrîyeyê. Ji ber vê yekê di dîrokê da hûnê rezîl û riswa bibin.”
Şîrazî dû ra jî derbarê rola Tirkiyê ya xerab da gotiye, ”Di nava welatên ku mudaxeleyî Sûriyê dikin da dosyeya Tirkiyê ji ya hemûyan reştir e.”
Pir rast e, di şerê Sûriyê da bi rastî jî dosyeya Tirkiyê pir qilêr û pir reş e. Tirkiyê bi hawakî aktîf şer gurr kir.
Lê esas ne di mesele Sûriyê da tenê, li herêmê di hemû nerindî, xerabî, fasadî û gelaciyan da dosya Erdogan û hukûemta wî pir reş e.
Meriv dikane bibêje ku ji ber siyaseta hukûmeta AKP-ê ya antî-kurd, di hemû şer û tevliheviyan da rola Tirkiyê pir mezin e, li herêmê di hemû şer û teşxeleyan da miheqeq tiliya Tirkiyê heye.

XXX
-Ew bi ser me da dimîzin, em dibêjin baran dibare...

XXX
Weleh dimin bihêle jî li Sûriyê hin kurdên bûne zilamên dijmin ewê nehêlin kurd xelas bibin...

04 oktober 2012

"Tezkereya Sûriyê" ji bo kurda ye


Tezkereya Sûriyê, yanî biyara îşxala rojavayê Kurdistanê û êrîşkirina ser kurdên Sûriyê, di meclîsa Tirkiye da bi piraniya dengên parlamenterên AKP-ê û MHP-ê bi lez û bez(tirk dibêjin şîpşak)hat qebîlkirin.
Di rojên pêş da ewê derkeve, lê bi baweriya min bûyera Axçeqelê ya do, ji bo derbaskirina vê tezkereyê ji meclîsê lîstikeke hukûmetê ye. Sanaryoya vê lîstikê ji alî Erdogan ve berê hatibû amedekirin.
Û ji bo ku lîstik berê hatibû tertîpkirin, loma jî bêyî ku fersenda axaftin û minaqeşeyê were dayin, hema çend saetan piştî bûyerê gotin ”hokus-pokus fîlokus” û mesele qedandin, destûr ji meclîsê girtin.
Yanî tiştê ku li başûrê Kurdistanê(Îraqê) tertîp kirin û dikin, dixwazin eynî tiştî li hemberî kurdên Sûriyê jî bikin, plan eynî ye.
Çawa ku bi bahaneya PKK-ê leşkerên xwe li hin herêmên Kurdistana başûr bicî kirine û her roj Qendîlê û vira û wira Kurdistanê, li gorî dilê xwe bombebaran dikin, dixwazin eynî tiştî jî li vir, li Sûriyê jî bikin. Yanî sebebê vê lezgîniya Erdogan ne Sûrî ye, kurd in. Bi vê biryarê li hemberî kurdan haziriya xwe dikin. Erê nav Sûrî ye, lê biryar ji bo kurdan hatiye girtin. Ji bo ku "kerran bi guh nekin" û meseleyê nedin minaqeşekirin ev komlo tertçp kirin û ev biryar girtin.
Ji xwe Beşîr Atalay, piştî qebûlbûna tezkereyê ji rojnamevanan ra got, "ev biryar ne ji bo herbeke bi Sûriyê ra ye, belkî di rojên pêş da lazim bibe..."
Yanî dikane ji bo kurdan lazim bibe...
Hemû mesele ev e…

XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, ji bo mahcirên tirk yên li Almanyayê, li Berlînê wiha gotibû:
-Bira kes ji me nepê ku emê dev ji zimanê xwe yê dayikê berdin. Asîmîlasyon sûcekî însaniyetê ye.
Eynî Erdogan ji bo kurdan jî li Anqerê wiha dibêje:
-Bira kes ji me perwerdeya bi zimanê dayikê nepê. Me her tim gotiye yek milet, yek ziman…

XXX
Ji bo ku di mahkimê da bi kurdî peyivî, mahkimê salek ceza dayê.
Heftemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Îzmîrê, ji ber ku endamê Komîteya Giştî yê BDP-ê Nîzametîn Ozturk xwest parastina xwe bi Kurdî kir, mahkimê bi hinceta ku wî ”li dijî Qanûna Partiyên Siyasî” muxalefet kiriye salekê cezayê girtîgehê lê birî.
Ez vê biryara mahkimê û vê demokrasiya Erdogan diyarî hemû kurdên ku ji Erdogan ra li çepikan dixin dikim û ji wa ra dibêjim bira çavê we ronî be…

Tirkiye haziriya îşxala Kurdistana rojava* dike


Îro(do) danê êvarê guleyeke topê xwedêgiravî ji aliyê Sûriyê da hat li qeza Axceqleyê li malekê ket û 5 kes mirin.
Li ser vê, dewlet, hukûmet û medya tirk li bin guhê hev ketin. Hukûmetê qerepereyeke pir mezin derxist û dû ra jî gotin ku wan jî tavilê bi topan bersîv dane û li gelek hedefên ku bi radaran hatibûn tespît kirin xistine.
Lê nuha derket ortê ku wa ye balafirên şer jî hin herêm û der bombebaran kirine û hîn jî dikin.
Heta nuha hîn negotine ku ev hedef çi ne û li kîjan hedefan xistine?
Lê bi îhtîmaleke pir mezin ewê li gund û hedefên kurdan xistibin.
Ji ber ku artêşa Sûriyê li wê herêmê tuneye û balafirên tirk li Artêşa Sûrî ya Azad jî naxe. Hebe tunebe hedefa wan kurd in û ewê li kurdan xitibin.
Û ez bawer dikim ku ev mesela ”guleya topê” jî provakasyon e û tiliya tirkan bi xwe di vê da heye. Ji bo ku kanibin êrîşî kurdan bikin hincetan çêdikin.
Heger bi rastî tirk têkevin axa Sûriyê û Kurdistanê dibê kurd xwe bidin ser hev û bêdeng nemînin.
Hukûmeta AKP-ê li şer û li bela xwe digere, ”gule mule” hemû mahneyên vala ne…

XXX
Camêrekî teqrîben wiha gotiye: Li vê cîhanê du riyên serkeftinê hene. Ya tu yê ji aqilê xwe, ya jî ji kêmaqiliya kesên din feydeyê bibînî û bi ser kevî.
Kurdan heta nuha ji aqilê xwe tu feydeyek zêde nedîtine, lê hêdî hêdî ji kêmaqiliya dijminên xwe feydeyê dibînin.
Nuha yê Tirkiyê îdare dike jî nîjadperestekî harê kêmaqil e. Belkî di rojên pêş da feydeyeke vê kêmaqiliya wî bigihîje kurdên bakur jî.
Ji ber ku mêrik carê kiriye serê xwe, dibêje gerek hemû kurd tim bindest bimînin, heta ku dihelin û diqedin.
A ji ber vê îdeolojiya nîjadperest, ji bo ku êrîşê bibin ser kurdên rojava, qal û qîlên bi derewan peyda dikin û bi sivikiyeke çeteyan bi meclîsê tezkereya îşxala welatê xelkê didin qebûlkirin.
Bi gotineke din, meriv dikane bibêje ku hukûmeta AKP-ê bi vê "Tezkereya Sûriyê" haziriya îşxala Kurdistana rojava dike
Erdogan agir kiriye dawa xwe, ewê miheqeq li bela xwe rast were...

XXX
Nivîskara îslamcî Huda Kaya. di hevpeyvîna xwe ya bi Îlter Balçîçekê ra kiriye gotiye: “Mezlûmên 28 sibatê bûn zalimên îro”.
Mezlûmên 28-ê sibatê Erbekan, Erdogan û Abdullah Gul bûn, leşkeran li hemberî wan darbeya “postmodern” kirin û ew ji ser hukum da xistin.
Qesta Huda Kaya xanimê Erdogan û Gul e.
Bi rastî jî Erdogan û Gul ji zaliman jî xerabtir bûn, bûn zalimên zaliman…

*Kurdistana rojava: Beşê Kurdistana di bin îşxala Sûriyê da.

03 oktober 2012

Erdogan ne berxê dermale ye

Li hemberî axaftin û nivîsên hin siyasetmedar û nivîskarên kurd carnan ez matmayî dimînim û ji xwe dipirsim, dibêjim yaho wek siyasetmedar, ronakbîr û welatparêzekî kurd meriv çawa dikane bibe hevalê Erdogan, pesnê wî bide ya jî piştgiriyê bide siyaseta wî ya derbarê kurdan da?
Dema ez navê Erdogan didim, ne ku dibêjim serokên partiyên din ji Erdogan çêtir in. Na, helbet ne çêtir in, di ser da gelkî jê xerabtir in jî. Ev yek pir zelal e.
Loma jî tiştê ez ji bo Erdogan dibêjim, ez eynî tiştî ji bo hemû serok û partiyên tirk yên din jî dibêjim..
Erdogan ji bo ku di nîjadperestiya tirk da serokê MHP-ê Devlet Bahçelî li dû xwe bihêle, her ku diçe wek faşîstekî tirk, bêtir zimanekî nîjadperest û tirkçî bi kar tîne û di warê fikrî, siyasî û îdeolojîk da jî roj bi roj xwe nêzî xeta nîjadperestên tirk dike û bi devê wan êrîşî kurdan û tevgera kurd ya netewî dike.
Erdogan dixwaze fetha Kurdistanê ya nîvçemayî di sedsala 21-ê da temam bike û bibe Ataturkê tirkan yê duyem.
Lê li gel vê rastiyê jî, hin kurd ne vî Erdoganê nîjadperest ku li ser serê kurdan dixwaze bibe Ataturkê duyem, Erdoganekî demokrat, antî-kemalîst, ne nîjadperest û dilsozê çareserkirna mesela kurd pêşkêsî me kurdan dikin.
Di eslê xwe da ev vir e, xeyaleke ne rast û manîpulasyona realîteyê ye.
Erdogan ne li dijî kemalîzmê ye, ne merivekî demokrat e, bi rastî demokrasiyê naxwaze, naxwaze Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê û naxwaze ji van ”mafên heyî ” zêdetir misqalekî din jî bide kurdan.
Li gorî Erdogan, wî hemû mafên kurdan daye, loma jî li Tirkiyê êdî mesela kurd tuneye, tenê mesela ”terorê” heye.
Lê hin kurd bi hin demagojiyên vala dixwazin vê rastiyê manîpule bikin û Erdogan wek siyasetmedarekî ku dibê kurd piştgiriya wî bikin nîşan didin.
Gava însan di warê îdeolojîk û siyasî da ji miletê xwe qut bibe, di warê hest/his da jî dûr dikeve û di netîceyê da faşîst û nîjadperestên dijmin jî li ber çavên wan dibin demokrat, dibin şervanên demokrasiyê û kesên ku dixwazin bi kurdan ra mesela kurd çereser bikin û mafên kurdan bidin…
Ji ber ku ew ji refên xwe veqetiyane, wan pûsuleya xwe wenda kiriye û loma jî gurên devbixwîn jî li ber çavên wan dibin berxikên dermale...

02 oktober 2012

Îraqê ji Tirkiyê ra got: Leşkerên xwe ji Kurdistanê vekşînin !

Li gorî nûçeya ajansa AFP-ê, hikûmeta Iraqê ya merkezî biryar girtiye ku dibê Tirkiye hemû leşkerên xwe yên ku ji sala 1995-a û vir da ye li ser axa Îraqê ne paşda vekşîne.
Berdevkê hikûmeta Îraqê Alî Debbax, îro bi beyanekê diyar kiriye ku heyeta wezîran biryar girtiye ku, tu hêz û leşkerên biyanî li ser axa Îraqê nemînin û peymanên ku di vî warî da hatine mohrkirin jî hemû bên betalkirin.
Wargehên leşkerî yên Tirkiyê ji sala 1995-a û vir va li Kurdistana Federe li herêmên wek Batûfa, Bamernî, Begova û Kanîmasiyê hene.
Li gorî texmînan li dora 1200 leşkerên Tirkiyê li Kurdistanê hatine bicîkirin. Lê ev jimar dikane zêdetir be.
Derbarê vê biryara hukûmeta Îraqê da heta nuha ji hikûmeta Kurdistana Federe tu beyan û nehatiye.
Ez hêvî dikim ku ev biryara hukûmeta Îraqê rast be. Û ez bawer dikim ewê rast be jî.
Çimkî têkiliya hukûmeta AKP-ê û ya Malikî her ku diçe berbi xerabûnê ve diçe.
Wek tê zanîn derî dawî Malikî vexwendina Erdogan ya kongreya AKP-ê red kir.
Û ya din jî, Haşimiyê ku biryara îdamê di heqê wî da hatiye dayin jî wek cîgirê serokkomarê Îraqê beşdarî kongreya AKP-ê bû. Diyar e ku vê yekê Malikî dîn kiriye.
Bi îhtîmaleke mezin, ev biryara hukûmeta Malikî, bersîva mazûbaniya Erdogan ya Haşîmî ye.
Dema hukûmeta Îraqê vê biryarê bigre ji bo hukûmeta Kurdistanê jî argument û zemînekî huqûqî û siyasî çêdibe ku ew jî ji Tirkiyê vekişîna leşkerên wan bixwze. Ji ber ku hukûmeta Kurdistana Federe nikane biryra hukûmeta merkezî nas nake, kurd mecbûr in piştgiriya biryarê bikin.
Ji bo kurdan ev fersendeke zêrîne. Loma jî dibê kurd vê fersendê baş bikar bînin û bi xêra vê biryara hukûmeta merkezî ji leşkerên tirk xelas bibin.
Wisa xuya ye ku di rojên pêş da dijayetiyên nabêna Tirkiyê û Îran û Îraqê ewê hîn jî xerabtir bibin. Dema şêla hukûmeta Îraqê ev be, ji nuha û pê va balafirên Tirkiyê ewê nikanibin weke berê her roj sînorên Kurdistanê-Îraqê jî îhlal bikin.
Esas ev netîce hemû ji ber siyaseta Erdogan ya nîjadperest ya antî-kurd e. Erdogan, ji bo ku bikanibe li Sûriyê, li Îraqê û li Tirkiyê siyaseteke li dijî kurdan bimeşîne mecbûr dimîne ku bi dostên xwe yê berê ra were hemberî hev. Dijminatiya Erdogan ya bi kurdan ra vê netîceyê bi xwe ratîne û ev jî di lehê kurdan da ye.

Gul û Erdogan herdu jî xerabên di ser hev ra ne

Ji ber ku serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, do di axaftina xwe ya meclîsê da di hin waran da çend gotinên ne wek dîtinên Erdogan gotin, hin kesan wisa bawer kirin ku di nabêna Gul û Erdogan da dubendî heye, xwedêgiravî Gul û Erdogan bi kêmanî di çenda xalan da wek hev nafikirin.
Do bi şev di hin kanalên telewîzyonan da jî eynî şiriove hatin kirin. Di wan şiroveyan da jî hat îdîakirin ku bi axaftin
a Gul ya ya dawî, diyar bû ku Gul û Erdogan di warê rewşa parlamenterên girtî, riyên çareserkirina mesela kurd û têkiliyên bi BDP-ê ra, azadiya çapemenî û xwe îfadekirinê, têkiliya bi Yekîtiya Ewrûopayê ra, şefafiya dewletê û hin xalên din da wek hev nafikirin.
Bi dîtina min bingehê van îdîayan tuneye; di van xalên tên rêzkirin yekê da jî Gul ne li dijî Erdogan e, di van waran hemûyan da jî ew wek hev difikirin.
Sebebê vê axaftina Gul ya di vebûna meclîsê da ne siyasî û îdeolojîk e; ne demokrasî û mesela kurd e, ne rewşa parlamneterên girtî û têkiliyên bi BDP-ê ra ye.
Sebebê vê axaftina Gul, kursî ye, meqam e.
Gul, ji bo ku meqamê xwe bi daxwaza xwe teslîmê Erdogan neke li hincetan digere.
Salek berê belkî nêta Gul ew bû ku careke din nebe namzet û kursiya xwe teslîmî Erdogan bike. Belkî di vî warî da soz jî dabe Erdogan.
Lê nuha, piştî hin ankêtên dawî, ku hemû jî di lehê Gul û di eleyhê Erdogan da ne, Gul biryara xwe guhert. Nuha Gul dixwaze careke din bibe serokkomar.
Îcar ji bo ku dev biguherîne dibê xwe ji Erdogan demokrattir nîşan bide, dibê tiştên ji Erdogan baştir û pêşdatir bibêje.
A bi baweriya min, sebebê vê demagojiya nermbûn û demokratbûna Gul ya esasî ev e, Gul dixwwaze kursiya xwe teslîmî Erdogan neke û ji bo vê jî dibê xwe hîn şîrîntir û demokrattir nîşan bide.
Lê bingeha vê şêla Gul ya praktîk, îdeolojîk û dîrokî tuneye, tenê demagojiye.
Di wwarê îdeolojîk î siyasî da Erdogan çi jahr û zuqûm be, Gul ji wî xerabtir e ne baştir e. Herdu jî xerabên di ser hev ra ne…
Gul, di warê îdeolojîk da ji Erdogan pirtir ”îslamî” ye û panturkîst e, ji Erdogan bêtir li dijî demokrasiyê, dana mafê kurdan û BDP-ê ye. Tenê ji bo saxlemkirina kursiya xwe û ji ber navê meqamê xwe roleke hinekî cihê dilîze, hemû ev e.

01 oktober 2012

Balona Erdogan zû teqiya


Serokê AKP-ê û serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro di kongreya partiya xwe ya 4-em da axaftineke nêzî 3 saetan ya ji serî heta dawî vala û mişt metaforên nîjadperest kir.
Gelek kesan hêvî dikir ku Erdogan ewê di axaftina xwe ya kongrê da di mesela kurdî da qala hin gavên nuh û girîng bike.
Lê belê Erdogan bi eksê hêviyan di vî warî da tiştekî nuh negot, wek her tim dîsa demagojî kir, qala ”terorê” û şerê li dijî wê kir û bi uslûbeke nîjadperest pesnê têkoşîna pûlis û leşkerên xwe yên ku li Kurdistanê şer dikin da.
Û li hemberî kurdan û têkoşîna wan ya netewî jî zimanekî pir bêedeb û nîjadperest bikar anî.
Erdogan bi yek gotinê be jî qala çareserkirina mesela kurd, perwerdeya bi zimanê kurdî, ji nuh va destpêkirina hêvdîtinên Osaloyê nekir.
Ji dêlî wê va, Erdogan di axaftina xwe da got, wan heta nuha di mesela kurd da bi sedan gav avêtine û ji bo kurdan gelek tişt kirine. Nuha jî êdî dor ya kurda ye, dibê nuha jî kurd gavekê berbî wan ve bavêjin û li dijî ”terorê” derkevin. Yanî dibê kurd jî bi dewletê ra li dijî zarokên xwe şer bikin…
Li gorî Erdogan, wan hemû mafên kurdan daye, loma jî dibê kurd êdî devê xwe bigrin û tiştekî din nexwazin.
Welhasil kongreya ku bû şova şexsê Erdogan qediya, hêviya ku ji Erdogan dihat kirin vala derket. Kurdên ku ji Erdogan û kongreya partiya wî hêviyek mezin dikirin careka din xeyalşikestî bûn. Lê ji bo wan ferq nake, ew carê ji refên xwe qetiyane û çûne nava refên neyarên gelê xwe.


XXX
Ji ber ku serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî do beşdarî kongreya AKP-ê ya çarem bû, serokê partiya faşîst MHP-ê Devlet Bahçelî, wek protesto, beşdari kongrê nebû. Mêrik tehamul nekir bi serokekî kurd ra li eynî mekanî rûne.
Siyasetmedarên tirk, tu carî natirsin ku kîn û nefreta xwe ya li dijî kurdan nîşan bidin, di vî varî da kêm caran durûtiyê dikin.
Heger piçek xîret bi me kurdan ra hebe, ev şêla Bahçelî ji bo ku ji me ra bibe ibret û em dijminê xwe hinekî din nas bikin bes e.

XXX
-Tu alek bi qasî veşartina şerma kuştina însanên masûm ne mezin e.
Howard Zinn
Lê ya tirkan "mezin" e, bi kêmanî siyasetmedarên tirk ji bo veshartina zulm û hemû qetlîamên xwe, ala tirk kirine xêlî û girtine ser van qetlîaman.