30 november 2012

Kurd hustuyê xwe li ber Malikî xwar nakin


Li Îraqê rewş pir krîtîk e
Gelşa di nabêna Kurdistana Federe û Îraqê da berbî nuxteyeke pir tahlûke ve diçe. Heger Malikî di vê siyaseta xwe ya şovenîst da gavê paşda navêje û Hêza Dîcle bişîne ser Kerkûkê û herêmên din yên kurdan, îhtîmala derketina şerekî pir ne dûr e…
Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, îro bi hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê ra civiya û got, serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, di civîna bi heyeta eskerî ya Kurdistanê ra berê soz da ku Hêza Operasyona Dicleyê hilweşîne, lê belê paşê li wê soza xwe poşman bû û dev ji Operasyona Hêzên Dicleyê bernade.
Heta do jî hêviyek hebû ku heyeta eskerî ya Kurdistanê li Bexdayê bi heyeta eskerî Irabiqê ra li ser peymanekê li hev bike. Li gorî protokola destpêkê ya lihevkirinê Iraqê qebûl kir ku Operasyona Dicleyê hilweşîne. Lê belê paşê dema ku heyeta Iraqê teksta lihevkirinê da serokwezîr Nûrî Malikî, wî benda hilweşandina Operasyona Dicleyê qebûl nekir. Li ser vê, danûstandinên di nêvbera herdu aliyan da têkçûn. Heyeta Kurdistanê îro vegeriya Hewlêrê.
Li ser vê rûdanê, serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, îro bi hemû hêzên Kurdistanî ra civîneka îstîsnaî li darxist.
Di civînê da serokê Kurdistanê û hemû hêzên siyasî behsa endîşeyên xwe ya siyaseta Nûrî Malikî kirin û hemûyan bi yekdengî piştrast kir ku kurd xwediyê yek helwêstê ne û ewê bi tu awayî rê nedin ku Iraq bi siyaseta xwe ya şovenîst û bi hêzên xwe yên çekdar têkeve Kerkûkê û deverên din yên Kurdistanê.
Hêzên siyasî yên ko beşdarî civîna îro bûn ev in:

Partiya Demokrat ya Kurdistanê
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
Tevgera Goran
Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê
Komela Îslamî ya Kurdistanê
Tevgera Îslamî ya Kurdistanê
Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê
Partiya Zehmetkêşên (Kedkar) Kurdistanê
Partiya Şu'iya (Komunist) Kurdistanê
Tevgera Demokratîk ya Turkmen
Tevgera Çaksaziyê ya Turkmen
Lîsta Erbîla Turkmenî
Encumena Gelê Kildan Siryan Aşûr
Tevgera Demokrat ya Aşûrî
Lîsta Ermeniyan

XXX
Li gorî rapora salane ya Projeya Dadê ya Cîhanê, Tirkiye di warê serdestiya huqûqê da di nava 97 welatan da bûye welatê 71-emîn. Di warê mafên serek da li dû Urdunê tê û di warê mahkimeya cezayê da jî ji Ûgandayê paşdetir e.
Bi baweriya min ev yek pir ne ecêb e, heta ku kurd li Tirkiyê wiha bindest bin, Tirkiye di warê heq, huqûq, edalet û mafên însanî da ewê tim wiha li Urdun û Ûganda yê be.
Ji bo ku Tirkiye jî bibe welatekî heqnas, huqûqnas û adil dibê miletê kurd ji bin vê bindestiyê xelas bibin û bibin xwediyên welatê xwe.

XXX
Kitêbxaneya Kurdî îro 15 saliya avabûna xwe bi şahiyeke xweş pîroz kir. Ez jî mîvanê şahiyê bûm. Şahî li Stockholmê li avahiya kitêbxaneyê bû. Gelek nas û dostên kitêbxaneyê yên kurd û swêdî beşdarî şevê bûbûn.
Di şevê da Kurdistan TV-ê li ser avabûna kitêbxanê û xebatên avakarên wê Nedîm Dagdevîran hevpeyvîneke kin bi min ra kir.
Gelek sipas û hezar carî mala kurdperwerê hêja Nedîm Dagdevîren ava be ku ev dezgeha netewî li Swêd ji kurdan ra li pey xwe hîşt.

Rojhilata Navîn dikele


Rojhilata Navîn û welatên derdora Kurdistanê dikele, hewqasî dikele ku pilqilkan dide, herêm li ber teqandineke pir mezin, pir bi şîdet e. Her tim dikane biteqe…
Kurd, di nava merkeza vê herêma ku dikele da ne. Li herêmê teqînên biçûk çê dibin, lê wexta teqîna mezin hîn nehatiye. Heger berpisiyar û birêvebirên dewletên herêmê yên wek Tirkiyê, Îraqê, Sûriyê, Îranê, Îsraîl, Lu
bnanê û piraniya dewletên ereban gelşên xwe bi riyeke aştiyane û demokratîk çareser nekin tahlûkeya şerekî herêmî yê pir mezin heye.
Ev şer dikane bibe sebebê Şerê Cîhanê yê Sêyem.
Li Îraqê, li Sûriyê û li Tirkiyê rewşa kurdan pir krîtîk e, berpirsiyarên van dewletan li kurdan li maneyan digerin, lê bi taybetî jî Tirkiye û Îraq dixwazin kurdan di nava xwe da bifetisînin. Îraq ji bo şerekî bi kurdan ra xwe hazir dike.
Li Sûriyê pêşeroj ne zelal û pir tevlihev e.
Li Îranê jî bêdengiyeke pir tahlûke heye, li wir jî her tim dikane rewşeke wek ya Sûriyê wer meydanê.
Li Tirkiyê jî wisa xuya ye ku di rojên pêş da ewê gelek bûyerên mezin û nexweş biqewimin. Ji ber ku Erdogan siyaseta şer daye ber xwe, ew naxwaze mesela kurd bi riyeke demokratîk çareser bike. Di ser da dixwazin 10 parlamenterên BDP-ê jî ji parlamentoyê bavêjin û têxin zindanê.
Yanî bi kurtî ji bo kurdan rojên pêş ewê pir krtîk bin. Loma jî dibê kurd li gorî vê, xwe amade bikin.
Li hemberî êrîşên Tirkiyê û Îraqê pişta kurdan tuneye, kurd dîsa bêkes û bêpişt in. Di rewşeke wiha da pişta kurdan tenê tifaq û haziriya kurda ye, dibê kurd bi hazirî bin û tifaqa xwe baş xurt bikin.
Dibê kurd haziriyên xwe li gorî şertên herî xerab bikin, li gorî rojên pir dijwar tedbîrên xwe bigrin. Ya na, emê dîsa wenda bikin û ev wendakirin ewê kurdan pir perîşan bike.
Lê heger kurdên her çar perçeyên Kurdistanê kanibin di nabêna xwe da tifaqeke xurt saz bikin, sedsala 21-ê dikane bibe sedsala rizgarbûna kurdan jî.

29 november 2012

Pîlê Erdogan hêdî hêdî diqede



Li gorî ku malpera Avestakurd dinivîse, kovara navdar ya Emerîkayê Time, navê serokwezîrê Tirkiyê Erdogan îsal negirtiye lîsteya navên kesên meşhûr.
Wisa xuyaye ku Time jî fêm kiriye ku êdî tu giranî û îtîbareke Erdogan ya navnetewî nemaye, stêrka wî rijyaye û êdî malê çûyinê ye. Loma jî hewce nedîtine Erdogan bigrin lîsteyê.
Kovara Time, her sal bi navê ”Şexsiyeta Salê”, ji bo dengdanê lîsteyeke navan pêşkêşî xwendevanên xwe dike.
Di lîsteya îsal da navê kesên wek serokê Sûriyê Beşar El Esed, serokwezîrê Îsraîl Binyamin Netanyahu, serokê nû yê Koreya Bakûr Kim Jong Un, serokkomarê Misirê Mihemed Mûrsî heye, lê yê Erdogan tuneye.
Ji ber ku dema mezinbûnê qediya, êdî dema biçûkbûnê destpêkriye, yanî destpêka dawiyê destpêkriye.
Di dengdana sala 2010-an da Erdogan bûbû kesê sêyemîn. Lê Time îsal Erdogan, ku camêr êdî bi çavê ”Ataturkê duyem” û ”Xocê Xizir” li xwe dinêre, tew negirtiye lîsteyê.
Bi îhtîmaleke mezin Erdoganê ji bo vê lîsteya Tîme bibêje, ”ez Time û tiştên wiha cidî nagrim.”
Erdogan û zilamên wî çi dibêjin bira bibêjin, bi dîtina min ev destpêka têkçûna Erdogan e.
Dema Erdogan pişta xwe bide demokrasiyê û Yekîtiya Ewrûpayê û bi îdeolojiyeke nîjadperest nêzê mesela kurd bibe û nexwaze mesela kurd bi riyeke demokratîk çareser bike, ewê him li hundur û him jî li der biqede.


XXX
Berfa pêşî îşev(do bi şev) karesekî spîboz bera ser bejn û bala Steckholma xopan daye. Nuha ez derketim hewşê ji bo ku cixareya xwe ya dawî bikşînim, lê berfa hewşê ez matmayî hîştim, dizîka hewş spîboz kiribû.
Erê, dinya tije surprîz in, gelek caran tiştê nedihesêb da derdikevin hemberî meriv…

28 november 2012

Em û tirk nikanin bi hev ra bijîn


Li ser emrê serokwezîr Erdogan, di heqê 10 parlamenterên BDP-ê da tavilê şandin meclîsê.
Ji ber ku Erdogan dixwaze, bi îhtîmaleke pir mezin wek sala 1994-a îcar jî ewê parlamenteriya 9-10 parlamenterên kurd ji dest wan bigrin û wek yên berê wan bavêjin hefsê.
Meclîsa Tirkiyê "kabeya" faşîst, nîjadperest û tirkperestên tirk e. Di Meclîsa Tirkiyê da cî ji kurdan ra tuneye, îdeolojî û felsefeya dewletê ya resmî hebûna kurdan qebûl nake, partiyên tirk hebûna kurdan qebûl nakin.
Di meclîsa tirk da hebûna kurdan tiştekî zorakî û pîne ye, bi darê zorê ye. Kurd, ne bi îrada xwe ya azad diçin wê meclîsê û sonda nîjadperestên tirk sond dixwin. Dewlet bi darê zorê kurdan mecbûrî vê biçûkxistinê, vê heqaretê dike.
Ya rast ew e ku, ne tirk kurdan qebûl dikin û dixwazin bi kurdan ra bijîn û bi kurdan ra di eynî meclîsê da bin û ne jî kurd tirkan qebûl dikin, dixwazin bi wan ra bijîn.
Her du milet jî di warê rûhî û psîkolojîk da ji hev qut bûne û tehamula wan li hemberî hev nemaye, naxwazin bi hev ra bijîn.
Loma jî her cara ku kurd li ser navê xwe dikevin meclîsê, tirk har dibin û dixwazin wan ji meclîsê bavêjin û davêjin jî.
Loma, heger îcar jî kurdan ji meclîsê bavêjin û bavêjin zîndanê, dibê kurd bi derbekê da dev ji parlamenteriya tirk û çûna meclîsê berdin û ji bo avakirina meclîsa Kurdistanê bixebitin.
Dibê meriv pir vekirî ji tirkan ra bibêje, hûn me qebûl nakin û naxwazin wek kurd bi me ra bijîn, loma jî bira meclîsa we serê we bixwe, em hew tên meclîsa we.

XXX
Heta ku yekîtî çênebe, halê me ewê tim ev hal be
Destê bi tenê deng jê nayê, kevirê bi tenê nabe dîwar. Ji bo ku ”kevirê bi tenê” bibe dîwar, dibê gelek kevir werin ba hev, dema kevir tên ba hev dibe dîwar.
Hêza civakî jî wiha ye, bi însanekî nabe, ji bo ku bibe qeweteke madî, dibê gelek însan werin baw hev.
Sebebê ku kurd jî heta nuha biserneketine ev yek e, yanî ji ber ku têra xwe nebûne yek, 
ji ber ku hêz û îmkanên xwe nekirine yek, loma jî tim wenda kirine.
Ne hemûyên kurdan, lê bi kêmanî beşekî kurdan yê mezin êdî fêm kiriye ku bêyî yekîtiyeke netewî biserketin nemimkûn e, ji bo serkeftinê dibê di nabêna her fikir û îdeolojiyên cuda, hêz û grûbên cuda da hevkarî û yekîtieyke netewî cêbibe. Heta ku ev yekîtî çênebe û em hev û du qebûl nekin halê me ewê tim ev hal be…
XXX
Mûrad Karayilan, li ser gotinên serokwezîr Erdogan yên ji bo çekberdanê gotiye:
"Heger îro dewleta Tirk bibêje, 'ji destpêka avabûna dewletê heta îro me neheqî li kurdan kiriye. Em îro vê xeletiyê qebûl dikin. Werin em çekan daynin aliyekî û bi diyalogê pirsgirêkên di nava xwe da çareser bikin', emê bibêjin hay hay, em ji vê ra hene.”
Bersîveke pir rast û pir maqûl e. Ji xwe çareserkirna mesela kurd jî ancax bi gaveke wiha ya tirkan dikane dest pê bike. Heta ku dewleta tirk wiha nebêje ne şer diqede û ne jî aştî çêdibe.

27 november 2012

Azadiya me girêdayî tifaqa me ye


Li gorî malperên kurdan dinivîsin YPG-ê(Yekîneyên Parastina Gel)û PYD-ê (Partiya Yekîtiya Demokratîk) bi êzên din ra avakirina hêzeke leşkerî ya mişterek red kirine û gotine ku “ YPG bi tu hêzan ra nabe yek, yekbûna wan bi gel re ye.”
Ev bersîva PYD-ê ne elameta xêrê ye, têda îşaretên bêtifaqiyê û dubendiyê hene. Zimanê bikar aniye jî ne zimanekî nerm û maqûl e.
Ez hêvî dikim ku PKK, PYD û hemû hêz û partiyên kurd yên rojava miheqeq riyeke hevkariyê û yekîtiyê bibînin û bihev nekevin. Heger kurd li rojava bihevkevin û nikanibin cepheyeke netewî ava bikin çû ji me da. Li Sûriyê serkeftina kurdan girêdayî tifaqa kurda ye, heger ev çênebe kurd ewê nikanibin biserkevin.
Bi hêviya siyasetmedar, serok û mezinên kurdan nehêlin kurd werin hemberî hev.


XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, do dîsa wek her tim gelek zirtên ji lîtirê dan xwe. Ji van zirtan yek jî got,
“Her dera ku ecdadên me, bav û kalên me bi hespan çûnê emê jî herinê.”
Carê tu mahcirekî Gurcistanê yî û tirk ne bav û kalên te ne, ev yek.
”Bav û kalên” Erdogan bi hespan çûbûn heta ber deriyê Wîyanayê, Şam, Baxda, Atîna, Belgrad, Zagreb û gelek bajarên din girtibûn. Wê gavê ewê jî here van bajaran bigre....
Merivê cahil ne tenê cesûr e, her wisa zirzop e jî.
Merivê dinyanedîtî gava dibe ”tiştek” xwe wenda dike. Serkeftina sê caran li ser hev Erdogan şeqizandiye, bask pêve aniye, camêr dike bifire, ew jî îşxalên “bav û kalên xwe, ecdadên xwe” xeyal dike.

XXX
Ahmet Altan di nivîsa xwe ya îro da axaftina Erdogan ya li ser fîlmê ”Muhteşem Suleyman” da rexne dike û dibêje:
”Erdogan, bi qasî ku ji bo qedexekirna ”rêzefilîmekî telewîzyonê ” diqîre, ji bo 34 kesên ku li Roboskê hatin kuştin neqîriya û bangî dozgeran nekir. Bi qasî ku ji bona vî fîlmê telewîzyonê diqîre ji bo mirina 34 însanan neqîriya.”
Rast e, ji ber ku 34 zarokên li Roboskê hatin kuştin kurd bûn, loma jî kuştina wan bi dilê Erdogan bû. Û loma jî Erdogan ji bo wan neqîriya û bang li dozgefran nekir. Sebeb ev e.
Kurd vê yekê baş dizanin…

26 november 2012

Şahê kemanê: Nîcolo Paganîn


Li ciyê kar radyoya min tim vekiriye. Rojekê (26. 9. 95) piştî nîvro, radyoya min wek her tim dîsa vekirîbû û li ser Nicolo Paganînî programek hebû. Him programê û him jî muzîka wê pir bala min kişand.
Ya rast ev cara pêşî bû ku min navê Nîcolo Paganînî dibihîst û li muzîka wî guhdarî dikir. Muzîkê ez mes kirim.
Min ev ji xwe ra weke kêmasiyeke mezin dît. Piştî programê min telefonî radyoyê kir û xwest bi xanima program çêkiribû ra bipeyivim.
Telefona mala wê dan min û min bi şev telefonî mala wê kir.
Mala wê li bajarê Goteborgê bû.
Min jê pirsî gelo ewê kanibe kopiyake wê programê, (ya deng ya jî nivîs) ji min ra bişîne yan na?
Xatûnê daxwaza min bi kêfxweşî qebûl kir û piştî çend rojan kopiyake teksta programê ji min ra şand.

Berê min guhdarî kiribû, îcar jî min xwend. Piştî xwendinê min hîn bêtir ji Paganînî hez kir. Lema jî min biryar da ez wergerînim kurdî û li derkê biweşînim. Û netîce qismet bû ya Nûdem Wergerê.

Ji ber ku muzîk ji bo programeke radyoyê hatibû hazirkirin, lema jî li gor min gelek nimûne, teferuatên zêde (ku di axaftinê da dikanin meriv aciz nekin û ji guh ra gelekî xweş bên) têda hebûn.
Min çend tiştên wiha hewce nedît ku wergerînim. Ez hêvî dikim ku li gel vê kêmasiyê jî hûnê dîsa jî jê tahm û lezetekê bigirin.
Zinarê Xamo


Muheqeq hin kes hene ku tu carî navê kemanvanê efsanewî, Nîcolo Paganînî (1782-1840) yê îtalî nebihîstine. Esas di serî da li pêş wî gelek zahmetî hebûn. Hema di xaniyekî xerabeyê di Kuça Pisika Reş da hatin wî ya dinyayê bi serê xwe jê ra problem bû. Vê yekê kir ku wî tu carî nikanibû qebûl bikira ku hin kes rê li ber wî bigrin.
Û tiştekî din yê înterasant jî xaniyê wî yê xerabe li Genua, hema bi qasî menzîla kevirakî qewetê ji mala Chrîstopher Columpus wê de bû. Helbet divê milekî merivê bi qewet hebe ji bo ku meriv bikanibe kevirê qewetê bavêje.

Bavê Nîcolo Antonîo, ji lêxistina mandolînê pir hez dikir. Her êvar diçû meyxana mehelê chîantiyek û masiyekî birajtî dixwest û ji hevalên xwe ra li mandolînê dixist. Wan jî seranader û stranên gelêrî distiran.

Bavê wî karkirê lîmanê bû. Dema wî xwest Nîcolo Paganînî fêrî mandolînê bike gelek zahmetî derketin pêş wî. Hercara ku wî çewt lêdixist Paganînî tavilê di vê çewtiya wî derdixist û ji hêrsan xwe wenda dikir. Erê meriv zane hemû zarok ji muzîkê ra hesas in, lê yê Paganîn hinekî zêde bû. Ew li hember dengê seeta dêrê kanîbû kelogirî bibûya û bi qîrîn bicoşiya. Û gava li dêrê dengê orgê dibihîst hemû laşê wî dilerizî û di xwîdanê da vedigevizî.
Carê hîn pênc salî ye, kemana birayê xwe bi emanetî jê digre, hewqasî di bin tesîra wê da dimîne ku êdî digihîje deraca xewirandinê û du rojan wer bi cuzbê dikeve.

Kemana pêşî

Piştî xewirandinê radibin Paganînî ji kemanê bi dûr dixin. Lê ew her dike nûzenûz û dawiya dawî, bavê wî radibe ji mecbûrî dersa pêşî didê.
Paganînî hewqasî jîr e ku di nav çend rojan da êdî ji kokimê bavê xwe gelekî jîrtir e. Ji nişka ve fikreke dahiyane tê bavê wî Antonîo:

- Dibe ku Nîcolo jî rojekê wek Mozart bibûya zarokekî mûcîzewî û bi vê riyê wê malbata xwe jî gelekî dewlemend bikira. Û gava malbat dewlemend bibûya ewê Antonîo jî êdî bikanîbûya li gorî kêfa dilê xwe ji xwe ra biçûya meyxaneyê; ji dêlî ku ji sibê hetaanî êvarî li lîmanê bixebitiya.

Ji vê rojê û pêve êdî xelasiya Nîcolo tuneye. Radibe ji Nîcolo Paganîn ra programeke xebatê ya gelek zahmet hazir dike. Ji sibê hetanî êvarî di odeyekê da wî hefs dike, heger baş prova neke nahêle tiştekî jî bixwe, Heta gava Nîcolo Paganîn têra xwe prova dike jî dîsa ji heqaratan xelas nabe, Ji ber ku vê carê jî wî derdixe ser masa xwarinê (ku ser masê jî tim tije piskiwît û şekir e ) û hemû malbatê mecbûr dike ku giş jê ra li çepikan xin.

Bêguman Nîcolo ji vê merasimê nefret dike, lê li alî din destê wî ji kemanê jî nabe û roj bi roj jî pêşketineke pir mezin nîşan dide. Di nav salekê da ew besteya xwe ya pêşî çêdike, li Katedrala San Loranzo konsera xwe ya pêşî dide û wek solîst êdî amade ye ku derkeve hemberî temaşevanan.

Gelek eşrafên bajêr bi vê pêşketina Nîcolo hewqasî kêfxweş dibin ku radibin di nav xwe da pera top dikin, didin malbata Nîcolo, ji bo ku wî bişînin ba mamosteyekî baştir.
Lê bavê wî tu carî jê naqete, tim wî raxne dike, tirsê tê difirîne û eziyetê pê dide kişandin.
Piştî gelek sal ewê Nîcolo bibêje ku di hemû jiyana wî ya xortaniyê da du tişt tenê di serê wî da hebûne:

- Yek jê, fêrî teknîkeke muazem bibim û ya din jî ji bavê xwe bi dûr kevim, ku ew bi tu hawî nikanibe xwe bigihîne min.

Xumara mezin

Piştî demekê Nîcolo digihîje her du armancên xwe jî. Rojê yanzde saetan dixebite, heta ku tiştê nikanibe lêxe nemîne.
Dû ra roja ku musabeqeyeke mehelî qezenc dike û di tiyatroyê da wek kemanjen ji xwe ra karakî dibîne û ji malê jî direve.
Û di eynî wextê da ew şerabê, jinan û xumarê jî kişif dike û sond dixwe ku ewê perayekî pirr qezenc bike, ji bo ku kanibe xwe bide wan hemûyan.

Evîna wî ya pêşî xatûneke esrarangîz a esîlzade ye. Xatûn wî bi xwe ra dibe qesra xwe ya li Toscana û li wir du salan li ba xwe dihêle.
Li gor îddîa Nîcolo ev xatûna esîlzade wî fêrî gîtarê dike. Gava ew ji wir dihera, ji bo bîranînê xatirayekê dide xatûnê. Ev "Duetto Amoroso" ya ji bo keman û gîtarê ye, ji neh beşên bi navên "îqna", "muwafeqet", "dilşadî" û yên din. pêk hatiye.

Karakî baş e, ku meriv kanibe bi dest xwe bixe

Piştî wê, Paganînî li ba xweha/xwenga Napoleon, Marîe Elîsa Boneparte, Qiralîçeya Lucca wek sermuzîsiyen dixebite.
Ew dibe şefê orkestra qirêl û di merasimên wî yên muzîkê da besteyên xwe pêşkêş dike, dersa kemanê dide wî û heta gelek caran di oda Qiralîçê ya razanê da dersê dide wê jî.
Marîe Elîsa yekcarnan di konserên Paganînî da ji kêfa dengê xwe pirr bilind dike û digurre.
Li ser vê, wê derdixin der, îcar gava wê derdixin der ji jinên qesrê yên din ra êdî pir ne zor e ku xwe bigihînin Paganînî.

Dostikê jinan
Meriv nikane qal neke: Paganînî ji jinan hez dikir û wan jî jê ra nedigotin na. Wî qebûl dikir ew ne yekî "çeleng" e, lê digot :

"Gava jin li min guhdarî dikin xwe davêjin ber nigên min."

Û ji xwe wî jî dixwest ku wan tam li wir bibîne, lema jî kêm lênedixist.

Şevekê nîvê şevê dihera keçikeke cuwan ziyarat bike, lê bi şaşî dikeve maleke din û ji mecbûrî ji pacê baz dide.
Li Mîlano dîsa bi şaşî dikeve maleke xerîb, xanimeke gelek delal nexweş e, di nav nivînan da ye. Vê carê nareve, dibêje ez tixtor im. Piştî ziyarata sisiyan jinik dibe bistim, yanî sax dibe.
Li Turîn dilê wî dikeve keçikeke çardesalî, lê bavê keçikê nahêle keçik pê ra bizewice; bavê keçikê dibêje:

Bi xêr kînga keçik mezin bû, ezê wê çaxê bifikirim.

Û li Genua bi rastî jî ew tê girtin; îddîa ew e ku bi soza zewacê keça yekî terzî xapandiye û pê ra raza ye. Li ser vê yekê ew bi hawakî felsefîk dibêje:

- Di meseleyên wiha hesas da kabê meriv hertim mîr nayê.

Hin carên din jî tu namîne ku Paganînî bizewice, lê her car jî di deqîqeya dawî da gelşek, mani'ek derdikeve. Di mektûbeke xwe da ji hevalekî xwe ra dinivîsîne, dibêje, "bêkarî (azibî) sultanî ye."
Û her wisa azib jî dimîne

Wî ji vê jînê hez dikir.
Şampiyonê muzikê
Bi vê yekê ra tiştê herî girîng yê qewimî bû bi rastî jî Paganînî bûbû kemanjenekî herî bêemsal, yektayekî  hemû wextan; herçiqas ev îddîa ya wî be jî.
Wek hosteyekî mezin wî kanîbû bi kemanê rayina kûçik, qixîna qazê, çirçira sîsirkê û çîrkîna(zîqîna) deriyakî hesinê zengarî texlîd bikira.

Carê di vebûna konserakê da bi kemanê ji temaşevanan ra dibêje "êvar baş." !
Vê yekê hewqasî bi ruh dibêje ku hemû temaşevan jî lê vedigerînin, dibêjin "êvar baş" !

Carake din kemanvanekî zikreş şert digra, dibêje raqibê min nikane konsereka nuh û zahmet raste rast ji rûpelê lêxe.
Paganînî bi şiklekî mukemel lêdixe û heta hinekî din jî zahmetir dike, noteyan serberjêr dide ser textikê notayê.

Heger di dema lêxistinê da têlek biqetiya, ji bo ku têlê biguherîne nabên nedidayê, tenê dûzana tiliyan diguhert, bi vî hawî bi wan sê têlên mayî dom dikir.
Ji hevaleka xwe ra besteyeke "Scene Amourause" bi du têlan çê dike û gelek caran jî perçeyên xwe yên herî meşhûr ji serî heta dawî bi têlekê tenê lê dixe.
Li Fransayê endamên orkestrayê di konserakê da rafeqeta bi Paganînî ra red dikin,  ji ber ku nikanin xwe întîbaqî tempoya wî bikin.

Li Englistanê kemanjenekî meşhûr, bi navê Morî, hewqasî di bin tesîra lêxistina Paganînî da dimîne, radibe kemana xwe dide ser serê xwe û wê bi du kronan harac û mazat dike.
Li îtalyayê mezinayiya wî ya bêemsal tesîrake hewqas mezin li Meyerbeer(1791-1864) dike ku Meyerbeer êdî nikane bixebite, dev ji amadekirina operên xwe ber dide û dide dû Paganînî, teqrîben li hijde (18)konserên wî temaşe dike.

Li Awusturyayê Schubert ji bo ku li Paganînî guhdarî bike ji xelkê pera deyn dike û gava ji konseran jî derdikeve êdî ne li ser hişê xwe ye, dibe wek mirîdekî ku  bi cuzbê bikeve.
Chopin(1810-1849)li Polonyayê dibêje:

Ji alî hisan ve ew pirr xurt û bêemsal e.

Rexnegirekî Fransiz di nivîseke xwe da dibêje:

-Heger wî sed sal berê wiha lêxista, ewê wek sihêrbazekî bihata şewitandin.

Gelek dijwarî

Lê pirr mixabin ku bi rastî jî hin însanan bawer dikirin ku Paganînî sed salî berî dema xwe dijiya. Qenaeta hin kesan ew bû ku bi Paganînî ra muheqeq tiştekî mîstîk heye, heger tunebûya wî yê nikanîbûya wiha lêxista. 


Rîwayet li hemû Ewrûpayê belav dibin:

Paganînî teknîka xwe ya harîqa pirr bi pêş da biribû, ji ber ku ew heyşt salan di hefsê da mabû û di nav van heyşt salan da wî bi hawakî bênabên prova kiribû. Wî hemû perçeyên xwe ji bo têlekê nivîsandibûn, ji ber ku qerdiyanê hefsê hew destûr dabûyê. Nizanim ruhê hemû dostikên wî di kemana wî da girtî bûn.

Wî hewqasî zû lêdixist, ji ber ku yaya kemana wî tije gulleyên(xar) ji qurşûnê bûn. Dengê kemana wî tu carî xera nedibû, ji ber ku têlên wê ji rûviyên raqibên wî yên mirî bûn.
Û ya ew lawê şeytên bi xwe bû û ya jî bi kêmanî ruhê xwe firotibû îblîs û li hember vê jî li sahnê îblîs her heraketên wî îdara dikir.

Dawiya dawî Paganînî mecbûr dimîne ku mektûbeke diya xwe biweşîne û bi vê riyê jî nîşanî milet bide ku dê û bavên wî jî însan in.
Ew bi vê jî nayê serî, radibe anonsên dirêj dide rojnameyan, ji bo ku îddîa û derewên der û doran yên bêbingeh pûç bike.
Lê însan dîsa jî bi şik in…

Kemanjenekî  îngilîz pirr ji nava xwe razî ye, dibêje ezê sirê vê hostetiya Paganînî fêr bibim. Li ser vê, radibe tam şeş mehan li pey Paganînî digera, bi dizî li axaftinên wî guhdarî dike û bala xwe didê hela ka çi dixwe û çi veduxwe.

Carakê jê ra li hev tê, li otêlekê oda wî û ya Paganînî dikevin kêlek hev, bi vî hawî firsendê dibîne di qulika derî ra li Paganînî mêze bike. Lê tiştekî bi ser avê naxe.

Serkevtin li pey hev tên

Ji ber ku sir qet ji hev naqetin, lema efsane jî her ku diçe mezintir dibe.

Û Paganînî jî her ku diçe dibe superstar. Împaratorîçe, dukên herî mezin û prens ji bo ku herin li konserên wî temaşe bikin  bi hev ra dikevin raqabetê. Û muzîsyenên feqîr jî kincên xwe difroşin ji bo ku kanibin di konserên wî da ciyekî erzan bi destê xwe xînin.

Heyranên wî li kuçe û kolanan, li hotêlên ew lê dimîne, heta salonên ku konseran lê dide pê li serê hev dikin, ji bo ku bi kêmasî kanibin vî merivê mezin bibînin.
Û gava dibînin jî destên xwe pê dikin, dixwazin baş îqna bibin ku hela ka rast ew benderuh e ya na.

Gelek tacirên jîr, bi saya hin îcadên wek parfumên Paganînî, qutiyên cixarê yên Paganînî, gopalên Paganînî, bişkokên Paganînî û gelek tiştên wek van, pirr dewlemend dibin.

Heta meriv kanîbû paste û simîdên Paganînî jî bixwara, kulînçeyên wî bikiriya. Di lîstika bîlardoyê da şiklekî temasa bi topê ra navê wê kiribûn derba "La Paganînî."
Ya jî meriv kanîbû biçuya ji dikanekê cotek lepikê ku li ser ferê çepê keman û li ser ferê rastê jî yay hatibûn nexşandin bikiriya û têkira destê xwe.
Paganînî bû baron, bû amîral...

Tê gotin ku Paganînî rojekê li Wîyanayê li paytona yekî  îtalî suwar dibe.

Paytoncî ji Paganînî destûra belavkirina vê bûyerê dixwaze û helbet destûrê digre. Û bi herfên mezin li pişt paytona xwe "PAGANÎNÎ FÎACRA" dinivîsîne.
Piştî vê raqlamê karê wî hewqasî baş dibe ku mêrik radibe dev ji paytoncîtiyê berdide û ji xwe ra otêlekê dikire. Qet desttengiyê nabîne

Paganînî qet pera wenda nake. Konserakê li pey konserakê dide û wek qaîde jî bilêtên wî tim du-sê qatan ji yên xelkê buhatir bûn.

Carake din, paytonciyek wî ji otêlê dibe avahiya ku ewê konsêrê lê bide, lê hinekî zêde jê digre û wek sebeb jî dibêje ku:

- Ez ji te zêde digrim, ji ber ku bilêta konsera te jî pirr buha ye. Paganînî gotina mêrik di devê wî da diqurçimîne, dibêje:

- Heger tu min li ser tekerekî bibî wir, ezê jî heqê bilêtê ji te nestînim.

Lê wê pirr nakşîne bilêtên konserên wî hîn jî buhatir bibin; hewqasî buha bibin ku hetanî wê demê tu muzîsîyenekî din negihîştibe wê deracê.

Lê dîsa jî konserên wî tim tije dibin.

Dû ra jî li Ewrûpayê hin îddîayên din digerin:

- Li Ewrûpayê Paganînî merivê herî çukûs e. Zêrên tu qiralekî bi qasî yên wî tune ye. Ew li pey perên temaşevanan e. Li hin deran navê wî dikin "Paganîente" (Paganînê ku heqê tiştekî nade).
Heta bigihîje şairakî wek Heîrîch Heîne ji Paganînî ra dibêje:

- Ew wampîrakî bi keman e, heger naxwaze xwîna me vexwe jî bi kêmanî dixwaze perên bêrîkên me bixwe.

Her çiqas milet di heqê jiyana Paganînî ya prîvat da gelek çîrok belav dikirin û ji buhabûna bilêtên wî gazin dikirin jî, lê dîsa jî însan qefle bi qefle diçûn konserên wî û her kes hemfikir bû ku lêxistina wî ya kemanê tiştekî muhteşem bû. Raxnegirakî Fransiz dibêje:

- Destûrê bidin bira jin, zarokên xwe yên nuhwelidî bi xwe ra bibin konserên wî, ji bo ku piştî şêst salên din rabin quratiyê bikin, bibêjin me jî carakê li Paganînî guhdarî kiriye.

Dibe ku Paganînî ne lawê diya xwe yê herî di halê xwe da bû, lê tiştê bêmunaqeşe ew kemanjenekî herî baş bû.
Û helbet yê herî bi şik.

Wî, perçên xwe yên soloyê bi piranî bi dizî digirt, ji bo ku kemanjenên din wan nedizin.
Li gorî îddîa Paganînî, metodeke wî ya sirî hebûye, li derekê dibêje:

- Bi vê metodê muzîsiyenekî xort di nava sê salan da kane bigihîje mukemeliyeteke wiha ku ancax ew piştî xebateke gelek zahmet di nav deh salan da bikanibe bigihîjê.

Lê çi heyf ku tu kes fêrî vê metodê nebû, lema jî çi wextê Paganînîyekî din derneket. Însan bi gelek hawî xebitîne ji bo ku sirê vê dehaya wî fêr bibin, lê heta nuha kes fêr nebûye.

Wergera ji swêdî: Zinarê Xamo

Nûdem WERGER No: Payiz 1996 

Cîranê xerab meriv dike xwedî hacet.


Dibêjin cîranê xerab meriv dike xwedî hacet.
Li Swêd gava lazim be wek li Kurdistanê meriv nikane here ji cîranê xwe beroşeke mezin, şûjinekê, çakûçekî ya jî cezwakî qahwê bixweze.
Loma jî li mala her swêdî, her babet hacetê lazimiyê heye...
Kes tu carî naçe li deriyê kesî naxe û jê tiştekî naxwaze. Heger li mala te xuya te qediyabe, dibê ya tu şîva xwe bêxwê çêkî ya jî bazdî here dikanê bikirî.
Loma, em kurdên li Swêd jî wek swêdiyan fêr bûne tim bi tedbîr û tim bi hazirî bin, ji ber ku em dizanin gava tiştek lazim be em nikanin herin li deriyê kesî xin. Heger em bikin, li pey me ewê bi me bikenin û bibêjin, ”law ev xerîb çi merivên bêtedbîr in…”
Gelî bira û siyasetmedarên kurdan, rojên teng û giran li pêş kurdan e, dibê em viya baş bizanibin û li gora wê ji nuha da haziriya xwe bikin, tedbîra xwe bigrin. Di rojên teng da, gava hewce be em nikanin herin li deriyên ”cîranekî” xwe xin û alîkariyê, hacetekî lazimiyê jê bixwzin. Bira li mala me hemû alet û hacetên lzimiyê hebin, di rojên pêşda ewê lazim bibin


XXX
Di demeke pir kin da ev du car in ku MIRIN li ser hev bi kurdan ra bêbextiyê dike, wek marekî kor ê qartîşî ji nişkave bi kurdan vedide.
Berî demekê bi mirina Arjen Arî û nuha jî bi ya Arşevê Oskan, miletê kurd û hemû dost û evîndarên helbesta kurdî gelkî xemgîn bûn. Zimanê min nagere, ez nikanim ji Arşevê Oskan ra jî bibêjim oxir be helbestvanê dilzîz…
Arşevê Oskan û Arjen Arî, ewê tim û tim hezkiriyên me bin û di kûrahiya dilê me da bijîn..
Xwezî mirinê ev bêbextî bi van herdu hezkiriyên miletê kurd ra nekira…
Lê mirin carnan bêedalet û dêqahp e, her qeleşî jê tê…

XXX
Xilt çiqasî axê bikole bi serê xwe da dike. Tirk jî wisa dikin. Bi êrîşa Serêkaniyê kurd kirin yek. Ne xêra van êrîşên tirkan be weleh kurd destên xwe nadin hev û nabin yek…
Sipas Erdoganê nîjadperest, di vê siyaseta xwe da hinekî din jî israr bike, ji bo ku hemû kurd bi xwe bihesin û ji we qut bibin.

XXX
Li ser ”dayin û girtinê” gotineke Montaigne ya pir xweş heye, dibêje:
”Di dayinê da çawa ku wesfekî(aliyekî) serdestbûn û meznatiyê hebe, di girtinê da jî wesfekî/aliyekî hustuxwarkirinê heye.
Ew kesê ku destê xwe li ber dijmin vedigire û jê digre, di eynî wextê da hustuyê xwe li ber wî xwar dike.


XXX
Ji qantirê ra gotine “bavê te kî ye?”, gotiye “xalê min hesp” e…

XXX
Hin însan bi zarê şîrîn û gotinên xweş wek pisikê ser pîsiyên xwe digrin...

XXX
Dibêjin li Tirkiyê li dora 69 zanîngehan hene. Lê ji van 69 zanîngehan (unîversîteyan)yek jî di nava 400 zanîngehên cîhanê yên herî meşhûr da tuneye.
Nufûsa Swêd here were 9 milyon û nîv e, lê 6 zanîngehên Swêd di lîsteya zanîngehên cîhanê yên herî meşhûr da hene.
Lê siyasetmedarên tirk dîsa jî gav û saetê fortin didin xwe û dibêjin efendim Tirkiye welatekî pir ”mezin” e. Lê cîhan yek zanîgeheke vî welatê ”pir mezin” jî cidî nagre û ji bo xwendinê pêşnîyarî însanan nakin.
Hema heta ji tirkan tê bira bibêjin ew ”mezin” in, piştî ku cîhanê pênc perê xwe di ”meziniya”wan neda…

Not: Hesenê Dewrêş di şiroveya we da gotiye, ne 69, 168 heb in.

XXX
Harîtî û şerxwaziya Seddam Husên bû sebebê kurd bibin xwedî federasyon.
Nuha jî dora Malikî ye, heger Malikî jî wek Seddam dînîtiyekê bike, ev yek jî ewê Kurdistaneke serbixwe bi xwe ra bîne...
Ji xwe ne xêra ehmeqiyên dijminên me bin, em nikanin zora wan bibin, Xwedê kir ku neyarên me zêde ne biaqil in...

25 november 2012

Bersîva pirsên M. Alî Basik û Fatma Savcî.


M. Alî Basik: Li Ewrûpayê Rewşa edebiyata zarokan çawa ye?

Zinarê Xamo: Ji bo hemû Ewrûpayê axaftin zahmet e, dibê meriv yeko yeko li welatan binêre û di heqê edebiyata zarokan da xwedî zanîn û agahdarî be. Wek di warê civakî, kulturî û aborî da, di warê pêşketina edebiyata zarokan da jî di nabên waltên Ewrûpayê da kêm zêde ferq hene. Lê bêguman hemû welatên Ewrûpa girîngiyeke pir mezin didin perwerde û edebiyata zarokan.
Li Ewrûpayê jî çîrokên zarokan yên devkî bûye destpêka edebiyata zarokan. Li Ewrûpayê fikra pêwîstiya edebiyata zarokan pir zû dest pê kriye. Li Fransayê di sedsala 17-an da fabilên(çîrokên) La Fontaine meriv dikane bibêje ku bûn destpêka edebiyata zarokan.
Lê dû ra, di sedsala 18-an da êdî li her derê Ewrûpayê edebiyata zarokan ya nivîskî belav bû û bi pêş ket û berhemên sirf ji bo zarokan hatine nivîsîn.
Li Îngilistanê Danîel Defoe, Jonathan Swît, Dikens, li Danîmarkayê çîrokên Andersen, li Swêd Selma Lagerlov, li Almanyayê çîrokên Birayên Grîmm û gelek berhemên wek wan li Ewrûpayê belav bûn û xwe gîhandin zarokan.

Ez dikanim ji Swêd numûneyeke biçûk bidim. Piştî e-meila we, min bala xwe da îstatîstîkên sala 2011-an ya kitêbên zarokan ku li Swêd çap bûne.
Di sala 2011-an da li Swêd tam 1747 kitêbên zarok û xortan çap bûn. Belê, we şaşnexwend, tam 1747 kitêb! Nufûsa Swêd 9 milyon û 500 hezar e, lê di salekê da hewqas kitêbên zarok û xoratan çabbûne. Gelo li Tirkiyê çuqas kitêbên zaroakan çapbûne, ez bi xwe meraq dikim. Ez bawer nakim ku ji sedî dehê yên Swêd jî çap bûbe.
Ji van kitêbên ku di sala 2011-an da çap bûn jê %54-ê wan swêdî û %46-ê wan jî tercumeyên ji zimanên din in. Piştî van reqeman meriv dikane texmîn bike ku rewşa edebiyata zarokan li Ewrûpayê çi ye û çi nîne…

M. Alî Basik: Naveroka pirtûka te çî ye?

Zinarê Xamo: Naveroka pirtûka min xemîşok(çîrok, fabil, masal)in. 125 xemîşokên zarokan di pirtûkê da hene. Hinekên wan sînorên herêmî derbas kirine û hema hema li seranserê Kurdistanê tên zanîn. Lê hinekên wan jî herêmî ne, bi kêmanî li her dera Kurdistanê nayê zanîn.
Di pêşgotina kitêbê da min qala naveroka kitêbê kiriye, dema hûn bixwînin hûnê derbarê kitêbê da bêtir bibin xwedî agahdarî.


M. Alî Basik: Di pirtûka te çîrokek balkêş ji me re lazim e.

Zinarê Xamo: Weleh li gorî min hemû çîrokên kitêbê jî balkêş in. Yanî tu çîrokek ne balkêş û bêmane tuneye. Lê çîrokên ”Qertel û kûsî”, ”Çirçirk û mûrî”, ”Çûk û fîl” û ”Serpêhatiya qirika qure” ji bo me kurdan çîrokên pir balkêş û manîdarin.


Pirsên Fatma Savcî:
1-Mamoste, tu dikarî bi kinayî qala xwe bikî?

-Ez ji Wêranşara qeza Ruhayê me. Li wir hatime dinê û heta 30 saliya xwe li wir jiya me.
Sinetê min yê esasî pêlavçêkirî/qonderecîtî ye, heta salên 1972-1973-an jî min qonderecîtî dikir.
Dûra bi destpêkirina siyasetê re min dev ji karê xwe berda.
Min di nava partiya Dr. Şivan û pişt ra jî di nava DDKD-ê da dest bi siyasetê kir û heta van salên dawiyê jî wiha mam.
Lê nuha bi tu rêxistinê ra naxebitim.
Ez zewicî me, sê law(Azad, Serhat Arda, Rojen) û keçeke min(Rûken) heye.
Ez qet neçûme dibistanê, xwendin û nivîsandinê ez xwe bi xwe fêr bûme. Ez ji derva ketime îmtîhanan û min dîplomayên dibistana destpêkê û ya navîn ji derve girtiye.
Lê li alî din li ser daxwaza diya xwe, ji bo ku êvarên îniyan Yasînê ji bav û miriyên wê ra bixwînim, min Quran û Mewlûda kurdî jî xwendiye.
Lê piştî destpêkirina siyasetê û çepîtiyê min dev ji xwendina Quranê berda, loma jî nuha xwendina min ne baş e, hema hema min ji bîr kirye.
Ev 30 sal in ku ez mahkûm û qaşxûnê “Dewleta Romê” me û li Swêdê dijîm.
Du kitêbên min(Hindik-Rindik û Antolojiya çîrokên zarokan)derketine.
Bêyî van herdu berhemên min, min ji swêdî jî romanek(Bide dû dilê xwe ya Susanna Tamaro)wergerandiye kurdî.
Ji salên 1980-î û virdaye min di gelek rojname, kovar û malperên kurdî da nivîsîye û di hinekan da jî(Armanc, Berbang, Hêvî, Hêlîn, Netkurd) endametiya redaksiyonê û redaktorî kiriye.
Ji sala 2007-an û virda ye blogeke min(Hindik-Rindik)heye, ez her roj meqalyekê, tiştekî têda dinivîsim.


2-Berî niha te “Antolojiya Çîrokên Zarokan “ amade kir û ji weşanên Apecê derket. Fikra Antolojiya Çîrokên Zarokan ji ku derket?

-Ji zaroktiya xwe da ye ez ji guhdarîkirin û gotina çîrok, meselok, pêkenîn û tiştên wiha gelkî hez dikim. Loma jî min têra xwe xemîşokên(çîrokên, fabel) zarokan dizanîbû.
Berê hafizeya min pir xurt bû, çîrokek carê li ba min bihata gotin ya jî min li derekê guhdarî bikira yan jî di derekê da bixwenda, çiqasî dirêj dibû bira bibûya ji bo min ferq nedikir, min tavilê ji ber dikir. Roja din min dikanîbû eynî çîrok bêyî kêmasî bigota.
Nuha jî ev aliyê min yê jiberkirinê ne xerab e, dema ez çîrokekê di derekê da bixwînim ya jî guhdarî bikim di hişê min da dimîne. Heger wext zêde di ser ra nere ez ji ber dikim û dinivîsim.
Lê li gel vê jî hafizeya min weke berê ne xurt e. Çimkî bi salan ra bi bunya însan ra hafizeya însên jî zeîf dibe.
Yanî bi kurtî, ev meraq û hezkirina ji çîrokan bû sebebê vê berhevoka min.
Belê, fikra ”Antolojiya Çîrokên Zarokan” çawa dest pê kir?
Ev fikir di sala 1981-ê da li Swêd me çend hevalan kovara zarokan Hêvî derxist. Di bera jî me rojnameya Armancê derdixist. Cara pêşî di vê kovarê da(Hêvî) min dest bi nivîsandina çîrokên zarokan kir.
Piştî demekê di nabêna me da hin gelş derketin, Hêvî sekinî, me îcar kovara Hêlînê derxist. Di wir da jî min nivîsandin û berhevkirina çîrokan domand.
Piştî rawestana kovara Hêlînê demeke dirêj, min dev ji nivîsandina çîrokan berda.
Dû ra ez bawer dikim berî nuha bi 10-12 salan li ser israra Mîrhem Yîgît, di rojnameya Ozgur Polîtîka zêdayiya kurdî ya hefteyî da min dîsa dest bi nivîsîna çîrokan kir.
Û ev yek jî di netîceyê da bû sebebê berhevkirin û nivîsandina gelek çîrokên din û xuliqandina vê Antolojiya çîrokên zarokan.
Çîrok û serpêhatiya “Antolojiyê” bi kurtî ev e.

3-Çîrok ji bo zarokan çi ye? Çi li cîhana wan, li şexsiyeta wan zêde dike?

-Ji zarokan ra çîrok gelkî girîng in. Ji bo ku zarok bi hestên xwe mijûl bibin û hestên xwe baştir bikin, kanibin hestên xwe bidin der çîrok ji wan ra dibin alîkar.
Çîrok, bi rengekî sembolîk gelşên ku di pêşerojê da ewê derkevin pêşberî zarokan, bi sembol û bi riya lawiran, zarokan ji van gelşên jiyanê yên pêşerojê haydar dike, haya wan pê dixe.
Bi piranî ev yek, bi riya lawiran û bi devê lawiran tê kirin, ji ber ku zarok ji lawiran hez dikin, tiştên bi devê rûvî, şêr, gur û hirçê tên gotin kêfa zarokan tîne û zarok lê guhdarî dikin, fantaziya wan geş dike.
Peyv, şîret, tevger û şerê di nabêna însên da zêde bala zarokan nakşîne, lê dema gur û berx, pisik û mişk, şêr û rûvî tên hember hev, bi hev ra dipeyivin, ev yek him gelkî bala zarok dikşîne û him jî tesîreke pir mezin li hest û fantaziya wan dike.
Loma jî ne di hemû çîrokan da, lê di piraniya çîrokên Antolojiyê da qehreman lawir in. Ev, ji bo hemû çîrokên zarokan wiha ye.
Di çîrokan da tiştên tahlûke û ecêb ji zarokan ra diyar dibin, tecrûbe û jîriya cîlan(neslan) di çarçeweya xemîşok/çîrokan da, di proseseke pir xwezayî(tabiî)da û bi zimanekî pir hêsa zarokan jê agahdar dike, rê nîşanî wan dide. Fêrkirina van tecrûbeyan bi riyeke din ne mimkûn e.
Çîrok, bi axaftinên lawiran ya dar û beran, ya ba, berf û baranê bi hêsanî riya dilê zarok dibîne, hêza li wir şiyar dike û dixe tevgerê, şikil û şexsiyetekê dide wan hestan û wan kamil dike.
Bi vê riyê li ba zarokan hestên zor û tevlihev bi riya sembolên di çîrokan da tên tevrakirin û şiyarkirin û geşkirin.
Yanî hestên zarok tên zimên, bi saya van çîrokan mecalê dibînin ku geş bibin û xwe bidin der.
Bi gotineke din, bi riya van sembolan hestên zarokan di şertên xwe yên taybet da dikemilin û şexsiyeteke taybet digirin.
Bi riya van çîrokan di dilê zarok da girêkûrkên pir hestiyar dikanin vebin û şexsiyet û qerekterê kesayetiya zarok dikanin şikil bigrin.
Meriv dikane bibêje ku çîrok ji bo zarokan alavekî(amûrekî)alîkariyê yê pir girîng e, bi vî alavî zarok dikane xwe ji gelek gelş û pirsan rizgar bike û şexsiyeta xwe bi pêş xîne.
Di çîroka gelêrî da baweriya bi hêza zarok esas e. Mesaja ku çîroka gelêrî dide zarok ev bawerî ye. Dibê zarok baweriyê bi xwe û bi hêza xwe bîne, reben û qudûmşikestî mezin nebe.
Loma jî çîroka gelêrî tim baş diqede û ev yek jî bi giştî tesîreke pir baş li hestên zarok dike, baweriya bi îradeya wî xurt dike.
Çîrokên zarokan bi heyecan in û di şertên herî dijwar da jî riya xelasiyê nîşanî zarokan didin, tu carî zarokan bêhêvî û bêmecal nakin, di şertên herî xerab da jî mişk li hemberî pisikê tu carî bêhêvî û teslîm nabe.
Li ba zarok di temenê biçûk da xurtkirina van hestan, dayina vê baweriyê gelkî muhîm e.
Wek tê zanîn di çîrokê da lawir jî weke însanan dikanin hereket bikin û bipeyivin. Ji ber ku çîrok ne rastî, fantazî ye. Loma jî di çîrokan da sînorê fantaziyê tuneye, her tişt mimkûn e.
Li alî don di çîroka gelêrî da (xemîşok,fabel) armanceke exlaqî û moralî jî heye. Yanî çîrok dixwaze mesajekê bide zarokan, tiştekî baş û pêwîst fêrî wan bike, wan bike însanên baş, rastgo, nefsbiçûk, cesûr û bi xwe bawer.
Di çîrokê da bi piranî meriv taybetmendiyên lawiran bikar tîne. Yanî “şêr şah e, gur ehmeq e, rûvî fêlbaz e, kund/bûm kûpê aqil e, piling cesûr e, hirç saf û kêmaqil” e û hwd.
Li alî din di çîrokan(xemîşokan) da jêhatîbûn, xebatkarî, durustî, pakdilî, comerdî, cesaret û mêranî tim û tim li kara însên e, kesên xwediyê van xusûsiyetan di dawiyê da tim li karê ne û biser dikevin.
Û yên bêrahm, dilreş, zalim, bêbext, virek, xayin, xurt, xerab û bêwefa jî di netîceyê da tim li zirarê ne, tim wenda dikin. Bi vê riyê zarok kar û zira di nabêna durustî û bêbextiyê da, di nabêna dilrahmî û bêrahmiyê da dibîne.
Loma jî di xemîşokan da kûsî li hemberî kwêrgî(kergu, kerguh), dîk li hemberî rûvî, çûk(beytik) li hemberî fîl, rûvî li hemberî gur, ker li hemberî ga, hêz û dek û dolabên wan têk naçin, di dawiyê da, piştî gelek zor û zahmetî be jî biser dikevin.
A ji ber van xusûsiyetên qerekterîsk û moralî di perwerde û şikilgirtina zarokan da xemîşok(çîrok, fabil)gelkî girîng e û meriv dikane bibêje ku rola dibistanê dilîze, tesîreke pir pozîtîv li şexsiyet û hestên zarok dike. Asoya zarok fireh dike.
Û helbet li alî din zimanê zarok bi pêş dixe, xezîna wî ya gotinan dewlemend dike.
Loma jî heta ji meriv tê, dibê meriv her êvar xemîşokekê ji zarokan ra bixwîne, bi xemîşokekê wan têke xew.
Piştî serkeftina berx li hemberî gur, ya mişk li hemberî pisikê, ya kevokê li hemberî rûvî zarok rakeve bextewar e û bi hestên pir xweş û serkeftî di xew ra dihere.


4-Li gor fikra te, kurd heya niha çiqas li ser perwerde û cîhana zarokan ya hundirîn rawestiyan e, weşanên wan yên tv û çapemeniyê gelo têra xwe ji bo cîhana zarokan kar dikin?

-Perewerdeya zarokan bi hebûna sîstemeke perwerdeyê, bi îmkan û mecalên dewletê mimkûn e.
Berî her tiştî zarokên kurd hîn nikanin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Zarokên kurd piştî 6-7 saliya xwe bi darê zorê fêrî zimanekî biyanî dibin.
Û ev yek jî hestên wan birîndar û şexsiyeta wan tevlihev dike, jihevda dixe.
Helbet di perwerdeya zarokan da rola malê, der û dor, dê û bavê jî gelkî girîng e, lê têr nake.
Ji bo vê yekê dezgeh, lîteratûreke dewlemend, pedagog, psîkolog, kesên pispor û şareza lazim in.
Kurd, weke milet îro ji van îmkanên dewletê ji bin da bêpar in.
Bira dibistan û perwerdeya zarokan ya bi zimanê dayikê li wir bibîne, kurd hîn nikanin navên kurdî li zarokên xwe kin.
Yanî li gor miletên din, di warê îmkan û dezgehên perwerdeyê da kurd hîn di nuxteya sifirê da ne, loma jî meriv nikane daxwazên ne maqûl û ne mimkûn ji wan bike.
Lê li gel vê jî, li gor îmkanên di destê wan da hene, bi taybetî jî di telewîzyonan da dema bixwazin dikanin gelek tiştên baş bikin.
Bes heta nuha nekirine(qesta min Kurdistana Tirkiyê ye)û nakin.
Pir hindik di nava kurdan da jî îro hin pispor û zanayên perwerdeya zarokan hene û dikanin xebat û xizmetên baş bikin.
Di vir da ji hebûna mamoste, pedagog, pispor û kadiran bêtir, mesele têgihîştina girîngiya karekî wiha ye, têgihîştina vê yekê ye.
Mixabin kurd hîn ne di vê zanînê da ne. Hîn nizanin îmkanên xwe yên heyî baş û heta dawî bikar bînin.
Ji dêlî ku di kanalên telewîzyonên xwe da giraniyê bidin ziman û perwerdeya zarokên xwe, wexta xwe bi tirkî û bi leqeleqa vala derbas dikin. Û bi vî hawî bi tirkan ra ew jî gelê xwe asîmîle dikin.
Weke her miletî, zarokên me jî pêşeroja me ne, lê ji bo vê pêşerojê tiştên îro ji destê me tê em naxin xizmeta zarokên xwe.
Hema di serî da berî hertiştî, piraniya kurdên Tirkiyê bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin, carê ev bi serê xwe xerabiyeke herî mezin e.
Zarokê ku li mala xwe fêrî zimanê dayika xwe nebe, zarokekî nîvçe ye, di pêşerojê da bi zimanê dayika xwe nikane tu berhemê bide miletê xwe.
Ev nikanîn di wexta kamiliyê da tesîreke pir mezin li hestên zarok dike û wî ji civata wî sar dike, dûr dixe.
Çimkî nikane di civatên kurdîaxêv da rûne û bi însanan ra bide û bistîne.
Gava ziman ji cîlekî dewrî cîlekî din nebe nikane jiyana xwe bidomîne, rojek tê dimre.
Ziman, dema di bazarê da neyê xebitandin û berhemên kulturî û edebî pê neyê afirandin ne mimkûn e ku bijî.
Loma jî meriv dikane bibêje ku kurdên bakur di warê perwerdekirina zarok û axaftina bi kurdî da îmtihaneke baş nadin.

5- Çîrokên di Antolojiyê de, lehengên wan ji heywanan pêk tên. Gelek kes çîrokên ku lehengên wan heywanin, wek fabil bi nav dikin. Tu di navbera çîrok û fablê de çi ferqiyê dibînî?

-Di nabêna çîrok/xemîşok û “fabel”ê da tu ferq tuneye, tenê navên cihê ne. Hemû jî eynî cureyê wêjeya, (edebîyata) zarokan e û tên eynî maneyê.
Gotina “fabel” ji gotina “fabula” ku tê maneya “axaftin”, “peyv” ya jî “çîrok”ê tê. Lê gotina xemîşok, “çîrok” û “çîroka gelêrî” jî eynî tişt e û di eynî maneyê da tê bikaranîn.
Xemîşok(fabel, çîrok), taswîreke kin e ya exlaqî ye û xwedî wate û naverokeke pir dewlemend e. Lê “tu îdîayeke wê ya rastiyê” tuneye. Di xemîşokê da hertişt mimkûn e, hertişt dikane biqewime.
Lê li alî din ne şert e ku xemîşok tenê li ser lawiran be. Di xemîşokê da tu mecbûriyeteke wiha tuneye.
Mesela di hin çîrokên Antolojiyê da dar, baran, ba û berf dipeyivin, ba û roj bi hev ra dikevin qayişkêşiyê û hwd.
Yanî wek min got, di xemîşokê da hertişt dikane were zimên, bipeyive. Ji ber ku çîrok ne rast e, fantazî ye. Tu îdîayeke xemîşokê(fabelê)ya ratstbûnê tuneye. Loma jî qehreman û qerekterên xemîşokê dikanin lawir, berf û baran ya jî dar û ber bin, ev jî tê maneya ku tiştên di xemîşokê da tên gotin ne rast in, fantazî ne.

6- Çîrokên di Antolojiyê de hemî gelêrî ne ma ne wisa? Bi taybet yên kîjan herêmê Kurdistanê ne?

-Piraniya çîrokan gelêrî, yanî xwedî û miletê wan nayê zanîn û bi tu herêmeke taybetî va jî ne sînorkirîne.
Min bi salan ew ji devê însanan, ji kitêb, kovar û rojnameyan berhev kirine û bi uslûb û kurdiya xwe, ew nivîsandine.
Yanî weke çîrokbêjekî min jî li gor xwe ew ji nuh va da gotine.
Lê hinek jî hene ku di kurdî da bûne “gelêrî”, lê belkî di zimanekî din da nivîskarê wê/wan hebin. Îcar kîjan gelêrî ne, kîjan yên kurdan e, kîjan ne yên kurdan e ez nizanim. Ji bo zanîna vê yekê lêkolînên ilmî lazim in.
Tiştê min kiriye, min di kitêbekê da ew anîne ba hev û weşandiye.
Jixwe bi kîjan zimanî dibe bila bibe, gelek çîrokên zarokan dişibin hev, weke ku koka wan yek be. Ji ber ku di destpêkê da xemîşok, tenê bi devkî hatine gotin û dûra jî li cîhanê belav bûne. Lê piştra bi wextê ra ji alî hin kesan va hatin berhev kirin û nivîsîn û di vê nabênê da jî hin tişt li wan kêm û zêde bûne.
Loma jî gelek çîrokên zarokan yên klasîk li her dera dinyayê pir dişibin hev.
Wek tê zanîn Aisoposê (620-560 berî zayinê) grekî, weke berhevkarê fablan(xemîşokan/çîrokan)yê pêşî tê qebûlkirin.
Piraniya fablên li Ewrûpayê û cîhanê belav bûne tê gotin ku yên wî ne. Loma jî gelek çîrokên miletan hema hema weke hev in.
Piştî Aisopos, di sedsala şandan da jî Le Fonatainê firansî,(1621-1695)ew bi helbestkî yanî bi wezn û kafiye nivîsî.
Lê helbet hin xemîşokên milatan yên mexsûsî wan jî hene. Bes ev kîjan in û kînga hatine nivîsîn mijareke din e.


7- Tevî ku ev çîrok ji bo zarokanin jî, dîse rastiyên jiyanê yên dijwar tê de cî digrin, wek şer îxanet, bêbextî, kuştin..ûhw. tu vê yekê çawa dibînî, sedema vê çi ye gelo? (Ji ber ku , dema em li çîrok û fablên miletên din dinêrin bêhtir cîhaneke aram, buyerên hûmanîter û bê dijwar in…)

-Na, di nabêna çîrok û fablên me û miletên din da tu ferqeke weke hûn dibêjin tuneye. Li her dera cîhanê rol û armanca çîrokan (fablan) eynî ye; xurtkirina şexsiyet û fantaziya zarokan e.
Mesela çîrokên “destbiratiya rûvî û quling”, “dar û bivir”, “şengê û pengê” çirçirk û mûrî”, “gur û berx”, “destbiratiya gur û rûvî” û gelkên din li ba me çawa bin, li ba miletên din jî hema hema eynî ne.
Lê nav dikane ne yek be û yek dikane ji ya din hinekî kin ya jî dirêjtir be.
Mesela “Destbiratiya rûvî û quling”, “gur û ker”, gur û kûçik”, “kevok û rûvî”, “Şengê û pengê” û gelekên din bi navên cihê û bi hin ferqiyetên biçûk di swêdî û di gelek zimanên din da jî hene.
Yanî ji alî naverokê da di nabêna çîrokên me û yên miletên din da tu ferq tuneye.





24 november 2012

Ji tûrikê Numan Kurtulmuş jî plana xapandinê derket



Cîgirê serokê AKP-ê Numan Kurtulmuş, li ser çareserkirina mesela kurd gotiye, ”Dibê meriv çareseriyên heq û huqûqên kurdan fireh bikin û xurûr û heysiyeta tirkan neêşîne” pêşkêş bike.
Hûn fêm dikin Kurtulmuş çi dibêje?
Ezji we ra bibêjim. Kurtulmuş dibêje ku, ”xurûr û heysiyeta tirkan ”serkeftin e, teslîmgirtina kurda ye, dibê riyeke wiha were
dîtin ku kurd nebêjin me bi micadela xwe ev maf ji dewletê stend. Tiştekî wiha ewê xurûr û heysiyeta tirkan biêşîne, loma jî dibê kurd devê xwe bigrin û tiştekî wiha nebêjin.”
Yanî ev şer ji bo tirkan piçekî jî bûye mesela ”xurûr heysiyetê”, heger dewlet bi kurdan ra rûne û mafê wan bidê, ewê ”xurûr û heysiyeta tirkan” rencîde bibe, loma jî dibê dewlet bi xwe tiştekî lutfî kurdan bike; ne ku jê were stendin.
Kurtulmuş, di mesela perwerdeya bi zimanî kurdî da jî nêta dewletê eşkere kiriye, gotiye:
”Perwerdeya bi zimanê kurdî dibê dewlet negre ser xwe, dibê dewrî mektebên şexsî(prîvat) bibe.Meriv dikane hin destekan bide van mektebên şexsî. Bawer bikin gava ev were kirin, ewê kêm mekteb vebin û belkî jî dewamkirina van mekteban jî zor be. Ji ber ku ev mesela daxwazê ye. Çimkî qursên zimanê kurdî zêde dewam nekirin.”
Yanî di vir da jî Kurtukmuş dibêje, hukûmet ewê hebûna kurdan nas neke û perwerdeya zimên jî negre ser xwe. Lê ji bo ku demeke din jî serî li kurdan bigerîne, emê vî karî bidin mektebên şexsî. Piştî demekê ji xwe kurd ewê neçin van mekteban û ev mekteb jî wek yên berê, ewê werin girtin û bi vî rengî emê ji vê daxwaza kurdan jî xelas bibin.
Yanî bi kurtî û kurmancî hemû mesele xapandin e, serîlêgerandin e û qezenckirina wextê ye. Plana hukûmetê ev e.
Ji min gotin…

Ji bo çêkirina helawê her tişt hazir e, tenê hoste kêm e



Şert û mercên herêmê û hovîtiyên dijminên kurdan, kurdan mecbûrî hevkarî û yekîtiyê dike, mecbûrî siyaseteke netewî dike. Ev jî biryareke dîrokê ye, di sedsala 20-an da dîrokê tim di eleyhê kurdan da xebitî, lê sedsala 21-ê da dike di lehê wan da bixebite.
Rojnameya Rûdaw dibêje: "Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê, di bin seroka serok Barzanî da civîyane û herdu meclîsan li hev kiriye ku ewê ji nuha û pêva xebata Desteya Bilind ya Kurdî xurt bikin û hêzeke leşkerî ya hevbeş ava bikin û ji alîyê siyasî ve jî ewê daxwaza federalîzmê ji bo rojavayê Kurdistanê bikin."
Pîroz be û Xwedê tifaqa we zêdetir û xurttir bike.
Ji bo çêkirina helaweke şîrîn hemû malzeme hazir û amadene; ard heye, rûn heye, şekir heye, gûz hene, tenê hoste kêm e, ku em kanibin hosteyekî baş ji nava xwe derxin helawa me hazir e, emê gişê ”telî” xwe pêra bixwin…


XXX
Kurdekî Sûrî di kampeke başûr da ji rojnamevanekî tirk ra gotiye:
“Ez kurd im. Çawa nebe ezê rojekê bimrim, loma jî ji bo doza kurdayetiyê şer kirin û mirin baştir e. Ez dixwazim yekîtiya Kurdistana Sûriyê û Îraq bibînim.”
Tişttê van gotinan bi vî kurdê bi xîret dide gotin zulma dijmin e, dijmin, kurd mecbûrî fedekariyê û yekîtiyê kirin. Wan bi vê zulm û terora xwe xwestin kurdan tune bikin, lê netîce eksê bû eksê wê.
Em hemû kurd rêwiyên yek keştiyê ne, ku keştiya me binav bibe, emê hemû bixeniqin, xelasiya me kesî tuneye.
Loma jî ya herî baş û rast, ji bo ku ev keştî bi saxî û selametî bigihîje hedefa xwe, dibê em hemû dest bidin hev û bi hev ra bixebitin.
Xwedê kir ku dijminên me pir ne biaqiltir in

Xelk bi tank û topan dajon ser kurdan, yên me ji kurdan ra dibêjin tivingên xwe deynin...


Li Başûr, Malikî artêşa xwe dajo ser kurdan û dixwaze Kerkûkê bi darê zorê îşxal bike.
Li Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê bi sedan çeteyên xwe xistina herêma Serêkaniyê û hewil didin ku Kurdistanê dagir bikin, ji kurdan paqij bikin.
Û di rojke wiha da nivîskar û ronakbîrê kurd Şahînê Bekirê Soreklî jî bang li
PKK-ê dike, dibêje çekan deyne, îro ne roja çekan û şerê çekdarî ye.
Lê ne Soreklî tenê, yekî Kemal Burkay jî wek Soreklî, ew jî gav û saetê qala xerabiya çekan û şerê çekdarî dike û dixwaze ku PKK çekên xwe deyne.
Dijmin ji çarhawêl da bi balafirên şer, bi tank û topan û bi artêşên xwe, weke gurên har êrîsê dibin ser kurdan, Şahînê Bekirê Soreklî û Kemal Buraky jî di rojeke wiha da ji PKK-ê ra dibêjin çekên xwe deynin û dev ji şerê çekdarî berdin...
Meriv nizane bigrî, nizane bikene...
Xelk bi tank û topan dajon ser kurdan, yên me ji kurdan ra dibêjin tivingên xwe deynin...
Xwedê kir ku di vê merheleya dîrokî da tu giranî û roleke we û kesên wek we tuneye, heger hebûya we yê kurd destvala di nava lepên dijmin da û ji însaf û merhemeta dijmin ra bihîşta...


XXX
Ji ber ku muxatabên Tirkan pîs in, tirsonek in û reben in loma Erdogan û Davutoglu li her derê wek kewên gozel qebeqeba wan e û dersa heq, huqûq, edalet û demokrasiyê diddin xelkê.
Heger Îsraîl, Sûriye, Îraq û yên din piçekî wêrek bûna û tavilê bersîvên quretiyên Erdogan û Davutoglu yên li ser demokrasiyê bidana, Erdogan û Davutoglu ewê devê xwe bigirtana û careke din abûqatiya demokarsiyê nekirana.
Lê mixabin, muxatabên tirkan pîs in, tirk çi dibêjin jî kes bersîva wan nade, nabêje: ” Huş bin! Ji her kesî bêtir dibê hûn devê xwe bigrin û ji xelkê ra qala edaletê û demokarasiyê nekin. Ji ber ku li welatê we bi kêmanî 20 milyon kurd hîn jî ji hemû mafên xwe yên însanî û netewî bêpar in; di warê resmiyetê da hîn hûn hebûna kurdan qebûl nakin, zarokên kurdan hîn nikanin bi zimanê xwe bixwînin. Lê li gel vê jî hûn hîn jî dersa edaletê û demokrasiyê didin xelkê. Hûn çi mirovên bêrû û bêheya ne gidî?”
Kes wiha nabêje, ev cara pêşî ye Îraqê tiştekî were vê maneyê ji Erdogan ra gotiye. Dibê her tim bibêjin, lê nabêjin. Ji ber ku hemû jî wek hev sûcdar û zalim in, loma jî naxwazin sûcên hevûdu eşkere bikin.

Davutoglu ji bo zarokên filistîniyan digrî lê li Roboskê 34 zarokên kurd bomberan dike



Wezîrê Tirkiyê yê karûbarên derve Ahmet Davutoglu, li Xezayê di ziyareta xwe ya nexweşxaneyekê da ji bo birîndarên filistînî giriya, hêsir barand.
Heger ne şov be, ez ne li dijî giriyê Davutoglu me, merhamet û dilşewatiya ji bo mezlûman tiştekî baş e…
Lê belê dibê ev merhamet û dilşewatî ne ji bo hin kes û miletan tenê be, dibê ji bo hemû kes û miletên mezlûm be.
Davutogluyê ku li Xezayê ji bo birîndarên filistîniyan digrî, ji bo kurdan nagrî. Bira girî jî li wir bimîne, ji bo kuştina kurdan ew dirana diqirçîne; ji bo kuştina zarokên kurdan bi sedan çeteyên çekdar dişîne ser kurdan.
Ev yek jî nîşan dide ku Davutoglu merivekî ne samîmî û ne adil e, merivekî durû û dijminê kurda ye. Kurdan ev ruyê Davutoglu û yê hukûmeta wî yê rastîn bi qetlîama Roboskê û bi êrîşên ser Serêkaniyê baştir dîtin û baştir nas kirin.
Davutoglu ne kurdên xwe tenê, dixwaze kurdên Sûriyê jî tim bindest bin û tu carî nebin xwedî statuyeke siyasî.
Heger dewleta Sûriyê mafê kurdan yên netewî bide kurdan jî Davutoglu wa ye qebûl qebûl nake û dixwaze bi provakasyonan Kurdistana Rojava, gund û bajarên kurdan ji destê kurdan derxe û bide ereban.
Lê êdî kurd vê neyartiya Davutoglu û Erdogan baş dibînin.


XXX
Çeng Sagniç gotiye, ”Xwedê ji Tayyip Erdogn û Nûrî El Malikî razîbe, bi xêra herduyan kurd dibin yek, vedigerin ser koka xwe.”
Rast e, min jî berê çend caran gotiye, bi rastî jî di şiyarbûn û yekîtiya kurdan da zora zulma dijmin pir e. Ew dixwazin bi gefan, bi zulmê, bi terorê, bi girtin û kuştinê kurdan teslîm bigrin, lê ev yek tesîreke belovacî li kurdan dike,li hemberî zulmê kurdan nêzî hev dike.
Loma jî meriv dikane bibêje, heger ne ehmeqiyên neyarên me bûna kurdan yekîtiya xwe wiha xurt nedikir.
Min do jî nivîsî, li Serêkaniyê jî Erdoganê wenda bike, kurd ewê bi serkevin. Bi vê yekê kurdan careke din dîtin ku hukûmeta AKP-ê çiqasî neyarê kurda ye.

22 november 2012

Îro roj roja xîretê ye

Bi sedan çeteyên Tirkiyê do ji sînorê Tirkiyê(ji Ceylanpinarê)bi çekên giran, bi 50 wasiteyên leşkerî û bi 7 tankan ketin nava sînorên bajarê Serêkaniyê û dest bi êrîşa ser kurdan kirin. Li gorî xeberên ji herêmê tên, li dora 200 çeteyên din jî do bi şev ji Herêma Hamayê hatine alîkariya van çeteyan.
Her kes qebûl dike ku ev çeteyên hanê di ser sînorên Tirkiyê ra tên. Yanî bi destûr û alîkariya Tirkiyê sînor derbas dikin û êrîşê dibin ser bajarên kurdan.
Loma jî berpirsiyarê van êrîşan raste rast Tirkiye ye. Dibê kurd û hemû partiyên kurdan van êrîşan wek hewildana Tirkiyê ya îşxalkirina Kurdistana Rojava bibînin.
Dibê kurd li hemberî van êrîşên çeteyên Tirkiyê bêdeng nemînin, him li Ewrûpayê û him jî li her çar perçeyên Kurdistanê li hemberî Tirkiyê nerazîbûnên xwenîşan bidin. Ûdi warê çekdarî da jî bi hemû hêzên xwe li dijî van çeteyan şer bikin û gelê xwe biparêzin.
Li alî din dibê ji Kurdistana bakur jî xelkên siwîl sînoran nas nekin û herin alîkariya gelê Serêkaniyê.

XXX
-Tiştê gûza pûç dide dest sivikiya wê ye.
-Li dera ku bêedebî destpêdike edebiyat diqede.

XXX
Bi sedan çeteyên Tirkiyê ji Ceylanpinarê bi gelek tank û çekên giran ketine nava bajarê Serêkaniyê. Gel û hêzên YPG-ê li hemberî êrîşên îşxalkarên tirk li ber xwe didin.
Yek, dibê ji bajarên din kurd herin alîkariya kurdên Serêkaniyê. Û ya din jî dibê hemû partiyên kurd li hemberî vê îşxala Tirkiyê hêzên xwe bikin yek û Tirkiyê protesto bikin. Kurdên di nava encumena Sûrî da dibê nerazîbûnên xwe nîşan bidin.
Di nava êrîşkaran da hin ereb hebin jî lê ew ne ereb in, çeteyên Tirkiyê ne û li ser daxwaza Tirkiyê Serêkaniyê dagir kirine.
Serfermandarê Artêşa Azad ya Sûriyê, do bi beyanekê gotibû ku tu têkiliya wan bi van kesên êrîşakr ra tuneye.

XXX
-Kûçikê carê bitahmije goşt û hestiyan, bi nanê hişk nayê serî.

21 november 2012

Ji filistîniyan ra adet e ji kurdan ra qebhet e !

Adnan Firat, ji bo kurdên ku rismê wahşeta Hamasê belav kirine gotiye, ”Muhîbên Îsraîl” !
Hin merivên Hamasê, rojnamevanekî filistînî bi îthama ajantiya Îsraîlê kuştine û bi dawiya motorpsikîletê ve girêdane û li taxên Xezayê digerînin, nîşanî milet didin.
Ez nîvîsa Adnan Firat ya bi tirkî û bersîva xwe li jêr diweşînim...

"Ben bu "İsrail Muhibi" Kürtlere alışamadım gitti. Ortak özellikleri diasporada y
aşıyor olmalarından ötürü olacak; şu dünya gözü/ağzı ile daha tanışma şerefine nail olamadım onla ile. Hamas'ın, bu İsrail ajanına yaptığı muameleyi teker teker duvarlarına taşıyan bu zevat ne daha önce ne de bugün İsrail vahşeti karşısında çıtlarını çıkartmış değiller. Filistin yerle bir olsa tık demezler. Hepsinin gözü ayın, gökte aradıkları bu fotoğraf karesi yerde ellerine geçti. Alın, bakın ben de size yardımcı olup paylaştım; tepe tepe kullanın!!!
Adnan Firat"

Adnan Firat, weleh esas ”muhîbê” wahşetê û barbariyê tu yî...
Heger piçeik ûjdan bi te ra hebûya, te yê xelk, ji ber belavkirina vî rismê wahşetê bi ”muhîbiya Îsraîlê” îtham nekira.
Kesê ku li hemberî vê wahşetê jî dengê xwe neke ew ne însan e, zalim e.
Siyasetmedar û ronakbîrên kurd li hemberî êrîşên Îsraîl tu carî bêdeng nemane. Tu bêbextiyê û demagojiyê dikî. Her siyasetmedar û ronakbîrê kurd, ji kurdayetiyê bêtir ”profilistîn e… ”
Kurdan heta nuha ji bo filistîniyan li hemberî Îsraîl bi sedan şehîd dane û bi vê yekê jî kêmaqilî kirine. Le filistîniyan ji bo kurdan çi kiriye?
Ji kerema xwe ra çalakiyek, meşek, gotinek û beyaneke filistîniyan ji bo azadî û serxwebûna kurdan nîşan bide. Yek beyaneke berpirsiyarekî filistînî(hema ji kîjan rêxistinê dibe bira bibe) li dijî Tirkiyê, li dijî Îranê, li dijî neyarên kurdan nîşan bide.
Di nabêna Tirkiyê, Îranê û Îsraîl da tu ferq tuneye, hersê dewlet jî îşxalkar in û zulmê li kurdan û filistîniyan dikin. Lê filistînî bi serbilindî bi Tirkiyê û bi Îranê ra didin û distînin û alîkariyên pir mezin ji wan digrin.
Lê eynî tiştî çima kurdê nikanibn bikin?
Hezkirin û hevkariya filistîniyan bi dijminên me ra normal e, tu û kesên wek te tiştekî nabêje.
Lê çima kurd jî ewê nikanibin ji dijminên filistîniyan alîkariyê bigrin û bi wan ra hevkariyê bikin?
Çima ya filistîniyan adet e, çima ya kurdan qebhet e?

Emerîka ji Malikî ra gotiye "raweste" !


Dijayetî û teşxeleyên ku ev demeke dirêj e di nabêna Kurdistana Federe û Bexdayê da dom dikin dawiya dawî gihîştin nuxteyeke pir kirîtîk, nuxteya şer.
Hefteya borî li qeza Tuzhurmatu ya girêdayî wîlayeta Selahedîn di nabêna hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê da şerekî biçûk derket, swîlek û çend leşker ji artêşa Îraqê hatin kuştin û birîndar bûn.
Ji wê rojê da ye hêzên herdu aliyan jî derbasî teyaquzê bûne û li bende emrê şer in. Di nabêna hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê da her gav dikane şerekî mezin dest pê bike.
Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Mlikî, dixwaze Hêza Dîcleyê li Kerkûkê bicî bike û bi vî hawî Kerkûkê têxe bin kontrola artêşa Îraqê.
Lê kurd jî li dijî vê ne. Kurd, bicîbûna Hêzên Dîcle ya Kerkûkê wek sebebekî şer dibînin û viya jî ji Bexdayê ra eşkere dibêjin. Lê Malikî bask pêve ahtine, loma jî dixwaze ji nuha da li hemberî kurdan zorê bikar bîne û bi zorê Kerkûkê bigre.
Tê gotin ku Emerîkayê ji bo ku rê li ber şerekî di nabêna kurd û ereban da bigre midaxeleyî rewşê kiriye.
Alîkarê serokê Emerîkayê Joe Biden, bi telefonê li malikî geriyaye û jê ra gotiye, ew qebûl nakin ku leşkerên Îraqê êrîşî pêşmergeyan bikin, êrîşeke wiha “xeta Emerîka ya sor e”.
Bîden gotiye, li Kerkûkê ya jî li dereke din şer derkeve, pêwîst be Emreîka ewê midaxeleyî “herêmên bi minaqeşe” bike û bigre bin kontrola xwe.
Li gorî xebera rojnameya Kuwêtî El Siyasa, dîplomatên Emerîkî ji bo çareserkirina gelşê bi serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Malikî ra hevdîtinan çê dikin.
Heta nuha Emerîkiyê li hemberî ereban tu carî alîkariya kurdan nekiriye, ez hêvî dikim ku ev xeber rast be û Emerîka îcar piştgiriya kurdan bike û zixtê bide ser Malikî û ereban.
Berjewendiyên Emerîka yên dûr û dirêj jî ne bi piştgiriya Malikî, bi piştgiriya Barzanî û Talabanî ra ye. Malikî, kînga be jî tim merivê Îranî û neyarê Emerîkayê ye. Lê kurd ne wiha ne, hinekî jî mecbûrî dostiya Emerîkayê ne.

20 november 2012

Heger em tim wiha bikin serkeftin ya me ye


Li ser gefên Nûrî El Malikî ya şandina Hêzên Dîcle ser Kerkûkê, PKK-ê bi beyanekê da diyarkirin ku ewê li dijî leşkerên Îraqê bi hemû hêza xwe piştgiriya pêşmergeyan bikin.
Berpirsê Têkiliyên Derve yê PKK-ê Ehmed Denîz, di beyana xwe da dibêje:
“Eger dilopek xwîna pêşmergeyan bi destê leşkerên Îraqê bê rijandin , em amadene ku mil bi mil bi pêşmergeyan ra li dijî leşkerên Îraqê şer bikin û bi pêşmergeyan ra Kurdistanê biparêzin.”
A kurdperwerî û siyaseta netewî ev e, li hemberî dijmin: Yekîtî û şerê bi hev ra.
Dema kurd li her çar perçeyên Kurdistanê wiha bikin, Kurdistan di demek kin da ava dibe.
Li Rojava jî dibê siyaseta kurdan ev be, li hemberî her êrîşê dibê kurdên hemû perçeyan bi hev ra êrîşê bibin ser hêzên dijmin. Wekî din çare tuneye. Ancax bi vê riyê em kanin xwe biparêzin.
Ji xwe wa ye li gorî hin malperên kurd dinivîsin, li Serê Kaniyê qehremanên kurd derseke pir baş dane çeteyên tirk û ereb; piştî 14 kuştî, ew ji bajêr avêtine.
Li alî din, ev gef û êrîşên neyar yên ser Kurdistana Federe û Kurdistana Rojava jî nîşan didin ku “dema çekan û şerê çekdarî” derabs nebûye, bi kêmasî ji bo me kurdan hîn bi temamî derbas nebûye. Ne çek bin, Nûrî El Malikî ewê sibe Hewlêrê û Kerkûkê îşxal bike.
Ne tirsa ji çekan be, Tirkiye û çeteyên ereb ewê sibe Serê Kaniyê, Qamişloyê, Kobanê û Efrînê îşxal bikin. Loma jî dibê em hewqas zû nebin neyarên çekan.
Lê çeka me ya herî girîng: tifaq, tifaq, tifaq, yekîtî, yekîtî û yekîtî ye...
Heger em bi hev nekevin û li hemberî êrîşên dijmin alîkariya hev bikin, tavilê herin gazî û hawara hev, kes nikane li hemberî me bisekine...


XXX
-Derewa ku ji bo menfaetekê, ji bo armancekê tê kirin, derewa herî rezîl û herî bêxlaq e. Lê belê ya herî pir tê kirn jî ev derew e...

XXX
Bi êrîşa Serêkaniyê, Tirkiye dixwaze rê li ber azadiya kurdên rojava bigre. Dibê kurdên bakur vê midaxeleya Tirkiyê li hemberî xwe qebûl bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin...

XXX
Li gorî ku medîa kurd dinivîsîne, artêşa Tirkiyê îro bajarê Serkaniyê daye ber topan. Derbarê netîceyên topbarana Tirkiyê, kuştî û birîndaran da heta nuha tu agahdariyên bicî tunene. Lê tê gotin ku tobran û şer berdewam e.
Tirkiye tiştên wiha ewê tim bike, heger bikanibe ewê bixweze îşxal jî bike. Dibê kurd li gorî vê yekê haziriyên xwe bikin.

19 november 2012

Piştî 71 saliya xwe got "ez kurd im" !


Li gorî malpera Avestakurdê dinivîsîne, Can Dundar di kitêba xwe ya li ser rojnamevan M. Alî Bîrand da dibêje ku Mehmet Alî Bîrandê rojnamevan kurd e û di sala 1941-ê da li Paloyê hatiye dinê.
Wey Xwedê bela xwe bide wî!
Wey qeda û qotika salê lêkeve înşelah!
Merivekî ku 71 salan eslê xwe, koka xwe, bajar û welatê xwe înkar bike, veşêre û xwe wek tirkekî Stenbolî nîşan bide, bi dîtina min, ew merivekî pir pîs û pir bêşexsiyet e...
Ew çi dibe bira bibe, li ber çavê min bi qasî qirşekî, bi qasî boçika cixarakê jî qîmeta wî tuneye.
Min hemû hurmeta xwe ya li hemberî wî ji kokda wenda kir...
Min berê jî bihîstibû ku Bîrand kurd e ya jî “nîvkurd” e. Lê wek îdîa bû...
Ez dibêjim belkî Yaşar Kaya nivîsîbû. Di mesela ”secerayan” da Yaşar Kaya pir zana ye û jêhatî ye.
Li gorî Dundar, Bîrand, bi xwe gotiye erê ew kurd e, lê belê ew asîmîle bûye, yanî bûye tirk.
A bixêr ku ew bûye tirk, di nava miletan da kesên wiha tirsok û bêşexsiyet çiqasî kêm bin hewqasî baş e. Ji ber ku ew nimûneyên pîs in...
Bi baweriya min Bîrand hîn jî rast napeyive, ew “asîmîle” nembûye, lê ruhê xwe firotiye, naxwaze wek li vê cîhanê bijî. Bi îhtîmaleke mezin pir, hindik ew nuha bi zazakî jî dizane...
Bîrand neynika civata tirk û rejîma Kemalîst e, vê rejîma faşîst nehîştiye yekî wek Mehmet Alî Bîrand jî biwêribe nasnameya xwe ya netewî eşkere bike û bibêje ez kurd im...

XXX
Ez MAZLUMDER-ê pîroz dikim
Civîna giştî ya MAZLUMDER-ê ”Foruma Kurd ya Duyem”, derbarê çareserkirina mesela kurd da beyanameyeke 13 madeyî belav kir.
Civîna Giştî ya MAZLUMDER-ê ev du roj bûn(17-18-ê mehê)li Îznikê dom dikir.
Her 13 madeyên di civînê da hatine qebûlkirin jî pêşniyarên pir baş û maqûl in.
Di madeya 1-ê da tê gotin ku şertê Îslamê yê yekem wekhevî û edalet e û loma jî dibê ev wekhevî û edalet ji bo kurdan jî hebe; ji ber ku kurd jî unsûrekî cîhana îslamî ne.
Ez hêvî dikim ku kurdên bawermend êdî dev ji tirkan berdin û di çarçoveya van daxwazên MAZLUMDER-ê da werin ba hev û xwe organîze bikin.
Êdî tu sebebê ku kurd li ba tirkan bimînin nemaye, dibê wek ferdên her miltî, mirovên kurd jî êdî ne ji bo xelkê, ji gelê xwe ra bixebitin.
Ez ji amadekar û piştgirên vê beyanameyê raserketinê dixwazim.


XXX
Gorrbuhuştê Seîdê Kurdî, li ser teklîfên Padîşah Abdulhemîd ku dixwaze meaş bide wî wiha dibêje:

-Kurdno! Min tîmarxane qebûl kir, lê ji bo ku kurdayetiyê lekedar
nekim, meaş û diyariyên şexsî yên padîşah qebûl nekir.

Gelek siyasetmedar û ronakbîrên kurd bi qurbana te bin, ew jî wek te meqam û meaşê dijmin red nakin, wan çend qurişên rezîl digrin û bi serbilindî bera bêrîka xwe didin.

18 november 2012

Dibê kurd li hemberî her heqareta li wan dibe bêdeng nemînin.


Cîgirê serokê MHP Oktay Vural û berdevkê AKP-ê Huseyîn Çelîk, derbarê hevpeyvîna serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ya bi Hasan Cemal ra bi rengekî pir bêedep dev avêtine ji Mesûd Barzanî da.
Gotinek kurdan heye, dibêjin ”Ji min ket, bi min ket”!
Yê me jî bûye ev mesele, Vural jî û Çelîk jî, herdu jî ji Kurdistanê ne, Vural erebekî ji Tilo û Huseyîn Çelîk jî kurdekî ji Wanê ye. Lê her du jî neyarên miletê kurd û xulamê tirkan e. Loma jî Bahçelî û Erdogan, gava hewce be, tim wan bera kurdan didin.
Çimkî kurmê darê ne.
Bi taybetî jî cîgirê MHP-ê Oktay Vural, di axaftina xwe da li serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî gelek heqaretên giran dike û jê ra gelek gotinên bêexlaq û bêterbiye dibêje.
Çawa ku meriv nikane kevir bavêje her kûçikê diewte meriv, her wisa birêz Mesûd Barzanî jî nikane bersîvê bide vî sûtal û bonciyê tirkan û sunetçiyê bilikê zarokên kurdan.
Ev ne karê birêz Barzanî ye, lê nûnerên Herêma Kurdistanê yên li Tirkiyê dibê li hemberî van heqaretan bêdeng nemînin.
Ev ne cara pêşîye ku ev sunetçiyê bilikê kurdan yê tiloyî û bonciyê tirkan Oktay Vural, heqaretên wiha giran li miletê kurd û serokên kurdan dike.
Li Tirkiyê buroya herêma Kurdistanê heye, dibê nûnerê Kurdistana Federe yê li Tirkiyê bi beyanekê bersîvekê bide MHP-ê û berdevkê AKP-ê Huseyîn Çelîkê Wanî.
Huseyîn Çelîk, ne wek Vural be jî, lê wî jî ji li hemberî serokê Herêma Kurdistanê bêdebî kir. Dibê kurd li hemberî her heqareta li wan dibe bêdeng nemînin.


XXX
Piştî ku serokê PKK-ê Abdulah Ocalan do bi beyanekê bang li girtiyên PKK-ê û PAJK-ê kir ku bila zû dest ji greva birçîbûnê berdin, îro li ser navê girtiyên PKK-ê û PJAK-ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û got, li ser daxwaze Abdulah Ocalan, ” ew dawiyê didin greva xwe ya birçîbûnê” .
Li gel ku grew bi temamî negihîşt armanca xwe, lê dîsa jî olaneke mezin da û di nava civatê û hukûmetê da bû sebebê hin gav û tevgeran û minaqeşekirina daxwazan. Bi taybetî jî hêz û biryardariya gel baş eşkere bû. Mimkûn e ku ev çalakî di rojên pêş da hin tiştan bi xwe ra bîne.
Welhasil ez dawîlêanîna grewê rast û baş dibînim. Ji ber ku bi dehan keç û xortên kurd nemirin ez pir dilşa me.
Lê dibê em bizanibin ku hukûmet hîn nehatiye ser riya rast, hîn nehatiye mecbûrkirin.

17 november 2012

Amed, ez dizanim tu îro pirgiriye



Neşe Duzel, ji Diyarbekrê derbarê terora dewletê da bi telefonê ji Ahmet Altan ra wiha gotiye:
” Tevayiya bajêr fîş dikin.
Vira felaket e.
Li vir şîdeteka pûlisan ya pir sîstematîk heye. Her kesî dihingêvin, cop dikin. Ji bo ku pûlis wiha bike dibê dewletê biryar dabe. Ya îcar cihê ye, lo kolanan her tim vê şîdetê bikar tînin ji bo ku însanan ziravqetyayî, qudûmşikestî bikin.
Li vir ji grewên birçîbûnê ra piştgiriyeke pir mezin heye. Kesên ne PKK û BDP jî piştgiriyê didinê. Însan tên ziyareta kesên di grewê da ne.
Zarokên meketeban jî ji bo ziyareta kesên di grewê da ne tên dikevin dorê.
Hemû bajar li ser niga ye. Êvaran Diyarbekir wer dike qîrîn û hawar.
Li hemû malan lampeyan vêdixin û vedimirînin, dilîrînin, fişekên hewayî diteqînin, erebe li korneyê dixin.
Tu zanî ya herî xerab çi ye? Pûlis, malên ku lampeyên xwe vêdixin û vedimirînin, xwendevanên ku li yûrdan beşdarî çalakiya ronahiyê dibin yek bi yek digre fîlm û fîş dike. Plakeyên erebeyên li korneyê dixin digrin. Hemû bajêr fîş dikin. Zulm, çewisandin derî aqil e.
Min ev bajar tu carî wiha nedîtibû…!”
Ameda xopan, ez dizanim tu îro pir giriye, hindik maye, wek ewladên xwe, tu yê jî azad bibî...

XXX
Li ser bûyerên li Amedê
Ev zulm ewê ji Erdogan ra jî nemîne, kurd baş dizanin: carnan zêr zane, carnan zor zane û carnan jî devê tivinga mor zane...
Kurdan mecbûr dikin ku hemûyan jî bikar bînin...

XXX
Ev barbarî jî ewê nikanibe rê li ber azadiya kurdan bigre, kurd ê azad bibin û hemû hêzên dagirker ji welatê xwe biqewiqitînin.
Lê tiştê meriv diêşîne hin kurd hîn jî hevalbend û piştgirê vê dîktatoriya ceberût in, wek kurd hîn jî li dijî vê zulmê dernakevin û bi van zaliman ra dixebitin. Dibê kurd van hevkarên neyar jî baş nas bikin…


Ma îro li Amedê kurd şerê çekdarî dikin ku dewlet vê zulmê li gelê Amedê dike?
Kemal Burkay û hin kurdên wek wî, gav û saetê ji PKK-ê dixwazin ku dev ji şerê çekdarî berde, çekan deyne û tenê xebata legal û demokratîk bimeşîne.
Fermo, ma îro li Amedê kurdan şerê çekdarî kiriye ku dewlet vê zulmê li gelê Amedê dike?
Hemû bajar ji alî bi hezaran pûlis, bi sedan tank û panzêran ve hatiye îşxalkirin. Nahêlin kes ji malê xwe derkeve. Xelkê terorîze dikin, kê li ku derê digrin serkut dikin, cop dikin, bi xurûr şerefa kurdan dilizîn.
Ma kurdan çi ”bêqanûnî”, çi nelirêtî kiriye ku vê zulmê li wan dikin?
Ma meş, civîn, beyanên çapemeniyê, grewên birçîbûnê ne mafên demokratîk in, çima dewlet nahêle kurd hukûmetê protesto bikin?
Çima vê zulma li milet dikin?
De bira Kemal Burkay û hemû hewariyên ”aştî û demokrasiyê” ji Erdogan ra bibêjin, tu çima nahêlî kurd çalakiyên demokratîk bikin, mafên xwe yên demokratîk bikar bînin?
Mesele ne rê û wasiteye, daxwaz e; bi kîjan riyê dibe bila bibe, hukûmet qebûl nake ku kurd doza mafên xwe yên netewî bikin.
Kurd bi kîjan riyê û bi kîjan wasiteyê bikin jî hukûmetê biçe ser kurdan û kurdan terorîze bike, bigre, bavêje zindanan û bikuje…
Rastî ev e, hemû kurd dibê vê rastiyê bibînin û dev ji rexnekirina PKK-ê û BDP-ê berdin û berê xwe bidin hukûmetê û Erdogan rexne bikin, siyaseta wî ya nîjadperst û faşîst rexne bikin.

XXX
Rejima meleyên Îranê dîsa ferman bidardekirina 27 kurdên siyasî daye.
Ev, barbariyeke pir mezin e, qetlîameke li hemberî miletê kurd e. Dibê kurd li hemberî vê barbarî û hovîtiya rejîma Îranê bêdeng nemînin, di facebook û twittirê da protesto bikin…
Li ser vê biryara rejîma Îranê, parlementerê kurd yê endamê parlemena Iraqê Dr. Mehmûd Osman, li ser hesabê xwe yê facebooka gelê kurd hişyar kiriye û xwestiye ku kurd vê hovîtiya rejîma Îranê şermezar bikin.
Dr. Mehmûd Osman, peyameke wiha belav kiriye: "Rejîma Tehranê îro(17.11.2012) biryar girtiye ku 27 çalakvanên siyasî yên Kurd bi awayên cûda cûda îdam bike, bêyî dadgehkirineke vekirî û bê qanûnî..”
Mehmûd Osman, di peyama xwe de bang li civaka navnetewî jî dike ku dibê zextên xwe li ser rejîma Îranê zêdetir bikin, ji bo ku ev îdam neyên pêkanîn.

Kes nikane miletekî heta û heta bi darê zorê bindest bihêle



Îro hêzên dagirker careke din Diyrbekir bi tank û topên xwe digir kirin. Lê miletê kurd êdî ne ji gefên wan û ne jî ji tank û topên wan natirse. Yên ditirsin ew in. Miletek heta û heta bi darê zorê bindest namîne, ew çi bikin jî kurd ewê welatê xwe rizgar bikin. Ne dûr e, ev rojên teng jî ewê derbas bibin...

XXX
Ahmet Altan, di nivîsa xwe ya îro da filistînî û kurd dane ber hev û çend pirsên baş ji ûjdanê mirovê tirk kirye, gotiye:
”Hûn tirk in, musulman in, xwedî ûjdan in.
Heger filistîniyan, zarokên xwe bikanîbûna tenê bi zimanê îbranî perwerde bikira we yê çi bigota?
Û dema kurd dikanin zarokên xwe tenê bi tirkî perwerde bikin hûn çi dibêjin?
Heger îdareya Îsraîlê nehêle zarokên filistînî bi ”zimanê diya xwe” perwerde bibin, we yê piştgiriya hukûmeta Îsraîl bikira ya jî ya filistîniyan?
Ji bo kurdên li welatê we pîvanek û ji bo filistîniyên li Rojhilata Navîn jî pîvaneke we ya cihê tunene, new wisa ?
Hûn filistîniyan ji bo ku hûn însan in, ji bo ku ûjdanê we heye, ji bo ku hûn tehamulî neheqiyan nakin diparêzin, ne wisa
Ew însaniyeta we di nava sînorên welatê we da wenda nabe, ne wisa, ûjdanê we di nava sînorên vî welatî da hus/bêdeng nabe, new isa?
Ji bo her kesê marûzî neheqiyê dibe hûnê dengê xwe derxin, ne wisa?
Tiştê bi navê ûjdan, ne tiştekî ”durû”, ”du ziman”, xapandineke li gorî rewşê ye, ne wisa?
Gelo ez şaş difikirim?”
Lê em dibînin ku ûjdanê mirovê tirk dema dor tê ser kurdan him kerr e û him jî kor . Û heta ku kurd li Tirkiyê bindest bin mirovê tirk ewê tim û tim durû be…


XXX
Li gorî Hasan Cemal dinivîsîne, Celal Talabanî jê ra gotiye, “Deriyê diyalogê tenê merivek dikane veke, Ocalan…Û ancax ew merivê di hefsê da, Abdulah Ocalan dikane yên li çiyê daxîne.”
Bi dîtina min jî rast e, tenê Abdulah Ocalan dikane şer rawestîne. Û Ocalan dixwaze jî. Lê hukûmta AKP-ê naxwaze, hukûmet ne li pey çareseriyê, li pey teslîmgirtinê ye. Ji ber ku naxwaze ji tiştên heyî zêdetir, mafekî din bide kurdan. Li gorî Erdogan, wî hemû mafê kurdan daye, loma jî dibê kurd devê bigrin û gav û saetê sipasiya wî bikin.
Loma jî Erdogan kînga bixwaze dikane bi Ocalan ra li hev bike, şer rawestîne û mesela kurd çareser bike.

Ew ji bo kurdî dimrin, kurd bi tirkî piştgiriya wan dikin



Ew ji bo axaftian bi kurdî di zindanan canên xwe feda dikin, kurd bi tirkî
piştgiriya wan dikin. Ev yek şaş e.

Ev 66 roj in bi sedan keç û xortên kurd di zindanên Tirkiyê da ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê û di dadgehan da xweparastina bi kurdî yanî ji bo serbestbûna zimanê kurdî ketine grewa mirinê, canên xwe xistine tahlûkê, gelekên wan li ber mirinê ne.
Lê bala min lêye di facebookê da hin kurd hîn jî bi tirkî lînkên piştgiriyê belav dikin, bi tirkî piştgiriya xwe nîşan didin. Yanî wisa xuyaye ku armanca grewê fêm nekirine.
Ji bo tiştekî wiha nivîsandina bi tirkî ne rast e, bi sedan kes ne ji bo axaftin û nivîsandina bi tirkî, ew ji bo kurdî canên xwe feda dikin, ji ber ku dijmin nahêle ew bi kurdî xwe biparêzin loma wan li hemberî zulmê serî hilda û ev rê hilbijart.
Heger hûn bi rastî jî dixwazin piştgiriya grewên birçîbûnê bikin, dibê hûn piştgiriya armanca girtiyan jî bikin. Armanca grewê axaftian bi kurdî ye, azadiya kurdî ye.
Yanî dibê hûn bi tirkî nenivîsin. Çimkî ew ji bo axaftina bi kurdî ev 66 roj in di grewê da ne; ne ji bo tirkî.


XXX
Hemşeriyê min ê xwendevanê zanîngeha Mêrdînê beşê mamostetiya kurdî M. Alî Basik, derbarê kitêba min ”Antolojiya çîrokên zarokan” da çend pirs ji min kiriye. Min nuha bersîvên xwe jê ra şand. Ez hêvî dikim ku bersîv bi dilê wî be.
Ez kêfxweş bûm ku ji Wêraşarê jî kesên dixwazin bibin mamosteyên kurdî derdikevin. Wêranşar bajarekî ku muhtacî kesên kurdîzan e.
Ji hemû xwendevanên beşê kurdî ra serkeftinê dixwazim. Heger li ba min zêde hebûya minê Antolojiyek diyarî her xwendevanekî bikira.

XXX
Hemşeriyê min Hadî Kuranlioglu gotineka pir rast û di cîda kiriye, gotiye:
-Ferqa di nabêna gelê flistîn û gelê kurd da ev e; kurd, zalimên li flistîniyan zulmê dikin diricimînin, flistînî, ji zalimên li kurdan zulmê dikin ra li çepikan dixin.
Ne kêm ne zêde, eynen wisa ye. Heta hin caran(wek dema şerê Îraqê) bi çepikan jî nayên serî, li dijî kurdan radihîjin çekan jî…

15 november 2012

Xayin bi xof e



Sebebê ku tirk li hemberî kurdan hewqasî zalim û bêedalet in ew e ku ew neheq, zorba, diz û talankir in. Her tiştên wan xenîmetên ji talanê ne.
Tirk û mahcirên ji Kafkas û Balkanan mirovên diz , talankir û îşxalkar in, loma jî li hemberî kurdan hewqasî bêedalet û zalim in.
Her tiştê wan, ji welatê wan bigre, heta bi hebûna wan ya madî û kulturî, giş yên xelkê ne, hinek jê bi diziyê û hinek jî jê bi darê zorê kirine malê xwe û li ser rûniştine. Loma jî naxwazin tiştekî herî biçûk jî li xwediyên vê axê vegerînin.
Dibêjin heger mafên kurdan û welatê kurdan bidin, wê demê ewê rê ji yên din ra jï vekin, kesên din jî ewê doza mafên xwe bikin. Wê demê jî tiştek di destê tirkan û mahcran da namîne.
A ji ber vê psîkolojî û vê tirsa ku ewê tiştek di destê wan da nemîne li hembrî daxwazên kurdan yên herî însanî (wek naskirina nasnameya kurd û perwerdeya bi zimanê kurdî) jî qebûl nakin.
Çimkî ev civata mahciran ne ehlê vê erdnîgariyê û vê axê ye, ew mahcir in û bi darê zorê dest dane ser welat, mal û milkên xelkê.


XXX
Berpirsê polîtburoya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar, li Silêmaniyê di axaftina xwe ya Festewîla Gelawêjê da gotiye:
”Fermandarê operasyonên Dîcle Ebdulemîr Zeydî, heftiya borî di civîneke nehênî da gotiye: “Ez dijminê kurd im û ezê wekî dijmin jî bimînim.”
Weleh ne Ebdulemîr Zeydî tenê, piraniya general û siyasetmedarên erb ji bo kurdan di hundurê xwe da wiha difikirin. Roja ku fersend têkeve destê wan ewê êrîşî kurdan bikin. Ebdulemîr Zeydî, Malikî û kesên wek wan, li bernde keysa xwe ne. Loma jî dibê kurd tim hay ji xwe hebin û bi tedbnîr bin.

XXX
Cengîz Çandar, di nivîsa xwe ya îro da dibêje, nuha serokê MHP-ê Develet Bahçelî rabe bibêje, ”Ev çi îş e yaho, em muxalefet in, her roj dibin hedefa rexneyên serokwezîr, lê belê îdeolojiya me li ser hukim e”, ewê gotineke pir rast gotibe.
Rast e, di mesela kurd da di nabêna Erdogan, Bahçelî da tu ferqeke esasî tuneye, navê partiyaên wan cihê be jî îdeolijiya wan ya di vî warî da yek e.

XXX
Merivê sivik nikane bibe xwediyê îdîal û fikirên mezin.

14 november 2012

Heta deve xiya nebe bar lê nabe


Hemû rûdan û agahdariyên di van rojên dawî da ji herêmê tên, dewleta tirk di bin xêliya ”Artêşa Azad ya Sûrî” da di demek nêz da ewê êrîşî gelek bajarên Kurdistana Rojava yên wek Qamîşlo, Kobanê, Dirbesipyê û hin herêmên ser sînor bike û bixwaze van gund û bajarên ser sînor têxin bin kontrola xwe. Ji xwe wa ye Serê Kaniyê îşxal kirine...
Derbarê vê nêta tirkan da êdî tu tiştekî veşartî û neyê zanîn tuneye, tirk di rojên pêş da di bin navê ”Artêşa Azad ya Sûriyê” da sedîsed ewê êrîşî kurdan bikin.
Û haya kurdan jî ji vê nêt û haziriya tirkan heye. Di vir da tiştê were kirin, dibê kurd li hemberî êrîşeke wiha bêhazirî neyên girtin,ji nuha da bi hemû hêza xwe amadekariyên parastina welatê xwe bikin.


XXX
Li Tirkyê piraniya însanên tirk û kurd nedîtin ku Tayyip Erdogan merivekî zir cahil e û loma jî dikane pir tahlûke be. Ji ber ku merivê cahil xwe zû wenda dike. Civatê pir dereng Erdoganê rastîn nas kir. Lê heta wê çaxê jî hasil çû mûsil...
Ji bo dîtin û ferqkirina cehaletê zanîn lazim e û li Tirkiyê ew jî pir kêm e.
Îqnakirina cahilan pir zor e, dibê meriv zora wan bibe. Kurd mecbûr in zora vî cahilê zirzop bibe...

XXX
Heger hûn her tiştê ku berazek/xenzîr û zarokek dixwazin bidine wan, di netîceyê da ewê berazekî we yê pir baş û zarokekî we yê pir xerab hebe.
H.Jackson Brown
Li Tirkiyê zarokên pir xerab ji berazên pir baş zêdetir in.

XXX

Hinek kes karûbarên wan wer rexnekirina xelkê ye. Xelk çi bike jî miheqeq kêmasiyekê dibînin.
Lê malneketan tu carî "riya rast" jî nîşanî însanan nadin. Ji bo kesên wiha dibêjin, rexnegirê ku çareyê nîşan nede heqê wî yê rexnekirinê tuneye. Hestiyê zimên tuneye, loma jî pir digere…

XXX
Temiya min li we, tu carî li gorî sondê baweriya xwe bi însên neynin, li gorî însên baweriya xwe bi sondê bînin...

XXX
Dibêjin xortanî zû dibuhure, ê kalîtî jî wisa ye ezbenî. Xortanî zû biqede jî dîsa baş e. Qenekê piştî xortaniyê baş xerab kalîtî tê, lê piştî kalîtiyê tu jahr nayê, dawiya rê. Loma jî dibê meriv şukiriya xwe bi xortaniyê bîne…

XXX
Heta deve xiya nebe bar lê nabe. Heta em zora Erdogan û AKP-ê nebin mesela kurd çareser nabe... 

13 november 2012

Biheqbûna me têr nake, dibê em xurt bin jî


Serokê BDP-ê Demirtaş, di axaftina xwe ya Diyarbekrê da got, ”Biheqbûn têr nake, dibê meriv xurt be jî ”!
Rast e, ji xwe heger ne wiha bûya dibê heta nuha kurd bindest nemana. Ji ber kurd bi heq in û mezlûm in. Lê vê biheqbûnê heta nuha miletê kurd azad nekir. Ji bo azadiyê dibê kurd xurt bin jî. Heta ku kurd bi qasî heqiya xwe xurt jî nebin, nikanin ji bindestiyê rizgar bibin. Dibê her kurd vê yekê baş bizanibe. Heta ku em zeîf bibin tirk ewê tu mafî nedin me…


XXX
Ji gelek welatên cîhanê zêdetirî 320 ronakbîrên bi nav û deng, hunermend, akademîsyen, siyasetmedar, rojnamevan, tuxtor û alim ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan û dawîlêanîna grewên birçîbûnê bang li Titkiyê kirine.
Îhtîmaleke pir zeîfe ku Erdogan guh bide daxwaz û vê banga navnetewî ya ronakbîrên cîhanê.
Erdogan, mêrik wa ye dest pê kiriye ji nuh ve qala îdamê dike, wek pêşiyên xwe, ew jî sêdarê nîşanî kurdan dide. Yanî dixwaze îcar jî bi îdamê çavê kurdan bitirsîne.
Davutoglu ji bo pînekirina gotinên Erdoga yên derbarê îdam da çi demagojiyê dike bira bike, kurd dizanin Erdogan ji bo kê îdamê dixwaze.
Erdogan, ji ber ku nikane kurdan teslîm bigre, ji ber ku nikane PKK-ê û BDP-ê têk bibe û biqedîne loma jî li hemberî kurdan pir bi kîn û buxd e.
Ji ber vê liberxwedan, teslîmnebûn û serînetewandina kurdan, Erdogan har û dîn bûye, loma jî li dû heyfê/întaqamê ye, dixwaze bi îdaman kurdan bitirsîne, heyfê ji kurdan bigre. Em kurd vê hesreta dilê wî baş fêm dikin.


XXX
Vê sibehê li Şırnexê ordiyek pûlis bi çekên giran û wasiteyên zirxî girtin ser avahiya belediyê. Wek ku belediya Şırnexê ne belediya bajarekî girêdayî Tirkiyê, belediya bajarê welatekî hatibe îşxalkirin ji alî artêşa pûlisên çekdar ve va hat dorpêçkirin...
Deriyên odeyan ji alî pûlisan ve bi rengekî zorbayî hatin şikandin, kompîtor û hin malzemeyên din, wek malên dijmin û xenîmetê, bi rengekî nemirovane hatin talankirin.
Û ji vê zorbatî û neyartiya xwe ra jî dibêjin ”saxîkirin.”
Hindik maye, kurd ewê hesabê vê zulmê, vê çavsoriyê ji Erdoganê nîjadperest û faşîst bipirsin.

XXX
-Derewên biçûk û mezin, pir û hindik tuneye, yê derewan bike her derewê dike.
Victor Hugo



12 november 2012

Ez guh didim dengê ûjdanê xwe


Ez guh didim dengê ûjdanê xwe û dibêjim, heger hemû rêxistinên kurd û hemû kurdên azadîxwaz, welatparêz û kurdperwer wek PKK-ê û BDP-ê li dijî vê dewleta zalim bi hemû hêza xwe têkoşîn bidana nuha ji zûda kurd azad bûbûn.
Lê çi heyf ku ûjdanê her kesî jê ra wiha nabêje, ji ber ku hin ûjdan kor in…

XXX
Serokkomar Gul, di axaftina xwe ya derbarê ketina helîkoptera Skorsky da dîsa ya dilê xwe got û ruyê xwe yê rastîn eşkere kir:
”Emê bi hemû hebûna xwe, bi hemû hêza xwe bi terorê ra micadele bikin. Bi baweriyeke mezin emê micadele bikin. Li hemberî kesên ku bi çek derdikevin hemberî me, emê heta dawiyê şer bikin.”
Tu dibêjî qey kurdan ji kêfî rahîştiye çekan û derketine serê çiyan. Ma ne we kurd mecbûrî çekan kir, loma kurdan rahîşt çekan. Heger we mafê kurdan bi rehetî, bi riyeke demokratîk bida, bêguman kurdan ranedihîşt çekan.
Û nuha jî ne dereng e, fermo mafê kurdan bidin, hebûna kurdan qebûl bikin, zimanê kurdî bikin zimanê perwerdeyê, kurd ewê sibe çekan deynin.
Hûn ne bi rehetî û bi riyeke demokratîk û ne jî bi riya çekan, hûn naxwazin mafên kurdan yên netewî bidin. Tiştê hûn ji kurdan ra dibêjin, berdewamiya bindestiyêye. Û kurd jî tu carî ewê vê bindestiyê qebûl nekin.

XXX
Ji bo serkeftinê dibê meriv bajo ser tiştê ku meriv jê ditirse. Kurd berê ji dewleta tirk ditirsiyan, lê îro natirsin. Ji ber ku natirsin ewê qezenc bikin.

XXX
Yê mêr propagendeya mirinê nake, mirinê li der û dora xwe belav nake, lê belê ji mirinê jî natirse. Kurd êdî ji mirinê jî natirsin.

XXX
Zulm û çavsoriya ev hukûmeta AKP-ê li kurdan dike min pir diêşîne, ez nuha tehamul nakim di otobozeke belediyê da li kêleka meriv ya jî berpirsiyarekî hukûmetê rûnim.

XXX
Tirkiyê, Serêkaniyê daye îşxalkirin

Li gorî beyanên berpirsê El-Partî û Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) Birîmo û Berdevkê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Şêrzad Adil, bajarê Kurdistana rojava Serêkaniyê bi însîyatîfa Tirkiyê ji alî Artêşa Azad ya Sûriyê ve hatiye îşxalkirin.
Ketîbeyên Artêşa Azad ya Sûrî yên îslamî ji alî Tirkiyê ve, di ser Ceylanpinarê ra ketine bajarê Serêkaniyê û bajar îşxal kirine.
Li gel ku li Serêkaniyê tu hêz û qeweteke dewleta Sûriyê lê tuneye û bajar di destê kurdan da ye jî.
Tirk, ji bo ku tedbîra xwe ji nuha da bigrin û nehêlin Kurdistan di bin destê kurdan da bimîne, bi riya merivên xwe, di bin navê ”Artêşa Azad” da Kurdistanê îşxal dikin.
Dema dibînin ku ew bi artêşa xwe nikanin îşxal bikin, bi erebên merivên xwe didin kirin. Her çiqas nav ”Artêşa Azad” be jî, lê tirk in û merivên tirkan e.
De bira Abdulbasit Seyda û hevalên wî û hemû neyarên PYD-ê li dijî vê îşxala Tirkiyê derkevin û leşkerên wan ji Serêkaniyê derxin.


XXX
Kûçikê carê bielime hestiyên bajêr, hew ji ber deriyê qesaban diqete û vedigere gundê xwe. Eynî tişt tê serê însên jî. Însanê ku carê fêrî kurtêlên dijmin bibe, hew dev ji kurtêlna berdide...

XXX
Tiştê însên dibe serkeftinê ne tesaduf e, ne lêhatin e, xebat e, ezm û sebat e. Miletê kurd bi ezm û sebata û bi xebata xwe ewê biserkeve.

XXX
Merivên mezin li vê cîhanê mecbûr in êşên mezin bikşînin. Ji ber ku tiştê wan mezin dike jî ev êşên mezin in.

XXX
-Sebir, ne hustuxwarkirin e, liberxwedan û micadelekirin e. Hz. Omer.
Miletê kurd ewê tu carî li hemberî zulmê hustuyê xwe xwar neke, ewê bi mêranî serî hilde î li ber xwe bide. Û ji xwe dîroka qahpik jî şahida vê yekê ye...

XXX
Camêrekî gotiye, “Heger li welatekî şelafî(şalûzî, dalkavuklik) ji durustiyê bikartir be, ew welat têk diçe” yanî bat dibe.
Li Tirkiyê şelafî ne ku tenê ji duristiyê bikartir e, ew jê bişereftir e jî... Lê ev welatê rezîl û bêşeref dîsa jî bat nabe...

11 november 2012

Bira Kurdistan çêbibe kî çêdike bira çêke


Ez dibêjim bira Kurdistan çê bibe, kî çê dike bira çêke, kî tê ser hukim bira were ser hukum, ji bo min qet ferq nake.
Ferq nake ji ber ku ez zanim ku tu kes ne nemir e, rojekê ewê bimre û serok û partiyeke din ewê were ser hukim.
Loma jî ya girîng avabûna Kurdistanê ye, bidestxistina statuyeke siyasî ye, ne ku kîjan partî tê ser hukim û kî dibe serok.
Ma nuha li başûr bi serokatiya Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Talabanî çi zirara me heye?
Ma ji dêlî wan ve kurd hîn bindest bûna, Seddam hîn li ser hukum bûya qey ewê baştir bûya?
Bîlekis, li başûr miletê kurd bûye xwedî statuyeke siyasî, xwedî welatekî nîvserbixwe. Sibe, Barzanî û Talananî ewê herin, hinekên din ewê werin dewsa wan.
Ji bo bakur(Tirkiyê)û rojva(Sûriyê) jî wiha ye. Bira li Tirkiyê Kurdistan çê bibe, kurd bibin xwedî statuyeke siyasî bira PKK were ser hukim û bira Abdulah Ocalan jî bibe serok.
Bira li Kurdistana rojava Kurdistan çê bibe, bira PYD were ser hukim û Salih Muslim bibe serok.
Kî dibe bira bibe, dixwaze bira hêzeke îslamî be, bira sosyalît be, bira lîberal be dîsa ez ne li dij im.
Ne ku fikrên min di heq van kes û hêzan hemûyan da tuneye û ez hemuyan jî baş û rast dibînim.
Na, mesele ne ev e.
Helbet ez hemû kes û hêzan wek hev nabînim, hinekan dûrî xwe û hinekan jî nêzî xwe dibînim. Ev tiştekî din e.
Ji bo min îro kî xurt e, kî kane ji bo kurdan tiştekî ji dijmin bistîne ez piştgiryê didimê û dixwazim xurttir bibe.
Bi baweriya min dibê meriv li dij dernekve, neyartiya wî serokî û wê hêzê neke.
Ji bo min, serokê kurd yê herî xerab, ji serokê tirk yê herî baş, partiya kurd ya herî xerab, ji partiya tirk ya herî baş çêtir û baştir e.
Ez bi vî çavî li PKK-ê, BDP-ê û PYD-ê dinêrim û loma jî dixwazim li hemberî dijmin biserkevin.
Hemû welatên Ewrûpayê jî di destpêkê da ji alî dîktatoran ve hatin avakirin. Lê bi wextê ra ew û dewrana wan çû û nuha Ewrûpa bûye merkeza demokrasiyê.
Ev yek ji bo me kurdan jî wiha ye. Loma jî kesên ku li başûr neyartiya PDK-ê û YNK-ê, li bakur neyartiya PKK-ê û BDP-ê û li rojava jî neyartiya PYD-ê dikin şaşiyeke mezin dikin.
Bi dîtina min wek kurd dibê em xurtbûn û serkeftina van hêzan bixwazin.
Helbet dema pêwîst be dibê ji bo baştirkirinê meriv rexne bike, fikrên xwe bibêje, ew tiştekî din e, ez qala vê nakim, ez neyartiya hêzan û serokan şaş dibînim.


Ez ne "dijminê" tu serokekî kurd im


Li ser nivîsa min a derbarê kongreya Hakparê da biraderekî Hak-Parê gotiye:
”Bi rasti ev dijminatiya te li dij Burkay ez fam nakim…”
Bi dîtina endam û hevalbendên partiyan be dibê tu kes rexneyekê li serokê wan negre, ji partî û serokên wan ra nebêje hilêbilê, dema di meseleyekê da rexne bike, fikrê xwe bibêje, ev dibe ”diminatî”!
Dema tu du gotinan li ser kirineke Burkay, li ser dîtineke wî dibêjî, hevalên wî tevilê diqîrin û dibêjin:
 ”Bi rastî ez vê diminatiya te ya li hemberî Burkay fêm nakim…”
Tu li ser beyanek ya jî dîtineka Ocalan tiştekî dibêjî, dîsa eynî qêrîn: ”Dev ji vê dijminatiya xwe berde”!
Tu li ser siyaseta Mesûd Barzanî ya jî Nêçîrvan Barzanî tiştekî dibêjî, rexneyekê lê digrî, tew mala te dişewite, hin şelafên ji bakur tavilê dikin qîrîn û hawar, raporan li ser raporan didin başûr û dibêjin:
” Evê hanê neyarê serok û malbata Barzaniyan e, nehêlin bira wek turîst jî were Kurdistanê.”
Tu di deftera reş da tê qeydkirin, bi derewan, li ciyê rehetiyê tu dibî ”dijminê” Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî.
Yanî şelaf mohreke wisa li te dixin…
Hevalên DDKD ên nuh hîn min prova nekiriye. Çend sal berê, di dema avabûnê da min tiştek nivîsî malik li min şewitandin, ji çarhawêl da êrîş anîn ser min, gotin ji xwe ji berê da tu merivekî belavkir û xêrnexwazî.
Min ji tirsan devê xwe girt û li malika xwe rûniştim.
Ez hêvî dikim ku hevalên nuh ne wiha bin, dibê meriv rojekê biceribîne…
Welhasil here were di destê meriv da dimîne Şerafetîn Elçî û Celal Talabanî, dibê meriv tenê berê xwe bide wan û qîma xwe bi wan bîne.
Wisa xuyaye ku yên herî bêxwedî û bêşelaf ev herdu serok in, li gorî yên din meriv bêtirs dikane wan rexne bike.
Belkî jî ev azadiya rexnekirinê ne ji ber demokratbûna wan, ji ber bêkesiya wan e, yanî şelaf û şûrkêşên wan hindik in.
Lê axir sebeb çi dibe bira bibe, wek yên din meriv ji wan pir natirse.
Gelî birayên hêja, ez bi xwe ne ”dijminê ”tu partiyeke kurd û ne ”dijminê” tu serokekî kurd im.”
Hurmeta min ji hemû partî û serokên kurdan ra heye û ez pêşketin û xurtbûna hemûyan dixwazim, dixwazim hemû jî siyaseteke hîn kurdistanîtir û kurdîtir bimeşnin.
Heger carnan rexneyekê li vê ya jî li wê partiya kurd, li vî ya jî li wî serok û siyasetmedarê kurd digrim, ev ji ber vê nêta min ya kurdperweriyê ye; ez dixwazim partiyên kurd dijminatiya hev nekin û li hemberî neyar bêtir pêştgiriya hev bikin û xêra hev bixwazin.
Lê dibe ku di fikrên xwe da carnan şaş bim, ev tiştekî din e, wê demê dibê meriv nebêje ”tu dijminatiyê dikî”, bibêje ev dîtina te şaş e, rastî wiha, wiha ye…

10 november 2012

Miletek bûye murîdê gorrekê


Îro 10-ê mijdarê(kasimê)roja mirina Ataturk e. Min di telewîzyonê da bîstekê bala xwe da civîn û merasimên bîranînan.
Serokkomar, serokê meclîsê, serokerkan jî di nav da, bi sedan parlamenter, wezîr û giregrên dewletê qefle bi qefle dibeziyan ser gorra Ataturk û li hemberî mozeleya wî diketin hazirolê, hinekan jê ra methiye nivîsîn, hinek digriyan.
Her kesî bi hawakî ji mecbûrî murûzê xwe tirş û tahl dikir û xwe pir xemgîn û şînî nîşan dida.
Mezin, serok û rêberên her miletî heye, di dîroka her miletî da hin kesan rolên pir mezin lîstine û xizmetên pir mezin kirine. Lê tu milet wek tirkan nebûye koleyê gorra miriyekî.
Ez matmayî dimînim, miletek, siyasetmedar û ronakbîrên miletekî çawa dikanin hewqasî bibin êsîr û murîdê miriyekî?
Tirkan, Mustefa Kemal kirine şêx û ewliyayekî pir mezin û ew jî wek milet bûne mirîdên wî. Ev yek ji bo miletekî trajediyeke pir mezin e.
Dema meriv ji der ve da li merasiman û li tiştên dibin temaşe dike aqilê meriv nagre, bi meriv wek piyeseke komedî tê…
Çi heyf ku dijminên me ne biaqil in, pir cahil in, pir paşdamayî û ji medeniyetê bêpar in. Xwezî hinekî din biaqil bûna, ewê karê me jî rehettir bûya…


XXX
Vê sibehê saet li dora 07-a helîkoptereke Artêşa Tirk ya Skorsky li Sêrtê li herêma Berwariyê ket ya jî ji alî gerîlayan ve hate xistin. Li gorî beyanên berpirsiyarên hukûmetê helîkopter ketiye, yanî bûyer qeza ye. Bi îhtîmaleke mezin ne wisa ye lê bira wisa be…
Di helîkopterê da 14 tîmên taybet , pîlotek û 2 leşker, 17 kes hebûne û hemû jî mirine.
Min li beyana serokkomar Gul û ya berdevkê hukûmetê Bozdag guhdarî kir. Li gel ku dibêjin helîkoptera wan ketiye, lê herduyan dîsa jî êrîş birin ser PKK-ê û gotin ”dibê her kes bizanibe ku şerê wan yê li dijî terorê ewê heta û heta dom bike..”
Bi taybetî jî agir ji devê Gul dibarî, bi hêrseke pir mezin got, ”ewê şerê xwe heta dawî bidomînin.”
Kurdên ku bi çavê milyaketan li Gul dinêrin bi ji kerema xwe ra careka din guh bidin beyana wî ya li ser ketina helîkopterê...
Li gorî beyana wan, ew çûne êrîşê, helîkoptera wan li zinrekî ketiye û ketiye xwar, lê sûcdar dîsa PKK-ye, dîsa xwe li kurdan û PKK-ê radikşînin.
Yanî çi Gul û çi jî Erdogan, tu nêteke wan ya rawestandina şer tuneye, Gul jî û Erdogan jî eynî tiştî dibêjin: Şer, şer, şer, şer…


XXX
Li Sûriyê ne ereb tenê, kurd jî hîn baş ne li hev in û nakokiyên nabêna xwe hîn berteraf nekirine. Loma jî nikanin beşê di bin destê xwe da jî baş kontrol û îdare bikin. Li wan deran jî di nabêna kurdan tim şer û pevçûn derdikve. Ev yek pir xerab e û tahlûkeyeke mezin e.
Ji bo ku PKK(ji ber ku hêza herî organîze û çekdar ew e) bikanibe vî beşê Kurdistanê baş îdare û kontrol bike yek, dibê bi hemû hêzên din ra, çi biçûk çi mezin li hev be.
Ya duyem jî, dibê li hemberî şaşiyan kesên siyasetmedar, ronakbîr û medya bêdeng nemînin, bi rengekî pozîtîf û dostane kêmasî û şaşiyan destnîşan bikin. Ne êrîş, lê rexneyên pozîtîf pêwîst in û dibê meriv bike…
Ne şer tenê, kurd mecbûr in fêrî desthilatdariyê û îdarekirina civatê jî bibin.Eynî wek Kurdistana başûr, ew jî bi demê ra fêr bûn…


XXX
ûlisên tirk bi gazê û bi ava bi tazyîk êrîş birine ser kurdên li ser nimêjê û nehîştine ku kurd nimêja xwe ya îniyê temam bikin.
Erdogan ne tenê li dijî gerîla ye, ew li dijî her tiştê kurdî ye, heta nimêj jî be, gava ji alî meleyên kurd ve were kirin ew li dijî nimêja kurda ye jî.

09 november 2012

Roja em dev ji neyartiya hev berdin emê biserkevin



Bi qasî ku kurd li bende hev in, heger hewqasî jî xwe bidina bende dijmin, bi qasî ku kurd şerê hev dikin, heger hewasî jî şerê neyar bikirana, bi qasî ku kurd gorra hev dikolin, heger hewqasî jî gorra neyar bikolana nuha ji zûda Kurdistan çêbûbû.
Û roja ku hemû partî, siyasetmedar û ronakbîrên kurdan dev ji neyartiya hev berdan û xêra hev xwestin û her kesî ji tenga xwe ve berê xwe da neyar, di demeke pir kin da li bakur kurd ewê partiyên tirkan ji welatê xwe biqewirînin û bigihîjn azadiya xwe.
Azadiya me ji tirkan bêtir di destê me da ye, girêdayî tifaq û şêla me ya li hemberî hev e.
Em li ser hev bin, neyartiya hev nekin û hevûdu ji dijmin ra navêjin erdê dewleta tirk ne problem e, miletê kurd îşê Erdogan û yên din zû diqedîne…


XXX
Lawê parlamenterê AKP-ê yê Hekariyê yê berê û namzwdê AKP-ê yê belediya Geverê Mustefa Zeydan , bi 750 kesî ve ji AKP-ê îstîfa kir û derbasî BDP-ê bû.
Karekî herî rast û herî bi şeref kiriye. Ji ber vê biryara bi xîret ez wî û 750 kesên pê ra pîroz dikim.
Mustefa Zeydan, di axaftina xwe ya merasimê da gotiye, ”di jiyna xwe da min îmza xwe ya herî bi şeref avêt” û dû ra jî bang li hemû kurdên di nava AKP-ê da ne kiriye, gotiye dibê ew jî ji AKP-ê îstîfa bikin.
Êdî ne rast e tu kurdê bi rastî kurd û bi xîret di nava AKP-ê da bimîne. Ev yek pir vekirî û zelal e. Ez hêvî dikim ku kurdên mayî jî wek Mustefa Zeydan îmzeyên wiha bi ”şerf ” bavêjin û ji AKP-ê îstîfa bikin.
Ne şert e ku biçin BDP-ê, bira herin partiyeke din, bira partiya xwe ava bikin, lê ya girîng îsîfakirina wan e.

XXX
Bi sedan keç û lawên kurd di zindanên Tirkiyê da li ber mirinê ne. Ji bo ku kurdbûna xwe, hebûna miletê xwe, perwerdeya bi zimanê xwe bi vê hukûmeta zalim bidin qebûlkirin canên xwe feda dikin, bi baweriyeke mezin diçin mirinê.
Kurdên ku li hemberî vê zulmê bêdeng bimînin û hîn jî ji axaftinên Erdogan yên zalimane û sadîstwarî ra li çepikan xin ew ne însan in, ew jî bi qasî Erdogan sûcdar in.

XXX
Bediuzzaman Seîdê Kurdî gotiye:
”Însan bi nexweşiyan, bi musîbetan kamil dibe, di netîceya zor û zahmetiyên tên serî, ruhê wî paqij dibe…”
Ez jî îşev hinekî nerehetim, bi bapêşê ketime, arsimî bûme. Bi qewlê swêdiyan ” bi bapêşa zivistanê”ketime, loma jî îşev karek ji min nayê, nuha radibim û xwe davêjim nava nivînan.
Hêvî dikim ku piştî vê nexweşiyê ez jî hinekî ”kamiltir” bibim...