14 januari 2013

Dewlet ji kurdan belgeya kurdbûnê dixwaze



Cîgirê serokê BDP-ya bajarê Mêrdînê Şaban Karakaş, gava xwest li emniyetê îfadeya xwe bi kurdî bide, pûlisan jê belgeyeke kurdbûna wî xwestine, jê ra gotine dibê ew belgeyekê îbraz bike ku ew kurd e.
Û dema Şaban Karakaş belgeya kurdbûna xwe îbrazî nekir, pûlisan îfadeya wî negirt û jê ra gotin heta tu belgeya kurdbûna xwe neyne em nizanin tu kurd î ya na. Ji bo ku tu bikanibî bi kurdî îfadeyê bide, dibê tu bi belge îspat bikî ku tu kurd î…
Lê pûlisan negotine Karakaş ewê vê ”belgeya kurdbûnê” ji kîjan dahîreya dewletê bigre?
Belê, pûlisên hukûmeta AKP-ê ji kurdan êdî ”belge û îspata” kurdbûna wan dixwaze. Diyar e ev jî ”pakêteke” Erdogan ya nuh e. De li hemû kurdên endam, parlamenter û hevkarên AKP-ê bimbarek be…

XXX
Îsmaîl Beşîkçî xoce gotiye, ”Kurd ji bo ku li ruyê cîhanê nemînin ji alî dewletên emperyalîst ve hatin perçekirin û parvekirin.”
Rast e, eynen wisa ye û ev projeya wendakirina kurdan hîn jî di rojeva neyarên me da ye, lê bi taybetî jî di rojeva Tirkiyê da ye. Armanca hukûmeta AKP-ê ya esasî hîn jî ew e ku koka kurdan biqelîne, kurdan ji ruyê cîhanê rake.

XXX
Navên qetlîamên xwe kirine ”aştî ”(!) Rojê 10-15 meytên zarokên me davêjin çol û çepelan û di eynî wextê da jî dibêjin ew li riyên çareseriyê û aştiyê digerin. Bira ev ”aştiya ” we di binê erdêkve” !
We sernanserê welatê me li me kiriye zindan, hûn nahêlin em di eydiyan da bi zarokên xwe şa bibin, di dawetên xwe da kêfxweş û dilşa bibin.
Heger we bi rastî jî ”çaresrî û aştî ” bixwesta we yê rojê cenazeyên 10-15 xortên me teslîmî me nekira, we yê gav û saetê wek neyarekî xedar qala me nekira.
Hûn derewa dikin, armanca we ne ”çareserî û aştî” ye, qedandin û tunekirina me ye. Em bi vê nêta we baş dizanin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE