22 januari 2013

Ev înfaz karê Tirkiyê ye

Bêguman li pişt cînayeta Parîsê ya sê jinên kurd dewleta Tirk heye. Min ev texmîna xwe roja pêşî anîbû zimên.
Tirkiye li pişt cînayetê ye, ji ber ku ji her kesî û her dewletê bêtir Tirkiye li pey kuştina endam, kadir û birêvebirên PKK-ê ye. Kî li Qendîlê, li Licê û li Nisêbînê PKK-yiyan dikuje, li Parîsê jî qatil ew in, wan kuştiye.
Wek tê zanîn, bi bihîsitna cînayetê ra berdevkê serokwezîr û yê hukûmetê Huseyin Çelîk, fena ku ew ji hin tiştan haydar be, tavilê got, ”ev, înfazeke hundur e.”
Dû ra serokwezîr Erdogan jî gotinên nêzî yên Çelîk gotin û got dikane ”înfazeke hundur be…”
Her wisa medya di bin emrê hukûmetê da ya dîndar, nîjadperest û faşîst jî eynî propgande kir, gotin ev îşê PKK-ê ye.
Lê nuha derket ortê ku qatilê bi navê Omer Guney tirk e û bi îhtîmaleke mezin sîxurekî dewletê ye.
Û ji xwe sebebê ku Çelîk û Erdogan jî elelecele bûyer dikirin hustuyê PKK-ê ev yek e. Wan dizanîbû ev karê dewleta wan e û loma jî dixwestin şopê ji ser xwe dagerînin.
Wek cînayeta Hrant Dînk, ev cînayet jî dîsa bi sûtalekî dane kirin. Lê ewê pir û pir zahmet be ku serî here bigihîje dewleta tirk û kesên emir dan qatil. Him Fransa û him jî Tirkiye ewê bixwazin cînayetê şêlû û tevlihev bikin, ji bo ku qatilên rastîn dernekevin.
Ji ber ku yên hatine kuştin kurd in û ji miletekî bêxwedî ne, loma jî dewlet û hukûmeta Fransa ewê ji bo kurdan tu carî lêkolîneke ku kanibe Tirkiyê nerehet bike neke.
Çawa ku hêz û kesên li pişt qatilê Hrant Dînk û gelek bûyerên din eşkere nebûn, bi îhtîmaleke pir mezin kesên li pişt Omer Guney jî ewê eşkere nebin.
Lê Fransa kesên li pişt qatil/qatilan derxe, dernxe, diyar e kuTirkiye li pişt vê cînayetê ye, Omer Guney qatilekî wan yê basît e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE