15 januari 2013

Ez dibêjim ev cînayet karê Tirkiyê ye

Gelek kes û der û dor Îranê, Îsraîlê, Sûriyê, Rûsyayê û heta Fransayê li pişt qetlîama Parîsê nîşan didin, dibêjin dikane tiliya van dewlatan yekê ya jî çendê wan bi hev ra di vê cînayetê da hebe.
Lê ev texmîn û speklasyonên tên meşandin qet nakeve serê min. Ji roja pêşî da ye ez ji Tirkiyê şik dikim û ez dibêjim bi îhtîmaleke pir mezin Tirkiye li pişt vê cînayetê ye.
Ji bo çi Tirkiye?
Ji ber ku ji her kesî bêtir Tirkiye li pey kuştina serok û berpirsiyarên PKK-ê ye loma. Tirkiye ev serê salan e ku bi rengekî pir aktîv li pey Sakîne Cansizê ye, ji bo ku wê teslîm bigre gelek xebitiye û bi milyonan pere rijandiye.
Tirkiye ji bo kuştina her serokekî PKK-ê salê bi milyaran pera dirjîne, her roj balafirên şer dişîne ser Qendîlê û ji bo kuştina wan bi tonan bombeyên jahrî berdide ser serê wan.
Tirkiye ji bo ku hemû kadir û berpirsiyarên PKK-ê, KCK-ê, KNK-ê teslîm bigre xwe diçirîne û navê hemûyan jî daye Interpolê.
Îcar dewleteke wiha dema fersendê bibîne ewê çima Sakîneyê nekuje û nede kuştin?
Hin der û dor dibêjin efendim hukûmet bi Îmraliyê ra ”hevdîtinên aştiyê” çêdike, loma jî bi cînayeteke wiha ewê nexwaze vê pêvajoyê sabote bike.
Bi baweriya min ev jî sebebekî pir ne cidî ye. Hukûmet pênc perê xwe jî di ”hevdîtinên Îmraliyê” nade û ji bo van hevdîtinan ne dev ji operasyonên xwe berdide û ne jî ji kuştin û qetlîamên xwe.
Heger hukûmetê qîmetek bida ”hevdîtinên Îmraliyê” di nava van deh rojan da ewê 30 keç û xortên kurd bi hovîtî nekuşta.
Ji bo kuştina gerîlayekî, endamekî PKK-ê dewlet bi milyaran pera dirjîne.
Yanî ji ber ku hukûmet bi Oclalan ra ”hevdîtinan” dike ewê cînayeteke wiha nede kirin ne rast e. Hukûmet li Kurdistanê her roj destûrê dide qetlîamên wiha.
Loma jî îhtîmala ku dewleta tirk li pişt vê qetlîamê ye ji hemû îhtîmalên din xurttir e. Çimkî ji hemû dewlet û hêzên ku navên wan tên gotin bêtir, Tirkiye li pey girtin û kuştina kadir, serok û berpirsiyarên PKK-ê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE