15 januari 2013

Gelek kurd dibêjin xwezî kurdayetî bê kurdî bûya



Ez nizanim ev çi hêz û qewete ku kurdan hewqasî dike muptela û heyranê zimanê tirkî?
Ez dibêjim heger rojekê tirk zimanê xwe li kurdan qedexe bikin, ewê bi milyonan kurd dev ji kurdbûnê berdin û ji bo xatirê tirkî bibin tirk…
Kurdê ku meriv qet jê hêviyê nake ku ewê bi tirkî binivîse, tu hew dibînî ku bi nivîsandina çend gotinên tirkî yên tewşo mewşo dilê xwe rehet dike, agirê di dilê xwe da vedimirîne.
Ji min ra bû derd ez rastî kurdekî bakur werim ku qîma xwe tenê bi kurdî bîne. Tirk çanqelan bavêjin bedena wî, ewê dîsa jî bi tirkî binivîsîne…
Axaftina bi tirkî û zewaca bi keçeka tirk ra statuya wan bilind dike, rutbeyeke mezintiyê bi wan ve dike...
Xwedê li van celeb kurdan were rahmê, Xwedê tirkî li ber çavên wan reş û kurdî jî şîrîn bike…
Ji ber ku kurdî zimanê gundiyan e, loma jî însanên medenî qîma xwe bi zimanê gundiyan naynin...
Loma bi israr tirkî tercîh dikin, çimkî jê hez dikin, ez jê hez nakim û loma jî ne mecbûr bim bi tirkî napeyivim û nanivîsînim...
Bi min wisa tê ku gelek kurd di dilê xwe da dibêjin xwezî kurdayetî bê zimanê kurdî bûya, yanî kurdî tunebûya û em kurdên tirkîaxêfbûna...

XXX
Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu, parlementerê CHPê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun ji ber ku li Parîsê çûye şîna Sakîne Cansizê, Aygun rexne kiriye.
Tê gotin ku CHP ewê di heqê Huseyîn Aygun da mekanîzmaya dîsîplînê têxe dewrê. Wek malpera Avestakurdê nivîsiye, Kurdeka Dêrsimî ya Elewî li Parîsê hatiye qetilkirin. Kurdekî Dêrsimî yê Elewî û belkî jî merivê wê, çûye şînêa wê. Û Kemal Kiliçdarogluyê kurdê Dêrsimî yê Elewî jî xwe qeherandiye, ji Aygun ra gotiye, "tu çima diçî sersaxiya wê."
Dema meriv bindestê tirkan be wiha ye, merivê ji tirsan li dij be ku kurd herin şîna xizmên xwe jî.

1 kommentar:

  1. Mixabin li Rojavaya welêt jî heman derd heye:

    “Zimanê erebî ew taca me ye, şîrîn û xweş e li ber dilê me ye…” yê ku bala xwe bide nivîs û şîroveyên xelkê rojavayê Kurdistanê li ser Facebookê wê bibêje ku strana Ayşe Şanê li ba wan wiha bûye.

    Ev diyarde jî piştî raperîna gelê Sûriyê gihîştiye astekî ecêb. şoreş hîşt ku bi hezaran kurd nêrînên xwe yên siyasî bi rêya Facebookê nîşan bidin, mixabin di nav grûpên kurdî jî de zimanê danûstandinê erebî ye. Bawer dikim ew kesên hindik ku bi kurdî dinivisînin dilsarî li ba wan çêdibe ji ber hindikbûna şîroveyan û carên ecibandinê beranberî nivîsên bi erebî, her wisa xurtbûna medya erebî li hemberî lewazbûna medya kurdî dihêle ku kurd çi reportaj, gotar, karîkatûr û vîdyoyên bi erebî li ser dîwarên xwe parve bikin û bi heman zimanî jî li ser şîrove bikin.

    Lê wek pêşiyên me gotine “Dilê şivên bixwaze dê ji nêrî têlme çêke” wiha jî dixuye ku kurdên perçeya biçûk mereq nakin ji bo nivîsandina bi kurdî xwe biwestînin, ew ji dil û can bi erebî bi hevdû re didin û distînin, tu dibêjî qey zimanê wan yê dayîkê ye...

    http://zinarala.wordpress.com/2012/12/14/zimane-erebi-zimane-me-ye/

    SvaraRadera

PARVE BIKE