27 januari 2013

Ji kovara DÎWAR ra xîçek jî ji min



Roja îniyê gava ez ji kar hatim mal, li ser masa min çavê min bi zirfeke mezin ket. Dema min zirf vekir û kovara DîWAR hejmara pêşî dît, ez pir kêfxweş bûm.
Çend nivîskarên kurd di sala 2013-an da gaveke hêja avêtine û kovara Dîwar dîyarî edebiyat û xwendevanên kurd kirine.
Ez wek şexs, gelkî sipasî hemû dost, heval û kesên ku beşdarî vê xebata giranbuha bûne dikim û dibêjim, ji bo vê cesarata we, mala we ava.
Çimkî di vê serdema înternetê, Ayfon û Iphonê da avêtina gaveke wiha, derxistina kovareke mehane ne hêsaye, jê ra îmkan, fedekarî û hinekî jî cesaret lazim e.
Ez hêvî dikim ku hevalên ji bo xizmeta ji ziman û edebiyata kurdî ra zend û bendên xwe vemaltine û ev gava hêja avêtine biserkevin.
Berpirsiyarê kovarê, dostê min ê hêja Helîm Yûsif e. Helîm, nivîskarekî berhamdar û bi îstîkrar e.
Cemîl Oguz û Perwîz Cîhanê jî du nivîskarên xebatkar û berhemdar in. Hebûna van navan baweriya meriv ya bi weşaneke domdirêj xurt dike.
Perwîz Cîhanî, di nivîsa xwe ya li ser gotina Dîwar da, ”Dîwar di ferhenga kurdî da” wiha gotiye:
”Ji her xîmekî ra dîwarek divê, heta ku bibe avahî, sûr, hesar, birc, barû, şûre, berzek, hewş, heyat, xanî, kela, gund û bajar. Nuha vaye xemxurên ziman û toreya kurdî dest dane hev û dixwazin dîwarekî li ser wî xîmî deynin.”
Ez ji nuha da ji hemû hoste, xebatkar û karkirên vî ”dîwarî” ra serkeftinê dixwazim…
XXX
Carnan ez ji xwe dipirsim, dibêjim:
Ji bo çi kurd wek milet ne azad û hîn bindest in?
Helbet meriv dikane gelek sebeb û faktorên der û hundur bijmêre.
Bi baweriya min ji van sebeban yek jî gelo ne ew e ku kurdan azadî û serxwebûna xwe baş neparastine. Heger rêber û mezinên kurdan bi hostayî û têra xwe li azadî û serxwebûna xwe xwedî derketana ez dibêjim em bindest nediman.
Ez bala xwe didimê li Kurdistanê îro jî eynî tahlûke û eynî xeter heye; tahlûke û xetera ku em dîsa werin xapandin, dîsa siyaseteke şaş ya ku me azad neke bimeşînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE