09 januari 2013

Li ser Arjen Arî şairê şêrgeleyan

Li gel ku ez û Arjen Arî her du jî DDKD-yiyên kevn bûn jî lê pir mixabin nebû qismet ku em hevûdu nas bikin. Nasiya me tenê bi riya internetê çêbû, me çend caran ji hev ra nivîsî.

Par, gava ez çûm welêt, min telefonî wî kir û xwest ku wî bibînim. Ji ber ku me sozda dabû hev em hevûdu bibînin.

Lê di telefonê da ji min ra got ew hinekî nerehet e, nikane derkve der. Min jî nizanîbû ku nexweşiya wî hewqasî giran e, loma ez jî ez neçûm mala wî.
Min got, de bi xêr caraka din emê hevûdu bibînin. Piştî çend rojan li min geriya, lê wê demê jî ez ne li Diyarberkrê bûm.
Mirina Arjen ya wiha nişkave û zû, ez şok kirim, min nizanîbû ku mirinê ji zûda ye li ber deriyê wî kemîn daniye û dixwaze bi vê bêbextiyê wî ji me, ji gelê kurd û ji hemû evîndarên helbesta kurdî bistîne.

Nasiya min bi Arjen Arî û helbestên wî ra van 3-4 salên dawî bi xêra facebookê çêbû. Min hemû helbest û çarînên wî yên di facebûkê da dihatin weşandin dixwend û gelekê caran jî şirove dikir.

Arjen, bi riya internetê di nava demeke pir kin da zimanê kurdî bi kurdan da hezkirin. Bi xêra helbestên Arjen, gelek kurd fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûn.

Arjen Arî, bi helbestên xwe yên epîk dilê her kurdî ji bo azadî û serxwebûna kurd û Kurdistanê radikir pêdarê û evîna welat di dilê xwendevanên xwe û her kurdî da geş dikir.

Arjen, di helbestên xwe da zimanê kurdî wek zîvkirekî pir hoste bikar anîye û ziman bi pêş xistiye.

Arjen, tu carî di ciyê xwe da nesekinî, xwe dubare nekir, bi rengekî bênabên bi pêş ket, di her helbesteke xwe da nuhîtî, hostayî û pêşketeneke mezin nîşan da.

Arjen, di warê edebî û helbestê da xwedî potansiyeleke pir mezin bû, roj bi roj bi pêş diket, xwe nuh dikir û mezin dibû. Û di rojên pêş da jî ewê ev mezinayiya wî bêtir diyar bibe. Lê çi heyf ku felekê ew zû ji me stend, bira gora wî buhuşt be….

Not:Min ev nivîs şand ji kovara Pêngavê ra.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE