03 februari 2013

Erdogan dîsa got deve !


Serokwezîr Erdogan îro dîsa gotiye, ”Em bi kesî ra li ser maseya lihevkirinê rûnanin. Ez wiya jî ji we ra bibêjim. Ji ber ku tu derdekî me yê ku em bi rêxistineke îllegal ra li ser maseya lihevkirinê rûnin tuneye.”
Ecêb e û bi rastî jî pir ecêb e. Heger hukûmet ”bi rêxistineke îllegal ra rûnane”, wê demê bi kê ra rûdine?
Wê demê hevdîtinên bi Îmraliyê, Qendîlê, Ewrûpayê û BDP-ê ra çi ne?
Dibê meriv navekî lêke.
Ya jî ev tiştên ku wek ”hevdîtin” tên binavkirin lîstik û xapandin e.
Dibê PKK bersîva van gotinên Erdogan bide.

XXX
Îro li Stockholmê rojeke pir xweş heye, meriv naxwaze ji ber enîşka dîwaran rabe. Min û xanimê jî wer kir.
Ez û xanim, em nuh ji gerra xwe ya rojê hetin. Em îro dîsa çûn ser gola xwe ya qeşagirtî û bîstekê bi temkîn û bi tirs li ser geriyan.
Em zêde bi pêşda neçûn, lê swêdî mêrikan ne xema wan bû, bêtirs li ser digeriyan. Me got, em herdu jî ne ajnêber in, ku bûz bişkiyê çû ji meda, emê herdu jî bifetisin
Ji ber ku roj pir xweş bû, em bîstekê jî li kêlek golê li ser kursiyekê rûniştin û me xwe da ber tavê. Roj li vî welatê sar êdî ji me kal û pîran ra derman e.
Çi heyf ku îro kamera me ne bi me ra bû, heger bi me ra bûya, me yê hûn jî bikira hevalên gerra xwe ya nava berfê û ser gola Albysjonê…

XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, do di qanala telewîzyonekê da li ser hevdîtinên bi Îmraliyê ra gotiye, ”Çar aliyên rêxistina terorê heye: Îmralî, Qendîl, Ewrûpa û parlemento. Tiştê dibêjin ev e: ”Îmralî çi bibêje emê wiya bikin.” Heger di viya da samîmî ne, anuha Îmralî li gorî ku bersîvê bide hêviyên me gavan davêje…”
Ji ber ku em naveroka hêviyên Erdogan hîn nizanin, loma jî ez naxwazim ji nuha da li dij û reşbîn bim. Lê hêvî dikim ev ”gavên ku Ocalan li gorî hêviyên Erdogan davê je”, ne gavên pûçkirin û wendakirina kurdan be.
Ez ne li dijî hevdîtin û lihevkirinekê me, lihevkirin çêbe û şer raweste baş e. Lê ne ku kurd ji ser masê destvala rabin, dibê kurd mafekî qanûnî û statuyeke siyasî bidest xin. Gava lihevkirin vê yekê bi xwe ra neyne malkambaxî ye…

XXX
Kesê li hevalê bêqusûr bigere ewê bêheval bimîne
Kes ne bêqusûr e, tenê qusûrên hinekan pir û yên hinekan jî hindik in.
Serokên bêqusûr jî tunene, tenê yên yên "hindik" kurd û yên "pir" kurd hene...
Dibe ku hinek jî tew ne "pir" û ne jî "hindik", tew ne kurd bin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE