04 februari 2013

Ev lezandina Erdogan ne ji xêrê ra ye



Bêguman ji sebebên ji nuh ve destpêkirina hevdîtinên bi Abdulah Ocalan ra yek jî Erdogan êdî baş fêm kiriye ku ew tenê bi darê zorê û bi kuştinê nikane zora PKK-ê û kurdan bibe. Dibê hin riyên din jî bikar bînin û hin tawîzên biçûk yên taktîkî jî bidin.
Lê ez bawer dikim sebeb ne ev tenê ye, dibê hin sebebên din yên hîn girîngtir jî hebin.
Ji ber ku di hevdîtinên vê carê da tiştê bala meriv dikşîne lezandina hukûmetê ye. Bi qasî ku xuya dike hukûmet û dewlet ji rewşê û şêla Ocalan pir memnûn in û loma jî dixwazin rojekê berî rojekê PKK-ê û hêzên wê yên çekdar belav bikin.
Ez bi xwe hîn ne bawer im ku hukûmet amadeye ku wek li Kurdstana başûr, statuyeke siyasî ji bo kurdên bakur jî qebûl bike. Û ji xwe beyanên Erdogan jî sinyala vê yekê didin. Dibêje em tenê bazariya çekdanînê dikin. Û heta ku çek neyên danîn, em li ser tiştekî din napeyivin.
Yanî li ortê bazarî û muzakereya tu mafan tuneye…
Loma jî baweriya min hîn ew e ku hukûmet li dû xapandinê ye. Lê li alî din eceleyek wan jî heye. Îcar ev ecele çi ye û ji ber çi ye ez nizanim…
Ez hêvî dikim ku PKK, kes û hêzênn bi dewletê ra didin û distînin neyên lîstikê û xebat û micadeleya 30 salî nebe keda bersîs û bi avêdaneçe…

XXX
Napoleonê rahmetî generalekî pir jîr û biaqili bû. Di gelek waran da gelek gotên wî yên meşhûr hene. Li ser şer û herbê gotiye, ”Di herbê/cengê da exlaq tuneye.”
Kurd nuha bi dewleta tirk ra di cengê/herbê da ne. Dibê baş bizanin ku di cengê da exlaq tuneye Dibê meriv di cengê da her bêrxalaqiyê ji dijmin bipê…

XXX
-Dijminê biçûk û ne tahlûke tuneye, her dijmin mezin û tahlûke ye.
-Dijminê te gêrik be jî wî wek fîlekî bibîne û tu carî jî baweriya xwe pê neyne.
-Li hemberî dijminê xwe tim bi tedbîr be.
-Dijminekî dobre ji dostekî durû çêtir e.
Dijminên kurdan yek jî ne dobre ye, hemû jî bêbext û qeleş in...
Guran dora kurdan girtiye. Gur, heywanekî çavnebar û dirindeye. Dijminên kurdan jî ji cinsên guran e, çavnebar û dirinde ne. Dibê serokên kurdan bizanibin ku kesên ew pê ra kaban davêjin ne him û rûvî û him jî gur in....
Lê em mecbûr in bi guran ra bijîn...

XXX
-Bedewiya te pênc pera nake, heger ne ev evîna min be...
Aşik Veysel

XXX
Dostên rastîn wek stêrkan e, dema tarî wek konekî reş digre ser her derê, pêşiya pêşî ew xuya dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE