16 februari 2013

Her tişt bi emrê Erdogan dibe


Hin kurd wisa bawer dikin ku sebebê ku hukûmeta Erdogan hêzên çete û qatilan dişîne ser kurdên Serêkaniyê ji ruyê PYD û YPG-ê da ye, heger ew li wir tunebûna Erdogan ewê çeteyên xwe neşanda ser kurdên Serêkaniyê, ew nedana kuştin, malên wan neda talankirin û destûr neda ku çete û qatil dest bavêjin namûsa kurdan.
Bi fikrê min ew dîtin û baweriya heger PYD û YPG tunebûna wiha nedibû ji kok da şaş e. PYD û YPG behane ye, Erdogan li dijî mafgirtina kurdên rojava ye, naxwaze kurdên rojava wek kurdên başûr bibin xwedî statuyeke siyasî.
Yanî Erdogan ji rezvan bêtir li dijî rez e, li dijî avabûna Kurdistanê û desthilata kurda ye.
Ji dêlî PYD-ê û YPG-ê, Huda-Par ya jî hêzeke kurd ya din jî li Serêkaniyê hebûya, Erdoganê ewê dîsa jî eynî tişt bikira. Ji ber ku ew ji partiyan bêtir, li dijî serkeftin û desthilata kurda ye.
Dîsa hin kurd di van êrîşan da qala Tirkiyê û dewletê dikin, dibêjin nizanim Tirkiyê çi kir, nizanim dewletê çi kir…
Ev gotin jî ne rast e, li Tirkiyê îro dewlet jî û hukûmet jî Erdogan e, ew wek paddîşahekî Osmaniyan Tirkiyê îdare dike. Tu kes, tu dahîre û tu dezgeh, tu wezaret bêyî destûr û emrê Erdogan nikane tu gavê bavêje, tu biryarê bigre. Her kes li devê Erdogan dinêre, ew çi emrî bide, her kes, bêyî îstîsna, mecbûr e wî emrî bicî bîne…
Ji ber ku Erdogan dixwaze çete êrîşê dibin ser kurdên Binxetê, gund, bajar û malên wan talan dikin. Saeta ku Erdogan bibêje STOP, kes nikane guleyekê jî bera kurdên Binxetê û Serêkaniyê bide. Dibê hemû kurd vê yekê baş bizanibin û rastiyê bincil nekin.

XXX
Îro rojbûna welatparêz û lehengê miletê kurd yê bi nav û deng Wedat Aydin e. Em hemû hevalên wî, vî lehengê kurd bi hurmeteke mezin bibîr tînin û dibîjim ewê tim di dilê me da bijî. Û gelek sipas ji bo Şefîk Oncu, ku ev roj bi bîra hemû dost û hevalên Wedat xist.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE