12 februari 2013

Îcar jî tirk dixwazin Afrîkayê îşxal bikin



Tirk mabûn, wa ye ew jî wek qertelên beratan êrîşê dibin ser Afrîkayê, bermayiyên ji ber keftarên ewrûpiyan mane, îcar ew dixwazin talan bikin.
Bûrjuwaziyê tirk di talankirina welatên Afrîkayê da dereng maye, loma jî ji heywanên dirinde wek keftaran bi dewletê ra êrîşê dibin ser Afrîkayê, ew jî dixwazin para xwe ji Afrîkayê bigrin.
Ev demeke serokwezîr Erdogan wek ku merivekî pir xêrxwazê Afrîkayê be pir qala Afrîkayê û Afrîkiyan dike. Min texmîn dikir ku hîleyek tê heye, Erdogan ji xêrê ra pesnê afrîkiyan nade û Sûdanê nade.
Nuha derket ortê, îcar tirkan çavên xwe bera dewlemendî, erd û ava Afrîkayê dane, îcar ew dixwazin wek ”emperyalîstên” nuh yên derengmayî Afrîkayê talan bikin.
Wezareta Ziraet û Heywancîtiyê ji Sûdanê 5 milyon donim erd(zevî)ji bo 99 salan kirê kiriye. Di nabêna Tirkiyê û Sûdanê da di 3-ê gulana 2012-an da ev peyman hatiye îmzekirin.
Di xeberê da nabêje ji bo 99 salan kirêkirina hewqas erd gelo çuqas pere dane?
Ez bawer nakim peymaneke adil be, miheqeq wan jî wek ewrûpiyan çend siyasetmedar û brokratên sûdanî bi çend quriş bertîl ”xapandine” û deryayek zevî bi buhayekî pir hindik ji bo 99 salan ji wan stendine.
Mudûriyeta Karên Zîraetê, piştî xebateke 4 mehan, ji zeviyên Sûdanê yên herî berhemdar numûne anîye Tirkiyê û tahlîl kiriye.
Li gorî xebera Hasan Bozkurt ya di rojnameya Bugunê da, şîrketên tirk yên mezin ewê ji nuha û pêva him hemû hewcedariyên Tirkiyê û him jî ji bo derve li Sûdanê çandiniyê bikin.
Li 5 herêmên Sûdanê yên cihê, bi qasî du qatê zeviyên TÎGEM-ê (Mudûriyeta Giştî ya Karên Zîraetê)yên li Tirkiyê, hukûmeta Sûdanê ji bo 99 salan bi kirê daye Tirkiyê.
Şîrketên tirk yên mezin ewê herin li Sûdanê çiftligên pir mezin ava bikin û di van çiftiligan da ewê bizir, zebze û fêkî hilberînin û dû ra jî bifroşin bazarên Asyayê û Afrîkayê.
Yanî ewê donê sûdaniyan di serê wan bidin û 99 salan jî welatê wan talan bikin û miletê wan jî ji xwe ra belaş bidin xebirandin.

XXX
Hin kes hene ne ji defê ra dibin û ne jî ji zurnê ra, ne mêşan ji xwe diqewitînin û ne jî ji hevalên xwe, kesên wiha tunebin jî dibe...

XXX
Hin kes hene pir bêxîret in, tu carî xîçikekî jî navêjin ji dijmin da, dijmin tiliya xwe di çavê wan ra dike, gav û saetê li wan û li zarokên wan siwar dibe, li welatê wan, wan li erdê vedigevizîne, lê dîsa jî xwe ji dijmin naqeherînin, dîsa jî bi dilşadî û serbilindî bi dijmin ra rûdin û kar û xebatê pê ra dikin.
Kesê ku ji neyarê xwe neqehere ne tu meriv e...

XXX
-Her tiştê tu dizanî nebêje, lê belê her tiş tu dibêjî bizane.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE