23 februari 2013

Keda me bi avê da neçûye


Di nivîsa xwe ya vê sibehê da min gotibû ku ez diçim civîna ”Konferansa Kurd li Swêdê - îmkan û astengî.” Konferans ji alî Federasyona Komeleyên Kurditanê û rêxistineke swêdî ve hatibû organîzekirin.
Salon dîsa tije bû û li gorî civînên kurdan yên din, îcar hejmara jinan ji peyan zêdetir bû. Ji xwe li Swêd jinên kurd li gorî zilaman ez bawer dikim serkeftîtir û aktîftir in.
Tema konferansê, dîroka Federasyona Komeleyên Kurditanê û ya kurdên Swêd, astengî û îmkanên li pêş kurdan bû. Yanî konfrans hinekî jî li ser dîroka min ya li Swêd bû. Çimkî ez jî fîgurekî vê dîrokê me.
Di sala 1980-î da dema em hin kurd ji ber terora dewleta Tirk reviyan û hatin Swêd rewş çi bû, me çi kir, çi zahmetî kişand û ji zarok û neviyên xwe ra çi mîrat li pey hîşt?
Sosyolog Osman Aytar, bi kinî û bi rengekî kronolojîk û gelkî xweşik qala vê dîroka kurdên Swêd û kesên di vê dîrokê da rol lîstine û tesîr lê kirine kir.
Dema dîrok bi çavê alim û lêkonenerekî tê analîzkirin û tê da qala meriv û rola meriv jî tê kirin û meriv wek fîlmekê li vê dîrokê temaşe dike, meriv wê demê bi ked û xebata xwe dihese.
Heta nuha li ser dîroka kurdên Swêd bêyî hin xebatên Rohat Alakom, tu lêkolîn nehatiye kirin. Osman Aytar, bi vê xebata xwe gaveke pir hêja avêtiye û ez hêvî dikim ku ew, vê xebta xwe wek berhemekê pêşkêşî kurdan bike. Min ev dîtina xwe ji wî bi xwe ra jî got.
Civîneke pir bi sûd û pir xweş bû. Ev cara pêşî bû ku bi rengekî wiha berfireh me li zarokên xwe guhdarî dikir, me guh dida fikir û ramanên wan û hestên wan yên derbarê Kurdistanê û Swêdda fêr dibûn.
Zarokên me yên ku 4-5 salî bûn dema hatin vir ya jî li vir hatine dinê, îro hemû entegreyî civata Swêd bûne, bûne xwedî statu û îmkan, bi sedan bûne siyasetmedar, nivîskar û hunermend. Û ew jî wek dê û bavên xwe ji bo welatên xwe dişewitin û dixebitin.
Li gorî texmînan li Swêd di nabêna 80-100 hezar kurd hene. A ji nava vê grûba diyaspora kurd ya biçûk îro 7 kurd(4 jin û 3 peya)di meclîsa Swêd da ne. Ev yek bi serê xwe nîşan dide ku kurdên Swêd li gel hemû astengyan jî, li gorî grûbên din yên biyanî baş entegreyî civatê bûne û di civata Swêd da xwedî îmkan û desthilat in.
Dema meriv dibîne ku zarokên meriv li welatekî xerîb biserketine û dilê wan jî ji bo Kurdistaneka azad lêdixe, meriv gelkî dilşad û bextewar dibe.
Ez îro bi guhdarîkirina sosyolog Osman Aytar û psîkolog Mîna Sedem û zarokên kurdan gelkî dilşa û bextewar bûm.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE