23 februari 2013

Kurd bêdewlet nabin



Ez li ser rê me dikim herim ”Konferansa- Kurd li Swêdê - îmkan û astengî”. Konferans ji alî Federasyona Komeleyên Kurditanê û rêxistineke swêdî ve tê çêkirin.
Her hefte eynî tişt e, miheqeq civînek du civîn hene. Meriv diweste. Li Stockholmê ev 32 sal in hema hema her tim wiha ye.
Tiştê ez dizanim bêdewletî kerasekî ji êgir, him ruhê meriv û him jî bedena meriv diperitîne. Ji bo ku wek xelk û alemê em kurd jî bibin xwedî dewlet ev 40 sal in ez xwe perçe dikim, ji vê civînê direvim wê civînê. Heger dewleta me kurdan jî hebûya bawer bikin minê xwe hewqas newestanda. Wek swêdiyan minê jî ji xwe ra kêf bikira. Lê gava ez bala xwe didim halê kurdan yê perîşan û vê rewşa bindest, ûjdanê min qebûl nake tenê li kêf û rehetiya xwe bifikirim.
Helbet yê diwesta ne ez tenê me, bi milyonan kurd hezar qatî ji min bêtir fedekariyê dikin û xwe diwestînin, serê salan e li serê çiyan û di zindana da ne. Ev bedel, ked û fedekarî bemû ji bo ku em kurdjî wek xelkê bibin xwedî dewlet.
Me hinekî berbî hev aniye, lê hîn pir maye. Neyar û kurdên bêxîret û pûlperest pir in, nahêlin em zû û bi rehetî bibin xwedî dewlet. Mêrikan ji me bêtir û ji me baştir dixebitin. Yê me tenê bawerî û fedekarî ye, lê yê wan pere jî têda heye, perê dewletê pir e, bi comerdî belav dike.
Min bêhemdî kulên dilê xwe tevrakir, ezê dereng bimînim, dibê ez rabim û bi rêkevim.
De heta êvarî bi xatirê we…

XXX
Li bajarê Hatayê nijadperestên tirk di destên wan da ala tirk û êrîşî ser kongreya rêxistina bajêr ya BDP-ê kirine. Bi seda kesên faşsît xwestine kurdên beşdarî kongreyê bûne lînc bikin.
Pir vekirî ye, tirk êdî naxwazin kurdan li bajarên xwe bibînin. Dibê kurd êdî vê rastiyê bibînin û qebûl bikin. Ne rast e ku meriv li welatê xelkê û li bajarên xelkê bi zor bimîne.
Em û tirk di warê rûhî da, di dilda êdî ji hev qut bûne, cebara vê qutbûnê pir û pir zor e. Ya rast ew e ku her kes bi gelê xwe ra li welatê xwe bijî. Dibê kurd dev ji fikir û xeyala jiyana bi tirkan ra berdin û berê xwe bidin welatê xwe. Çare ev e. Heta ku kurd nebin xwedî dewlet û desthilat ev mesela çareser nabe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE