13 mars 2013

Dewleta tirk ruhê zarokên kurdan dikuje !



Piştî dosyeya Kejê Bêmal ya li ser zarokên kurd yên ku bi tirkî nizanin û ji ber vê yekê jî dewlet wan wek zarokên kêmaqil, seqet û dîn dixin merkezên rahabîlatasyonê di rojnameya Evrenselê da belav bû û şûnde, nivîsê di çapemeniya tirk û di medya sosyal da olaneke mezin da. Parlamenterê BDP-ê yê esiltirk Levent Tuzel, mesele bir meclîsê.
Kejê Bêmal, bi vê dosyeyê û bi van hevpeyvînan ji bo zarokên kurd û gelê xwe xebateke dîrokî kiriye. Ez wê bi dilû can pîroz dikim û dibêjim mala te ava…
Lê esas dibê heta nuha li ser zarokên kurdan bi sedan xebat û lêkolînên wiha hatibûna kirin, lê mixabin nehatiye kirin, kurdan ev yek îhmal kirine.
Lê qet nebe ji nuha û pêva dibê hemû partî û dezgehên kurdan, civata kurd, siyasetmedar û bi taybetî jî sosyolog û psîkologên kurd qiyametê rakin û vê sîstema faşîst rezîl û riswa bikin û zarokên kurd yên di wan kampên nîjadprest û nazîst da ne ji vê zulmê û barbariyê xelas bikin.
Dibê siyasetmedar, ronakbîr, sosyolog û psîkologên kurd û heta civata kurd bi rengekî xurt û berfireh daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî derxin pêş.
Siyasetmedar û partiya ku doza perwerdeya bi zimanê kurdî neke dibê ji alî kurdan ve were şermezar û rûreşkirin.

XXX
Kuştina hest û ruhê mirovekî, cînayeteke ji kuştina wî ya fizîkî mezintir e…
Dewleta tirk, bi perwerdeya tirkî ya nîjadperest û rasîst, ruhê zarokên kurdan dikuje, qetil dike. Ev, sûcekî li hemberî mirovahiyê ye.
Lê çi heyf û mixabin ku kurdan hîn ev yek fêm nekirine.

XXX
Tirkan di şer da wendakirin, dixwazin li ser masê qezenc bikin. Lê ev hesabê wan jî ewê şaş û pûç derkeve. Kurdan çawa ku di şer da qezenc kirin, ewê li ser masê jî qezenc bikin. Evmiheqeq e.
Lê ev yek jî wek şerê çekdarî, ewê wextê bigre.

XXX
Heger tu dixwazî gulê bîhn bikî, dibê tu tehamulî stiriyên wê bikî. Gul bê stirî nabe.





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE