28 mars 2013

Dibê PKK bi benê Erdogan danekeve bîrê

Serokê BDP-ê Selahattîn Demirtaş, do di civîn açapemeniyê da hin tiştên girîng gotine. Demîrtaş gotiye, ji bo ku Qendîl ji meseja Ocalan tam bawer bike û îqna bibe, dixwaze daxwaza çekberdanê û paşdavekişînî ji dengê Ocalan bibihîze.
Ev yek pir girîng e. Ji ber ku name MIT-ê daye BDP-ê, nuha kî dizane ew name bi rastî ya Ocalan e ya jî nehatiye guhertin. Heger sibe Ocalan bibêje nameya min hatiye guhertin, ewê çawa bibe?
Loma jî ev daxwaza PKK-ê di cî da ye.
Bi baweriya min name ya Ocalan e û dema jê were pirsîn jî ewê eynî tiştî bibêje. Lê li gel vê jî dibê ev yek ji devê wî jî were guhdarîkirin.
Demirtaş gotiye, piştî beyana Ocalan ya di 21-ê Adarê da li Diyarbekrê da, ew wek BDP bi hukûmetê ra ketin têkiliyê. BDP-ê ji hukûmetê xwest,” ji bo ku hêzên PKK-ê derkevin derî sînorên Tirkiyê, dibê bingeheke qanûnî were amadekirin.”
Demirtaş, di hevdîtina xwe ya bi wezîrê edaletê Sadullah Ergîn ra ji wezîr ra gotiye, ”dibê di nava meclîsê da komîsyoneke were avakirin û ev komîsyon paşdavekişînê taqîb bike.”
Demirtaş gotiye, ”nuha li Tirkiyê şertên paşdavegerê tuneye. Hukûmet dibêje, ”emê çavên xwe bigrin. Serokwezîr dibêje, ji bo kesê dixwaze vegere mala xwe tu asteng tuneye. Serokwezîr wiha dibêje, lê heger dozgerek, pûlisek viya bicîh neyene û bibêje, ”tu hîn do li serê çiyê bûyî, min tu girt”, wê demê tu yê bibêjî çi? Qanûn nuha têrê nakin. Şert ji bo paşdavegerê têrê nakin.”
Demirtaş gotiye, viya ew tenê nabêjin, Ocalan û PKK-ê jî ji wan ra gotiye, ”heger garantiya qanûnî tunebe paşdavekişîn ne nabe.”
Daxwaza garantiyên qanûnî û huqûqî bi rastî jî pir girîng e, dibê PKK bi gotin û sosên Erdogan tenê nexape e. Erdogan dixwaze liberxwedan û şerekî netewî yê 30 salî bêyî biryarên resmî, bêyî hin gavên qanûnî, bi ”hokus pokusekê” biqedîne; fena ku tiştek nebûbe. Dibê PKK neyê vê lîstika Erdogan.
Erdogan wek kewê teqle ye, dikane hezar û teqleyî li ser hev bavêje. Ne diyar e û ne jî tu garantîyek heye ku Erdogan sibe ewê çivekê nede xwe û li meqamekî din nexe. Ji bo ku hukûmet nikanibe tiştekî wiha bike, dibê garantiyên qnûnî hebin.
Erdogan bi çiv, teqle û dîtinên xwe yên li dijî hev gelkî meşhûr e. Esas pir ne dûr e ku(heger garantiyeke qanûnî tunebe) Erdogan sibe rabe dîsa bibêje, ”terorîst ji başiyê fêm nakin” û dîsa dest bi edebiyata gurrkirina şer bike.
Loma jî dibê meriv bi benê Erdogan ebeden danekeve bîrê, daketina bi benê Erdogan ewê şaşiyeke pir mezin û întîxar be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE