27 mars 2013

Em nêzî dawiyê dibin

Teqrîben ji destpêka salên 1950-î heta bi salên 2000-î li hemberî kurdan hevkarî û koalîsyoneke 4 dewletên dijmin ya pir xurt hebû.
Ji bo ku kurd bîna xwe negrin û nikanibin li hemberî wan serî hildin û xwe ji bindestiyê rizgar bikin, di nabêna xwe da berê Pakta Bexdayê û dû ra jî ya Cento û gelek hevkariyên eşkere û bi dizîdin ava kirin.
Lê meriv dikane bibêje ku ji salên 2000-î û virda ye ev koalîsyona dijmin ya li hemberî kurdan ne bi temamî be jî, lê bi giranî têkçûye. Ev her çar dewletên dagîker(Tirkiye, Îran, Îraq, Sûriye) êdî wek berê nikanin bi hev ra hereket bikin û li hembrî kurdan hêzên xwe bikin. Vê yekê rehetiyek mezin daye kurdan.
Lê li hemberî vê têkçûna koalîsyona dijmin, tifaq û hevkariya di nabêna kurdan da pir pêş ketiye û pir xurt bûye. Ev yek jî bêguman ewê rizgarbûna kurdan nêziktir bike.
Dibê kurd ji vê rewşê baş feydeyê bibînin.
Berê hêzên dijmin yek û xurt bû, û ya kurdan zeîf, perçe û belavbelavî bû, lê nuha rewş eksê wê ye. Kurd ji dijminên xwe xurttir in.
Siyasetmedarekî ji beşekî Kurdistanê dikane li ser navê kurdên beşekî din yê Kurdistanê bipeyive û berpirsiyarê bigre ser milê xwe. Kurd li hemberî her bûyerê li her çar beşên Kurdistanê êdî bi hev ra reaksiyonê nîşan didin. Ev yek pêşketina şiûrê netewî nîşan dide, kurd êdî wek miletekî tevdigerin. Loma jî azadiya wan pir nêzîk e.

XXX
Gotinên ji dil werin diherin digihîjin dilan, loma jî kurdan gotiye, ”rê ji dilan diçe dilan…”

XXX
Dibêjin general û dehayê leşkerî yê herî mezin Anîbal, di şerê bidestxistina Romayê da li hemberî zorî û zahmetiyan gotiye, ”Ya emê rêyekê bibînin ya jî rêyekê vekin.”
Kurd jî îro di eynî rewşê da ne; ji bo xelasbûna ji bindestiyê ya ewê rêyekê bibînin ya jî rêyekê vekin. Rêyekê sêyem tuneye.

XXX
Saeta şevê ya herî tarî nêzî berbanga sibehê ye.
Berbang hindik maye.

XXX
-Heger tu nizanibî tu diherî ku, riya tu hildibijêrî pir ne girîng e.
Loma jî keştî bê pûsûla dernakevin rêwîtiyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE