10 mars 2013

Erdogan ji kurdan ra got: Nankoriyê nekin !


Serokwezîr Erdogan, li Silopiyê di axaftina xwe ya di merasima vekirina SentralaTermîk da bi gel da xeyidî û got, nakoriyê neke, devê xwe bigre.
Li hemberî protestoyên gel, Erdogan bi bozbilindiyeke mezin li gel rabû got:
”Nankoriyê neke, rûne, rûne, nankoriyê neke, rûne. Hûn nan nabînin bixwin, lê gava nan tê ber we hûn nigê xwe lê dixin…
Tam mistewa xwe nîşan daye û wek pêxwasekî kolanên Amedê peyivîye. Mêrik him welatê kurdan îşxal kiriye, him kurdan dişêlîne, bêkar û birçî dihêle û dema kurd vê rewşê protesto dikin jî dibêje devê xwe bigrin…
Lê êdî kes nikane devê kurdan bigre, kurd ewê li dijî neyarên xwe dengê xwe bilind bikin heta ku azad dibin…

XXX
"Hûn dikanin hinekî li jinên xwe xin" !
Li gorî ku malpera Avestakurdê dinivîse, serokê AKP- ê yê Bajarê Kirikkaleyê Mehmet Demîr, bi minasebeta 8-ê Adarê Roja Jinan de peyamek weşandiye. Demîr, di peyama xwe de gotiye:
"Hûn dikarin piçekî li jina xwe win û wê bitirsînin. Heger jin bêyî destûra we kesên ku hûn bi wan ne qaîl in bigrr nava malbata we, hûn dikarin piçekî li wan xwin û wan bitirsînin.”
Yanî Mehmet Demirê AKP-yî gotiye, dema jin bêemriya peyê(mêrê)xwe bike, mafê mêr heye lêxe û wê hinekî bitirsîne.
Ez bawer dikim Erdogan jî di nav da, piraniyeke mezin ya AKP-yiyan wek Demir difikirin, lê her kes wek wî vê fikra xwe eşkere nabêje.
Ev beyana Demir, helbet netîce û tezahura îdeolojî û felsefeyekê ye Loma jî ev dîtin ne tiştekî nuh û xerîb e, lê tiştê xerîb û ecêb, li Tirkiyê hîn jî piraniya jinan dengên xwe didin kesên xwediyê vê dîtinê. Yanî piraniya jinan qebûl dikin ku mafê mêran heye ku li jinê xe.
A esas tiştê min matmayî dihêle û diêşîne ev e;şêla jinê ya li hemberî vê îdeolojiyê û vê dîtinê ye…

XXX

Serokê Konseya Artêşa Azad ya Sûriyê General Mislim Îdrîs, li Parlamentoya Ewrûpayê li ser rewşa Sûriyê axaftinek kiriye. General Îdrîs, di axaftina xwe PYD, YPG bi zimanekî giran rexne kiriye, gotiye sîlehên di destê hêzên PYD, YPG-ê de, yên rêjîma Sûriyê ne. Li gorî îdîeya Îdrîs, ”rêjîma Sûriyê sîlehan dide PKK-ê û wê li dijî Tirkiyê bi kar tîne.”
Û li ser mafê kurdan jî gotiye, ”li Sûriyê kurd hene û ew birayên me ne. Li Sûriyê her kes xwediyê heman mafan e, her hemwelatiyekî Sûriyê xwediyê çi mafî be, kurdek jî xwediyê heman mafî ye…”
Mêrik eynî wek Erdogan û generalekî artêşa tirk peyivîye. Tirk ji bo kurdan çi dibêjin wî jî heman tişt dubare kiriye. Miheqeq dersa xwe ji tirkan girtiye.
Erdogan jî eynî wiha dibêje, ”li Tirkiyê tirkek xwediyê çi mafî be kurdek jî xwediyê heman mafî ye…”
Wisa xuyaye ku muxalefeta rejîma Sûriyê ewê li hemberî kurdan siyaseta Tirkiyê bimeşîne; kurd birayê me ne, lê dibê bindest bimînin, ew jî wek me nebin xwedî desthilat.XX

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE