17 mars 2013

Ez "barişê" naxwazim !
Wek her sinetî, her qadê, siyaset jî xwedî termînolojiyekê ye. Merivên siyasetmedar ne bi termînolojiya endam û berpirsiyarên komeleya tibê ya jî ya ”aştîxwazan”, bi termînolojiya siyasî dipeyivin.Yanî meriv siyasetê bi gotinên siyasî dike.
Termînolojiya siyasî bi riya siyasetmedaran dikeve devê endam, dost û alîgirên partiyan jî. Ew jî gava dipeyivin bi termînolojiyeke siyasî dîtinên xwe tînin zimên û mafên xwe dixwazin.
Lê kurdên me siyasetê bi ne termînolojia siyasî, bi termînolojiya mirovên aştîxwaz dikin. Kîjan kurd devê xwe vedike, him jî bi tirkî dibêje, ”em barişê”yanî ”aştiyê” dixwazin.
Her cara ku ez ji devê kurdan gotina ”barişê” dibihîzim ez pê pir hêrs û xemgîn dibim. Ne ku ez li dijî aştiyê me. Na, ji ber ku gotin ne di cî da tê birkaranîn loma min hêrs dike. Dema di cî da were bikaranîn tu îtîrazeke min tuneye.
Ji dêlî ku em ji medyayê, ji dewlet û hukûmetê ra bibêjin, ”em mafê xwe, heqê xwe yê netewî dixwazin, dibêjin ”em barişê” dixwazin…
Deynê meriv li yekî be, yekî heqê meriv xwaribe, meriv deynê xwe, heqê xwe jê dixwaze, ne ”barişê”!
Dewleta tirk bi darê zorê welatê me dagîr kiriye, zulmê li me dike, hebûna me qebûl nake, zimanê me qedexe kiriye. A ji dêlî ku em îşaretî vê zulmê bikin, gav û saetê ji xwediyên vê zulmê, vê neheqiyê doza ”barişê” dikin.
Ev termînolojiyeke şaş e, dibê meriv tiştan bi navê wan yê rast binav bike, siyasetê bi gotinên siyasî bike.
Loma jî dibê siyasetmedar û ronakbîrên kurd termînolojiyeke rast bikar bînin û ji milet ra bibin nimûne.
Dibê her kurd ji dêlî daxwaza ”barişê”, bibêje, ez ji dewletê mafê xwe, azadiya xwe dixwazim, dixwazim em jî wek her miletî li welatê xwe, xwe îdare bikin.

XXX
Îro li Wêranşarê Newroz ji alî BDP-ê ve bi coş û bi girsyeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newroza îsal da tiştê gelkî kêfa min anî, hebûna du hunermendên ereb in.
BDP-ê, bi vexwendina hunermendekî erebê Sûriyê û Mustafa Taşçi tiştekî pir baş û karekî pir rast kiriye. Ji bo vê biryara BDP-ê ya di cî da ez berpirsiyarên BDP-ya Wêranşarê ji dil û can pîroz dikim.
Ereb jî wek kurdan hemwelatiyên Kurdistanê ne, loma dibê ew jî beşdarî vê roja kurdan ya netewî bibin û bi birayên xwe yên kurd ra pîroz bikin. Tiştê herî normal ew e ku meriv diçe şîna cîranê xwe, pê ra xemgîn dibe û di şahiya wî da jî pê ra kêfxweş dibe.
Dibê ji nuha û pêve kurd hemwelatiyên xwe yên din îhmal nekin û wan jî tim vexwînin şîn û şahiyên xwe. Azadiya kurdan û Kurdistanê ya hemû hindikayiyên din e jî.
Mustafa Taşçi, erebekî wêranşarî ye, berê bi tirkî distira, lê nuha di kanala Rihayê da dest bi programên erebî kiriye.
Wek mirovekî wêranşarî ez Newroza hemû hemşeriyên xwe pîroz dikim! 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE