19 mars 2013

Ji min keto, bi min keto



Kurd ji ewladên bêxêr ra dibêjin, ji min keto, bi min keto.
Nîjadperest û faşîstên tirkan ne bes in, Kiliçdarogluyê me yê heramzade yê dêrsimî jî ji faşsîtan bêtir xwe li kurdan radikşne, ji Erdogan û hukûmetê ra dibêje, ewê nehêlin Tirkiye perçe bibe, ewê hesab ji hukûmetê bipirsin.
Kiliçdaroglu carê kumê bêxîretiyê û tirkperestiyê daye serê xwe, loma jî vegera wî ne mimkûn e, heta ew sax be ewê neyartiyê kurdan bike.
Loma jî tu tiştekî meriv ji Kiliçdaroglu hêvî bike tuneye. Lê çend parlamenterên kurd yên di nava CHP-ê da ne meriv hêvî dike ku ew vê siyaseta Kiliçdaroglu qebûl nekin û ji CHP-ê îstîfa bikin.
Bi dîtina min di nava CHP-ê da mayin êdî şaşiyeke mezin e, dibê meriv nebe şirîkê vê siyaseta Kiliçdaroglu ya nîjadperest û antîkurd.

XXX
Dawiya dawî Hasan Cemal jî di agirê kurdan da şewitî; serokwezîr Erdogan, piştî Ahmet Altan, ew jî ji karê wî da avêtin.
Mesela kurd agir e, kî ne li gorî dilê hukûmetê nêz bibe mailik lê divirite, ji karê xwe dibe.
Heta ku kurd azad nebin rojnamevan jî ewê nikabin karê xwe bi rehtî bikin.

XXX
Dek û dolab û hîleyên hukûmeta AKP-ê çiqasî mezin bin jî pere nake, kurd ewê zincîrên vê bindestiyê biqetînin û bigihîjin azadiya xwe…
Tu kes, tu zor, tu hîle ewê nikanibe rê li ber vê meşa kurdan ya berbî azadiyê bigre.
Kurdan carê biryara xwe daye, bindestiyê hew qebûl dikin, dixwazin li welatê xwe azad û serbixwe bijîn. Bêyî vê, hemû alternatîfên din, serîlêgerandin û dirêjkirina demê ye.

XXX
Merivê rastgo dostê wî jî, dijminê wî jî pir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE