07 mars 2013

Leşkeriya ji dewleta tirk ra zulmeke mezin e



Heger PKK tirkekî bi darê zorê derxe serê çiyê û bixwaze bike gerîla, çi kurd, çi tirk, her kesê qiyametê rake, ewê bibêjin hûn çawa însanekî bi darê zorê dikin gerîla.
Lê dewleta tirk, dixwaze Alî Fîkrî Işikê 60 salî bi darê zorê bibe leşkeriyê.
Işik îtîraz dike, dibêje ez ne tirk im, ez kurd im û naxwazim ji dewleta tirk ra leşkeriyê bikim.
Lê dewlet qebûl nake, Işik davêjin zindanê, jê ra dibêjin tu mecbûr î ji me ra leşkeriyê bikî!
Çima vê zulmê li Alî Fikrî Işik û bi milyonan xortê kurd dikin?
Ji ber ku kanin bi me, zora wan li me tê.
Ma zulmeke ji viya mezintir heye?
Çi tirk û çi kurd, kesê bi îradeya xwe ya azad û bi dilê xwe here leşkeriyê serbest e, meriv nikane jê ra tişekî bibêje. Ji ber ku zor û îcbar tê tuneye.
Lê belê dema însan nexwaze, li dijî leşkeriyê be û li gel vê jî bi darê zorê pê leşkriyê bidin kirin, zorbatî ye, zulmeke mezin e û li dijî prensîbên demokrasiyê ye jî.
Dibê dewleta tirk bi darê zorê kurdan nebe leşkeriyê, dibê kurd bi rengekî azad biryara xwe bidin.
Dibê rêxistinên kurdan, siyasetmedar û ronakbîrên kurdan êdî vê rastiyê ji dewleta tirk ra bibêjin; em kurd naxwazin bi darê zorê ji dewletê ra leşkeriyê bikin.

XXX
Rapora li ser Qetlîama Roboskîyê“ hat şekerekirin. Di raporê da bi kurdî tê gotin ku ”Qest tuneye. Di nabêna îdareya siwî û berpirsiyarên leşkerî da bêkordînetî heye…”
Yanî bi destê komîsyona meclîsê serokwezîr Erdogan û bepirsiyarên leşkerî ji sûc û berpirsiyariyê tên azadekirin.
Ji roja pêşî da min got, dewleta tirk ji ber kuştina 34 kurdan merivên xwe ceza nake. Tiştekî wiha li dijî felsefe û îdeolojiya hukûmeta AKP-ê û dewletê ye.

XXX
Ji bo ku kurd li hemberî dewleta tirk bi ser kevin yek, divê daxwazên wan pir konkret bin. Dudu, divê hevkarî û yekîtiyeke wan hebe. Heger di van her du nuxteyan da kurd(PKK, BDP û hêzên din) îstîkratrê nîşan bidin pir hindik ewê biserkevin.
Di vê merheleyê da divê kurdên din û hêzên jî (kurdên başûr jî di nav da )tevî pêvajoyê bibin. Ji ber ku mesela kurd, her çuqasî yê herî xurt ew in jî, lê ne mesela PKK-ê û BDP-ê tenê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE