03 mars 2013

Programên topkirina îstîxbaratê



Kanalên Dunya TV-ê û TRT6-ê, bi rengekî bênabên ronakbîr, hunermend, nivîskar û siyasetmedarên kurd dikin mîvanên xwe, ji devê wan yeko yeko jiyan, serpêhatî, xebat û fikrên wan yên siyasî, fikir û ramanên wan yên derbarê PKK-ê û siyaseta hukûmeta AKP-ê da fêr dibin û qeyd dikin. Yanî agahdariyên dewletê nizanîbû, agahdarî û zanînên di dosyeyên wan da tunene di arşîva xwe da top dikin.
Diyar e ku dewlet dixwaze hin kurdan ji devê wan baştir nas bike û van agahdariyan li arşîva xwe zêde bike…
Gava karkerekî dewletê ji kurdên me ra bi nîvhenekî dibêje merheba, kurdên me ji kêf û zewê difirin û bi çargaviyê dibezin ba wan.
Kes nafikire, nabêje çima di kanaleke tirk da programeke wiha tuneye?
Çima hûn ji dêlî van programên îstîxbaratî, programên li ser dîrok û serîhildanên kurdan çênakin?
Çima hûn naxwazin kurd ji zarokên xwe ra qala dîroka xwe bikin?
Na, qala tiştên wiha nakin, herewere, ”mamoste tu kî yî û li ser pêvajoyê çi difikîrî?”
Ji ber ku îro ji dewletê ra ev lazim e…

XXX
-Ji dijminê ji te ra xeberan dide netirse, ji dijminê pesnê te dide bitirse.
-Yê dijminê wî tunebe, dostê wî jî tuneye.

XXX
Dostê kevn dikane bibe dijmin, lê belê dijminê kevn zû bi zû nabe dost. Loma jî kurdan gotiye, ”Rih dibe bihost, dijmin nabe dost”.

XXX
Camêrekî gotibû, ”Berdin ez derkevim rîngê, qenekê ezê bizanibim kî li min dixe.”
Di van rojan da gelek kes li kurdan dixin, dixwazin lêxin. Lê hemû eşkere lê naxin, hinek bi dizî û hinek jî bi navê kurdayetiyê lêdixin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE