14 april 2013

Dema tirs ketê newêrîbûn bibêjim em musilman in

Mêrik kêr di dest da ket hundurê mizgeftê û bi dengekî bilind got:
-Ey cimat, ma di nava we da kesê misilman heye?
Kesî ji tirsan dengê xwe nekir. Dawiya dawî kalekî ji ciyê xwe hêzî ser xwe kir û got:
"Law ez misilman im…”

Xwediyê kêrê ji kalo ra got, wê demê deqîqeyekê were derve. Û ket milê kalo û ew derxist derve.
Bi hev ra ji mizgeftê derketin, ji hewşa mizgeftê hinekî wê da çûn ber deriyekî, mîhek li ber derî girêdayî bû. Xwediyê kêrê, kêra xwe dirêjî kalo kir û got:
-Kalo, xêra xwe tu dikanî vê qurbanê ji min ra şerjê bikî? Ez nizanim. Bira li gorî qaîdeyên îslamê be.
Kalo got baş e û dest bi şerjêkirina mîhê kir. Lê ji ber ku pir kal bû, zû westiya, ji xort ra got:
-Xorto, weleh ez westiyam, here mizgeftê yekî din bîne, bira ew temam bike.
Mêrik bi kêra bi xwîn dîsa çû ket hundur mizgeftê û dîsa bi qîrîn got:
-Ma di nava we da mislimanekî din jî heye?
Dema çavê cimatê li kêra bi xwîn ket, cimat ji tirsan qutufî, kesî newêrîbû dengê xwe bikira, her kesî berê xwe bi îmam da kir, li wî nêrî...
Îmam bi hêrs got:
-Hûn çi li min dinêrin, ma ji ber ku min du rekaet nimêj bi we da kirin, qey ez bûm misilman!

XXX
Ez zêde bi tirkî nizanim
Ji ber ku lawê xalê Emîn xortekî kurdperwer bû û karê siyasî dikir, çawîşê qereqola gund ji xalê Emîn qet hez nedikir, tim bela xwe tê dida. Rojekê gava xalê Emîn ji ber qereqolê dibuhrî, li ber hewşa qereqolê kerekî dest bi zirînê kir.
Çawîşê qereqolê jî li ber deryê qereqolê bû, bi tinaz bang xalê Emîn kir û jê ra got:
Emîn Axa, Emîn axa!
Xalê Emîn berê xwe pê da kir û got, ”ne var qumtan beg/çi ye qumtan beg”?
Çawîş got:
-Emîn axa, bu eşek ne diyor/Emîn axa, ma ev kera çi dibêje?
Xalê Emîn got:
-Weleh ben anlamadi qumtan beg, çimkî ben tirkî fazla bilmî/Weleh min fêm nekir qumtan beg, ji ber ku ez zêde bi tirkî nizanim...

XXX
Hakim bi hêrs ji diz pirsî, got:
-Kuro ma tu şerm nakî, tu her roj li vir î…
Diz serê xwe rakir û bi mêranî ji hakim re got:
-Bextê xwe navêje, rastîyê bibêje, rastiyê. Ma yê her roj li vir e ez im ya tu yî ?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE