20 april 2013

Kurdê li malê kurd û li kuçê tirk


Endemê Heyeta Rîspiyên herêma Derya Spî Muhsîn Kizilkaya gotiye, ”Ez li malê kurd im, li kuçeyê tirk im.”

Ev bersîva Kizilkaya, qerekterê kurdê şelaf, kurdê ku ji şexsiyet û hêjayiyên xwe yên netewî dûr ketiye, ji bo menfeetê bûye tirk û merivê sîstemê nîşan dide.

Meriv ya kurd e ya ja jî tirk e, meriv nikane ”li mal bi kurd be û li kuçê jî bi tirk be.”


Lê kesên şelaf dikanin, ew li gorî rewşê dikevin her boyaxê û her qalibî. Kesên şelaf dişibin bukalemûnan, li gorî hawirdorê û şertan reng diguherin.

Li malê kurdbûn pir ne muhîm e, demagojî ye, ya muhîm li kurdbûna li kuçê ye, kurdbûna di resmîyetê da ye. Kesê li der, li kuçê bibêje ”ez tirk im”, êdî ew tirk e, ”kurdbûna li malê” ji bo xapandinê ye, gotineke vala ye…

Lê ev bersîva Kizilkaya wê yekê jî nîşan dide ku mirovê kurd ketiye çi halî û çiqasî bêşexsiyet bûye!
Qerekterên wiha ji civatên têkçûyî, civatên rizyayî derdikevin. Di civatên wiha da bêşexsiyetî dibe wek qerekterekî netewî. 

Ji nava 50 milyon tirk ne mimkûn e tirkek derkeve bibêje, ”ez li mal tirk im, li kuçê kurd im.”
Ne tirk tenê, bêyî kurdên Tirkiyê, ferdê tu miletekî din, tu carî xwe hewqasî kêm û biçûk naxîne.

Li Tirkiyê li aliyekî hukûmeta AKPê û li aliyê din jî siyasetmedar û siyasetê civata kurd, mirovên kurd pir bêşexsiyet kirine. Her tişt bûye pere û menfeet. Êdî kes pênc pereyê xwe jî di xurûra netewï nade. 

Kizilkaya ne kurdekî reben û nezan e, xwedêgiravî zana, xwenda û bîrewerekî kurd e. Kesên wek wî, dibê ji bo azadî û serxwebûnê bibe rêberê gelê xwe.

Dema ew bibêje, ”ez li kuçê tirk im”, kurdê feqîr û nezan tew ewê bibêje ez tirk lawê tirk im.
Û ji xwe wisa jî bûye. 

Wê rojê li gorî îdeeya anketekê, digot nîvê BDPyiyan hazir in bibêjin em tirk in. Ji sedî 95,5ê kurdan gotine ew naxwazin ji Tirkiyê veqetin û bibin xwedî dewlweteke serbixwe. 

Tenê ji sedî 4, 5-ê kurdan gotine ew terefdarê Kurdistaneke serbixwe ne.

Min got belkî tirk derewan dikin, lê heger yekî wek Muhsîn Kizilkaya li derve, li kuçê bibêje “ez tirk im”, ev îdîa rast e, mesele qediyaye, dewletê û siyasetvanên kurd malik li kurdan viritandine, piraniya kurdan kirine tirk. 

Berpirsiyarê herî mezin yê vê malkambaxiyê û têkçûna îdeolojîk helbet Abdulah Ocalan e...

Siyaset û partiyên xwedêgiravî ewê Kurdistan rizgar bikirana, ewê evîna Kurdistanê di dilê kurdan da gurr û geş bikirana, evîna heyî jî kuştin, êdî tenê ji sedï 4,5ê kurdan Kurdistaneke serbixwe dixwaze. 

Êdî edîb û “ronakbîrê” kurd jî li der, li kuçê nabêje ez kurd im, kurdayetiya xwe înkar dike, dibêje “ez tirk im…”

1 kommentar:

  1. Xalo,
    Wek ereb dibejin maelesef u kurd dibejin mixabin.

    Dev ji cekan berdan re ere, le ez dibejim ji besexsititiye re NA..

    SvaraRadera

PARVE BIKE