28 april 2013

Tirk ji siya hin kurdan jî aciz in


Nuha min pêşgotina kitêba ”Jiyan û Helwest” cilda duyem ya Fuad Onen xwend. Cilda yekem min berê xwendibû û ez bi bêsebrî li bende cilda duyem bûm.
Ji ber ku di cilda duyem da ewê mijar û bûyerên dema min û belkî jî hinên ku ez bûme şahid hebûna.
Pêşgotin û naveroka cilda duyem, li gorî pêşgotin û naveroka cilda yekem bêtir heyacan da min. Ji ber ku dîtin û rexne êdî ne li ser dîrokek borî û li ser kes û qeheremanên çûne rahmetê, li ser dîroka me ya nêz, li ser kes û siyasetmedarên ”ketî” û yên ”li ser nigan mayî” ye. Ev yek jî bêguman kitêbê bêtir balkêş dike.
Min cilda yekê ”Ray Raman û Bîranîn”, hinekî dereng bidest xist û dereng xwend. Ji ber tunebûna wextê ez pir dereng dixwînim.
Nêta min ew bû ku ez çend gotinan li ser bibêjim. Lê hinek ji ber tembeliyê û hinek jî ji ber tunebûna wextê, min tiştek nenivîsand. Û dû ra jî min ji xwe ra got, de tişt nabe, ”meriv diz be çevreş pir in”, piştî cilda duduyan heger gotineke min hebe ezê bibêjim.
Îcar vaye cilda duyem derketiye, min li hevalekî temî kir, heger bîne, ezê bixwînim û heger ji min were û gotineke min hebe ezê fikrên xwe bibêjim.
Hin însan hene dewleta tirk, rast, çep û dîndarên tirk ji siya wanî jî nefret dikin, di nava tu beşê civata tirk da ”dilxwaz” û ”sempatîzanên” wan tunene. Bi dîtina min dema di nava dijmin da ”dilxwaz” û ”sempatîzanên” meriv tunebe, meriv li ser riyeke rast e.
Fûad Onen yek ji wan kesan e, civata tirk cî nade fikir û dîtinên wî. Bi îhtîmaleke mezin ku dîtinên wî ji bo xwe pir tahlûke dibînin. Loma jî qet pê naşêwirin.
Meriv bi fikrên wî ra be ya ne pê ra be, ew tiştekî din e, lê ew însan û kurdekî pir saxlem e, di kurdayetî û fikrên xwe da dobre û bêtawîz e.
Lê xwezî kadirekî wiha di siyasetê da hinekî din organîzator û hostetir bûya. Hewcedariya kurdan îro di siyasetê da ji her demê bêtir bi kesên wiha heye…


XXX
Li ser şiroveyên kukûmet bi PKK-ê ra ”bazariyê” dike ya nake, wezîrê Transport û Deryayê Bînalî Yildirim gotiye:
”Erê me bazarî kir. Me bazariya yek dewlet, yek milet, yek welat, yek alê kir. Bêyî viya tu bazariyeke din tuneye…”
Yanî me tirkbûn bi wan da qebûlkirin. Ji ber ku mêrikan tu tiştek nedaye kurdan.
Bînalî Yildirim, daxwazên kurdan yên netewî û mesela Kurdistanê jî wek belayekê dibîne û loma jî di axaftina xwe da gotiye, ”înşelah emê ji vê belayê xelas bibin…”
Û di serda jî ji kurdan ra dibêjin dengê xwe nekin…


XXX
Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, di merasima pêşwazîkirina Îsmaîl Beşekçî xoce da gotiye:
”Rast e dikanin kurdan bikujin û zilmê lê bikin, lê nikanin îradeya kurdan bikujin.”
Ê ji xwe ya ku heta nuha kurd li ser nigan hîştiye jî ev îradeya ji polayê ye. Kurdan di dîroka xwe ya dûr û nêz da nîşanî hemû dost û dijminên xwe dan ku ev îradeya ji polayê jî serttir tu carî natewe, naşikê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE