29 maj 2013

PKK-ê li başûr jî tiştê nemimkûn bû mimkûn kir



Ev çend roj in çekdarên Artêşa Azad ya Sûriyê li herêma Efrînê û hin derên din êrîşê dibin ser gund û bajarên kurdan, însanan direvînin û dikujin. Li gorî hin nûçeyan li ser riya Heleb û Efrînê bi sedan kurd revandine.
Li der û dora Efrînê, Serê Kaniyê di nabêna Artêşta Azad û hêzên YPG-ê da şerekî dijwar heye.
Bi van êrîşan dixwazin kurdan di warê lêşkerî da ji hêz da bixînin û dû ra jî li derveyî prosesa siyasî bihêlin. Çimkî îro li Sûriyê di warê leşkerîda meriv ne xurt û bi hêz be kes guh nade meriv.
Di van êrîşan da bi îhtîmaleke mezin tiliya Tirkiyê jî heye. Tirkiyê dev ji xistina Esed berda, dîsa bela xwe di kurdan dide, dixwaze kurdan ji qada siyasî tasfiye bike.
Li hemberî van êrîşan Artêşa Azad, kurd mecbûr in xwe biparêzin û liberxwe bidin…
Heta salek berê jî kesî nikanîbû xeyal jî bikira ku kurdên rojava jî rojekê ewê dest bavêjin çekan û bi çekan welatê xwe biparêzin.
Di programên hemû partiyên kurdên Tirkiyê, Îraqê û îranê da şerê çekdarî hebû, lê tu partiyeke Kurdistana rojava şerê çekdarî nediparast û mimkûn nedidît.
Di minaqeşe û sohbetan da hustuyên xwe xwar dikirin û digotin, ”welatê me dûz e, ji alî coxrafîk ve ji şerê çekdarî ra ne musaîd e, loma jî em şerê çekdarî naparêzin.
Lê nuha, wa ye em dibînin ku PKK-ê li Kurdistana Rojava jî ev bawerî pûç kir û îspat kir ku kurd li Rojava jî dikanin dest bavêjin çekan û welatê xwe biparêzin.
Li vir mesele ji şertên coxrafîk bêtir, cesareta leşkerî û siyasî ye, tişt û gavên ku hêzên din cesaret nakin bikin û bavêjin, PKK cesaret dike û wan gavan davêje.
Li Kurdistana Rojava êdî ne PYD tenê, wa ye partiyên din jî êdî dixwazin hêzên xwe yên çekdar ava bikin û hinekan di vî warî da hin gav avêtine.
Dêmeg li cîhanê tu tiştekî ne mimkûn tuneye, şert û merc çê bibin û însan jî biwêre û bixwaze her tişt mimkûn e.
Li her çar beşên Kurdistanê jî ji bo ku kurd bigihîjin azadiya xwe dibê organîze û di her warî da xurt bin.

XXX
Helandina miletekî û kultura wî, bi helandina(asîmîlasyona) zimanê wî ve mimkûn e. Heta miletek zimanê xwe wenda neke, ew milet wenda nabe.
Tiştên miletan li ser nigan digrin û ji wendabûnê xelas dikin ziman û hin caran jî dîn e…

XXX
Jiyan tije surprîz in, carnan ji nişkave weke mar bi meriv vedide û meriv şerpeze dike.

XXX
Miletê dîroka xwe bizanibe dost û dijminên xwe baştir ji hev digerîne.


XXX
-Hin însan bi wextê ra kamil dibin û hin jî her ku diçe bêrû dibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE