22 maj 2013

Tirk çi dixwazin kurd jî wiya dixwazin



Parlamnenterê BDP-ê yê Mêrdînê Ahmet Turk, li Emrîkayê gotiye, ”em nabêjin bira di qannûna esasî da tirk, kurd, laz, çerkez were nivîsîn. Dibêjin ku efendim ewê tirkîtî here, hûn dixwazin di hemû rûpelên qanûna esasî da tirkîtiyê binivîsin, tu îtîrazeke me tuneye. Lê belê em dibêjin ku dibê kulturên cihê, nasnameyên cihê jî neyê înkarkirin, were qebûlkirin. Ya na, tu gelşeke me bi tirkîtiyê, bi miletê tirk ra tuneye. Di netîceyê da ji xwe ev qanûna esasî ya Komara Tirkiyê ye. Heger hûn hewce dibînin, mafên gelê tirk jî, huqûqê wî jî têxin wira, lê belê cudahiyan jî înkar nekin.”
Axaftinên wiha rebenokî min gelkî aciz dike, tu dibêjî belkî ji tirkan sedeqeyekê dixwaze.
Tu nabêjî ”bira di qanûna esasî da kurd were nivîsîn”, lê kurd dibêjin û vê daxwazê dikin jî. Baş e, heger hebûna kurdan di qanûna esasî da ewê neyê misogerkirin, wê demê em ji dewletê çareseriyeke çawa dixwazin?
Mafên ku di qanûnan da nehatibin qebûlkrin tu garantiya wan tuneye, sibe dikanin ji ortê rakin.
Yanî kurd dibêjin, dibê hebûna me di qanûna esasî da were qebûlkirin. Heger ewê ”maf û huqûqa miletê tirk” têkeve qanûna esasî, dibê yê miletê kurd jî têkevê û wek berpirsiyar û siyasetmedarekî dibê tu ji bo gelê xwe jî van mafan bixwazî.
Û ”ev qanûna esasî” ne ya Komara Tirkiyê û tirkan tenê ye, heger emê bi hev ra bijîn(ku tu wiya dibêjî)dibê ya me be jî. Loma jî nabe ew çi bixwazin wiya têxinê, lê em kurd jî viya qebûl bikin.
Heger kurd û tirk ewê bi hev ra bijîn, dibê qanûna esasî jî û qanûnên din jî li gorî hebûna van herdu miletan û hindikayiyên din bin.
Wek siysetmedarekî kurd, nabe tu bibêjî ”hema cudahiyan înkar nekin”, wekî din û hûn çi dinivîsin binivîsin.
Wisa nabe, di demeke wiha dîrokî da, ji ber ku qanûna esaî ya welatekî dike were çêkirin, dibê siyasetmedarên miletê kurd di daxwazên xwe da gelkî zelal bin.
Em ne mecbûr in ku şik û tirsên tirkan ji ortê rakin û sened û sepetan bidin wan. Em mafên xwe yên hatine xespkirin dixwazin, em dibêjin tirk xwediyê çi mafî bin dibê kurd jî xwediyê eynî mafî bin; ne kêm ne jî zêde.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE