15 juni 2013

Ji Sabrî Çepik du helbestên pir xweş

Ez nuha li çend helbestên Sînan Sabrî Çepîk rast hatim; helbest bi tirkî ne, lê jê du heb(Apê Mûsa û Seyid Riza) bi kurdî ne. Diyar e kurdiya Sînan Sabrî bi xwe ye. Bi rasthatina van helbestan ez gelkî kêfxweş bûm. 
Sînan Sabrî Çepîk, helbestvanekî dawiya salên 1970-î ye, piştî ku di sala 1975-a da dema ji doza DDKO hat berdan kitêbeke wî ya helbestan derket. Diyar e ew hîn jî dinivîse. 
Di kurdiya helbestan da ji alî rastnivîsê pir şaşî hebûn, min ji alî rastnivîsê rast kir. Ez li jêr wan belav dikim. Hêvî dikim ku bi dilê we be jî.

APÊ MUSA

Şîrê min rijand
dara min şikand
têr nediyo
xêr nediyo\zalimo
Ber bi êvarê
tu ji ku ve tê
dest û niq cemidiye
dil û can diêşe
bîna rihanê ji ku tê
keko tu ji ve ku tê
dengê te wek qîrînê ye
ma tu Mûsa yî?
porspiyê min
pirşîrînê min
asayê/gopalê te kê dizî
Hîv tarî ye
şev qîr û qitran e
ji hêla Zivingê bayê xerbî tê
li çiyan agir pêket
porspiyê min
Bi xatirê te
mirin fedîkar derket
te go ez im Mûsa
li ser çiyayê Tûr im
bêwelat im
bêhal im
ez agir im
agir ez im
ezê Zerdeştê kal im

Sînan Sabrî Çepîk


SEYYİT RIZA

Şev tarî
berf û bahoz
şilî û baran
ser çiyayê Munzûr bû
Elîşêrê simêlreş rabû
Zerîfa min
rebenê
bermaliya min de rabe
kildên deyne
neynikê berde
halê me ne tu hal e

Dil îşev xemgîn e
Zerîfa min
erd û ezman diheze
dijmin wek gurê har
gulle dibarîne
girê Tûjik dişewite
birîna min kûr e
Zerîfa min
roj li paş çiyayê Munzûr e
dûr e

Wext bû
Elîşêrê simêlreş rabû
go zanayê min
ranayê min bangîn e
seydayê min
Rizayê min derva bangîn e
Enqereya xopan dîsa li me
feqek mezin danîye

Seyyid Riza me
Kurd û zaza me
ez baz im kurrê baz im
ne tol û taz im
birûsk ji ber min direve
çirûsk xwe wedişêre
çerxa felekê bişkê
geh li jor e
geh li jêr e

Şêr şêr e Elîşêrê min
çi jin e çi jî mêr e
berxê nêr bona kêr e
Memo şêr e
Şemo şêr e
lê çi bikim Rêber nêr e

Ez Seyyid Rizo me
geh hevalê ba me
geh wekî çiya me
Ez Seyyid Riza me
bona mehşerê za me

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE