02 juni 2013

Tirk xwe li hev radikişînin kurd şûrê xwe dikşînin



Li gorî çapemenî dinivîse, li Taksîmê grûbek nîjadperestên tirk êrîşî kurdan kir. Bi dîtina min pir baş kirine.
Hin alîgirên PKK-ê û BDP-ê jî bi rismên Ocalan û alên BDP-ê beşdarî şahiya li qada Taksîmê bûn. Lê dema grûbên tirk alên BDP-ê û rismên Ocalan dîtin êrîşî wan kir.
Lê ne xema kurda ye, weleh tirk bi daran jî bera wan bidin, serên wan jî bişkînin ew ji dû qûna çepên tirkên kemalîst naqetin.

XXX
Îkram Oguz di malpera navkurdê da li ser bûyera Parka Taksîmê nivîseke dîrokî nivîsîye, nivîseke ku dibê her kurd bixwîne û jê dersê û îbretê bigre û bibîne ku em çi miletekî korfahm in.

XXX
Li ba me kurdan şiûrê netewî hinekî kêm e, em menfeetên xwe yên netewî baş nabînin. Ev şiûr û zanîn jî bi daxwaz û propagandeyê nayê bidestxistin, bi serpêhatî, ketin û rabûnê û bi trajediyên mezin tê bidestxistin.
Ji bo ku em xwe nas bikin, wek milet dibê hîn gelek îş werin serê me.

XXX
Bûyera Taksîmê ji bo tasnîfkirina kurdan bû Kevirê Mîhengê; kurdên ji tesîra îdeolojiya çepîtiya kemalîst baş xelas nebûne û kurdên jê xelas bûne.
Kurdên ku dost û dijminên xwe hîn baş ji hev nagerînin û yên ku ji hev digerînin derxist ortê.
Kurdên ku ji xelkê ra masiyan û ji xwe ra jî kûsiyan digrin derxist ortê...
Kurdên ku gelşên Tirkiyê wek gelşên xwe û xwe jî wek perçeyekî civata tirkiyê dibînin û kurdên ku xwe wiha nabînin ji hev gerand.
Lê li gel vê jî baş bû ku ev bûyer qewimî, di warê îdeolojîk û siyasî da em bi kêmasiyeke xwe hesiyan.
Dibê nuha meriv bê qahr, bê xeyd û bi bînfirehî vê meselê di nava xwe da minaqeşe bike.
Gelo ji bo me kurdan şêla herî rast kîjan e, dibê meriv tevî çalakiyên li dijî hukûmetê bibe ya na?
Bi dîtina min alternatîva hukûmeta AKP-ê ne CHP, MHP, ergenekoncî, perînçekçî û nîjadperestên tirk in.
Dibê em kurd tu carî nebin sebebê xurtbûna vê cepheya sed qatî ji AKP-ê xerabtir.

XXX
Dîsa cî li min teng bû, yanî ez ketim stresê, neviyên me bi rê da ne, tên ba me. Û semînera li serziman jî li Kitêbxaneya Kurdî saet di dudiyan da ye, dibê ez herim.
Di nabêna heftê da kar û derdê swêdiyan û dawiya heftê jî her tim civînên kurdan kokimekî wek min ji pertav da dixîne.
Di xortaniya xwe da min hesin bi sarî ba dida, tiştên wih qet nem xema min bû, lê nuha, mala felekê bişewite, çûn û hatina civînekê jî min diwestîne.
Weleh tiştê min fêm kiriye, heta ku kurd azad nebin û Kurdistan çênebe ji min ra rehetî tuneye.
Ji xwe loma ye ez gav û saetê halanan di kurdan û siyasetmeraran hil didim, dibêjim baş bixebitin û Kurdistanê zû çêkin.
Di esasê xwe da ez vê yekê hinekî jî ji bo ku di taliya emrê xwe da rehet bikim wiha dikim.
Wext teng bû, dibê ez rabim, bimînin di xweşiyê da

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE