10 juni 2013

Zarok û zimanê dayikê

Ez nuha di quncikekî kompîtora xwe da rastî vê bersîva xweya li ser pirsa zimanê dayikê hatim.

Çend sal berê, dema zarok biçûk bûn pirsa ”ji bo çi tu zarokên xwe dişîne dersên kurdî ?” ji min hatibû kirin. Û min jî ev bersîva jêr dabû.

-Ji bo çi tu zarokên xwe dişîne dersên kurdî ?
"Wek dê û bav dema zarokekî meriv tê dinyayê meriv mecbûr e navekî lêke, dema mezin dibe jî divê bişîne dibistanê, ji bo ku fêrî xwendin û nivîsandinê bibe.Ev yek ne lutuf  e û ne jî fedekarîyeke, bi vacayî, mafekî însanî û vatiniyeke dê û bavîtiyê ya mecbûrî ye.

Yê me kurdan her çiqas li welatê me ev îmkanên me tunebin jî, lê li Swêd pir hindik ev îmkan û maf ji bo me jî heye. Lema divê em kurd jî vî mafê xwe bi kar bînin.

Bi baweriya min ew kurdên ku zarokên xwe ji vî mafê herî însanî, yanî ji fêrbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe bêpar dihêlin, zulmeke pir mezin û neînsanî li zarokan dikin.

Wek miletên dinyayê îro dewleteke me ya serbixwe û pasaporteke me ya netewî tune ye, nasname û pasaporta me zimanê me ye, dema em zarokên xwe ji vê nasnameya netewî bêpar bihêlin, ne tenê em zulmeke mezin li wan dikin, her wisa em di şexsîyet û ruhê wan da jî birîn û zeîfiyeke pir kûr dihêlin.

9/4-2001

XXX
Dibêjin çepên tirk li Meydana Taksîmê êrîşî grûba PKK, BDP-ê kirine gotine, ”Apo ji vir biteqize, PKK ji vir biteqize…” û nehîştine parlamenterê BDP-ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bipeyive…
Bi dîtina min di êrîşê da tu anormalî tuneye, heger êrîş nekin ne normal e.Kurdên diherin wir baş dizanin ku tirk wan li wir naxwazin û heger fersendê bibînin ewê ji pûlisên Erdogan bêtir wan bihingêvin…


XXX
Nifşê ku ji maziya xwe, ji dîroka xwe û bi taybetï jî ji nirx û hêjayiyên xwe yên milî û manewî qut bibe, bêpar bimîne nahkûmê wendabûnê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE