11 juni 2013

Zor gizêrê radike



Serokwezîr Erdogan gotiye, ”Ev Tayyip Erdogan naguhere”!
Tiştê ez dizanim tenê mirî naguherin, wekî din her tişt diguhere, ev, qanûneke xwezayê ye.
Lê belê cahil wisa bawer dikin ku ew naguherin, tim wek xwe dimînin.
Û îspata vê yekê jî Erdogan bi xwe ye. Wî heta nuha bi sedan teqle avêtiye û gelek tiştên li dijî hev gotine.
Evne cara pêşî ye, Erdogan, heta nuha gelek caran fortên wiha dane xwe, lê dû ra ”guherîye”, yanî gotina xwe paşda girtiye.
Erdogan ji murîdîtiya Erbekan bû raqibê wî û dû ra jî li ser kursiya wî rûnişt.
Got ewê tu carî bi ”terorîstan ra rûnene”, lê rûnişt û him jî ji bo rûniştinê li ber wan geriya, gelek rica kir.
Erdogan ji bo Mesûd û Nêçîrvan Barzanî û Talabanî gelek gotinên ne xweş kir û got, ”ewê tu carî bi seokeşîran ra rûne”, lê mecbûr bû di bin ala kurd da bi wan ra rûnişt.
Yanî dema ZOR hebe meriv diguhere, him jî rojê carê, dixwaze bira navê wî Tayyip Erdogan be…
Loma jî kurdan gotiye ZOR gizirê radike…

XXX
Li Wêranşarê 30 kesên ku beşdarî qursa kurdî ya TZP-ê bûne îro dîplomayên xwe girtin. Qurs bi alîkariya belediya Wêranşarê hatiye amadekirin.
Bi vê xeberê wek kesekî wêranşarî ez pir kêfxweş bûm. Li bajarekî wek Wêranşarê, dibê hemû keç û xortên me bi xwendin û nivîsandina kurdî bizanibin.
Ji bajarekî wek Wêranaşarê, dibê nuha bi dehan nivîskar, rojnamevan û şairên kurd hebûna, lê heta nuha hîn nivîskar û şairekî me yê bi kurdî dinivîse tuneye.
Ev yek ji bo Wêranşarê kêmasiyeke gelkî mezin e.
Ez hêvî dikim ku ev xebat berdewam be û di rojên pêşda fêkiyên xwe bide.
Û gelek spas ji bo kesên ev xebata hêja kirine….

XXX
”Em bêyî tirkîtiyê nikanin nasnameyeke din qebûl bikin. Heger yê kurd bibêje ez kurd im, yê rûm bibêje ez rûm im, , yê laz bibêje ez laz im, yê ermenî bibêje ez ermenî me, yê pomax bibêje ez pomax im, yê çeçen bibêje ez çeçen im, yê çerkez bibêje ez çerkez im, yê gurcî bibêje ez gurcî me, yê arnawit bibêje ez arnawitim û yê boşnax jî bibêje ez boşnax im. Baş e kî tirk e?
Wê demê tirk namîne.”
Suleyman Demîrel

Ji xwe mesele jî ev e. Kurd şerê vê dikin, dixwazin kurd bibêjin em kurd in û tirk jî bibêjin em tirk in. Lê heger tirk tunebin ev ne sûcê kurda ye, hejmara we çi be dibê hûn wê qebûl bikin, ne ku gelên din jî bi darê zorê bikin tirk…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE