04 juli 2013

Dawiya zilamtiya bi dijmin ra wiha ye


Serokwezîr Erdogan merivekî çort e, qebe ye, çarnan jî pir zirzop e, lê bi piranî dobre ye. Di axaftinên xwe da zêde dîplomasiyê nake, ya jî nizane bike, rasterast dide nav.
Axaftina Erdogan ya derbarê serokê CHP-ê Kiliçdarogluyê ku eslê xwe înkar dike û qatilên bav û kalên xwe diparêze jî yek ji van axaftina e û pir balkêş e.
Erdogan ji Kiliçdaroglu ra teqrîben wiha gotiye:
”Tu hevkarekî qatilên bav û kalên xwe yî, tu merivekî heramzadeyî, ji ber ku tu eslê xwe înkar dikî, tu kurdî lê tu xwe dikî tirk.”
Erdogan, di axaftina xwe da Kiliçdaroglu şibandiye reşikê ku xwe spî dibîne û gotiye:
”Rewşa CHP-ê ya îro ji ya salên dîktatoriya yek partîtiyê xerabtir e. Ji ber ku îro li ser serê CHP-ê yekî ku dixwaze ji reşikiyê terfî spîtiyê bike heye, dixwaze xwe têxe çavê celadê xwe. Li ser serokatiya CHP-ê îro merivekî hevkar(işbirlikçi) heye.”
Ji bo însanekî vana gotinên pir giran in, lê ez bawer nakim tu tesîrê li Kiliçdaroglu bike. Ji ber ku tamara wî ya heyayê carê qetiya ye, loma jî kî çi bibêje jî tesîrê lê nake. Wî ruhê xwe firotiye îdeolojiya kemalîst.
Rojekê hin tirk jî ewê ji bo Huseyîn Çelîk, Mehdî Eker û hemû kurdên ku heyran û hevalbendên Erdogan in eynî tiştî bibêjin. Ji bo vê texmînê ne hewce ye ku meriv munecîm be…


XXX
Dadgeha Eyaleta paytexte Danîmarka Kopenhagê, lîsansa weşanên ROJ TV, NûÇE TV û MMC TV-yê îro îptal kir
Dadgehê her wiha 5 milyon Kronê Danîmarkayê (2 milyon Euro) jî ceza li kargeha Mezopotamya Brodcastingê birrî.
Di dîrojka Danîmarkayê da ev cara pêşî ye ku dadgehek cezayekî hewqas mezin dide dezgeheke çapemeniyê.
Ji ber ku yên tên dadgehkirin kurd in loma jî her tişt mimkûn e, baş e ku 20 milyon Euro ceza lê nebirriye.
Danîmarka ji bo ku nabêna xwe bi Tirkiyê ra xweş bike û belkî jî hin peymanên aborî îmze bike bi vî hawî dixwaze ji ”gelşa kurdan” xelas bibe.
Ez vê biryara dadgeha Eyaleta Kopenhagê ji bo demokrasî û edelata Danîmarkayê wek rûreşiyekê dibînim û bi şîdet şermezar dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE