11 juli 2013

Dibê nifşên nuh ji dîrokê bêpar nemînin



Wê rojê ji bo kovara DÎWAR, Cemîl Oguz ji min nivîsek li ser dîroka Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê(KNKS)xwest. Min nivîs do derengê şevê temam kir û jê ra şand.
Bi vê minasebetê min jî ji nuh ve zanîn û hafizeya xwe teze kir, dîroka beşekî xebata kurdên Swêd ku ez jî pir hindik di nava vê xebatê da bûme, ji nuh ve anî ber çavê xwe.
Baş bû, dibê haya nifşên(cîlên,qirnên) nuh ji kar û xebata pêşiyên xwe yên li dervî welêt hebin.
Dibê meriv bêwefa nebe, qedir û qîmetê bide kar û xebatên pêşiyên xwe û wan tim binitirîne, bigihîne cîlên nuh. Ji bo ku di dîrokê da qutbûn çênebe, berdewamî hebe.
Karê boyaxê qediya, lê îcar jî xanimê karê paqijkirina malê derxistiye, em bi hev ra qulik û pacan saxî dikin û qirqafên zêde, yên ne lazim davêjin.
Jiyan wiha ye, rojek tê êdî hin qirûqaf bi kêrî tiştekî nayên, dibê meriv bavêje.
Yanî tu tişt ne ebedî ye, wext zora her tiştî dibe, kevn dike, dirizîne û dû ra dikuje.

XXX
Xwedêgiravî protestoyên li Taksîmê û Parka Geziyê ji bo evîna dar û nebatan bû, lê derket ortê ku ev çîrok bûye, armanc xistina hukûmetê ye.
Darbeya Misrê tahma devê kemalîst û ergenekonciyên Tirkiyê jî xweş kir, loma jî dixwazin evîna xwe ya ”dar û nebatan”(!) hinekî din jî bidomînin.
Lê wek tirk dibêjin, ”êdî rim di çewêl hilnayê”, her kes dizane ku mesele ne kulîlk û dar e, îktîdar e !

XXX
Li gorî malpera ANF-ê dinivîse di kongreya dawî da Mûrad Karayilan ji serokatiya KCK-ê hatiye xistin û Cemîl Bayik û Besê Hozat bûne hevseroêkên Konseya Rêveber ya KCK-ê. Ez li ber ketim û hinekî jî ketim fikaran. Ez hêvî dikim ku ev guhertin ji bo kurdan nexweşiyekê bi xwe ra neyne…



XXX
ro di dîroka kurdan ya nêzîk da rojeke pir reş e. 22 sal berê, di rojeke wek ya îro da li Diyarbekrê(10/7-91)di cenezayê qehremanê kurd yê bi nav û deng Wedat Aydin da, pûlis û tîmên dewletê êrîşî kîtleya cenaze kirin, li gorî beyanên resmî 8 û lê dû ra gorî îtîrafên mudûrî şefê îstîxbarata emniyeta Diyarbekrê Hanefî Avcî 23 kes qetil kirin.
Dibê em kurd vê rojê jî wek roja îdama Şêx Seîd û 28 şehîdên pê ra (29/6-25)tu carî ji bîr nekin, di hafizeya xwe da baş qeyd bikin.
Miletê dîroka xwe nizanibe wek însanê bêhafize ye, tu tişt nayê bîrê. Dibê em di dîroka xwe da rojên xweş jî û rojên reş jî bizanibin, ji bîr nekin. Ji bîr nekin, ji bo ku pêşeroja xwe baştir bibînin.
Ez lehengê miletê kurd Wedat Aydin û 23 kesên di cenazeyê wî da şehîd ketin bi hurmet bibîr tînim û qatilan rûreş dikim. Dibê hesab ji qatilan û ji berpirsiyar û serokên wan were pirsîn. Dibê em tu carî dev ji vê dozê berdin.

XXX
Diyaloga herî bêberhem ji monologê baştir e. Dema meriv bi hev ra nepeyive meriv nikane li hev bike. Ji bo lihevkirinê, tifaqê, hevkariyê danûstendin û axaftin lazim e.
Bi baweriya min dibê îro hemû hêzên kurd bi hev ra bipeyivin, civîn û konferansan çêkin û dîtinên xwe ji hev ra bibêjin.
Tifaq ancax bi vê riyê, bi riya diyalogê çê bibe. Û heta ku hêzên kurd hevkariya xwe çênekin ewê tim bibin nêçîrên dijmin. Ne yê xurt û ne jî yê zeîf dikane biserkeve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE