21 juli 2013

Em ji kalên xwe jî paşdetir in

Nazim Hîkmetê helbestvan di helbestek xwe da dibêje:

-Ez ji zarokê xwe yê hatiye dinyayê paşdetir û ji bavê xwe yê mirî pêşdetir im.

Bi van gotinan Nazim Hîkmet dixwaze bibêje, bi giştî cîlek(neslek) tim ji cîlê din pêşdetir e. 
Bi baweriya min jî îstîsna ne tê da, ev dîtin bi gelemperî rast e. Lê ne ji bo me kurdên bakur.



Ez dinya alemê nizanim, lê em kurdên bakur bira pêşdetiriya ji bavê li wir bimîne, em ji kalên xwe jî gelkî paşdetir in. Hema wek milet(yanî em kurdên Bakur) dema em li halê xwe binêrin emê bi hêsanî bibînin ku em him ji bavên xwe û him jî ji kalên xwe çuqsî paşdetir in..

Erê piraniya bav û kalên me gelekan nexwenda bûn, ne xwedî şehade û dîplomayên cûr be cûr bûn, belkî jî wek me zêde ne çep, ”şoreşger” û ”sosyalîst” bûn jî. Lê qenekê wek me dev ji zimanê xwe bernedidan û ne heyran û evîndarên zimanê tirkî bûn. Kurd bûn, bi kurdî dipeyivîn û zarokên xwe jî fêrî kurdî dikirin.

Lê em, ma em jî wiha ne?

Berê(heta salên 1970-î) çavkaniya jînê ya zimanê me dîndar, şêx û melayên me bûn. Zimanê kurdî bi riya wan kêm zêde dihat xwendin û belav dibû. Lê nuha wan jî dev ji kurdî berdaye, çend îstîsna ne tê de, hemû malper û waşanên wan jî êdî bi zimanê tirkî ye. Diyar e wan jî ”terakkî” kiriye (!)

Ya xerab, çepîtî û kurdperperiya me jî tu feydeyek zêde negîhand me. Ji dêlî ku zanîna siyasî û bi taybetî jî çepîtî nasname û hestên me yên netewî xurttir bike, qelstir kir.

Li gor salên 1960-1970î kurd bêtir polîtîze bûne, bêtir organîze ne, xwedêgiravî bêtir xwe û cîhanê nas dikin.Yanî di warê siyasî de bêtir ”şiyar” bûne.
Lê ”şiyarbûneke” bêberhem e, belovacî û xwaromaro ye.
Heger ne wiha bûya dibê nuha axaftin û nivîsandina bi zimanê kurdî di nava kurdan da bûba tiştekî herî tabiî, bûba zimanê danûstendin û nivîsandinê.

Pir mixabin netîceya heyî eksê vê ye. Her ku em ”polîtîze” bûne, bûne kurdperwer, çep, sosyalît û şoreşger, hewqasî jî em ji ziman û kultura xwe dûr ketine û nasnameya me ya netewî, ya kurdayetiyê zeîf bûye.
Yanî ji dêlî ku em bi pêş kevin, em bi paş de çûne. Heta ku em gundî, şivan, gavan û cotkarî bûn me zimanê xwe parastiye, lê roja em bûne bajarî, xwedî dîplome û ”bekçiyekî” dewleta tirk, me tavilê dev ji zimanê xwe berdaye. Ev yek paradokseke pir mezin e. Lê rastiya me ya tahl e.

Li gor teoriya Nazim Hîkmet, dibê em ji bav û kalên xwe pêşdetir bin, ji wan bêtir li nasname, kultur û zimanê xwe xwedî derkevin.
Lê çi heyf ku sifra hazir eksê vê ye. Her cîlê(neslê) nuh, li gor yê din hîn zûtir û rehettir dev ji zimanê xwe berdide û bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyive.
Û wek kurd di vê şêla xwe de jî tu anormaliyekê, tu çewtiyekê nabîne.

Ma ne dibê wek mirovên dîndar, sosyalîst, pêşverû, ronakbîr, şoreşger û nizanim çi û çi, ji her kesî bêtir em bi berpirsiyarî û mesûlîyetên xwe yên netewî rabin û bi zimanê xwe bipeyivin, xwe û zarokên xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin.
Yanî wek mirovên welatperwer, sosyalîst, pêşverû û çep, dibê berê em zimanê xwe fêr bibin, dû ra yê xelkê.
Lê çi heyf ku em wiha nakin, em bi zimanê xwe ra tim miamela zarokê dêmariyê dikin.

Di vî warî de ez dixwazim îcar jî nimûneyekê ji kurdên me yên Enedoliya Navîn, ji kurdên Konyayê bidim.

Ez bawer dikim cara pêşî min kurdên ji herêma Konyayê li Swêd dîtin.
Di sala 1980-î da dema ez hatim Swêd, min gelek kurdên Konyayê jî nas kirin û bi gelekên wan ra jî bûm dost û heval. Ez dikanim bibêjim ku hema ji destpêkê min ji wan gelkî hez kir.
Ji ber ku xusûsiyeteke wan gelkî kêfa min jê ra dihat: Bi hev ra bi kurdî dipeyivin.
Min wek şexs her tim qedir û qîmeteke mezin daye vê şêl û xusûsiyeta kurdên Konyayê.

Lê wer xuyaye ku ew jî hêdî hêdî dev ji vê xusûsiyeta xwe ya netewî, yanî dev ji zimanê xwe yê dayikê berdidin û dikevin prosesa asîmîlasyonê, yanî prosesa wendabûn û tirkbûnê.

Ev 400-500 sal in ku kurd li Enedoliya Navîn, li herêma Konyayê dijîn, lê ne heliyan û ne jî dev ji zimanê xwe berdan û ne jî bûn tirk. Bi zarokên xwe ra tim bi kurdî peyivîn û dev ji kultura xwe bernedan.
Lê zarokên wan(cîlên piştî 1970 yî) vê tradîsyona bav û kalên xwe xera dikin, yanî hêdî hêdî dev ji zimanê xwe yê dayikê berdidin.
Tiştê wê rojê min dît ez gelkî xemgîn kirim û bû sebeb ku ez vê nivîsê binivîsim.

Wê rojê şagirteka(telebe)dibistanê, keçeka 19 salî ji bo çend hefteyan hat li ba ciyê ku ez lê dixebitim dest bi kar kir. Dibistanê ji bo praktîkê ew şandibû.
Dema min fêm kir ku ew kurda Konyayê ye kêfa min hat û hema raste rast ez pê ra bi kurdî peyivîm.
Lê bersîva wê ya bi tirkî ez matmayî hîştim.
Ez bi tirkî nepeyivîm û min di kurdî da israr kir. Wê jî di tirkî da.
Dema dît ez bi tirkî bersîvê nadim, dest bi Swêdî kir. Got ez bi kurdî nizanim.

Li gel ku ew li Swêd hatibû dinyayê, lê dîsa jî bi tirkî wek bilbilan bû. Û bi kurdî jî qet nizanîbû.
Li gor gotina wê, ew bi dê, bav û peyê(mêrê) xwe ra jî bi tirkî dipeyivî.
Min hinek gazin ji vê yekê kir û got, ”çima ew li Swêd fêrî tirkî dibe?”

Bersîva wê pir balkêş bû. Ji min ra got:

-Ez li swêd dijîm loma jî dibê ez bi Swêdî bipeyivim. Û ez diçim Tirkiyê loma jî dibê ez bi tirkî bizanibim.

Di sohbetên me yên dû ra ez fêr bûm ku ne li vir tenê, dema diçe gund, li wir jî bi kalik û pîrikên xwe bi tirkî dipeyive.
Ev, destpêka asîmîlasyon û wendabûna kurdên Enedoliya Navîn e.
Helbet nimûne ne ev tenê ye. Di çend programên telewîzyonê da jî min dît ku li gundên herêma Konya û Kûlûyê zarok êdî bi kurdî nizanin, zimanê malê jî êdî bûye tirkî.

Çi heyf ku teoriya Nazim Hîkmet, ” Ez ji zarokê xwe yê hatiye dinyayê paşdetir û ji bavê xwe yê mirî pêşdetir im”, ne li ba me kurdên Bakur tenê, li ba kurdên Konyayê jî pûç derket.
Çimkî li gel hemû şiyarbûn, pêşketin, kurdperwerî û çepîtiya wan jî, ew ji bav û kalên xwe ne pêşdetir, paşdatir in.
Heger pêşdetir bûna wek bav û kalên xwe, wan ê jî bi kurdî bizanîbûya û bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyiviyana.

Dibê em baş bizanibin ku di nava kurdên Enedoliya Navîn da wendabûna zimên, wendabûna wan bi xwe ye jî. Roja ku ew ji zimanê kurdî qut bibin, ew mahkûmî wendabûnê ne…
15/3/2006


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE