28 juli 2013

Ez piştgiriya hevdîtinên bi Tirkiyê ra dikim


Hin kurd li dijî çûna serokê PYD-ê Salih Muslim ya Tirkiyê ne, dibêjin ew ”vî perçeyê Kurdistanê difroşe Tirkiyê” û gelek
rexneyên din.
Ez bi xwe ne li dijî hevdîtinên PKK-ê û PYD-ê yên bi Tirkiyê ra me. Ez dixwazim ev pêvajo pir hindik netîceyekê bide, kurd hin mafên netewî bi dest xin û şer rawest e.
Û ji xwe şer jî ji bo ku meriv dijminê xwe bîne ser masê, mecbûrî axaftinê bike tê kirin. Îro Tirkiye hatiye wê nuxtê. Bi kêmanî wisa dibêjin. Dibê meriv hilika vê derewa wan jî derxe…
Milet ji 30 sal şer zirareke pir mezin dîtiye û gelkî jî westiya ye, şer naxwaze. Û li Tirkiyê şer jî êdî zêde tiştekî bi xwe ra nayne. Di warê leşkerî û teknîkî da dewlet li gorî 20 sal berê pir xurt e.
Heger em kanibin bi riya diyalogê tiştekî ji dewleta tirk bigrin baş e, dibê meriv li dij dernekeve û demekê jî wiha dom bike...
Wek şexs ez hebûna dewleta tirk ya li Kurdistanê xeyrîmeşrû dibînim û dixwazim ku wan ji welatê xwe derxim.
Lê em îro bi şer nikanin wan derxin û dunya jî piştgiriya şerê me nake.
Û heta ku ji derve piştgirên me çênebin, hêza me ya çekdar bi tenê têr nake, dibê hin dewlet piştgiriya me bikin.
Dibê em li bakur demekê jî xebat û micadeleya legal, demokratîk biceribînin. Ji bo ku em kanibin vê dewleta îşxalkar ji welatê xwe derxin em mecbûrin her riyê biceribînin.
Li başûr kurd ev 20 sal in xwedî desthilat in, lê kes qebûl nake ku serxwebûna xwe îlan bikin û ji Îraqê veqetin.
Dunya ku piştgiriya serxwebûna kurdên başûr neke, piştgiriya kurdên Tirkiyê û Sûriyê qet nake. Û ji we nake jî. Bira piştgiriya bi me ra li wir bimîne, di ser da piştgiriya dijminên me dikin.
Ji xwe ne piştgiriya Emerîkayê bûya kurdan ji zûda dewleta tirk mecbûrî masê kiribûn û mafên xwe stendibûn.
Loma jî ji ber ku rewş ev e, dibê em realîst bin.
Di siyasetê da ya hero ya mero tuneye. Dema meriv hevdîtinên bi Tirkiyê ra red bike, wê demê dibê şer bike. Û şer jî li bakur êdî ji kurdan ra karekê bi xwe ra nayne.
Şerê kurdan yê rizgariyê naşibe şerên miletê din, gelek cudayî û taybetiyên xwe hene. Hin miletan kanîbûne bi çekan hêzên emperyalîst, kolonyalîst ji welatên xwe derxin. Lê ne şert e ku rizgariya kurdan jî miheqeq wiha be.
Ji ber ku welatê kurdan kirine çar perçe, dijminên kurdan pir in, di warê leşkerî, aborî û însanî da ji kurdan gelkî xurtti in, loma jî şerê me yê rizgariyê jî ewê neşibe şerê wîetnamiyan û yên efrîqiyan.
Li gorî rewşa welatê me rizgarkirina wî jî ewê zor, hêdî hêdî, merhele bi merhele û cûr be cûr be, dibê em bi sebir bin û nekevin şaşiyên tamîlan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE