28 juli 2013

Kurdên Huda-Par-ê îcar jî ji bo Mursî xwe wek barçêmkê dirûçikînin


Huda-Par û hin grûbên kurd yên îslamî li Ruhayê ji bo piştgiriya serokkomarê Misrê yê girtî Mursî û partiya Ehl Îxwan çalakiyeke piştgriyê çêkirine.
Ji xwe tim wiha dibe; li Filistînê tiştek dibe, em kurd dikin qîrîn û hawar û wek barçêmkê xwe dirûçikînin.
Li Misrê ereb bi hev dikevin, em kurd radibin pêdar û tavilê dibezin gazî û hawara Mursî.
Li Tirkiyê hukûmet û kemalîst bi hev dikevin, em berî her kesî dibezin qada Taksîmî û sînga xwe li hemberî panzêr û Tomaya ra dikin sîper.
Welhasil li ku dera dinyayê çi biqewime hin kurd wek agirkujên (îtfaîyecî) navnetewî tavilê dibezin hawara wan.
Lê ev 90 sal in seranserê welatê me li ber çavên van kes û hêzan dişewite, kes nabeze gazî û hawara gelê xwe.
Gelî îslamcî, sosyalîst, komînîst, demokrat û welatparêzên kurd û Huda-Par, Girê Spî û Serêkaniyê ji Misrê nêzîktirî we ye, heger hûn pir xwedî ûjdan, heqnas û jêhatî ne, berê herin gazî û hawara birayên xwe yên kurd, serê wan ji bin kêrên di destên çeteyên El Nusra û El Qaîdeyê da ne xelas bikin.
Ev 30 sal in li her çar perçeyên Kurdistanê xwîna kurdan diherike, heta nuha bi sedhezaran kurd hatine kuştin.
Ma we qet bihîstiye ku li Misrê Ehl Îxwan ji bo kurdên mazlûm meşeke piştgriyê kiribin, ronakbîr, siyasetmedar û alimekî misrî beyaneke piştgiriyê dabe, zulma li ser kurdan protesto kiribe?
Bi qasî ku hûn li hemberî ”Fîrewnên Misrê” û li ba Mursî ne, hewqasî jî li hemberî Fîrenên tirk, ereb û faris bin û ji bo gelê xwe jî meşên piştgiriyê lidar xin.


XXX
Tirkiyê ji serokê PYD-ê ra gotiye, nuha hukûmeta xwe îlan nekin, li bende ketina Beşar Esed bin.
Hêviya Ahmet Davutoglu ew e ku piştî ketina Esed erebên xwe bidin ser hev û tu mafî nedin kurdan.
Yanî hêviya Davutoglu ew e ku wext di lehê wan da be, loma jî taloqkirina hukûmeteke kurd pêşnîyarî kurdan dikin.
Ev yek jî nîşan dide ku dewletê hîn jî dev ji siyaseta xwe ya helandina kurdan bernedaye.
Lê ji bo îlankirinê jî ne hêza kurdan têr dike û ne jî dunya piştgiriyê dide gaveke wiha.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE